Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 23 peyam
tirşik translate - tirşik
tirşik translate

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik translate
(68) (1) (12)
di mijarê de bigere

97. @edd di lêgerîna googleê de derheqê dema nêçîrvanî û berhevkariyê hinin çavkanî derdikevin. tu dikarî bi kar bînî.



16.05.2021 17:00 ~17:08 | biruya hayao miyazaki

98. silav hevalno,
di komputergerî de tiştek bi nava script heye, menaya scrîptê jî bernameya piçûk e. lewma tirk jê re dibêjin programcık.
yanî kurdîya bernameyên piçuk(script / programcık) çawa bibe?

Here lînkê



22.05.2021 21:48 ~21:49 | heval.js

99. silav helawnoo *
hûn dikarin kurdiya van peyva wergerînin, belê min diakrîbû ji ferhengê jî hin ji wan bibînin lê dixwazim vebijêrkê din jî li gorî we yê baş kîjanin bibînim, ji niha de mal, ava *
Kopyala
Yapıştır
Kes
Pencere
sekme
filtre
Varsayılan
otomatik
Menu
liste
çubuk
Aboneliği iptal et
kontrol
kalıp
Telif Hakkı
Verici
odak
Düzenlenebilir
klavye
Devre dışı bırakmak
Etkinleştirmek



26.05.2021 21:09 | merwano

100. kopyala; jêbigire
yapıştır; pêveke
kes; jêke
pencere; pencere, şibake, kulek
sekme; pekîn, pekan
filtre; parzûn, sefînk
varsayılan; berdest
otomatik; jiberxwe, jixwe
menû; menû
liste; lîste
çubuk; darik
aboneliği iptal et; abonmaniya (abonetiya, endametiya) xwe betal bike
kontrol; pişkinîn
kalıp; dirûv, şêwaz
telif hakkı; mafê jêgirtinê, mafê afirînerî
verici; danêr
odak; nîskok, nîvend
düzenlenebilir; berguhêz, guherbar,
klavye; pênivîs, tîpdank, pêdank
devre dışı bırakmak; sistkirin, betalkirin, feşkilandin, jinavrakirin
etkinleştirmek; çalakkirin



27.05.2021 14:43 | endazer

101. silav helawnoo
peyvek heye ku hê min di ferhenga de nedîtiye, gelo we bihîstiye
(bnr: nîvenîvî)
dibe ku ne biheve jî tê nivîsandin, baş nizanim.
ji bo parîkirina tiştekî tê bi kar anîn.

mînak: sevê nîvenîvî bike
(yanî bike 2 parçê wek hev)



31.05.2021 11:27 | merwano

102. @merwano erê em bikardînin. Wate jî wek te gotiye boy parkirinê ye. Le em dibêjin nîvînîvî



31.05.2021 13:04 | edd

103. @merwano em jî weke "nîvî nîvî" bikar tînin.(weke yarı yarıya tırki)



01.06.2021 00:18 | tîrêj zana 21

104. Damacana bi kurdî çi ye?



21.06.2021 11:07 | merwano

105. ne hewce ye mirov li kurdiya her peyvê bigere an peyda bike.
li dinyayê bi hezaran ziman hene bi milyonan peyv, bêje hene û mixabin kurdiya her peyvekê nîn e.

dema em etîmolojiya peyvê dinêrin; peyv ji zimanê îtalyanî hatiye dariştin yanî koka peyvê bi îtalyanî damigiana ye
maneya wê jî şûşeya mezin û gir a avê ye.

bi kurtasî yan tu yê li dewsa peyvê bêjî şûşeya mezin û gir a avê an jî tu yê rasterast bêjî damacana.
hewce nake mirov zêde dirêj bike hama bêje damajana û xelas

edît: damacana bilêvkirineke tirkî ye, nexwe bi kurmancî an damaxana an jî damajana



21.06.2021 11:25 ~11:28 | ferhenga şikestî

106. Tirşikvanên delal.
Seba peyva flight/uçuş bi kurmancî çi te gotin?
Ferheng weke firr û firrin werdigerine.

Ew tiştên jêr çawa herî rast bi kurmancî tên wergerandin:
Flight number
Flight ticket
Flight time



23.07.2021 15:10 ~15:14 | cinorek

107. Hejmara firînê
Bîlêta firînê
Dema firînê



23.07.2021 15:24 | pîroz

108. li gorî min peyva fir rasterast vê wateyê dide. hejmara firê û hwd.



23.07.2021 22:19 | simurg56

109. Ji bo uçuk (peqpeqokên ku li ser lêvan derdikevin) bi kurdî çi tê gotin



03.08.2021 20:32 | merwano

110. pelepûçk hatiye gotim, te dîtibû?
Here lînkê
û Here lînkê



03.08.2021 21:29 ~21:29 | simurg56

111. Li herêma me bo uçuk, dibêjin 'agirê şevê'



03.08.2021 23:27 | berxweda

112. (bnr: agirê şevê)
(bnr: ferhenga mûsa anter)



03.08.2021 23:37 | heval.js

113. em jî li alîyê serhedê jê Ra dibêjin pirzik.
Di ferhenga tirşikê da jî heye.



04.08.2021 13:33 ~13:34 | bûtîmar

114. îngilîzî: suspend
turkî: askıya almak
soranî: hełpesardin
bo maweyekê rawestandina tiştekî (bi gelemperî tiştên fermî) bi kurmancî dibe çi hevalno



06.12.2021 22:06 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku hej ji hev dikin

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî