Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
tirşik translate - tirşik
tirşik translate

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik translate
(64) (1) (12)
di mijarê de bigere

1. Mijara ku li vêr tirşikvanên heja peyv û hevokên xwe ji hev dipirsin e. Carna Google translate û ferheng ne bes in. Alikariya niviskarên tirşikê jî dive.


Minak ez pirsa yekem bikim;

wergerandina helbesta jêr bo kurdî çava baştir te çêkirin?

en guzel deniz :
henuz gidilmemis olanidir...
en guzel cocuk :
henuz buyumedi.
en guzel gunlerimiz :
henuz yasamadiklarimiz.
ve sana soylemek istedigim en guzel soz :
henuz soylememis oldugum sozdur...



Behra herî xweş:
Ya ku he jî nehatiye çuyin e...
Zarokê herî rindik:
He jî gir nebû.
Rojên me yên herî xweş:
Yên me he jî neditin.
Û peyva herî xweş ê dixwazim tera bibejim:
Ya ku he jî min negotiye.

edît: spasî ji sergijik re. Here lînkê



15.04.2016 20:48 ~2020.11.26 19:27 | cinorek

3. "Berê xwe bidim kê û kû! ez rebenê Xwedê! winda me mîna çipikek hibra pekiyayî, li ser dawa feqiyekî."



di wê gotinê de "dawa feqiyekî" çi ye?

dawa: dava, armanç?



Edît:

spas ji bo simurg56, mergehezo nançû, şêxê bêserî, shorbevan :

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê



18.09.2016 11:20 ~2016.09.19 09:17 | cinorek

4. di vir de dawa parçeyek ji cilê feqî ye. tam nikarim tarîf bikim ka kîjan beş e lê mîna hembêzê ye. belkî parçeya di navbera navika mirov û organên genîtal de be.



18.09.2016 11:39 | simurg56

5. li gorî sepana ferhenga kurdî ya burhan erdinç, wateya dawê etek e. li cem me jî daw tê bi kar anîn lê heta niha min nizanibû ew û etek yek in. (tabî ihtimala neyekbûnê jî heye hîn, bawerî zêde bi ferhengan nayê)



18.09.2016 12:22 | mergehez

6. daw ya jî dawik, etek e.

Li ser 'dawika feqîyekî'



18.09.2016 15:04 ~15:10 | şêxê bêserî

7. hibra pekiyaye ser dawa feqî



18.09.2016 20:47 ~20:48 | shorbevan

8. "barana reş ya ku bi ser kefenê ehmedê xanî de dibariya, dibû kelebox û kefen her ziwa dima"

li wîr peyva "kelabox" çiye? min nikaynibû di ferhengê de peyda bikim.

Edit: sipas ji bo simurg56 û shorbevan
Here lînkê
Here lînkê



29.09.2016 09:17 ~2016.09.30 10:09 | cinorek

9. ez zanim lê ez nabêjim jiber kedamin li boşê diçe tirşik forumêde hatiye serê min.., dema hindikin ne dibêjin mala te ava ne jî dibêjin malate ne ava... * vê carê sone; peyvek weka şaş bikarhatiye yanî kelebeka di Tirkîde bikar haniye çewa ez zanim ez nizanim texmîn dikim jiber mêmîk/perperok wekî werdekan pir şil nabin.. tiştê ezdikebim gumana bi dehan nav jibû pirpirka hene çima kelebok?...



29.09.2016 11:19 ~11:20 | shorbevan

10. Kelebox= buhar. Ew dûmana bi kelandina avê derdikeve holê.



29.09.2016 12:51 | simurg56

11. sîmurg rast dibêje lê ez çepik nadimê nizanim hima dilê min jêre naxwaze *

hilm, gulm, bex, dûkel, kelebex, helebel,kelebel=buhare lê (vbnr: kelebox jî helbestvan peyvek nûye afirandiye



29.09.2016 14:58 | shorbevan

12. seba peyva "tear/gözyaşı" di ferhengên kurmancî de çend peyvên cûda hene; hêstir, rondik û firmêsk.
ki dikare ferka wan îzah bike ?

"... ku bavê min mizgîna reş da min, min destên xwe şûştin û berê xwe da odeya ku şûşeya hibrê tê de bû û giriyam. min careka din serpoş rakir û rondikên çavên xwe jî tev lê kirin." (Jan Dost, Mirname, p: 44)

"... hoste selaheddîn peşkên baranê yên ku tev li firmêskên wî bûbûn ji ser rûyê xwe yê zirav û henûn maliştin û pirsî..." (Jan Dost, Mirname, p: 12)

"...Ey şehîd, belê, îro rûyê te bûye rûpelek rojnamê û li ber çavên bi hezaran kes e. Lê belê bizanibe dema ku em rûyê te dibînin, tu bi hêstirê çavên me, dikevî dilê me." (Krîstîn Ozbey, Rûyê Wenda, amidakurd.net)



18.10.2016 09:17 ~09:24 | cinorek

13. tu ferqek nizanim di navbera peyvên rondik û hêstir de. (jixwe ez firmêskê nizanim).
ma hewce ye ku ferqek hebe? na.



18.10.2016 20:12 | simurg56

14. li cem me peyvek mina "cixendê x" (other than x) heye. ew peyv di kurmanciya standard de tûneye yan ez xelet dinivisim? min nikaribû di ferhengan de peyda bikim.
i.e.: "bavê min nexweş bû, cixendê memed efendî kes nehate diyariyê me"

edît : spas ji bo fethî ronî
erê ew baş bû. ji di kurmanciya me de dibe ci.



04.12.2016 08:43 ~2016.12.05 09:11 | cinorek

15. "cixendê" ya li jor behs, bêguman "ji xeynî", "ji xendî", "ji xendê" ye..



04.12.2016 14:44 | fethî ronî

16. ji bo min dibistanek e.



05.12.2016 09:13 | cinorek

17. @cinorek, peyva cixendê di înternetê de tenê di vê tweetê de derbas dibe;
"dema osmaniyan li xarpêt'ê cixendê kurd, tirk û filleyan (ermanî), suryanî jî hebûne. ew taxa jêrê suryaniyan îro hemû wenda bûye." Here lînkê

mîna fethî ronî jî gotî, wer xuya dike ku cûreyeke bilêvkirina peyva "ji xeynî", "ji bilî" ye. hinek kes jixwe "xendî" jî dibêjin. ev cûreyeke vê deformasyonê ye.



05.12.2016 18:27 ~18:27 | simurg56

18. "Ez Badînim, bayekî dînim, giyanê min goleke kevizgirtî ye, arîya sêkuçikên koçera ye ku li pey xwe dihêlin."

Li wira "Kevizgirtî" û "arî" tên çi me'nayê?

Sipasî: @gumgumok, @mergehezo nançû



08.04.2017 06:08 ~13:55 | cinorek

19. @cinorek
kevz, bi tirkî "yosun". Kevzgirtî: yosun tutmuş

arî, nizanim çiye lê dibe ku herî? Be??



08.04.2017 08:31 | gumgumok

20. @cinorek tirşik translate/98654
kevzgirtî : kevz + girtî. kevz bi tirkî 'yosun' e. Yanî gola ku kevz girtiye.

arî: bi tirkî 'kül".

sêkuçik ango kuçik: wexta mirov li derve be ocax filan tune ye loma berê du/sê/çar kevir didan ber hev û agirê xwe di nava wan de vêdixistin û li ser xwarin çêdikirin. niha jî wexta diçim kampê kuçik çêdikim.



08.04.2017 08:32 | mergehez

21. rojbaş gelî tirşilvana..

ev nivîsa hanê, eskerê boyîk ji bo wezîrê eşo nivîsiye.
Here lînkê


...Êntyam ji dîrokê bû... Xortekî bedewî, bilindî berbiçav, ku meriv heyr-hijmekar bû lê, seke-sifet, cil-rihala mêze kira li nav mamosta da rûniştibû...

min vira da peyvên êntyam, heyr-hijmekar, seke-sifet û cil-rihala fam nekirin..
xêra xwe ka ji min ra bêjin..



09.04.2017 10:06 ~10:11 | bûtîmar

22. Hijmekar çi ye nizanim lê heyr ji 'heyîrî man'ê tê û wateya wê şaş mayîn, şaşwazbûn e.
Bi qasê min ji mînakên li înternetê fêhm kirî, wateya heyr-hejmekar jî eynî wisa ye. Yanê şaş mayîn, matmayî bûn.



09.04.2017 10:48 ~10:49 | simurg56

23. peyva hijmekar di ferhenga me ya kurmancî-elmanî de heye *
û wateya wê "begehrend, sehnend, sich ~ verlangend" e. yanî "dilxwaz, kesê ku gelek dixwaze"
Here lînkê

min li ser înternetê lê geriya, ev peyva hijmekar carinan tenê, carinan jî weke heyr-hijmekar, heyran û hijmekar û hewas û hijmekar hatiye bikaranîn.

mînak;

"Her caran, gava kilamên wî bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê didin, mirov wana bi heyr û hijmekar guhdar dike"

"sîrkên Yekîtî Soviyet û welatên cihanêye cihê-cihê, cilê kurdiye reng- rengî li xwekirî amadekara hewas-hijmekar dihêle"

"Mînaka herî dawî ya derbarê vê mijarê de qanûna îstîsmara cinsî bû ku li Tirkiyê hikûmetê dixwast derbixe lê jinan bi têkoşîneke hijmekar nehiştin ku ev qanûn bê derxistin"



09.04.2017 11:04 | simurg56

24. spas ji bo ked û lêkolîna @simurg56



09.04.2017 23:37 | bûtîmar

25. Di helbesta rênas jiyan a hebhinarkê de çend peyv hene ez fehm nakim. Ki dikare wan seba min îzah bike.

kulora şahmeran e egala li serê min
ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min
ne sûcê te ye,
ew mîratê kewan li me nehatin


Kulor?
Egal (a)?
Hitan?
Çend (a)?

Sipasî: rûbar



20.07.2017 05:26 ~10:17 | cinorek

26. Kulor tiştek him qul be him jî girover bibe tê gotin.
Egal şaşikên kurd û ereb dialînin serên xwe ye. Ji erebî tê ez bawer im. Wekî kurd bigiştî sor spî wekî filîstînî reş spî wekî rihayî şîn wekî meleyan tenê spî cûreyên wê zehf in.
Kitan jî ketan e. Peyvek erebî ye. Bi tirkî keten. Cûreyeke qumaş e. Di eslê de navê rîwekeke. Cilên ku ji wî rîwekê tê çêkirin dibêjin kitan.



20.07.2017 06:39 | rûbar

27. Mijara go wergerîn lê tê kirin û ji pênasînê azade ye.


her şey üstüne gelip, seni dayanamayacağın bir noktaya getirdiğinde, sakın vazgeçme! çünkü orası gidişatın değişeceği yerdir.

mevlana celaleddin-i rumi

Gelo wergera vê çawa ye?


Edît: @mîr , @cinorek zor spas ...
tirşik translate/103862
tirşik translate/103866



31.12.2017 18:21 ~2018.01.01 07:39 | gumgumok

28. tirşik translate/103858 Wergera pêşniyaza min e:

"Gava ku her tişt tê li ser te û êdî tu nikarî berê xwe bidî, qet dev jê bernede! Ji ber ku ew der cihê guhertina weziyetê ye"

"her şey üstüne gelip, seni dayanamayacağın bir noktaya getirdiğinde, sakın vazgeçme! çünkü orası gidişatın değişeceği yerdir."



31.12.2017 19:45 ~20:18 | mîr

29. ez jî dixwazim wisa wergerinim:

"Çaxa ku her tişt bi ser te de tê û bêtaqet diyle, xwe bernede! Jiber ku ew wext dema guhertina boçûnê ye"

"her şey üstüne gelip, seni dayanamayacağın bir noktaya getirdiğinde, sakın vazgeçme! çünkü orası gidişatın değişeceği yerdir."



31.12.2017 22:08 ~22:14 | cinorek

30. Peyva bi tirkî " nefret " di kurmanciya min de nîne. Li gundê me ti kesî ev peyv bikar netanî. Yên tirkî-zane jî nebûn, go vê peyvê ji tirkî bênin. Û ev hîsa "nefret"'ê, ez weke navê xwe zanim go di wan gundên tijî-fitne de zehf bû. Ê naxwe çawa hîseke wilo dijwar bêpeyv dimênê? Ecêb !

Peyre ez elimîm go hinek kurmanc rasterast dibêjin "nefret" . Jiber go di kurmanciya min de ev peyv nîne, te'ma tirkmanciyê jê dikim.

Gelo hûn tirşikvan bi kurmancî çawa dibêjin senden nefret ediyorum ?

Edit: j'bo bersivan malî ava hevalno.



02.06.2018 10:02 ~21:37 | gumgumok

31. (bnr: îmana min ji te diçe)



02.06.2018 11:56 | bûtîmar

32. min ji hevalekî xwe (serhedî) bihîstibû ku li serhedê bo nefretkirinê "xûkirin/xûykirin" tê bikaranîn.



02.06.2018 14:09 | sloujouc

33. - hişê min ji te diçe
- îmana min ji te diçe
- ceynika serê min ji te diçe/diêşe



02.06.2018 14:37 | simurg56

34. tirşik translate/106828>>>
Ez ji te diqarim/dixwarim/dikharim



02.06.2018 15:10 ~22:21 | cinorek

35. tirşik translate/106828 --> rika min jê re tê (bnr: rik)



02.06.2018 16:10 | mîr

36. gelo "çökmek" a tirkî ya "bilgisayarım çöktü" bi kurdî çawa tê gotin?



02.06.2018 18:08 | biruya hayao miyazaki

37. Kombersa min felişî çawa ye ?

tirşik translate/106842



02.06.2018 18:43 | gumgumok

38. di folklora kurdî de tiştên ku ji bo teswîra memikan hatine bikaranîn/16842 ---> "kompûterê min xirabû"

Xwe zêde newestînin, ev têrê dike *



02.06.2018 19:23 | mîr

39. "36. gelo "çökmek" a tirkî ya "bilgisayarım çöktü" bi kurdî çawa tê gotin?"

komputera min têk çû

me di wergerên ubuntuyê de bi giştî bi vî awayî bi kar anîbû.



03.06.2018 17:56 | simurg56

40. @simurg wa! ev çend meh in, di serê min de bo vê halê hevoka "kompetera min têk çû" derbas dibû lê di hişê min de ev lêker û rewş li hev nedihatin. ji ber jixwenedîtinê jî min tu serî li ferhengan jî nedida. qey ev peyv ji ceribên min ên ubuntuyê ya kurdî di hişê min de maye. tu kêfa min anî! sax bî!



03.06.2018 22:58 | biruya hayao miyazaki

41. Xwas/xas bi dilê te yanê çiye?
Min li devera xarpêtê ew pir bihist.



01.07.2019 21:42 | cinorek

42. cinorek, dibe ku "xwezî bi dilê te" be. ango xwezî ez di cihê te de bûma.



02.07.2019 01:19 ~01:19 | roza

43. Gelo bahis oynamak bi kurdî çiye.
Doh di rêzefîlma mala minê de yekî got iddia listîn. Şûna wê çî bûya baştir dibû?

bersiv: tirşik translate/112272



16.11.2019 07:02 ~12:56 | cinorek

44. bahis oynamak bi kurdî şert girtin e. li cem me wisa tê bikaranîn. lê ji bo yên tîcarî, neketiye jîyana rojane. ji ber ku ev lîstikên tîcarî her yek xwedî navekî xweser in, rasterast navên wan tên bikaranîn. di rêzefîlmê de jî encax dîsa wisa bihata bikaranîn, wê bihata fêhmkirin. weke din wê ji aliyê gelek kesan be nehata fêhmkirin.

bi kurtî, kurdîya vê têgehê tune ez bawer im. encax mirov dikare îcat bike. em dikarin ji van peyvan alîkarî bixwazin. di ferhengan de peyvên şertanî û şertik jî bi van wateyên xwe tên bikaranîn. Here lînkê



16.11.2019 12:42 ~13:38 | simurg56

45. Zola bine mızrabım mızbılbenda xonebım
Zola bine mızrabım mızdelala xonebım lee
Bılıbende bılıbende
mızbılıbenda xonebım eyy
Bılıbende bılıbende mızdelala xonebım






Ew qarnaxisiya bilibende te çi maneyê?



13.01.2020 20:52 ~20:53 | cinorek

46. (bnr: tirşik translate/101059">tirşik translate/101059)

Kulor ji tiştê girover ê ku li hec hatîye badayî
Bi tirkî jê re dibên "kulah"

Kitan jî di wê helbestê de di vateya kumaş nehatîye bikaranîn li hinek herema wek herêma mêrdîn ji dêlava laçikên sipî yên jin didin serê xwe tê bikaranîn



14.01.2020 19:33 ~19:32 | tîrêj zana 21

47. Di helbesta arjen arî ya bi navê fala beybûnê de peyva mahdzer û bela-wela derbas dibin ew ten çi ma'neyê?

Beybûn ji pelan kirim
Negote min "hij te dike"
Wilo mahdzer û stûxwar
Ew an evîna min e
Bela-wela li erdê hejar...


---
bersiv: tirşik translate/117322



10.02.2020 07:20 ~10:19 | cinorek

48. tirşik translate/117321

@cinorek

belawela tê wateya tiştên belavbûyî. Li vir qala evîna xwe dike ku li erdê bi awayekî hejar belavbûye.

mahdzer jî ji peyvên mad (rû, mirûz, dêm, serûçav) û zer (reng) hatiye çêkirin. Li vir jî beybûna bê pel dişibîne rûyekî an mirûzekî zer. Te dît dema mirov bi pelên beybûnê fal vedike û di dawiyê de tenê zerika beybûnê diminê hah li vir arjênê mezin jî dibêje ew zerik bi awayekî mahdzer û stûxwar encama falê dide ku evîndarê wî ji wî hez nake.



10.02.2020 09:19 | xelîl

49. Gelo tirşikvanên zimannas,
Dive em çitonî slogana black lives matter bi kurmancî bêjin?

* Ji bo 'black' kijan baş dibe: zengî, reş, reşik, efriqayî
* ji bo 'matter' kijan baş dibe: giring, hêja


(bnr: jiyana reşikan jî giring e)



10.06.2020 08:09 | cinorek

50. giyana reşikan girîng e.
giyana reşikan hêja ye.
nîşe ne zimannas im



10.06.2020 21:36 | brzn

51. Ateş etmek bi kurdî çawa tê gotin?

Û

"Alman Hükümeti'ne verdikleri
ültimatoma hiçbir cevap alamayan
İngiliz Hükümeti Nazi Almanya'sına savaş ilan etti"

Ew ê kîjan camêr wergera vê hevokê bike * ?

Help hevalno help.



19.11.2020 21:19 | yûsiv

52. @yusiv
* ji ber ku hikûmeta îngilîzî ti bersiv bo ultîmatoma xwe nestend, li dijî almanyaya nazî şer îlan kir.
* hikûmeta îngilîzî ti bersiv bo ultîmatoma xwe nestand loma li dijî almanyaya nazî şer îlan kir. (belkî: îlana şerê da.)
* ji ber ku ji ultîmatoma wan re ti bersiv nehat, hikûmeta îngilîzî îlana şerê da almanyaya nazî. (belkî baştir: li dijî almanyaya nazî şer îlan kir.)

(bnr: yapboz) *



19.11.2020 23:03 ~23:16 | biruya hayao miyazaki

53. Hikumeta îngilîzî ji ber ku Almanya bersiv neda ultimatoma wî, ji Almanyaya Nazî re şer îlan kir.

Ev çawa çi bû?



19.11.2020 23:09 | yûsiv

54. bi ya min ne xirab e. talûke ev e: kirde pir ji pêveberê dûr ketiye û "almanyaya (nazî)"X2 jî tê bêje kakofonî çêkiriye.
lê pir baş tê fêmkirin.*

edît: ev hevokên tirkî yên bi "fiilimsi"yan mîna trênên haydarpaşayê dirêj dibin, di wergerê de bo kurdî talûke ne. bala xwe bidê di hin wergerên tirkî de tehma tehl ji ber dirêjkirinê tê ku xwîner nikare baş jê fêm bike û dipirse ka gelo wergêr xwestiye çi bibêje. ji ber ku kurdî hewl dide, hevokên kompleks bi gihanekan ava bike. loma hevokan du perçe dike. bi ya şertan jî gihanekên xwe tîne serî an navendê. min ji kurdî vê fêm kir û piranî wiha dikim. *



19.11.2020 23:15 ~23:28 | biruya hayao miyazaki

55. Heq didim te birêz @biruya hayao miyazaki.

Jixwe min di hevoka te ya sêyemîn îlham stand * û li gorî wê min nivîsand. Di Herdu hevokên ku te pêşî nivisandiye de peyva standinê wateya hevokê hebkî xirab dike bi min. Ji ber wê min nexwest wan binivîsim.



19.11.2020 23:29 | yûsiv

56. taliyê min jî wiha hîs kiribû û li şûna wê, "bersiv (ne)hatin" bi kar anîbû lê xuya ye, piştî ku te ya xwe cover kir, min serrast kiriye loma te jî pê nehasiyaye *



19.11.2020 23:39 | biruya hayao miyazaki

57. Bir Yahudi'ye elini veriyorsun sonra bütün kolunu kaptırıyorsun.

Kîjan biwêj li vir dikare bê bi kar anîn. Ka kîjan camêr ji min re vê hevokê wergerîne. *



21.11.2020 19:17 | yûsiv

58. @yûsiv,

wrgerek alternatîf: ' tu ji cihûyekî re dibêjî merheba, deyndar derdikevî.'



21.11.2020 19:54 | tîrêj zana 21

59. Gelek hêsan û hêja ye. Spas. *



21.11.2020 20:50 | yûsiv

60. En güvenlisi Aslanın inine saklanmaktır.
Biwêjek di derbarê vê hevokê de heye gelo?



21.11.2020 21:36 | yûsiv


62. Helawnoooo, alîkarî Jkxr :/
"Geliyor gelmekte olan"
Çawa tê wergerandin?

Edît: li gorî min: " tê ya ku wê bê", lê nizanim çiqasî rast e



26.11.2020 11:28 ~11:51 | merwano

63. @merwano a ku tê, ji xwe niha tê* nabe ku bi ya te qertafa paşerojê* were bikaranîn. pêşniyaz:

*tê ya ku ji xwe tê.
*tê ya ku di rê de ye.
*a ku tê di rê de ye

-ev peyva û "ji xwe" ji bo maneya dema niha ya -mekteyê ye ku ev ji -yorê qewîtir û zeximtir e di maneya dema niha de. belkî ji rê çêtir peyvek hebe. belkî rasterast divê hokera "niha" were bikaranîn çêtir e. wekî:

* tê ya ku ji xwe niha tê.



26.11.2020 12:24 ~12:34 | biruya hayao miyazaki

64. Malî ava @biruya hayao miyazaki *



26.11.2020 13:36 ~13:37 | merwano

65. li xarpêtê, min ji koçerên şekakî peyvek bihist. pir ecêba min hat.
nizanim ew peyv li deverên dî jî heye ya peyveka herêmî ye.

cîp; iyicene (tirkî), even more (Îngilîzkî), hê bêtir (kurmancî).

minak:
'me digot vîrûsa koranayê heta payîzê xilas bibê lê ew cîp zêde bû'
(biz diyorduk güze kadar korona virüsü biter, ama o iyice arttı)



04.12.2020 05:33 ~05:42 | cinorek

66. Helawnoooo!

Varoluşsal sancılar çekiyorum, bi kurdî çawa tê gotin?

Jêrnivîs: ne ez hevaleke min dipirse *



10.12.2020 13:20 | merwano

67. tezîyek bûnewarî dide laşê min.
qey wilo ye lo



10.12.2020 23:00 | shwinsherm

68. tirşik translate/128874 Ez di sancoyê berzêdeme an beravêtinêdeme *



11.12.2020 21:11 | shorbevan

69. Hevalno "annelik iç güdüsü" bi kurdî çi ye?



21.12.2020 17:09 | keyomerd

70. Bersiv bo tirşik translate/129551
Annelik: "Dêtî"

içgüdü= "Xwejo"

Xwejoya dêtî



22.12.2020 15:22 ~15:22 | cinorek

71. helawnoo!

Yedek, yedeklemek çi ye?

min li ferhenga tirşikê nêrî dibe yêdek, gelo rast e?
û min li wqferhengê jî nêrî dibe, hilanîn, lê ne bi dilê min e :/

edît: (bnr: yedek) :(



16.01.2021 16:24 ~16:26 | merwano

72. @merwano,
Berê min jî gelek lê geriya, lê alternatîfek bi keyfa xwe nedîtiye. Here lînkê

Li vir dibêje "suxme, cîgir, ihtiyad, heciz, rezerv, mîneq, zêde, hilgirtî"



16.01.2021 17:31 | simurg56

73. spas @simurg, xuyaye alternetîveke bi dilê me tune :(
min nêrî di farisî de jî yêdek bi kar tînin, em jî wilo bidomînin...



16.01.2021 18:33 | merwano

74. bi îngilîzî: friday evening
bi tirkî: cuma akşamı
bi kurdî min got "êvara îniyê" lê ev dibe êvara roja pêncşemê. ger em bibêjin "êvara şemiyê" ev jî êvara roja şemiyê ye. em çawa dikarin vê wergerînin?



22.01.2021 19:51 ~19:53 | keyomerd

75. êvara roja înê



22.01.2021 21:56 | xabûrî

76. êvara înê
mimkun e peyvek an bêjeyek bi du wateyan, bi wateya xwe ya rastî û bi wateya xwe ya mecaz an biwêj bê bikaranîn. êvara înê jî wisaa ye, ya biwêj ji bo êvara roja pêrşemê j bo kevneşopiya gerandina şîva miriyan tê bikaranîn. ji xwe peyv di kontekstê de xwe dide der ka bi çi wateyê hatiye bikaranîn.
wek; em ê êvara înê derkevin ser rê.
îro êvara înê ye keça min lalîkek ji wê xwarina mayî bibe bide filan cîranî.



22.01.2021 23:35 | endazer

77. Gorê RojiMêra îslamî roja nû bi rojavabûna tirojê destpêdike.
Lowma ne tenê şeva înê, şev û evarên hemû rojan ji bo roja li pey te hisab kirin.
Nimêja teravîhê jî bi wê şeklê evara pêş roja hekemê ya remezanê destpêdike.



23.01.2021 07:35 | cinorek

78. jı bo peyva 'işlenmiş' , 'yarı işlenmiş' , 'hammadde' bi kurdî çi tê gotin



24.01.2021 17:23 | tîrêj zana 21

79. "hêrayî", "nîvhêrayî" û "nehêrayî" an "xam"
Çavkanî: Here lînkê



24.01.2021 20:38 ~20:39 | cinorek

80. serî pê derxistin çi ye? di hevokê de wisa dibore: "çawa dikin nikarin serî pê derêxin"



27.01.2021 19:44 | keyomerd

81. @keyomerd.

"Başa çıkamamak" a tirkî ye. Yanê pê nikare, sêrî pê re dernaxe. Li ba me jî ev biwêj pir tê bikar anîn.


Mînak, me çiqas digirt û wî vedikir. Me nihêrt em serî pê re dernaxin me dev jê berda.



27.01.2021 20:46 | tîrêj zana 21

82. @tîrêj zana 21 gelek spas. li ba me jî em dibêjin "pê karîn". ew jî di heman wateyê de ye.

pirseke din: tiş û vîşî bûn çi yê?



27.01.2021 21:06 | keyomerd

83. Bersiva pirsa peyama tirşik translate/130437 yê @keyomerd.

Tiş û viş bûn bawer ke gotinek deverî ye. Li gorî min. Min hîç nebihîstiye.

Lê bawer ke tê wateya parçe parçe bûn, hûrîhûrî bûn, qetiyayî, qîş û qelaş bûyî.



31.01.2021 12:32 ~12:37 | bilbilê dilkul

85. îtîrafên tirşikvanan/130625
Li wir @keyomerd behsa peyva ca kiriye. Gotiye li qoserê seba dê dibêjin ca.
Merax dikim ew peyv li deverên dî jî heye ya na.
Li ba me ne ji bo dê, ji bo elti digotin ca.

--
Yek jî peyva farsî/zazakî ca heye. Ew cûdaye. Te maneya cih. ca/51659



04.02.2021 08:25 ~19:18 | cinorek

87. tirşik translate/130627

xemakê,

'eyya' bi min guhertia forma gazîkirina dayikê ye. wate 'ey' baneşana erebî ya ku bo gazîkirina şexsa ye, li hin devera derbasî kurdî jî buye. heke ew dever riha be(bajarekî ku kurd û ereb di gel hev dijîn) teqez derbasî kurdiya wê bûye.

vêca eyya çiye?
li herêma mêrdîn ji dayikê re dibêjin ca, ciya min. lê dema gazîkirinê tê gotin 'yadê' ji xwe 'ya' jî ji erebî hatiye. dayik 'dê' ye. wekî di peyva dêbav de.

îja 'eyya' du cara bikar anîna baneşanê ye. dibe ku di eslê xwe de 'ey yadê' be û bi dema forma 'eyya' girtibe.

li stewra mêrdîn, bo dayikê, 'ca, ciya mim, dê, yadê' tê emilandin. stewrê jî bajarek ereb û kurd digel hev dijîn e.



04.02.2021 11:24 | tîrêj zana 21

88. @cinorek yên dizanim qoser dêrîk û navenda mêrdînê ne. û dizanim ku li Nisêbînê tune ye, ew dibêjin diya min. wekî din min ji hin kurdên rojavayê jî ca bihîst, lê nizanim ji kîjan deverê ne.



04.02.2021 12:27 | keyomerd

89. Di ferhenga kurmancî-tirkî de ji bo elti (jinên ku mêrên xwe birayên hew in) peyva cawî hatiye nivisin.
Dibe ku peyva li ba me ew be. Hebekê hatiye gûhertin û bûye ca.
Devera me: bakûrê xarpêtê û çemişgezek.



04.02.2021 12:42 | cinorek

90. Bo daxwaziya xemakê ku di nav peyama tirşik translate/130577ê de derbas dibe.

Di serî de bêjim min got belkî ezê bi hêsanî wergerînim bi kurmancî lê min nikarî baş wergerînim. Ji ber ku hîn peyvan nizanibûm û hîn aforîzma stranê baş nikaribûm bidim veguhestin encamek tam temam ku min ji xwe hêvî dikir bi dest nexist. Dîsa jî baş e.
Fermo:

Sebrî

Wey heke navê te ji bîr bikim
Wey kefenê spî cil û bergê min bê
Ey dilê min derbînin perçiqînin pêşî de
Wey ji xeynî navê te hîç navek nîn e bi pêş de
Sebrî, sebrî

Wey heta rojê mehşerê ji daxê te re neçar jî bimînim
Bedelê êşa te ji bîr dernaxim
Wey heta rojê mehşerê ji daxê te re neçar jî bimînim
Bedelê êşa te ji bîr dernaxim
Sebrî, sebrî

Wey sebrî gulfiroş bişkov vedane
Wey dilê min esîr û şeydayê dilê te ye
Ey sebrî ji bo xatirê dergahê bavê şêx
Wey min nekuje bi naz venemirêne baqe gulên min
Sebrî, sebrî

Ey quranê bîne bide ber dilê min
Ez ji te zêdetir tu kesê naxwazim
Ey sond bi quran û xetma kelamê
Wey heta mehşer ji evîna te re dilsoz bimînim
Sebrî, sebrî

Wey heke ji ber daxê te bimirim jî
Wey wekî mecnûn bi çolan jî bikevim
Wey heta rojê mehşerê ji daxê te re neçar jî bimînim
Bedelê êşa te ji bîr dernaxim
Sebrî, sebrî

Ey hilbigire xencer bide cegerê min
Wey hingê yasîn bixwîne li ruhê min
Ey hilbigire xencer bîne lêxe pişta min
Wey tu bi xwe hakim be li ber hesreta demên ku tu bibû li kêleka min
Sebrî, sebrî

Ey heke can kişandin wekî ji te dûr ketinê bê
Wey ya xwedê bext divê bi rengê serê çiya bê
Ey bike bi xatirê sî cizûyê quranê
Wey ji niha pê ve hê bêhtir min sergêj neke
Sebrî, sebrî


Û di dawî de bibêjim li gorî quranê quran li ser miriyan nayê xwendin. Quran ji bo zindiyan hatiye hinartin. Ku zindî xwe rast bikin. Û her wiha ji bavan, dergahan, şêxan û miriyan alîkarî û xatir nikarê bê xwestin. Alîkarî tenê ji xwedê divê bê xwestin. Ewan jî şaşiyên stranê ne.



04.02.2021 23:29 | rûbar

92. @cinorek, em jî li serhedê ji dayîkê ra dibêjin cîya min. Çaxa ku em gazî cîya xwe dikin em dibêjin inê. Lê waxta ku em ji yekî ra behsa cîya xwe dikin em dibêjin cîya min.



05.02.2021 07:32 | bûtîmar

93. ez ê nava çîvîkekî digerim.
di gûndên wan'ê de jê ra wek "kiçkiçtok", "kîçkîçtok" dibêjin.



09.02.2021 22:46 | heval.js

94. "Sosyal bilim araştırması nelerin olmasının gerektiğine cevap veriyor mu?"



Ji kerema xwe li kurdî wergerînin



04.03.2021 10:31 | tîrêj zana 21

95. Dibe ku ev be:
"Lêkolîna zanista civakî bersiva divê çi bibin dide?" ?



04.03.2021 12:25 | rizgarm

96. tirşik translate/129551
nesta zayendî (sexual instinct – cinsel içgudu)
nest (instinct – içgudu)
nesta ajalî (animal instinct – hayvani içgudu)
nesta êrîşbariyê (aggression instinct – saldirganlik içgudusu)
nesta mirovî (human instinct – insani içgudu)
nesta zindewarî (biological instinct – biyolojik içgudu)

psychology kurdî – sal 1, hejmar 3, r 70.

peyv û termên ku dibînin di gotarên xwe de dixebitînin jî.

"Ev bertekên han ku em difikirin di dinyaya modern de êdî nemane, dibe ku ji bo parastina çavkaniyan bergiriyên hişk bi pêşiyên dabin kirin û dike ku ev tevgera me ya nestî bi şêweguhertinê di roja îroyîn de jî hebûna xwe bidomîne." psychology kurdî – sal 4, hejmara taybet, r 28.



03.05.2021 22:13 | mirovekirind

97. xortno!

pozitif ayrımcılık bi kurdî çi ye?

edît:
bersiv: cudakariya erênî



15.05.2021 12:03 ~18:40 | merwano

98. @merwano cudakariya erênî li wîkîpediyayê: Here lînkê. pêşîn min texmîn kir ku di ferheng û weşanên din ên bianet.orgê hebe lê xafilîm. li wê derê ji bo ayrimcilik yekser peyva cudaxwazî hatiye bikaranîn. heke cudaxwaziya erênî were emilandin wê tiştekî pê nebe, bawer im.



15.05.2021 18:01 ~18:02 | biruya hayao miyazaki

99. malî ava @ biruya hayao miyazaki



15.05.2021 18:37 | merwano

100. hevalno avcı-toplayıcı kurdî çawa tê gotin?
googl transleytê de nêçîrvan-berhevkar derdikeve lê nizanim ev ji boy qaliba avci-toplayıcı raste yan nîne?



16.05.2021 16:32 ~16:31 | edd

101. @edd di lêgerîna googleê de derheqê dema nêçîrvanî û berhevkariyê hinin çavkanî derdikevin. tu dikarî bi kar bînî.



16.05.2021 17:00 ~17:08 | biruya hayao miyazaki

102. silav hevalno,
di komputergerî de tiştek bi nava script heye, menaya scrîptê jî bernameya piçûk e. lewma tirk jê re dibêjin programcık.
yanî kurdîya bernameyên piçuk(script / programcık) çawa bibe?

Here lînkê



22.05.2021 21:48 ~21:49 | heval.js

103. silav helawnoo *
hûn dikarin kurdiya van peyva wergerînin, belê min diakrîbû ji ferhengê jî hin ji wan bibînin lê dixwazim vebijêrkê din jî li gorî we yê baş kîjanin bibînim, ji niha de mal, ava *
Kopyala
Yapıştır
Kes
Pencere
sekme
filtre
Varsayılan
otomatik
Menu
liste
çubuk
Aboneliği iptal et
kontrol
kalıp
Telif Hakkı
Verici
odak
Düzenlenebilir
klavye
Devre dışı bırakmak
Etkinleştirmek



26.05.2021 21:09 | merwano

104. kopyala; jêbigire
yapıştır; pêveke
kes; jêke
pencere; pencere, şibake, kulek
sekme; pekîn, pekan
filtre; parzûn, sefînk
varsayılan; berdest
otomatik; jiberxwe, jixwe
menû; menû
liste; lîste
çubuk; darik
aboneliği iptal et; abonmaniya (abonetiya, endametiya) xwe betal bike
kontrol; pişkinîn
kalıp; dirûv, şêwaz
telif hakkı; mafê jêgirtinê, mafê afirînerî
verici; danêr
odak; nîskok, nîvend
düzenlenebilir; berguhêz, guherbar,
klavye; pênivîs, tîpdank, pêdank
devre dışı bırakmak; sistkirin, betalkirin, feşkilandin, jinavrakirin
etkinleştirmek; çalakkirin



27.05.2021 14:43 | endazer

105. silav helawnoo
peyvek heye ku hê min di ferhenga de nedîtiye, gelo we bihîstiye
(bnr: nîvenîvî)
dibe ku ne biheve jî tê nivîsandin, baş nizanim.
ji bo parîkirina tiştekî tê bi kar anîn.

mînak: sevê nîvenîvî bike
(yanî bike 2 parçê wek hev)



31.05.2021 11:27 | merwano

106. @merwano erê em bikardînin. Wate jî wek te gotiye boy parkirinê ye. Le em dibêjin nîvînîvî



31.05.2021 13:04 | edd

108. @merwano em jî weke "nîvî nîvî" bikar tînin.(weke yarı yarıya tırki)



01.06.2021 00:18 | tîrêj zana 21

109. Damacana bi kurdî çi ye?



21.06.2021 11:07 | merwano

110. ne hewce ye mirov li kurdiya her peyvê bigere an peyda bike.
li dinyayê bi hezaran ziman hene bi milyonan peyv, bêje hene û mixabin kurdiya her peyvekê nîn e.

dema em etîmolojiya peyvê dinêrin; peyv ji zimanê îtalyanî hatiye dariştin yanî koka peyvê bi îtalyanî damigiana ye
maneya wê jî şûşeya mezin û gir a avê ye.

bi kurtasî yan tu yê li dewsa peyvê bêjî şûşeya mezin û gir a avê an jî tu yê rasterast bêjî damacana.
hewce nake mirov zêde dirêj bike hama bêje damajana û xelas

edît: damacana bilêvkirineke tirkî ye, nexwe bi kurmancî an damaxana an jî damajana



21.06.2021 11:25 ~11:28 | ferhenga şikestî

111. Tirşikvanên delal.
Seba peyva flight/uçuş bi kurmancî çi te gotin?
Ferheng weke firr û firrin werdigerine.

Ew tiştên jêr çawa herî rast bi kurmancî tên wergerandin:
Flight number
Flight ticket
Flight time



23.07.2021 15:10 ~15:14 | cinorek

112. Hejmara firînê
Bîlêta firînê
Dema firînê



23.07.2021 15:24 | pîroz

113. li gorî min peyva fir rasterast vê wateyê dide. hejmara firê û hwd.



23.07.2021 22:19 | simurg56

114. Ji bo uçuk (peqpeqokên ku li ser lêvan derdikevin) bi kurdî çi tê gotin



03.08.2021 20:32 | merwano

115. pelepûçk hatiye gotim, te dîtibû?
Here lînkê
û Here lînkê



03.08.2021 21:29 ~21:29 | simurg56

116. Li herêma me bo uçuk, dibêjin 'agirê şevê'



03.08.2021 23:27 | berxweda

117. (bnr: agirê şevê)
(bnr: ferhenga mûsa anter)



03.08.2021 23:37 | heval.js

118. em jî li alîyê serhedê jê Ra dibêjin pirzik.
Di ferhenga tirşikê da jî heye.



04.08.2021 13:33 ~13:34 | bûtîmar

119. îngilîzî: suspend
turkî: askıya almak
soranî: hełpesardin
bo maweyekê rawestandina tiştekî (bi gelemperî tiştên fermî) bi kurmancî dibe çi hevalno



06.12.2021 22:06 | keyomerd

121. bi Xwedê min ji te tiştek fêm nekir lê bi min em wiha dikarin wergerînin
min pirtûk nede xwendin.



30.12.2021 19:58 | pênûsa westiyayî

122. @lewendî
"Pirtûka bi min nede xwendin."
Xwarinê bi min çênekin!
Çayê bi min danegirin/çayê (bi) min nedin dagirtin!



30.12.2021 20:37 | pîroz

123. tirşikvanên delal,
di strana ahmet kaya ya ayrılığın hediyesi de gotinek wiha derbas dibe:
avutulmuş çocuklar çoktan sustu.
em dikaynin wê çawa bi kurmancî bibêjin?



03.01.2022 09:13 | cinorek

124. Zarokên xapandî, ji zû de huş bûn.

bi devoka swrhedê jî :

(Zarê xapandî, zû da va huş bûn)



04.01.2022 01:42 | bûtîmar

126. @lewendi

bo infant dikarin bêjin bebik, sava an jî şîrxwer.



25.11.2022 00:31 | xelîl

127. tirşikvanên heja,

li qeda zanistî û teknolojiyê her roj peyvên nû dikevin jîyana me.

bi taybetî wan rojên dawî herkes li ser meseleya hişê çêkirî diaxive. derbarê wê pirseka min jî heye.

- îngîlîzî: Artificial General Intelligence (AGI)
- farsî: hûşê camî mesnû’î

dive em wê bi kurmancî çawa binav bikin?



21.11.2023 10:02 ~10:15 | cinorek

128. hişê çêkirî êdî belav bûye û rûniştiye. mirov dikare li gorî wê bêje hişê giştî yê çêkirî



22.11.2023 00:31 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik-danegeh

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî