Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirşik translate - tirşik
tirşik translate

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik translate
(67) (1) (12)
di mijarê de bigere

20. rojbaş gelî tirşilvana..

ev nivîsa hanê, eskerê boyîk ji bo wezîrê eşo nivîsiye.
Here lînkê


...Êntyam ji dîrokê bû... Xortekî bedewî, bilindî berbiçav, ku meriv heyr-hijmekar bû lê, seke-sifet, cil-rihala mêze kira li nav mamosta da rûniştibû...

min vira da peyvên êntyam, heyr-hijmekar, seke-sifet û cil-rihala fam nekirin..
xêra xwe ka ji min ra bêjin..



09.04.2017 10:06 ~10:11 | bûtîmar

21. Hijmekar çi ye nizanim lê heyr ji 'heyîrî man'ê tê û wateya wê şaş mayîn, şaşwazbûn e.
Bi qasê min ji mînakên li înternetê fêhm kirî, wateya heyr-hejmekar jî eynî wisa ye. Yanê şaş mayîn, matmayî bûn.



09.04.2017 10:48 ~10:49 | simurg56

22. peyva hijmekar di ferhenga me ya kurmancî-elmanî de heye *
û wateya wê "begehrend, sehnend, sich ~ verlangend" e. yanî "dilxwaz, kesê ku gelek dixwaze"
Here lînkê

min li ser înternetê lê geriya, ev peyva hijmekar carinan tenê, carinan jî weke heyr-hijmekar, heyran û hijmekar û hewas û hijmekar hatiye bikaranîn.

mînak;

"Her caran, gava kilamên wî bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê didin, mirov wana bi heyr û hijmekar guhdar dike"

"sîrkên Yekîtî Soviyet û welatên cihanêye cihê-cihê, cilê kurdiye reng- rengî li xwekirî amadekara hewas-hijmekar dihêle"

"Mînaka herî dawî ya derbarê vê mijarê de qanûna îstîsmara cinsî bû ku li Tirkiyê hikûmetê dixwast derbixe lê jinan bi têkoşîneke hijmekar nehiştin ku ev qanûn bê derxistin"



09.04.2017 11:04 | simurg56

23. spas ji bo ked û lêkolîna @simurg56



09.04.2017 23:37 | bûtîmar

24. Di helbesta rênas jiyan a hebhinarkê de çend peyv hene ez fehm nakim. Ki dikare wan seba min îzah bike.

kulora şahmeran e egala li serê min
ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min
ne sûcê te ye,
ew mîratê kewan li me nehatin


Kulor?
Egal (a)?
Hitan?
Çend (a)?

Sipasî: rûbar



20.07.2017 05:26 ~10:17 | cinorek

25. Kulor tiştek him qul be him jî girover bibe tê gotin.
Egal şaşikên kurd û ereb dialînin serên xwe ye. Ji erebî tê ez bawer im. Wekî kurd bigiştî sor spî wekî filîstînî reş spî wekî rihayî şîn wekî meleyan tenê spî cûreyên wê zehf in.
Kitan jî ketan e. Peyvek erebî ye. Bi tirkî keten. Cûreyeke qumaş e. Di eslê de navê rîwekeke. Cilên ku ji wî rîwekê tê çêkirin dibêjin kitan.



20.07.2017 06:39 | rûbar

26. Mijara go wergerîn lê tê kirin û ji pênasînê azade ye.


her şey üstüne gelip, seni dayanamayacağın bir noktaya getirdiğinde, sakın vazgeçme! çünkü orası gidişatın değişeceği yerdir.

mevlana celaleddin-i rumi

Gelo wergera vê çawa ye?


Edît: @mîr , @cinorek zor spas ...
tirşik translate/103862
tirşik translate/103866



31.12.2017 18:21 ~2018.01.01 07:39 | gumgumok

27. tirşik translate/103858 Wergera pêşniyaza min e:

"Gava ku her tişt tê li ser te û êdî tu nikarî berê xwe bidî, qet dev jê bernede! Ji ber ku ew der cihê guhertina weziyetê ye"

"her şey üstüne gelip, seni dayanamayacağın bir noktaya getirdiğinde, sakın vazgeçme! çünkü orası gidişatın değişeceği yerdir."



31.12.2017 19:45 ~20:18 | mîr

28. ez jî dixwazim wisa wergerinim:

"Çaxa ku her tişt bi ser te de tê û bêtaqet diyle, xwe bernede! Jiber ku ew wext dema guhertina boçûnê ye"

"her şey üstüne gelip, seni dayanamayacağın bir noktaya getirdiğinde, sakın vazgeçme! çünkü orası gidişatın değişeceği yerdir."



31.12.2017 22:08 ~22:14 | cinorek

29. Peyva bi tirkî " nefret " di kurmanciya min de nîne. Li gundê me ti kesî ev peyv bikar netanî. Yên tirkî-zane jî nebûn, go vê peyvê ji tirkî bênin. Û ev hîsa "nefret"'ê, ez weke navê xwe zanim go di wan gundên tijî-fitne de zehf bû. Ê naxwe çawa hîseke wilo dijwar bêpeyv dimênê? Ecêb !

Peyre ez elimîm go hinek kurmanc rasterast dibêjin "nefret" . Jiber go di kurmanciya min de ev peyv nîne, te'ma tirkmanciyê jê dikim.

Gelo hûn tirşikvan bi kurmancî çawa dibêjin senden nefret ediyorum ?

Edit: j'bo bersivan malî ava hevalno.



02.06.2018 10:02 ~21:37 | gumgumok

30. (bnr: îmana min ji te diçe)



02.06.2018 11:56 | bûtîmar

31. min ji hevalekî xwe (serhedî) bihîstibû ku li serhedê bo nefretkirinê "xûkirin/xûykirin" tê bikaranîn.



02.06.2018 14:09 | sloujouc

32. - hişê min ji te diçe
- îmana min ji te diçe
- ceynika serê min ji te diçe/diêşe



02.06.2018 14:37 | simurg56

33. tirşik translate/106828>>>
Ez ji te diqarim/dixwarim/dikharim



02.06.2018 15:10 ~22:21 | cinorek

34. tirşik translate/106828 --> rika min jê re tê (bnr: rik)



02.06.2018 16:10 | mîr

35. gelo "çökmek" a tirkî ya "bilgisayarım çöktü" bi kurdî çawa tê gotin?



02.06.2018 18:08 | biruya hayao miyazaki

36. Kombersa min felişî çawa ye ?

tirşik translate/106842



02.06.2018 18:43 | gumgumok

37. di folklora kurdî de tiştên ku ji bo teswîra memikan hatine bikaranîn/16842 ---> "kompûterê min xirabû"

Xwe zêde newestînin, ev têrê dike *



02.06.2018 19:23 | mîr

38. "36. gelo "çökmek" a tirkî ya "bilgisayarım çöktü" bi kurdî çawa tê gotin?"

komputera min têk çû

me di wergerên ubuntuyê de bi giştî bi vî awayî bi kar anîbû.



03.06.2018 17:56 | simurg56

39. @simurg wa! ev çend meh in, di serê min de bo vê halê hevoka "kompetera min têk çû" derbas dibû lê di hişê min de ev lêker û rewş li hev nedihatin. ji ber jixwenedîtinê jî min tu serî li ferhengan jî nedida. qey ev peyv ji ceribên min ên ubuntuyê ya kurdî di hişê min de maye. tu kêfa min anî! sax bî!



03.06.2018 22:58 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên dîasporayê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî