Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
telegram - tirşik
telegram
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

20. sepana ku mirov dişê bi kurdî jî bi kar bîne. lê ji bo kurmancî kêşeyek heye. %70 hatiye wergerandin û serrûpel wek erebî ji rastê ber bi çepê ye. ji ber ku soranî berî kurmancî hatiye lêzêdekirin ev kêşe derketiye. çimkî her du jî kurdî ye û telegram wan zimanek dihesibîne. herwiha soranî %100 hatiye wergerandin û bo hogirbûna soranî û alfabeya erebî gelek baş e.



10.01.2021 19:44 | keyomerd

21. telefona kî hebe li ba min nîvê zêdetirê wan ji rûyê peymana dawî ya WhatsAppê xwe avêtine bextê telegramê. di rojên pêş de jî wiha bidome dê şîrketên telekomunikasyonê dev ji WhatsAppê berdin û bêhtir li ser telegramê kampanyayan çêkin.



10.01.2021 20:00 | ezcan

22. ev dora salek e, nikarim kurdiya wê ya peyitandî bi kar bînim ji ber çewtiya teknîkî ku nivîsandina latînî mîna ya erebî cih dike. ji ber wê pakêta "kesane" bi kar tînim. lê ev jî salek berê sekinî û her bi pêşveçûna telegramê, rêjeya wergerandî kêm dibe û yên îngilîzî zêdetir dibe.

telegram û signal, di nav hemû sepanên ragihandinê de yên herî ewle ne. lê di nav xwe de signal dikeve pêşiya telegramê. di du noqteyê de:

1. her du jî kodên xwe bi raya giştî re parve dikin. erê şîfrekirina peyaman bi her du aliyan ve tê çêkirin di her du sepanan de jî. lê belê rajekarên telegramê girtî ne, kontrolkirina wan rajekaran ji aliyê kodê ve tenê ji aliyê xebatkarên telegramê ve mimkûn e. lê berevajiya wê yên signal li bazarê li hêviya xelkê ye ji bo venêrîn û vekolandinê û rajekarên navendî tune ye. peyamên şîfrekirî di telefonên bikarhêneran de dimîne. ji xwe xerakirina wan şîfreyan ne mimkûn e. mîsal di 2016an de (an jî piştî salekî) mehkemeya dyayê dibêje agahiyên filan kesî bide min. signal jî dibêje derheqê wê de du tişt li cem min qeydkirî ne: 1. tarîxa qeydkirinê 2. roja her dawî ya ku bikarhêner têketiye signalê (ne saet û deqîqe ha, navê roj dide, hew) lê belê li vir divê bala we bikişînim ser rewşekî: erê li ba signalê, ev taybetmendî rewşa dezavantajiyê dide telegramê. lê belê divê bê zanîn ku rajekarên telegramê ne navendîkirî ne. bi kurt û kurmancî, ne di cihekî navendî ne, li gelek welatan de cihkirî ne. mîsal ji ber dozekî, mehkeme serî li telegramê da û agahiyên wî/wê kesî/ê jê xwest. Telegram li vir yekser qebûl nake, û wê celba mehkemeyê dibe mehkemeyekê din a welatekî din. yanî mêrik, hevoka "law ez nadim ha!"yê bi hiqûqî dibêjin. îja rûsya û îran û çîn bînin bîra xwe. her sê jî ji ber antî-dozên telegramê û eşkerenekirina wan, sepana telegramê qedexe kirin. û ev telegram, li axa rûsyayê hatiye îcatkirin. îja mêrik nade hikûmeta xwe, gelo ew ê bide kê? Ev pirs ji bîr nekin.

Li aliyê din tu dikarî telegramê mîna "signal"ê bi kar bînî. Çawa? tu dikarî peyamên xwe bi riya "gotûbêja veşarî" ji rajekarên telegramê dûr bixe. Hew. yanî hemû taybetiyên signalê di taybetiya telegramê ya "gotûbêja veşarî" de cihkirî ne.

û em werin ser xala duda.

2. signal weqf e û der-menfeet e. yanî ji bo pereyê nakin vî karî. lê telegram şîrketa pavel durov e. ev çi tê maneyê? niha, şîrket meta ne, mal in mîna pez û dewaran. dikarin bên firotin û kirrîn. lê tu nikarî weqfê bikirî. niha pavel durov ji aliyê parastina heqê mehremiyetê gelek nivîsên ji dil û tetmînkar dinivîsîne û vê jî bi kirin û çalakiyên xwe yên telegramê rastîtir dike. çawa? reklamê nastîne û agahiyên bikarhêneran hev nade. îja pavel durov lîberalîst e. lê xwediyê signalê moxie marlinspike anarşîst e. ev tê çi meneyê hûn dizanin? mînakek bidim. hûn vk-yê dizaninî ne? hah ew jî ya birayên durovan bû û facebook cihê xwe yê bilind, bela vk-yê winda kiribû li rûsyayê. îja hikûmeta rûsyayê wê demê dîsa bi darê zorê agahiyên bikarhênneran xwestibû û birayên durov jî cara yekê nedan, cara dudan nedan... bi darê zorê hikûmet wê malpera vk-yê da firotin an na ew ê durovan biavêtana hepsê. îja telegram piştî wê derket. niha, ya hikûmetekê din derkeve û telegramê bi darê zorê bide firotin? (whatsapp û twitter û yên din bifikirin. di serî de xwediyê van şîrketan giringî didan mehremiyetê lê piştî firotinê, her yek bûn kapîtalîstê dane-xwar. û ji xwe xebatkarên wan weqfa signalê avakirine)

li aliyê din, li signalê 36 kes dixebitin. lê belê xebatkarên telegramê jê pirtir e. îja telegram ne mîna signalê tenê "ragihandina peyaman" e, di heman demê de medyaya civakî ye jî û ji ber wê hewcedariya pêşvexistinê pir mezin e. erê ji aliyê hejmara qehremanên xwebexşan ve gelek qelebalix e û niha durov jî zengîn e ha. lê heta kengî wê durov ji bêrîka xwe pere bide? avên bîran jî bi sexbêr e. îja wê rojê pavel durov mesele anî ser pereqezenckirinê. şexsen ez li bendê bûm. çimkî karên ewlehiyê bi serê xwe pereyên mezin e... mêrxas dibêje, ez ê reklamê bînim lê bêyî berhevkirina agahiyên bikarhêner, mîna bişkoka tirşikê wê çawalêhato bin. û ew ê xwediyên qanalanjî pere qezenc bikin. li vir, şexsen ez hinekî di vê astê de me: "ka bila dest pê bike mêrxaso û em bibînin gelo tu li ser gotina xwe ye yan na!"



16.01.2021 13:55 ~14:14 | biruya hayao miyazaki

23. Min çende kî telegram bikaranî ema qet kêfa min pêra nat . Nizam çima yanî ambîyasa wî , nivîsa wî balamin nekişand(ne balkêşbû) loma min rakir ji telefonê .



17.01.2021 04:00 | yaqûp

24. clubhouse çawa dixebite û çawa ye bi rastî nizanim lê qas3i min bihîst mirov tenê dikare bi telefonên IOS beşdar bibe û bi dengî di mezelan (rooms) de dikare biaxive.Ev deng nayên tomar (qeyd) kirin.Niha min xwest kurtasî behsa wî bikim jiber ku Telegram jî taybetiyek wisa li ser kom/qanalên xwe zêde kiriye.Bi rastî bi kar anîna wî gelek hêsan e û dişibe bi kar anîna amûra bêtêl.



01.05.2021 23:45 | brzn

25. Sepaneke azad e. Li gor xwe tu dikarî bi rê ve bibe. Ziman û eyarên wê tu dikarî biguherîne.
Vîdeo û wêne gava tê de tên şandin piksela wan xirab nake. Komên baş jî di wir de hene.



02.05.2021 12:06 | azad517

26. Piştî biryara Dadgeha Bilind a Delhiyê, Telegram nav, hejmarên têlefonê û navnîşanên IP-yên bikarhênerên xwe dane dadgehê, agahiyên wan kesan ku bi parvekirina materyalan bi binpêkirina îhlala mafê têne tawanbarkirin.Here lînkê li vir helbet divê kiryar û çalakiyên neqanûnî bên astengkirin û jêbirin. lê belê ya nexweş ev e ku awayê hevkariya telegramê bi dadgehê ye. carekê din heke hindistan rabe ji ber sûcekê qanûna xwe agahiyên bikarhênerên tamîlan bixwaze, wê telegram wan jî bide hindistanê.

xwe ji telegramê dûr bixin. telegram ji whatsappê jî xerabtir bûye. herin signalê bi kar bînîn.

li vir divê taybetiya telegramê ya nû jî binirxînim. di vê 6ê mehê de weşandine. bi vê (!) bê karta simê mirov dikare xwe li telegramê tomar bike (!). dizanî, bêyî hejmara telefonê mirov nikare ji xwe re ajimêrek ava bike. (ev heman tişt ji bo whatsapp û signal jî derbasdar e. tenê wire naxwaze.) ev ji bo mafa mehremiyetê talûke ye. gelek kes hene dibêjin "divê telegram riya [bi e-nameyê tomarbûn] jî tevlî vebijarkan bike." her wiha. telegrama perexwaz bin vê vebijarka xwe wiha tijî kiriye: tu yê here ji fragmentê ji xwe re hejmarekê anonîm(!) bikire û pê re li ser telegramê ajimêrekê ava bike. * ka mirov dikare çawa bi anonîmî ji fragmentê hejmarek bikirre? * nabe. yanî ev taybetî derewekê mezin e û destgehekê bazirganiyê ye. lê telegram çima wiha kiriye? pirsekê hêsan e. telegram tu carî nebûye alîgir û piştgira mehremiyetê. lê ji bo kişandina bikarhêneran ji sepanên bigtech-ê di dirûşmên xwe de her tim mehremiyetê bi kar anîn.heta radeyekê jî wiha tev da. lê belê kengî rajekarên xwe danî welatên cîhana 3em, hemû gotin û biryarên wan bu ba û çû. nikare li ber biryarên dadgeh û hikûmetên wan welatên cîhana 3em bisekinin û hemû xwestekên wan jî bînin cîh. îja bi vê taybetiya anonîmiya derewîn, wê hemû bikarhênerên muxalîf bikişîne ser fragment. heke hikûmet jê agahî bistîne wê dîsa bide lê normal e ku bi agahiyên telegramê hikûmet nikare muxalîfên xwe zeft bike, wê îja here ji fragmentê bistîne. fragment ew ê bide. û heke muxalîf telegramê rexne bike, wê telegram biêje ne ji ber me ye, lê ji ber fragmentê ye. tu bi xwe jê hejmar kiriye.*

ya ne xweş, tenê di playstoreê de mîlyarek kes wê daxistiye. û bawer nakim ku ji sedî 1 kes ên bikarhênerên telegramê aparata suhbeta veşartî/ewledar bi kar tîne ku ji xwe ew taybetî jî ne tu ewle ye. *



11.12.2022 12:27 ~12:45 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» telegram

Kategoriyên mijarê:: teknoloji komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî