Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 89 peyam
tiştên ku di hundirê malê de winda dibin - tirşik
tiştên ku di hundirê malê de winda dibin

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku di hûndirûyê malê de winda dibin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ez: dayê ka şalê minê qot?

Dayîka min: Te danîbe ku wir e.

Ez: Kanê?

Dayika min: Ku be wir e.

*

Minakê vê dîyalogê zehf in.

Min carekî têlefona xwe ya nokia 1100 winda kir disa hindirê malê da. Welle eva bu 6 sal hê jî winda ye.



13.04.2016 18:36 | bûtîmar

2. piranî qumandaya televîzyonê ye. û ger tv'ya we jî weke ya min tenê ji qumandayê bikare were kontrolkirin, dibe derdek mezintir. telefona min jî dikare bibe qumanda, lê tenê ji bo klîma û televîzyonê. mixabin ji ber ku satalayta min ne marqeyek popûler e, telefona min wê nas nake.



qumandayên wendabûyî piranî bin palgehan de an jî di navbera mîndera palgehan û milên palgehan de, tên dîtin.



13.04.2016 20:58 | simurg56

3. her tişt li hêlekê, cihê goreyan bawer im di rêza ewil de ye..

ez fêm nakim çawa wenda dibin, mesela tiştên dî bi demê re di quncikê de tên dîtin lê ev goreyên bênamûs çem û çem diçin..



berê min ji xaltiya xwe re digot bi şeref du goreyên min diavêjî sêlika sergoyê, digot tu manyax î!*

ev bû qederekî du sal in tenê dijîm, ji xeynî min li mala min kesek nîn e, û goreyên min dîsa wenda dibin, çawa dikarim wenda bikim nizanim**



13.04.2016 21:08 | ferhenga şikestî

4. (bnr: hiş)

(bnr: hiş hinda dibin tişt hinda nabin)



14.04.2016 01:00 | shorbevan

5. Bremîn wenda bû



14.04.2016 03:26 | kere pir

6. gelek tişt in.

(bnr: berçavk)

(bnr: demjmêra zendê)

(bnr: mifte)

(bnr: cilûberg)

lê bi avayeke bi behît ji aliyê dayikan ve bi lêz tên dîtin.



14.04.2016 15:55 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku nivîskarên tirşikê dixwazin niha bikin
» malê îbada naye xwarin
» winda me

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî