Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
tirşik translate - tirşik
tirşik translate

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik translate
(68) (1) (12)
di mijarê de bigere

80. @keyomerd.

"Başa çıkamamak" a tirkî ye. Yanê pê nikare, sêrî pê re dernaxe. Li ba me jî ev biwêj pir tê bikar anîn.


Mînak, me çiqas digirt û wî vedikir. Me nihêrt em serî pê re dernaxin me dev jê berda.



27.01.2021 20:46 | tîrêj zana 21

81. @tîrêj zana 21 gelek spas. li ba me jî em dibêjin "pê karîn". ew jî di heman wateyê de ye.

pirseke din: tiş û vîşî bûn çi yê?



27.01.2021 21:06 | keyomerd

82. Bersiva pirsa peyama tirşik translate/130437 yê @keyomerd.

Tiş û viş bûn bawer ke gotinek deverî ye. Li gorî min. Min hîç nebihîstiye.

Lê bawer ke tê wateya parçe parçe bûn, hûrîhûrî bûn, qetiyayî, qîş û qelaş bûyî.



31.01.2021 12:32 ~12:37 | bilbilê dilkul

83. îtîrafên tirşikvanan/130625
Li wir @keyomerd behsa peyva ca kiriye. Gotiye li qoserê seba dê dibêjin ca.
Merax dikim ew peyv li deverên dî jî heye ya na.
Li ba me ne ji bo dê, ji bo elti digotin ca.

--
Yek jî peyva farsî/zazakî ca heye. Ew cûdaye. Te maneya cih. ca/51659



04.02.2021 08:25 ~19:18 | cinorek

84. tirşik translate/130627

xemakê,

'eyya' bi min guhertia forma gazîkirina dayikê ye. wate 'ey' baneşana erebî ya ku bo gazîkirina şexsa ye, li hin devera derbasî kurdî jî buye. heke ew dever riha be(bajarekî ku kurd û ereb di gel hev dijîn) teqez derbasî kurdiya wê bûye.

vêca eyya çiye?
li herêma mêrdîn ji dayikê re dibêjin ca, ciya min. lê dema gazîkirinê tê gotin 'yadê' ji xwe 'ya' jî ji erebî hatiye. dayik 'dê' ye. wekî di peyva dêbav de.

îja 'eyya' du cara bikar anîna baneşanê ye. dibe ku di eslê xwe de 'ey yadê' be û bi dema forma 'eyya' girtibe.

li stewra mêrdîn, bo dayikê, 'ca, ciya mim, dê, yadê' tê emilandin. stewrê jî bajarek ereb û kurd digel hev dijîn e.



04.02.2021 11:24 | tîrêj zana 21

85. @cinorek yên dizanim qoser dêrîk û navenda mêrdînê ne. û dizanim ku li Nisêbînê tune ye, ew dibêjin diya min. wekî din min ji hin kurdên rojavayê jî ca bihîst, lê nizanim ji kîjan deverê ne.



04.02.2021 12:27 | keyomerd

86. Di ferhenga kurmancî-tirkî de ji bo elti (jinên ku mêrên xwe birayên hew in) peyva cawî hatiye nivisin.
Dibe ku peyva li ba me ew be. Hebekê hatiye gûhertin û bûye ca.
Devera me: bakûrê xarpêtê û çemişgezek.



04.02.2021 12:42 | cinorek

87. Bo daxwaziya xemakê ku di nav peyama tirşik translate/130577ê de derbas dibe.

Di serî de bêjim min got belkî ezê bi hêsanî wergerînim bi kurmancî lê min nikarî baş wergerînim. Ji ber ku hîn peyvan nizanibûm û hîn aforîzma stranê baş nikaribûm bidim veguhestin encamek tam temam ku min ji xwe hêvî dikir bi dest nexist. Dîsa jî baş e.
Fermo:

Sebrî

Wey heke navê te ji bîr bikim
Wey kefenê spî cil û bergê min bê
Ey dilê min derbînin perçiqînin pêşî de
Wey ji xeynî navê te hîç navek nîn e bi pêş de
Sebrî, sebrî

Wey heta rojê mehşerê ji daxê te re neçar jî bimînim
Bedelê êşa te ji bîr dernaxim
Wey heta rojê mehşerê ji daxê te re neçar jî bimînim
Bedelê êşa te ji bîr dernaxim
Sebrî, sebrî

Wey sebrî gulfiroş bişkov vedane
Wey dilê min esîr û şeydayê dilê te ye
Ey sebrî ji bo xatirê dergahê bavê şêx
Wey min nekuje bi naz venemirêne baqe gulên min
Sebrî, sebrî

Ey quranê bîne bide ber dilê min
Ez ji te zêdetir tu kesê naxwazim
Ey sond bi quran û xetma kelamê
Wey heta mehşer ji evîna te re dilsoz bimînim
Sebrî, sebrî

Wey heke ji ber daxê te bimirim jî
Wey wekî mecnûn bi çolan jî bikevim
Wey heta rojê mehşerê ji daxê te re neçar jî bimînim
Bedelê êşa te ji bîr dernaxim
Sebrî, sebrî

Ey hilbigire xencer bide cegerê min
Wey hingê yasîn bixwîne li ruhê min
Ey hilbigire xencer bîne lêxe pişta min
Wey tu bi xwe hakim be li ber hesreta demên ku tu bibû li kêleka min
Sebrî, sebrî

Ey heke can kişandin wekî ji te dûr ketinê bê
Wey ya xwedê bext divê bi rengê serê çiya bê
Ey bike bi xatirê sî cizûyê quranê
Wey ji niha pê ve hê bêhtir min sergêj neke
Sebrî, sebrî


Û di dawî de bibêjim li gorî quranê quran li ser miriyan nayê xwendin. Quran ji bo zindiyan hatiye hinartin. Ku zindî xwe rast bikin. Û her wiha ji bavan, dergahan, şêxan û miriyan alîkarî û xatir nikarê bê xwestin. Alîkarî tenê ji xwedê divê bê xwestin. Ewan jî şaşiyên stranê ne.



04.02.2021 23:29 | rûbar

88. @cinorek, em jî li serhedê ji dayîkê ra dibêjin cîya min. Çaxa ku em gazî cîya xwe dikin em dibêjin inê. Lê waxta ku em ji yekî ra behsa cîya xwe dikin em dibêjin cîya min.



05.02.2021 07:32 | bûtîmar

89. ez ê nava çîvîkekî digerim.
di gûndên wan'ê de jê ra wek "kiçkiçtok", "kîçkîçtok" dibêjin.



09.02.2021 22:46 | heval.js

90. "Sosyal bilim araştırması nelerin olmasının gerektiğine cevap veriyor mu?"



Ji kerema xwe li kurdî wergerînin



04.03.2021 10:31 | tîrêj zana 21

91. Dibe ku ev be:
"Lêkolîna zanista civakî bersiva divê çi bibin dide?" ?



04.03.2021 12:25 | rizgarm

92. tirşik translate/129551
nesta zayendî (sexual instinct – cinsel içgudu)
nest (instinct – içgudu)
nesta ajalî (animal instinct – hayvani içgudu)
nesta êrîşbariyê (aggression instinct – saldirganlik içgudusu)
nesta mirovî (human instinct – insani içgudu)
nesta zindewarî (biological instinct – biyolojik içgudu)

psychology kurdî – sal 1, hejmar 3, r 70.

peyv û termên ku dibînin di gotarên xwe de dixebitînin jî.

"Ev bertekên han ku em difikirin di dinyaya modern de êdî nemane, dibe ku ji bo parastina çavkaniyan bergiriyên hişk bi pêşiyên dabin kirin û dike ku ev tevgera me ya nestî bi şêweguhertinê di roja îroyîn de jî hebûna xwe bidomîne." psychology kurdî – sal 4, hejmara taybet, r 28.



03.05.2021 22:13 | mirovekirind

93. xortno!

pozitif ayrımcılık bi kurdî çi ye?

edît:
bersiv: cudakariya erênî



15.05.2021 12:03 ~18:40 | merwano

94. @merwano cudakariya erênî li wîkîpediyayê: Here lînkê. pêşîn min texmîn kir ku di ferheng û weşanên din ên bianet.orgê hebe lê xafilîm. li wê derê ji bo ayrimcilik yekser peyva cudaxwazî hatiye bikaranîn. heke cudaxwaziya erênî were emilandin wê tiştekî pê nebe, bawer im.



15.05.2021 18:01 ~18:02 | biruya hayao miyazaki

95. malî ava @ biruya hayao miyazaki



15.05.2021 18:37 | merwano

96. hevalno avcı-toplayıcı kurdî çawa tê gotin?
googl transleytê de nêçîrvan-berhevkar derdikeve lê nizanim ev ji boy qaliba avci-toplayıcı raste yan nîne?



16.05.2021 16:32 ~16:31 | edd

dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên 15 salî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî