Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
tirşik translate - tirşik
tirşik translate

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik translate
(68) (1) (12)
di mijarê de bigere

40. Xwas/xas bi dilê te yanê çiye?
Min li devera xarpêtê ew pir bihist.



01.07.2019 21:42 | cinorek

41. cinorek, dibe ku "xwezî bi dilê te" be. ango xwezî ez di cihê te de bûma.



02.07.2019 01:19 ~01:19 | roza

42. Gelo bahis oynamak bi kurdî çiye.
Doh di rêzefîlma mala minê de yekî got iddia listîn. Şûna wê çî bûya baştir dibû?

bersiv: tirşik translate/112272



16.11.2019 07:02 ~12:56 | cinorek

43. bahis oynamak bi kurdî şert girtin e. li cem me wisa tê bikaranîn. lê ji bo yên tîcarî, neketiye jîyana rojane. ji ber ku ev lîstikên tîcarî her yek xwedî navekî xweser in, rasterast navên wan tên bikaranîn. di rêzefîlmê de jî encax dîsa wisa bihata bikaranîn, wê bihata fêhmkirin. weke din wê ji aliyê gelek kesan be nehata fêhmkirin.

bi kurtî, kurdîya vê têgehê tune ez bawer im. encax mirov dikare îcat bike. em dikarin ji van peyvan alîkarî bixwazin. di ferhengan de peyvên şertanî û şertik jî bi van wateyên xwe tên bikaranîn. Here lînkê



16.11.2019 12:42 ~13:38 | simurg56

44. Zola bine mızrabım mızbılbenda xonebım
Zola bine mızrabım mızdelala xonebım lee
Bılıbende bılıbende
mızbılıbenda xonebım eyy
Bılıbende bılıbende mızdelala xonebım






Ew qarnaxisiya bilibende te çi maneyê?



13.01.2020 20:52 ~20:53 | cinorek

45. (bnr: tirşik translate/101059">tirşik translate/101059)

Kulor ji tiştê girover ê ku li hec hatîye badayî
Bi tirkî jê re dibên "kulah"

Kitan jî di wê helbestê de di vateya kumaş nehatîye bikaranîn li hinek herema wek herêma mêrdîn ji dêlava laçikên sipî yên jin didin serê xwe tê bikaranîn



14.01.2020 19:33 ~19:32 | tîrêj zana 21

46. Di helbesta arjen arî ya bi navê fala beybûnê de peyva mahdzer û bela-wela derbas dibin ew ten çi ma'neyê?

Beybûn ji pelan kirim
Negote min "hij te dike"
Wilo mahdzer û stûxwar
Ew an evîna min e
Bela-wela li erdê hejar...


---
bersiv: tirşik translate/117322



10.02.2020 07:20 ~10:19 | cinorek

47. tirşik translate/117321

@cinorek

belawela tê wateya tiştên belavbûyî. Li vir qala evîna xwe dike ku li erdê bi awayekî hejar belavbûye.

mahdzer jî ji peyvên mad (rû, mirûz, dêm, serûçav) û zer (reng) hatiye çêkirin. Li vir jî beybûna bê pel dişibîne rûyekî an mirûzekî zer. Te dît dema mirov bi pelên beybûnê fal vedike û di dawiyê de tenê zerika beybûnê diminê hah li vir arjênê mezin jî dibêje ew zerik bi awayekî mahdzer û stûxwar encama falê dide ku evîndarê wî ji wî hez nake.



10.02.2020 09:19 | xelîl

48. Gelo tirşikvanên zimannas,
Dive em çitonî slogana black lives matter bi kurmancî bêjin?

* Ji bo 'black' kijan baş dibe: zengî, reş, reşik, efriqayî
* ji bo 'matter' kijan baş dibe: giring, hêja


(bnr: jiyana reşikan jî giring e)



10.06.2020 08:09 | cinorek

49. giyana reşikan girîng e.
giyana reşikan hêja ye.
nîşe ne zimannas im



10.06.2020 21:36 | brzn

50. Ateş etmek bi kurdî çawa tê gotin?

Û

"Alman Hükümeti'ne verdikleri
ültimatoma hiçbir cevap alamayan
İngiliz Hükümeti Nazi Almanya'sına savaş ilan etti"

Ew ê kîjan camêr wergera vê hevokê bike * ?

Help hevalno help.



19.11.2020 21:19 | yûsiv

51. @yusiv
* ji ber ku hikûmeta îngilîzî ti bersiv bo ultîmatoma xwe nestend, li dijî almanyaya nazî şer îlan kir.
* hikûmeta îngilîzî ti bersiv bo ultîmatoma xwe nestand loma li dijî almanyaya nazî şer îlan kir. (belkî: îlana şerê da.)
* ji ber ku ji ultîmatoma wan re ti bersiv nehat, hikûmeta îngilîzî îlana şerê da almanyaya nazî. (belkî baştir: li dijî almanyaya nazî şer îlan kir.)

(bnr: yapboz) *



19.11.2020 23:03 ~23:16 | biruya hayao miyazaki

52. Hikumeta îngilîzî ji ber ku Almanya bersiv neda ultimatoma wî, ji Almanyaya Nazî re şer îlan kir.

Ev çawa çi bû?



19.11.2020 23:09 | yûsiv

53. bi ya min ne xirab e. talûke ev e: kirde pir ji pêveberê dûr ketiye û "almanyaya (nazî)"X2 jî tê bêje kakofonî çêkiriye.
lê pir baş tê fêmkirin.*

edît: ev hevokên tirkî yên bi "fiilimsi"yan mîna trênên haydarpaşayê dirêj dibin, di wergerê de bo kurdî talûke ne. bala xwe bidê di hin wergerên tirkî de tehma tehl ji ber dirêjkirinê tê ku xwîner nikare baş jê fêm bike û dipirse ka gelo wergêr xwestiye çi bibêje. ji ber ku kurdî hewl dide, hevokên kompleks bi gihanekan ava bike. loma hevokan du perçe dike. bi ya şertan jî gihanekên xwe tîne serî an navendê. min ji kurdî vê fêm kir û piranî wiha dikim. *



19.11.2020 23:15 ~23:28 | biruya hayao miyazaki

54. Heq didim te birêz @biruya hayao miyazaki.

Jixwe min di hevoka te ya sêyemîn îlham stand * û li gorî wê min nivîsand. Di Herdu hevokên ku te pêşî nivisandiye de peyva standinê wateya hevokê hebkî xirab dike bi min. Ji ber wê min nexwest wan binivîsim.



19.11.2020 23:29 | yûsiv

55. taliyê min jî wiha hîs kiribû û li şûna wê, "bersiv (ne)hatin" bi kar anîbû lê xuya ye, piştî ku te ya xwe cover kir, min serrast kiriye loma te jî pê nehasiyaye *



19.11.2020 23:39 | biruya hayao miyazaki

56. Bir Yahudi'ye elini veriyorsun sonra bütün kolunu kaptırıyorsun.

Kîjan biwêj li vir dikare bê bi kar anîn. Ka kîjan camêr ji min re vê hevokê wergerîne. *



21.11.2020 19:17 | yûsiv

57. @yûsiv,

wrgerek alternatîf: ' tu ji cihûyekî re dibêjî merheba, deyndar derdikevî.'



21.11.2020 19:54 | tîrêj zana 21

58. Gelek hêsan û hêja ye. Spas. *



21.11.2020 20:50 | yûsiv

59. En güvenlisi Aslanın inine saklanmaktır.
Biwêjek di derbarê vê hevokê de heye gelo?



21.11.2020 21:36 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên rojhelatî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî