Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 32 peyam
xwekujî - tirşik
xwekujî
(1) (0) (9)
di mijarê de bigere

1. ev tişt her tim bala min kişandiye. sedema wê ji hin kesan re xuya ye. lê ti carî ne wekî metoda revînê bû ev baldariya min. çawa tê gotin nizanim lê ev tişt him tiştekî wêrekî û çavsorî ye ku bidin ber, hun dê tune bin û dev ji jiyanê berdidin û him jî gelek watedar e ku merivek çima û çawa dixwaze vê nebûnê û reşahî û valahiyê! êşa beşir fuad wî da xwekujiyê , bêdengiya nilgün marmara wê da himêza mirinê. asoxî em nizanin ka ev meriv, mîna eshaba kehfê di xew re çûne ya na? lê gengaz e em li nav xewnekê ne û piştî şiyarbûnê emê dev ji xwe berdin. her wiha...



2016.04.05-22:13 ~22:15]| biruya hayao miyazaki

2. Ew e kû mirov bi destê xwe , xwe dikujê, jîyana xwe bi biryara xwe diqedînê.



Çima? Çawa? Hema ev bû?



(bnr: otenazî)



2016.04.06-01:46 | gumgumok


4. li welatên mina koreya başûr û japonî eqtiviteyek popûler e.



2016.04.06-14:58 ~16:35]| cinorek

5. Çalkîya ku di encamê de mirov tûne dibe ango jiyana wî bi dawî dibe
Birastî ev yek van roja di serê min de dere û tê lê belê jiber bawerîyên olî , newêrekî û xemgîn buna dê bav û hezkiroxên min min ji vê kiryarê durdixe



2020.01.09-23:10 | tîrêj zana 21

6. Tevgera ku li van salan li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde bûye. Piştî hêdî hêdî hilweşîna aboriya Tirkiyeyê gelek dê û bav bi hev re vê tevgerê pêk tînin. Her çiqas serokwezîr û hikûmeta Tirkiyeyê bibêje em difirin, em her roj di nav rêza welatên herî pêşketî de cihê xwe garantî dikin jî rewş diyar e.

Li van rojên dawî jî malbatekî Êlihî li Stenbolê beriya xwe bikujin bebika xwe danîna li cem cînarê xwe piştre jî xwe kuştine. Her roj Wekî vê gelek nûçe derdikevin pêşiya me.

Li welatên pêşketî û bi taybetî li welatên Asyayê rêjeya xwekuştinê gelek bilind e. Ez matmayî dimînim ku çawa di welatên pêşketî de rêjeya xwekuştinê ewqas zahf e. Wisa bawer dikim ku yek ji wan sedema yek jî xwedênenasî ye. Ji ber ku li welatên Dînî rêjeya xwekuştinê li gor welatên din gelek hindik e. Helbet bawermend jî xwe dikujin lê ne wekî xwedênenasîya.



2021.02.22-22:09 | yûsiv

7. tevgera ku li îzmîtê di 10 rojan de 7 kes pêk anîye.
yekî ji batmanî bû.(bnr: jiyanhaber)



2021.02.23-01:10 | heval.js

8. Tevgerek wisa xirabeye ku her tim dibêjim xwedê neîne serê tu kesê



2021.02.23-17:04 | de facto hozan

9. Virginia Woolf hat bîramin. Nivîskarek ewqasî ko şîretan li xelkê li ser xwekûjîye dike û rexnê vî tevdigerî dike. Talîya talî, rojekê hêdîka bêrîkê xwe bi keviran tije dike û xwe davêji nav ava çemê û dibi sedema mirina xwe.



2021.02.23-21:40 | pîroz

dengdanên dawîn (Yên Din..)
bila gewrê li lewendî vegere [2]
Bi min bira venegere . lewendî xûya ye kesek çav li der e, ç...
bila gewrê li lewendî vegere [3]
Daxwaz û qêrîneke min û bawerim tirşikvanên ji ber vê evînê muzdarîb i...
bila gewrê li lewendî vegere [1]
Min ticar vê êşê ji xwe re nekirîye bar û Xwedê jî neke. Bes, li ser y...
kesên ku dê û bavên xwe bi navê wan gazî dikin [1]
Gelemperî kesên yekane zarok in. Yanê li malê yek zarok û bi bavê xwe ...
teraryûm [1]
Ko meriv xwe bi avakirina wan mûjil bike û sebra xwe pê bîne ji bo der...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwekujî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî