Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirşik translate - tirşik
tirşik translate

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik translate
(67) (1) (12)
di mijarê de bigere

1. Mijara ku li vêr tirşikvanên heja peyv û hevokên xwe ji hev dipirsin e. Carna Google translate û ferheng ne bes in. Alikariya niviskarên tirşikê jî dive.


Minak ez pirsa yekem bikim;

wergerandina helbesta jêr bo kurdî çava baştir te çêkirin?

en guzel deniz :
henuz gidilmemis olanidir...
en guzel cocuk :
henuz buyumedi.
en guzel gunlerimiz :
henuz yasamadiklarimiz.
ve sana soylemek istedigim en guzel soz :
henuz soylememis oldugum sozdur...



Behra herî xweş:
Ya ku he jî nehatiye çuyin e...
Zarokê herî rindik:
He jî gir nebû.
Rojên me yên herî xweş:
Yên me he jî neditin.
Û peyva herî xweş ê dixwazim tera bibejim:
Ya ku he jî min negotiye.

edît: spasî ji sergijik re. Here lînkê



15.04.2016 20:48 ~2020.11.26 19:27 | cinorek

2. "Berê xwe bidim kê û kû! ez rebenê Xwedê! winda me mîna çipikek hibra pekiyayî, li ser dawa feqiyekî."



di wê gotinê de "dawa feqiyekî" çi ye?

dawa: dava, armanç?



Edît:

spas ji bo simurg56, mergehezo nançû, şêxê bêserî, shorbevan :

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê



18.09.2016 11:20 ~2016.09.19 09:17 | cinorek

3. di vir de dawa parçeyek ji cilê feqî ye. tam nikarim tarîf bikim ka kîjan beş e lê mîna hembêzê ye. belkî parçeya di navbera navika mirov û organên genîtal de be.



18.09.2016 11:39 | simurg56

4. li gorî sepana ferhenga kurdî ya burhan erdinç, wateya dawê etek e. li cem me jî daw tê bi kar anîn lê heta niha min nizanibû ew û etek yek in. (tabî ihtimala neyekbûnê jî heye hîn, bawerî zêde bi ferhengan nayê)



18.09.2016 12:22 | mergehez

5. daw ya jî dawik, etek e.

Li ser 'dawika feqîyekî'



18.09.2016 15:04 ~15:10 | şêxê bêserî

6. hibra pekiyaye ser dawa feqî



18.09.2016 20:47 ~20:48 | shorbevan

7. "barana reş ya ku bi ser kefenê ehmedê xanî de dibariya, dibû kelebox û kefen her ziwa dima"

li wîr peyva "kelabox" çiye? min nikaynibû di ferhengê de peyda bikim.

Edit: sipas ji bo simurg56 û shorbevan
Here lînkê
Here lînkê



29.09.2016 09:17 ~2016.09.30 10:09 | cinorek

8. ez zanim lê ez nabêjim jiber kedamin li boşê diçe tirşik forumêde hatiye serê min.., dema hindikin ne dibêjin mala te ava ne jî dibêjin malate ne ava... * vê carê sone; peyvek weka şaş bikarhatiye yanî kelebeka di Tirkîde bikar haniye çewa ez zanim ez nizanim texmîn dikim jiber mêmîk/perperok wekî werdekan pir şil nabin.. tiştê ezdikebim gumana bi dehan nav jibû pirpirka hene çima kelebok?...



29.09.2016 11:19 ~11:20 | shorbevan

9. Kelebox= buhar. Ew dûmana bi kelandina avê derdikeve holê.



29.09.2016 12:51 | simurg56

10. sîmurg rast dibêje lê ez çepik nadimê nizanim hima dilê min jêre naxwaze *

hilm, gulm, bex, dûkel, kelebex, helebel,kelebel=buhare lê (vbnr: kelebox jî helbestvan peyvek nûye afirandiye



29.09.2016 14:58 | shorbevan

11. seba peyva "tear/gözyaşı" di ferhengên kurmancî de çend peyvên cûda hene; hêstir, rondik û firmêsk.
ki dikare ferka wan îzah bike ?

"... ku bavê min mizgîna reş da min, min destên xwe şûştin û berê xwe da odeya ku şûşeya hibrê tê de bû û giriyam. min careka din serpoş rakir û rondikên çavên xwe jî tev lê kirin." (Jan Dost, Mirname, p: 44)

"... hoste selaheddîn peşkên baranê yên ku tev li firmêskên wî bûbûn ji ser rûyê xwe yê zirav û henûn maliştin û pirsî..." (Jan Dost, Mirname, p: 12)

"...Ey şehîd, belê, îro rûyê te bûye rûpelek rojnamê û li ber çavên bi hezaran kes e. Lê belê bizanibe dema ku em rûyê te dibînin, tu bi hêstirê çavên me, dikevî dilê me." (Krîstîn Ozbey, Rûyê Wenda, amidakurd.net)



18.10.2016 09:17 ~09:24 | cinorek

12. tu ferqek nizanim di navbera peyvên rondik û hêstir de. (jixwe ez firmêskê nizanim).
ma hewce ye ku ferqek hebe? na.



18.10.2016 20:12 | simurg56

13. li cem me peyvek mina "cixendê x" (other than x) heye. ew peyv di kurmanciya standard de tûneye yan ez xelet dinivisim? min nikaribû di ferhengan de peyda bikim.
i.e.: "bavê min nexweş bû, cixendê memed efendî kes nehate diyariyê me"

edît : spas ji bo fethî ronî
erê ew baş bû. ji di kurmanciya me de dibe ci.



04.12.2016 08:43 ~2016.12.05 09:11 | cinorek

14. "cixendê" ya li jor behs, bêguman "ji xeynî", "ji xendî", "ji xendê" ye..



04.12.2016 14:44 | fethî ronî

15. ji bo min dibistanek e.



05.12.2016 09:13 | cinorek

16. @cinorek, peyva cixendê di înternetê de tenê di vê tweetê de derbas dibe;
"dema osmaniyan li xarpêt'ê cixendê kurd, tirk û filleyan (ermanî), suryanî jî hebûne. ew taxa jêrê suryaniyan îro hemû wenda bûye." Here lînkê

mîna fethî ronî jî gotî, wer xuya dike ku cûreyeke bilêvkirina peyva "ji xeynî", "ji bilî" ye. hinek kes jixwe "xendî" jî dibêjin. ev cûreyeke vê deformasyonê ye.



05.12.2016 18:27 ~18:27 | simurg56

17. "Ez Badînim, bayekî dînim, giyanê min goleke kevizgirtî ye, arîya sêkuçikên koçera ye ku li pey xwe dihêlin."

Li wira "Kevizgirtî" û "arî" tên çi me'nayê?

Sipasî: @gumgumok, @mergehezo nançû



08.04.2017 06:08 ~13:55 | cinorek

18. @cinorek
kevz, bi tirkî "yosun". Kevzgirtî: yosun tutmuş

arî, nizanim çiye lê dibe ku herî? Be??



08.04.2017 08:31 | gumgumok

19. @cinorek tirşik translate/98654
kevzgirtî : kevz + girtî. kevz bi tirkî 'yosun' e. Yanî gola ku kevz girtiye.

arî: bi tirkî 'kül".

sêkuçik ango kuçik: wexta mirov li derve be ocax filan tune ye loma berê du/sê/çar kevir didan ber hev û agirê xwe di nava wan de vêdixistin û li ser xwarin çêdikirin. niha jî wexta diçim kampê kuçik çêdikim.



08.04.2017 08:32 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik fest

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî