1. sepaneke ragihandinê ye. gava qala wî dikin dibên wek whatsapp e lê ji whatsappê hezar qatî çêtir e. meriv dikare bêyî ku telefon girêdayî înternetê be ji kombersê jî têkeve. ji bo whatsappê jixwe lazim e telefon girêdayî înternetê be. dîsa ew ne problem e . telefon girêdayî înternetê be jî carna nakeve di ser kombersê re. |
|
2016.04.03-14:09 |
kurê xelkê
![]() |
2. Sepaneke ku bi whatsappê re pêşbazîyê dike. Bi gelek teybetîyêb xwe ji whatsappê çêtir e: |
|
2016.04.03-22:37 |
gumgumok
![]() |
4. sepaneke rusî ye. |
|
2018.01.02-08:41 |
cinorek
![]() |
5. Dema protestoyan li îranê hatiye asteng kirin. Lê paşê disa serbest bûye. |
|
2018.01.02-08:41 ~2018.02.19 19:16]|
cinorek
![]() |
6. îro min di gotareke de xwend ku tiştên ku li ser taybetiya ewlehiyê ya telegramê tê gotin serobino kir. li gorî wê gotarê navgînên krîptolojiyê/şîfrekirinê/ewlehiyê yên telegram bikartînin, ji yên watsapp û yekdestiyên* din sed car zeîftir in. bi ser de li gorî nivîsê telegram ne çavkaniya vekirî ye ku ew wiha dide naskirin lê min ji derekî din dît ku wele rast e, nivîsbariya wê bi xwediyan e. |
|
2018.02.18-21:37 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
7. sepana ku cara ewil min jî saz kir. kêrhatî xuya dike. gelek taybetîyên wê, di whatsappê de tune. bi gelemperî tê gotin ku ji whatsappê ewletir e. jixwe guman tune ku whatsapp ne ewle ye û hemû agahîyên me bi kar tîne. baş e ku vê gavê nade dewletên wek tirkiyê lê teqez dide amerîkayê. |
|
2019.11.30-11:10 |
simurg56
![]() |
8. Salan in bi kar tînim û ev demek dirêj e piştgiriya kurdî jî dide. Ji ber wê kêfa min gelek jê tê. Min hemû heval û hogir û malbat kirin telegramvan. Ji ber wê ye, xeynî kesên biyanî an jî nasên dûr, hewce nakim têkevim WhatsAppê. Dema têkevim jî, destên min dihere livok û lêdayekên telegramê û hay lê dibim ku tune ye, yekcar digirim. |
|
2019.11.30-11:28 ~11:49]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
9. Sepana ku min zimanê kurdî tê de nedît. Yekî/ê kerema xwe re alî min bike.:/ |
|
2019.11.30-12:11 |
xelîl
![]() |
10. Ji bo sepandina kurdî hûn dikarin li vê qanala fermî ya kurdî vebikolînin ![]() |
|
2019.11.30-12:22 ~2019.12.01 13:17]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
11. Sepana ku li Îranê dewsa hemû medyaya civakî digirê ye. |
|
2019.12.01-02:20 |
gumgumok
![]() |
12. Dema navê vê sepanê dibînim, hevalên min ên rojhilatî têne bîra min * |
|
2019.12.01-12:32 |
bûtîmar
![]() |
13. sepana ku ji yên din zêdetir ewlehîtir e.Kesên ku ewlehiya xwe difikirin divê telegram bi kar bînin. |
|
2020.04.14-12:00 |
brzn
![]() |
14. ji xwe hemû heval û hogirên min bi vexwendin û zordariya min bûn telegramvan û gelekên wan navrûya wê kirin kurdî. lê ev mehek e, girseye mezin a têkildêrên min ên rêbera telefonê yek bi yek tevlî telegramê dibin û telegram yekser peyamê dişîne min (her wiha ji herkesî re yên ku têkiliya telefonê pê re heye) û dibêje va ev jî tevlî bû, dest bi sohbetê bike. nizanim gelo di van demên dawî de whatsapp têk çû an pêrgî erîşkaran bû û nehate bikaranîn lê ev tiştekî ecêb e. |
|
2020.04.14-12:34 ~12:36]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
15. Xwişk û birano ez ê ji we re tiştekê bibêjim ji bîr nekin, ji alîyê security'yê ve whatsapp > telegram |
|
2020.04.14-13:06 |
soryazyus
![]() |
16. pir metha wê tê kirin lê çêkerê wê yekî ûris e. nizanim, ûris ji min re hinek bêbawer tên. çawa ez ji yandexê hez nakim hine aliyê telegramê jî sar im. |
|
2020.04.14-21:39 |
de facto hozan
![]() |
17. sepana ku gihaştiye 500 mîlyon bikarhêneran. wê dest bi weşandina reklaman bikin. |
|
2020.12.23-21:08 |
hueyn
![]() |
18. bernameya ku ui'ya wê ya 10 sal berê ye. bi wê navruyê xwe yê xerab çawa evqasî hatiye daxistin fehm nakim. |
|
2021.01.06-14:55 |
hueyn
![]() |
20. qet pratîk nîne û bikaranîna wê gelekî zehmet bo min tê. belê di warê securityê de ji whatsappê çêtir e. |
|
2021.01.07-14:11 |
wiha wilo wisa
![]() |
21. sepana ku mirov dişê bi kurdî jî bi kar bîne. lê ji bo kurmancî kêşeyek heye. %70 hatiye wergerandin û serrûpel wek erebî ji rastê ber bi çepê ye. ji ber ku soranî berî kurmancî hatiye lêzêdekirin ev kêşe derketiye. çimkî her du jî kurdî ye û telegram wan zimanek dihesibîne. herwiha soranî %100 hatiye wergerandin û bo hogirbûna soranî û alfabeya erebî gelek baş e. |
|
2021.01.10-19:44 |
keyomerd
![]() |
22. telefona kî hebe li ba min nîvê zêdetirê wan ji rûyê peymana dawî ya WhatsAppê xwe avêtine bextê telegramê. di rojên pêş de jî wiha bidome dê şîrketên telekomunikasyonê dev ji WhatsAppê berdin û bêhtir li ser telegramê kampanyayan çêkin. |
|
2021.01.10-20:00 |
ezcan
|
24. ev dora salek e, nikarim kurdiya wê ya peyitandî bi kar bînim ji ber çewtiya teknîkî ku nivîsandina latînî mîna ya erebî cih dike. ji ber wê pakêta "kesane" bi kar tînim. lê ev jî salek berê sekinî û her bi pêşveçûna telegramê, rêjeya wergerandî kêm dibe û yên îngilîzî zêdetir dibe. |
|
2021.01.16-13:55 ~14:14]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
25. Min çende kî telegram bikaranî ema qet kêfa min pêra nat . Nizam çima yanî ambîyasa wî , nivîsa wî balamin nekişand(ne balkêşbû) loma min rakir ji telefonê . |
|
2021.01.17-04:00 |
yaqûp
![]() |
![]() |
2 nivîskarên herî hêja yên tirşikê [2] |
![]() |
2 nivîskarên herî hêja yên tirşikê [1] |
![]() |
2 nivîskarên herî hêja yên tirşikê [2] |
![]() |
ateîzm [5] |
![]() |
nijadkujiya ermenan [1] |