1. Mîzaheke ji binî qomîk e. Min coq guldurmîş nake. |
|
07.04.2016 00:39 ~2016.04.12 19:06 |
gumgumok
|
2. heyfa meriv tê li wê heyfê mîzaha kurdî, gotin.. û biwêja jî ji tirkmanciyê hêdî hêdî derbasî tirkî dikin /ji tirkîre dikin mal. |
|
07.04.2016 01:02 |
shorbevan
|
3. ne mîzah e, tenê dejenerebûn û bêeslbûn e. |
|
07.04.2016 09:57 |
nazim tolhildan
|
4. carkî selîm temo di twitterê de gotibû "kurmanciyeke şaş ji tirkiyeke baş çêtir e arqadaş" wer xuya ye vana jî vê gotinê ji xwe ra kirine mertal. bi ya min tiştên wisa ji bo ziman ne baş in. meriv dikare ji bo tinazê carkî du caran tirkmancî bikar bîne lê heger dixwaze mîzaha kurdî bike divê bi rastî jî zimanê wî kurdî be. |
|
07.04.2016 12:36 |
kurê xelkê
|
5. carian komîk be jî %80 xwelîserî ye. qebûlkirin û şîrîn-nîşandana bişavtinê ye. |
|
07.04.2016 16:58 |
simurg56
|
6. Pêkenokên ev ji kengî de li ser malperên kurda têne parvekirin |
|
03.02.2020 00:51 |
tîrêj zana 21
|
7. Wan demê dawî de dinêrim li ser Înstagramê bi vî awayî gelek hesab hetîye vekirin. tişte ku mirov Şaş û hêrs dike ev e: xwe mîzaha kurdan nîşan didin lê gotin û nivîsên wan piranî tirkî ye. |
|
03.02.2020 07:06 |
kajav
|
8. Qaşo xwe komîk zen dikin lê haya wan ji dûrketin û biçûkxistina çanda xwe nîne. |
|
03.02.2020 12:07 |
azad30
|
9. di hesabên qaşo-fenomenên twitterê de mîna baranê bêsekan e. dema dixwazin espriyek bikin, hevokên tirkî yên xirakirî dinivîsinin. |
|
03.02.2020 12:12 |
biruya hayao miyazaki
|
10. Mîzaha ku bi saya kurda ev hesab digihêjin hezara şopîner. |
|
01.03.2020 12:38 |
tîrêj zana 21
|
11. Yek ji tişta ku ruhê min jê diçe ev e. Pirranî qertafên Tirkî yên dema borî li lêkerên kurdî dikin an jî di nav hevokên Tirkî de daçekên kurdî bi kar tînin. Ji bo min ev tişt wek tûrnûsolekî ye. Yên Henekên bi vî rengî dikin li ber dilê min ehmaq in û hew bi wan re civatê datînim. |
|
01.03.2020 17:38 |
xeyda
|
12. Rewşa ku me, Kurdên bakur, radixe ber çavan e. Erê her çiqas tiştekî ne xweş be jî lê gelek kes wan dişopînin. Yanî ji mîzaha temamî bi kurdî bêtir balê dikişîne. Bi rastî her çiqasî li dijî wê bim jî carina bi henekên wan dikenim * |
|
01.03.2020 20:34 ~20:35 |
xabûrî
|
13. Ne li gor min e lê gelek bikirrên wê hene, wek em dibînin; Deniz Ozer, Erdal Kaya bi saya vê mîzahê pir pêş ve çûn. |
|
22.09.2023 22:42 |
xweperest
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |