Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
sêyemîn civîna tirşîkvanên mêrsînê - tirşik
sêyemîn civîna tirşîkvanên mêrsînê
(14) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji ber daxwaz û bangavazîyên dawîn wê civîna sêyemîn înşallah dê bête darxistin. Dîroka civînê wê li gorî rewşa tirşîkvanên mêrsînê di demek nêz de wê aşkîra bibe. Bendê bibin*



19.04.2016 22:53 | azad30

2. (bnr: oxweş)



20.04.2016 00:31 | xwelî li ser

3. civîna sêyemîn di 22.04.2016 ê roja eynî(înî) wê pozcuyê li ber pirtûkfiroşa kafka emê bicivin. Ka emê kîderê rûnin ka emê kîderê kom bibin dê li gor keyfa me dîyar bît.



Bi civîna sêyem ve em li gel (bnr: xwelî li ser) bûne 4 kes; Ez, (bnr: azadîxwaz), (bnr: rasteqîn) û xwelî li ser.



Mixabin kekê azadîxwaz ji ber ku hem bijîşke (ku ji ber nobedarîyêt xwe zehf mûsaît nîne), hem edenê rûdine û hem ji ber ku vê heftê karekê wî dijî heye nikare vê heftê bête civîna me. Ewê înşallah bête civînek din.



bi tevlîbûna xweli li ser wê rengek xweş bête civînê, min hinekî nihêrî profîla wî willah hevalek jîr e. bi gelek mijarên ku taybetîyên ferhengbûnê di xwe de dihewîne nivîsîye. dest xoş bît..



20.04.2016 09:36 ~15:39 | azad30

4. bi vê civînê me nîyete em komxebatek ava bikin û wek tirşîkvanên mêrsînê herekê ji me li ser beş, pîşe, hobî, û mijarên ku kêmasîya tirşîkê heye li ser wan xebatan bikin û ji bo ferhenga tirşîkê data yek çê bikin.



wek mînak (bnr: rasteqîn) dikare li ser zimanzanîyê zanînên xwe bi me re parve bike camêro ci gava ku ez diaxivim çi gava ku peyvek ji devê min derdikeve dibêje ev peyv farisîye, nizanim moxolîye, nizanim erebî ye, nizanim ji lorîye filan bêvan...



axkî gelê ci'meata guhdar!!! îzna xwedê emê qeweta xwe bikim yek û herekê ji me li ser beşekê xebata bikin û ji bo pêşeroja zimanê kurdî hindî ji destê me bê emê qada zimanê xwe, di zanînên curbecur(zimanzanî, derûnnasî, bijişkî, biyolojî hwd) zimanê xwe berfirehtir bikin.



20.04.2016 14:41 ~14:43 | azad30

5. Civîna ku sibahî di dema êvarê de dê pêk bêt e. Lê taybetîya vê civînê ewe ku êdî emê fêkîyê civînê xwe hildin. Wek mînak wê rasteqîn ji me ra analîzek dûr û kûr li Ser pirtûka jan dost(şêx seîd 3 gav û sê darek) bike dûre emê bikevin ristên baba tahir û emê bi ey av û ey av a feqîyê teyran bikevine zikrê bi şêrko bêkes re emê geh bibin pêşmerge geh bibin xemxwûreke helbesta kurdî... Bisekînîn wê hêj nûçeya lezgîn nebihîst wê Xwelî Li Ser bi hemu zanebûna xwe me bibe romana bi navê "apê min cemşîd xan ku her tim bê ew xwe li bir dibir" . axkî emê sibahî toz û dûmana wêje ya kurdî rakin bi tûtîna xwe ya semsûrê emê rengek loş bidin civînê... (bnr: rasteqîn) baş bixebite bo dersa xwe min erka dersê da te*



21.04.2016 23:39 | azad30

6. Kekoxulam ez evîn mevîn nizanim ma ji bo ku tu pirtukek kurdî bixwînî emê xwe hêlin benda evîna te ez nizanim biraxulam heya sibê tu çi bikey bike nizanim tu evîna xwe dibînî nebînî ew ne xema me ye . me go wê rasteqîn ji me ra analîza 3 gav û 3 darek biket û xilas*



22.04.2016 00:20 | azad30

7. Gava yekem çibu lawo gav bi gav here mi dîn neke jan dost heya ku behsa 3 gava dike 70 sala şêx seîdê vedibêje tu çi dikî 3 gavê sanîyekê de vedibêjî tu tiranêt xwe bi me dikî kako* xweşku analîzek bike.



22.04.2016 00:27 | azad30

8. Bangavazî bo (bnr: sîmurg56): seyda rewşa pêşeroja wêjeya kurdî di xetereyê da ye ger tu dermanê rasteqîn çareser nekî ango tu nebî birazavayê rasteqîn emê nikaribin analîza 3 gav 3 darek ji devê rasteqîn bibîhîsin. Ką hela tenê carekê rêyek veke da ku rasteqîn bigehîte miraza xwe û em jî rehet bibin. (bnr: tirşîk vs esra erol)



22.04.2016 00:50 | azad30

9. dema civîna me jî nêzîk bu dîwan a Feqîyê Teyran jî hildim û hêdî hêdî dest bi rêveçûyînê bikim...



22.04.2016 15:56 | azad30

10. Ji civîna sêyemîn mêrsînê ji çepê ber bi rastê rasteqîn azad30 Xwelî Li Ser Here lînkê



22.04.2016 19:08 ~2017.07.10 20:27 | azad30

11. Tirşîkvanên mêrsînê û analîzên li Ser feqîyê teyran Here lînkê



22.04.2016 19:15 ~2017.07.10 20:27 | azad30

12. wer tê fêhmkirin ku wê civînek ji sedan civînên mêrsînê be.

welleh maşelleh, tirşikvanên mêrsînê ewqas ji hev hez kirine ku her roj dicivin. xwedê xera neke û keyfê bide.



22.04.2016 19:55 | simurg56

13. Civîna di saet 17.00 a de dest pê kir û di saet 22.00 a de qediya.

Piştî hevnasîneke jidil me çû zad* xwar ű dîsa li heman cihê me çay vexwar û me xwe da nasîn. Çend helbest ji feqîyê teyran xwendin û me li ser sekinî. Pişr re me xwe berda beravê hinekî meşiyan pişt re dîsa li cihê kî rûniştin.

Wekî din me qala wêje ya kurdî ya klasîk kir qala feqî qala baba tahirê uryan qala tirşikê, nivîskarên tirşikê û hwd.



Azadê cîlemergî: mirovek jidil û xwîngerm e hê di axaftina me ya pêşîn di telefînê* de jî ev xuya dikir. Li ser wêje ya klasîk û aliyê olî ve pir bi peşketî ye. Min dil heye ku têkilî ya me ji hev qut nebe. Xwedê wî bihêle mala Wî ava.



Rasteqînê cabekirlî: bi Rastî min wilo hevî nedikir min di got Qey niha yeke giran û tewa ye. Giran bû lê ji alîyê fizikî ve. * pir xwîngerm û jidil û zana û bitecrûbe ye. Min bi guharkên şîretên Wî û bi kêfxweşiyekî wegeriyam malê mala Wî jî ava Xwedê wî bistirê.



22.04.2016 22:53 ~22:55 | xwelî li ser

14. Civîna ku pêşî bi tevlîbûna Xwelî Li Ser ve bi hevnasînê ve destpêkir hetta me qala malbatêt xwe jî kir ka em çend xwîşkin û çend birane hal û rewşa wan çawane. Rojeva civîna me wek heval jî behsa hindê kirin bi kurtasî wêjeya klasîk bu me hinek ristên feqîyê teyran baba tahir uryan xwend û li Ser da jî hinek ristên baba rasteqîn amedî jî xwend henek nakim rastî jî kekê rasteqîn çarîna dinîvîse û xweş jî dinîvîse. Li gel xwendinê jî me derheqê tirşîk ê jî axift ka kî Birayê kîye, kî li kî derê dijît û keda wê/î li ser tirşîkê çiye û ji bo geşbûna tirşîkê ka em dikarin çi bikin me Hinek serê xwe êşand li Ser vê mijarê. Û Xwelî Li Ser ev Birayê me jî ji misirca sêrtê ye di zaningeha mêrsîn ê beşa wêje û zimanê tirkî dixwîne. Ji wêjeyê pir hez dike û di warê lêkolînê jî hem dildar e û hem jî xîretkêşe jixwe dema ku mirov li mijarên ku vekirîyê binêre dîyar dibe keda wî. Di civînê de me behsa azadîxwaz jî kir xwezî ew jî bihata lê ji ber Kar û xebata xwe nekarî bihata. Me bi dilgermî civîna xwe xilas kir û me sozên gelek civînên têr û tijî kir. Her hal wê civînek din da emê çarînên kekê rasteqîn jî bixwînin . dê Ya bi xêr



22.04.2016 23:55 ~2016.04.23 00:00 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sêyemîn civîna tirşîkvanên mêrsînê
» civîna tirşikvanan ya li selmê

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî