Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 26 peyam
xwekujî - tirşik
xwekujî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev tişt her tim bala min kişandiye. sedema wê ji hin kesan re xuya ye. lê ti carî ne wekî metoda revînê bû ev baldariya min. çawa tê gotin nizanim lê ev tişt him tiştekî wêrekî û çavsorî ye ku bidin ber, hun dê tune bin û dev ji jiyanê berdidin û him jî gelek watedar e ku merivek çima û çawa dixwaze vê nebûnê û reşahî û valahiyê! êşa beşir fuad wî da xwekujiyê , bêdengiya nilgün marmara wê da himêza mirinê. asoxî em nizanin ka ev meriv, mîna eshaba kehfê di xew re çûne ya na? lê gengaz e em li nav xewnekê ne û piştî şiyarbûnê emê dev ji xwe berdin. her wiha...



05.04.2016 22:13 ~22:15 | biruya hayao miyazaki

2. Ew e kû mirov bi destê xwe , xwe dikujê, jîyana xwe bi biryara xwe diqedînê.



Çima? Çawa? Hema ev bû?



(bnr: otenazî)



06.04.2016 01:46 | gumgumok


4. li welatên mina koreya başûr û japonî eqtiviteyek popûler e.



06.04.2016 14:58 ~16:35 | cinorek

5. xwekuştin,xwekujî, bi hemdê xwe û bi destê xwe dawî li jiyana xwe anîn. eslê peyvê bi erebî ye, ji erebî ketiye nav farisî, kurdî û tirkî.. koka peyvê n-h-r (dengê h'yê ji qirikê tê xwendin) ye ew jî tê wateya,bi serjêkirinê kuştina heywanekî.. gelek kes wek întîxar an întîhar dinivîse, lê rastnivîsa peyvê întihar e.. bikaranîneka xelet ya vê peyvê jî ''xweîntiharkirin'' e..

li gorî gelek baweriyan, întîhar yanî xwekujî, yek ji gunehên mezin e û nayê efûkirin..

li gel vê yekê jî çi rêxistinên dînî wekê daiş û çi jî yên sekûler wekê pkkê, bi navên cuda wekê ''çalakiyên fedayî'', ''bombavêjê xwekuj'' ji bo berjewendiyên hizbî, xwe dikujin û dibin sebeba kuştina gelek kesên din jî..

ji bo min çawa mirov bi teqdîra xwudê, xwudê dide, herwiha heq e,bi teqdîra xwudê, bimire jî.. întihar ji ligel aliyê îtîqadî, ji aliyê exlaqî ve jî ne rast e, jiyana ku ne te daye, û emanet e li ser te, çima tê dawî lê bînî?



18.06.2016 04:51 ~05:05 | endazer

6. (bnr: xwekujî) + yên du xwe jî kujî

xwe ji rih kirin, di tifika xwede riyîn, tiştek ne duriste, şaşe dibêqey yek li dû wane ewê rihê wan bistîne hewqas ecele dikin bi kuda diçin? jiyana li ser her candarî ferz û sinete çewa meriv dev jê berdide.. kî dev jê berdide bira berde bixwedê xweyna min ji ya we sortire ezê bijim ez xwe nakujim û nadim kuştin ezê hêdî hedî/ bi çêre çêre ezê herim li îStenbolê hê Çend heb keçikên ne hicam kirî mane.. law henek henek hima zû dilê xwe pîs nekin keçik meçik nemane hûn herin ez li dû we me* ka ev jî heyate êdî goştê kewa jî nayê xwarin..



18.06.2016 23:05 | shorbevan

7. (bnr: azadî)

(bnr: felsefe û întihar)



di pirtûka muslum yucel a bi navê "edebiyatta olum ve intihar"ê de beşekî bi navê "kurt edebiyatinda olum ve intihar" jî heye. hêjayê xwendinê ye.



19.06.2016 00:59 ~01:03 | biruya hayao miyazaki

8. di wêjeya kurdî de belkî herî zêde bûbe mijara pirtûka mextel.

tiştekî derî xwezaya mirovatiyê ye. ji ber ku hemû bedena mirov ji bo berxwedana jiyanê, programkirî ye. lê di nav hemû jîndaran de cihê mirovan gelek cûda ye. hebûna aqil û hesta, dihêle ku mirov serî li ber xwezaya xwe jî hilde.

ev tevger hema bêje tenê di mirovan de tê dîtin lê dîsa jî; (bnr: întîhara heywanan)



19.06.2016 10:53 | simurg56

9. Ji xeynî rastî û çewtiyên wê . Li gorî hin kes an maf e. Ji bo xwe karînê mînakeke herî baş e.



18.09.2017 10:53 | robar cilo

10. Çalkîya ku di encamê de mirov tûne dibe ango jiyana wî bi dawî dibe
Birastî ev yek van roja di serê min de dere û tê lê belê jiber bawerîyên olî , newêrekî û xemgîn buna dê bav û hezkiroxên min min ji vê kiryarê durdixe



09.01.2020 23:10 | tîrêj zana 21

11. Tevgera ku li van salan li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde bûye. Piştî hêdî hêdî hilweşîna aboriya Tirkiyeyê gelek dê û bav bi hev re vê tevgerê pêk tînin. Her çiqas serokwezîr û hikûmeta Tirkiyeyê bibêje em difirin, em her roj di nav rêza welatên herî pêşketî de cihê xwe garantî dikin jî rewş diyar e.

Li van rojên dawî jî malbatekî Êlihî li Stenbolê beriya xwe bikujin bebika xwe danîna li cem cînarê xwe piştre jî xwe kuştine. Her roj Wekî vê gelek nûçe derdikevin pêşiya me.

Li welatên pêşketî û bi taybetî li welatên Asyayê rêjeya xwekuştinê gelek bilind e. Ez matmayî dimînim ku çawa di welatên pêşketî de rêjeya xwekuştinê ewqas zahf e. Wisa bawer dikim ku yek ji wan sedema yek jî xwedênenasî ye. Ji ber ku li welatên Dînî rêjeya xwekuştinê li gor welatên din gelek hindik e. Helbet bawermend jî xwe dikujin lê ne wekî xwedênenasîya.



22.02.2021 22:09 | yûsiv

12. tevgera ku li îzmîtê di 10 rojan de 7 kes pêk anîye.
yekî ji batmanî bû.(bnr: jiyanhaber)



23.02.2021 01:10 | heval.js

13. Tevgerek wisa xirabeye ku her tim dibêjim xwedê neîne serê tu kesê



23.02.2021 17:04 | de facto hozan

14. Virginia Woolf hat bîramin. Nivîskarek ewqasî ko şîretan li xelkê li ser xwekûjîye dike û rexnê vî tevdigerî dike. Talîya talî, rojekê hêdîka bêrîkê xwe bi keviran tije dike û xwe davêji nav ava çemê û dibi sedema mirina xwe.



23.02.2021 21:40 | pîroz

15. Întihar di navbera jin û mêran de ji aliye sedem, rêbaz, armanc û encamê (bi mirinê dawî bûn) ve cuda dibe. Werin em bi hevdû re binêrin ka mesele çi ye?
A) Sedem
Jin: Zêdetir ji ber sedemên psîkîyatrîk wek bulimia nervosa, anorexia nervosa, major depressive disorder, xerabiya bîpolar, pevçûna bi dergistî an jî hevjînê xwe re...
Mêr: axlebî ji ber sedemên aborî wek betalî, winda kirina pere an jî mal, emekdarî..
B) rêbaz
Jin: bi rêya dermanan întihar bêtir e
Mêr: xwe dalekandin, bi çekê xwe kuştin bêtir e
C) armanc
Jin: ji ber ku alîkariyê digerin û dixwazin ku derdora xwe ya civakî biguherînin. Bi gotineke din armanca sereke ew e ku ji mirinê bêtir dayîna peyamekê ye.
Mêr: ji ber ku bi rastî dixwazin xwe bikujin, bimirin. Mêr û piştî întîharê nemire!
D) encam
Jin: sed întiharan bêje sî heb ji aliyê jinan ve tê kirin. Ev întiharên tên kirin %2-4 bi mirinê dawî dibin.
Mêr: sed întiharan heftê û pênc ji aliyê mêran ve tê kirin. Ev întiharên tên kirin %6-8 bi mirinê dawî dibin.

Bi kurtasî mirov dikare bibêje
Mêr heya dawîyê ber xwe didin lê dema biryara xwekuştinê didin ji bo bimirin bi rêbazên kujer întihar dikin.



26.01.2024 11:26 | çaya germ

dengdanên dawîn (yên din..)
abdullah kıran [1]
cehşê akademîk. Ji bo îbrahîm reîsî ku kujerê kurdan e û do ji...
cemaeta îsmaîlaxa [1]
Cemaeta ku piştî mirina mahmûd teqle dabû piştî hasan kiliç mir yekcar...
cemaeta îsmaîlaxa [1]
Cemaeta ku ji aliyê seydayê mele ehmedê bicibe we hatiye parçe...
rapa kurdî [3]
li benda repbêjek zîrege. serhado ne xirab bû lê ne afirîner bû. hirme...
cinorek [1]
herkes tê û diçe lê ew li vir e. li vir e nobedarê dara gwîzê tûy...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwekujî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî