Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 8 peyam
    jin û seks - tirşik
    jin û seks
    (12) (15) (1)
    di mijarê de bigere

    1. zanim bi serê xwe mijareke kûr û dûr e ev. lewma meriv nizane ji kû dest pê bike û li kû biqedîne... meraq dikim dema jinek peyva "seks" ê dibihîze çi tê hişê wê ? wekî mêrekî : fantezi, kêf, coşî, ji xwe ve çûn, hez... an tirs, fedîkirin, mehdekirin, rev, lêvkojîn... niza'm bersiva we yê çi be lê ya min ev e ku jin ji seks/pevşabûnê ditirsin, fedî dikin, jê direvin.. helbet ev fikra min li ser hemû jinên cihanê nîne. zanim, hîn der, bajar, welat hene ku, jin diçin xwe davêjin lêvên mêrekî, xwe didin ber bayê pevşabûnê, ya dile xwe dibêjin.. lê vê jî zanim. ew welat, der û bajar wekî hemû tiştên xweşik kêm in... di civakên paşde mayî de (piranî civakên misilman û ereb) zarokên qîz, bi hatina dinê re tiştên ecêb dibihîzin. ji wan ecêban çend mînak: "neçe li ser dar maran wê tiştekê ji dereke te re biçe, li cihên bilind xwe nevêje wê binê te yê bikeve, xwe zêde nede zorê zûtika te yê derkeve..." û çend filan bêvanên belasebep ên din.. ev şîret, wek hûn jî texmîn dikin ne ji bo tendurustî an başiya me ne, ji bo rewşeke fizyolojik a ku wek neletekî bûye bela serê jinan, ji bo bekâretê ye! di van civatan de keçik, hingî ku xama dibin tiştên hîn sosret dibînin û dibihîzin. çavên mêrên harbûyî, devê wan ê gilêzî, kalên xurifî û hwd. şerekî giran bi bûyînê re dest pê dike. lê baş e ku rê û rismên parastina qîztiyê/bekâretê ji te re şev û roj ji aliye jin û pîrên belengaz ve tê vegotin an qet neyê vegotin jî bi awayekî binavgîn dikeve binhişê te. ji bo qenciya xwe û ya eşîr/malbata xwe divê wek jinekî tim nobedarê qîztiya xwe (!) bî. wê wek emaneteke pîroz veşêrî, biparêzî da ku dema ew roj hat, bikarî bi dilekî rehet û şanaziyeke mezin wê diyariyê "zilamê esas" bikî! ev merhale, bi serê xwe kedeke bêhempa dixwaze: divê li kolanan bi mehdekî tirş bigerî, zêde nekenî, nepeyîvî, bi serê xwe negerî, bi şev derneyê derve, baweriya xwe zede bi kesekî neyînî ; qewlê gotiyan xwe heta bêjî giran bikî.. lê li gel vê, tişta ecêb ev e ku ev zehmetî û ehmaqî tu carî nabe para "zilamê esas". ew tim bi serbilindî û coşeke mezin li kuçe û kolanan li ser pêsîrên jinan de kêfê dike, çêran dike, çavan diavêje, aciz dike.. lê dema wextê zewacê tê, daxwaza jineke paqij (!) dike û dijbêre. ya bi keser ev e ku jin jî, vê qet ji xwe re nakin xem û xwe ji wan mêrên durû re heta hetayê vedişêrin. tişta balkêş ne ji ber xwasteka xwe vê tiştê dikin.ji ber xwesteka civakê ;civaka paşde mayî, hovanî.. bila bi vîna wan bûya bila bibûna "rahîbe tereza" ; lê zanim ev helwest, ji bêhişî û newêrekbûna wan e loma pir zora min diçe.. ax ax wekî diya min dibêje, kula me giran e! em devê kîjan tûrê vekin tijî mesele û kul derd... li van rojan xeyala civakekê dikim ku aliyê hiş û ruh ve qenc û şareza... ji ber ku civakeke bi vî rengî bê hiş e bê ehlaq û wîjdan e. bila li erdê be! vê jî bibêjim, meraq dikim, gelo seks tiştek çawa ye ? dînitî, heywanî, hez, coşî... wek texmîn dikim van tevan di hundirê xwe de dihewîne * û li ser vê meseleye jî kûr difikirim hin caran: merivên ku bêyî hezkirin û evînê pevşadibin. dilê wan çawa diçe hev? dema van pirsan dikim cardin dikevim nav fikaran ka gelo ez mêrek bûma, min ê cardin bigota "pevşabûna bi evîn" ? lê piştî ewqas fikirîn taliye gihîştîm vê ramanê ku pevşabûna bê evin sar û dilhevketin e. divê nivîn bi kelakela evînê germ bibe û lêv û zimanê xoşewîstan di nav hev de wek giyanan bihele da ku bigihîjin wê heza xwedavendî...

    dawiyê dixwazim vê jî bibêjim ku ev rexne û gotinên min, ne ji bo tevahiya mêran e. her çiqas hejmara wan kêm be jî mêrên gihîştî û pak jî hene. bila ew gunehê xwe nekin *



    15.04.2016 00:09 ~00:35 | sergijik

    2. Madem kî jinekê ev mijar vekiriye bila hevalên jin jî hewl bidin ku hin tiştan binivîsin. (bnr: yekîtiya nivîskarên jin yên tirşikê)

    Dema ku mijar dibe seks an jî hevşabûn tu nikarî wisa bi hêsanî ji nav derkeve. Erê rast e tu dikarî bi herkesî re hevşabibe, ewqas jî zehmet nîn e. Lê mesele ev e ku wê kêlîkê tu çiqas bextewar î? An jî dema ku te pişta xwe mêzand tu ye poşman bibî?

    Ger hevşabûn bi hezkiriyê te re be değmeyin keyfinize. Tu dikarî wê kêlîkê bixwaze bimre filan ji wê kêfxweşiye yanî. Lê mesela herî muhim ev e ku divê jinik jî vala bibe.

    Û ger ji min we re pirsin ya herî xweş piştî hevşabûnê xewa bi xoşewîst re ye (:



    15.04.2016 00:23 | bêvila nazmîkirik

    3. Mijareke ku li rojhilata navîn, bi taybetî jî di nav gelê kurd de derbarê wê de axaftin tişteke zêde asayî nîne. Lê hemîn sergijik ev mijar vekiriye û bi dilekî rihet fikrên xwe diyar kiriye û hemîn tirşik jî cîhê azadî û demokrasiyê ye em jî fikrên xwe bêjin. Ji dil tev hemû gotinên jor yên sergijik dibim, bi ya min hemû gotinên wê rast in, lê mixabin kêm in.



    Bi ya min rojhilata navîn, dojeha dinyê ye. Ne tenê ji bo jinan; ji bo mêran, ji bo kal û pîran, ji bo zarokan yanê ji bo hemû mirovahiyê. Jixwe li rojhilata navîn ji dayik bûn tenê serê xwe nîşana bexteke xirab e. liv ir pirsgirêk ya jinan tenê nîne, îxlalên mafên mirovan, îxlalên mafên zarokan, îşkence, cûdakerî, ji însaniyetê derketin, recm, îdam, kuştin, mirin û hwd çi bêjî heye. Lê ya ecêb, ev dojeh jixwe destê însanên ku li wir dijîn ve hatiye ava kirin. Yanê hemû ev xirabiyan jin, mêr tev afirandeya zîhniyeta wê civatê ye. Mêr an jin ferq nake, zîhniyet genî bûye. Yanê ev der jixwe cîhê însaniyetê nîne.



    Helbet divê em bi rihetî derbarê jin û seks de biaxifin, jixwe bi vî avayî pirsgirêkên jinan yên bên çareserkirin. Lê ev der cîheke wisa ye ku pirsigirêkan her çiqas tevlihev be çareserî jî ew qas tevlihev e. lê ye herî girîng meseleya berpirsyaran jî ew qas tevlihev e. wekî mînak: berpirsyarê îstismara jinan ya zayendî, mêr tenê nînin. berpirsyar mêrin, jinin, dayikin, bavin, kevneşopin, olin yanê hemû endamên civatê berpirsyar in. Bi kurtasî sîstema habûna civatên rojhilata navîn di kokê de pûç e.



    wê rojê min bihîst ku kujerê özgecanê suphi altındöken di girtîgehê de hatiye kuştin. Ya ecêb jî ew bû ku ew civata ku Suphi altindöken di nav wan de derketiye, laşê wî qebûl nekirine ku dayika wî laşê kurê xwe binax bike. Dayika suphî altindöken wiha digot: Suphi di nav we de derketiye. Çi nebaşiyên wî hebûn we hînî wî kir. Yanê bi gotineke din ve suphi neynika we ye, neynika civata we ye.

    Her çi be, zêde dirêj nekim. Ji bo rojhilata navîn mirov nikare meseleya jinan xwe serî xwe tenê hilde dest. Pirsgirêk yek nîne, dudo nîne. Hemû jî bi hev re girêdayî ne. Bi nêrîne Nietzsche ve; divê ew civat di kokê de hilweşe û ji nû ve ava bibe.



    15.04.2016 16:00 | nazim tolhildan

    4. jinên meriv dikare wan kategorîze bike, hinek ji wan eyvdikin, hinek ji wan eyvê dikin teyivê.. hinek ji wan jî ez nizanim dikebin kîjan kategorîyê * ku carek qul dibin edî kesnikare pêşî li wan bigre destê xwe bidin ser quzê wan jî ewê di nava pêçîkade di xwede rakin *, hinek jiwan tu dibêjî qey agir di wandane gumgumek rihet li ser q..uzê wan dikele dibe ev jî eynî kategorîyê bin* evjî dide nîşandan ku zewq distînin her çiqas serê ewil şerm bikin jî paşê ew şerm kêm dibe kî dibînin berî ser xwe didin û îhtimala nexweşînan jî heye.. jiber wî dibe ku bekaret mûhim bê dîtin , hetanî dikaribin xwe qul nekin dema kesek carek qul bû ew qul bi qulbûnê nase wekî gêrdûnê herdiçe fireh dibe hûn min fehm dikin newsa *, piştî edetek wisa heye divê qîz bekareta xwe bi parêzin neyên xapandin xwe ji qîzantîde nexînin bira pak û paqijbin(ji xweyê xwe yê bê diranre..) kes bizorê nikare gû kî bixwe(tecavuzî netêde)... û xwe nekin binê herkesî di serîda jî ji shorbevan dûrbin, durve di kera ne ne*



    herwiha serê xwe bi kategorîzekirina wanre ne eşînin tev yekin keçikên, qîzin, jinin ligorî şert û merca taybetîyên wanî eynî diguherin *





    hişyarî: ez sed-du sed carê bitenê lêborîn dixwazim jiber min gelek bê edevîya kir lê ez qebûl nakim ku ez bê edevim..* îtîraf dikim di jiyana rastîde wisa nikarim bê edevîya bikim mixabin * mala tirşikê ava..





    16.04.2016 00:59 ~01:02 | shorbevan

    5. Heya ku însanên wek shorbevan hebîn, ev problem çareser nabe...

    Di dil xwe de bi namûs in lê li derva mozeke mê jî bibînin gilêsa wan têt devê wan.

    Xwişk û dê û xwarziyên wan namûs in, qîza cîran bênamûs.. neyse lo nikarim yeko yeko qal bikim. Bêhna min teng e bi ser de jî wexta rastî çomarên wek shorbevan têm bêtir ditengijim...



    16.04.2016 14:45 | ferhenga şikestî

    dengdanên dawîn (yên din..)
    hak-par [1]
    partiya herî kurdewarê lê niha her dengê ku jê re bê dayîn dê ji bo ak...
    şeyh bedrettin [1]
    Zana û mûtasawif e. Wek Simavnalı Şeyh bedrettin tê nasîn. Hember zord...
    dengê ajalan [5]
    Borîn (borebor): Ga. Çivtîn-çiftîn: Çûk, mişk. (stu...
    kurdgpt [1]
    Pergalek Jirahiya çêkirî ya kurdî ku binesaziya chatgpt bikar tîne. Ew...
    kesrewan [2]
    serpoşa jinan e ku ji heft rengan pêk tê. berê li aliyê hekarîyê jinên...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » jin im ne bi destê xwe me
    » seksenler

    Kategoriyên mijarê:: cand
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî