1. Ji ber daxwaz û bangavazîyên dawîn wê civîna sêyemîn înşallah dê bête darxistin. Dîroka civînê wê li gorî rewşa tirşîkvanên mêrsînê di demek nêz de wê aşkîra bibe. Bendê bibin* |
|
19.04.2016 22:53 |
azad30
![]() |
2. (bnr: oxweş) |
|
20.04.2016 00:31 |
xwelî li ser
![]() |
3. civîna sêyemîn di 22.04.2016 ê roja eynî(înî) wê pozcuyê li ber pirtûkfiroşa kafka emê bicivin. Ka emê kîderê rûnin ka emê kîderê kom bibin dê li gor keyfa me dîyar bît. |
|
20.04.2016 09:36 ~15:39 |
azad30
![]() |
4. bi vê civînê me nîyete em komxebatek ava bikin û wek tirşîkvanên mêrsînê herekê ji me li ser beş, pîşe, hobî, û mijarên ku kêmasîya tirşîkê heye li ser wan xebatan bikin û ji bo ferhenga tirşîkê data yek çê bikin. |
|
20.04.2016 14:41 ~14:43 |
azad30
![]() |
5. Civîna ku sibahî di dema êvarê de dê pêk bêt e. Lê taybetîya vê civînê ewe ku êdî emê fêkîyê civînê xwe hildin. Wek mînak wê rasteqîn ji me ra analîzek dûr û kûr li Ser pirtûka jan dost(şêx seîd 3 gav û sê darek) bike dûre emê bikevin ristên baba tahir û emê bi ey av û ey av a feqîyê teyran bikevine zikrê bi şêrko bêkes re emê geh bibin pêşmerge geh bibin xemxwûreke helbesta kurdî... Bisekînîn wê hêj nûçeya lezgîn nebihîst wê Xwelî Li Ser bi hemu zanebûna xwe me bibe romana bi navê "apê min cemşîd xan ku her tim bê ew xwe li bir dibir" . axkî emê sibahî toz û dûmana wêje ya kurdî rakin bi tûtîna xwe ya semsûrê emê rengek loş bidin civînê... (bnr: rasteqîn) baş bixebite bo dersa xwe min erka dersê da te* |
|
21.04.2016 23:39 |
azad30
![]() |
6. Kekoxulam ez evîn mevîn nizanim ma ji bo ku tu pirtukek kurdî bixwînî emê xwe hêlin benda evîna te ez nizanim biraxulam heya sibê tu çi bikey bike nizanim tu evîna xwe dibînî nebînî ew ne xema me ye . me go wê rasteqîn ji me ra analîza 3 gav û 3 darek biket û xilas* |
|
22.04.2016 00:20 |
azad30
![]() |
7. Gava yekem çibu lawo gav bi gav here mi dîn neke jan dost heya ku behsa 3 gava dike 70 sala şêx seîdê vedibêje tu çi dikî 3 gavê sanîyekê de vedibêjî tu tiranêt xwe bi me dikî kako* xweşku analîzek bike. |
|
22.04.2016 00:27 |
azad30
![]() |
8. Bangavazî bo (bnr: sîmurg56): seyda rewşa pêşeroja wêjeya kurdî di xetereyê da ye ger tu dermanê rasteqîn çareser nekî ango tu nebî birazavayê rasteqîn emê nikaribin analîza 3 gav 3 darek ji devê rasteqîn bibîhîsin. Ką hela tenê carekê rêyek veke da ku rasteqîn bigehîte miraza xwe û em jî rehet bibin. (bnr: tirşîk vs esra erol) |
|
22.04.2016 00:50 |
azad30
![]() |
9. dema civîna me jî nêzîk bu dîwan a Feqîyê Teyran jî hildim û hêdî hêdî dest bi rêveçûyînê bikim... |
|
22.04.2016 15:56 |
azad30
![]() |
10. Ji civîna sêyemîn mêrsînê ji çepê ber bi rastê rasteqîn azad30 Xwelî Li Ser Here lînkê |
|
22.04.2016 19:08 ~2017.07.10 20:27 |
azad30
![]() |
11. Tirşîkvanên mêrsînê û analîzên li Ser feqîyê teyran Here lînkê |
|
22.04.2016 19:15 ~2017.07.10 20:27 |
azad30
![]() |
12. wer tê fêhmkirin ku wê civînek ji sedan civînên mêrsînê be. |
|
22.04.2016 19:55 |
simurg56
![]() |
13. Civîna di saet 17.00 a de dest pê kir û di saet 22.00 a de qediya. |
|
22.04.2016 22:53 ~22:55 |
xwelî li ser
![]() |
14. Civîna ku pêşî bi tevlîbûna Xwelî Li Ser ve bi hevnasînê ve destpêkir hetta me qala malbatêt xwe jî kir ka em çend xwîşkin û çend birane hal û rewşa wan çawane. Rojeva civîna me wek heval jî behsa hindê kirin bi kurtasî wêjeya klasîk bu me hinek ristên feqîyê teyran baba tahir uryan xwend û li Ser da jî hinek ristên baba rasteqîn amedî jî xwend henek nakim rastî jî kekê rasteqîn çarîna dinîvîse û xweş jî dinîvîse. Li gel xwendinê jî me derheqê tirşîk ê jî axift ka kî Birayê kîye, kî li kî derê dijît û keda wê/î li ser tirşîkê çiye û ji bo geşbûna tirşîkê ka em dikarin çi bikin me Hinek serê xwe êşand li Ser vê mijarê. Û Xwelî Li Ser ev Birayê me jî ji misirca sêrtê ye di zaningeha mêrsîn ê beşa wêje û zimanê tirkî dixwîne. Ji wêjeyê pir hez dike û di warê lêkolînê jî hem dildar e û hem jî xîretkêşe jixwe dema ku mirov li mijarên ku vekirîyê binêre dîyar dibe keda wî. Di civînê de me behsa azadîxwaz jî kir xwezî ew jî bihata lê ji ber Kar û xebata xwe nekarî bihata. Me bi dilgermî civîna xwe xilas kir û me sozên gelek civînên têr û tijî kir. Her hal wê civînek din da emê çarînên kekê rasteqîn jî bixwînin . dê Ya bi xêr |
|
22.04.2016 23:55 ~2016.04.23 00:00 |
azad30
![]() |
![]() |
dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin [2] |
![]() |
dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin [1] |
![]() |
nim [2] |
![]() |
hetîketiyên zarên mala barzanî [1] |
![]() |
pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê [3] |