Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
emrê ku tirşikvan hînî tirkî bûne - tirşik
emrê ku tirşikvan hînî tirkî bûne
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo min 6-7 e.

ji ber ku dema min dest bi dibistana seretayî kir, min tirkî nedizanî. yanî min hinek fêhm dikir lê axaftinê nedizanî. xweyş jî ku wisa bûye. ger ne wisa bûya belkî vê carê ez ê hînî kurdî nebûma.

(bnr: ez ne poşman im hakim beg)



17.08.2013 20:26 | simurg56

2. ji bo min jî 6-7 e. ez bawer dikim ji bo piranîye zaroken kurd rewş ev e.

ez penc û nîv salî bûm, me mala xwe ji kurdistanê nû bar kiribû tirkîye. dema kû em gihiştina wî bajarî du peyvên ku min di zimanê tirkîde zanîbûn ev bûn: gel û git. li kurdistanê jî, jî sibê heta evarî, ez di banîde û xwarde baz didam û min ji xwere di stirî: gel, git, here, were, gel, git, here were...

gava ku ez li kurdistanê bûm, dibê ku min tirkî yan jî tirkîtîye wek "çûn û hatin" didît lê dema ku ma barkire bajarên wan, min dît ku ji xeyrî çûn û hatinê hunerên wan pirin.. peyva 3'emîn ku ez elimim "terörist" bû... erê hevalno, ez penc û nîv salî bûm û min sê peyv di vî zimanê nû de dizanîn: gel, git, terörist.



05.10.2013 10:32 | saladin

3. (bnr: gel were git here kapı der e eşek ker e)



05.10.2013 12:39 | endazer

4. 7 salên xwe de min bi "tavshan kaç tazi tut"ê destpêkir. niha jî layê min di 2 saliya xwe de bi "çishimiz tuvalette" dielime. neviyên min wê di DNA ya xwe de nivîsandî xwedê bidin. hey waaaax! min bikujin!



05.10.2013 15:23 | hemdilaarda

5. (bnr: emrê ku ez derketim kolanan)



kengê me deriyê malê vekir û em derketin derve, em rasta zimanê tirkî hatin û me dest bi hîn kirina wî zimanî kir. tirkiya min bi xwe qet ne baş bû wextê min dest bi pola yekemîn dikir. lê paşê bi perwerdayê bi tirkî, di nav 2-3 salan de, zanîna min a tirkî bû 4-5 qetê kurdî.



29.07.2014 00:03 | brusk56

6. (bnr: 67)



29.07.2014 00:24 | paşê min got what the fuck

7. 6 - 7 salî piştî ku min dest bi dibistana tirkî kir. lê ew jî bi xurtî. ti nemabû ji ber tirkî pola yekê derbas nekim.



01.09.2014 10:14 | xendekî

8. min heya refa sisêyan jî tirkî nedizanî, li mixabin çawa gava ku me dest bi tirkî kir çend sal şûnde me kurdî ji bîra kir



01.09.2014 11:44 | renas

9. Ez 7 salîya xwe de fêrî hin gotinên rojane bûm, gava betlaneya havînê bû min hemû ew peyv ji bîr kirin, lê pola dûyemîn de piştî ku fêrî xwendinê bûm min hêdî hêdî dest bi xeberdana tirkî jî kir. lê baş tê ji bîra min dema ez 8 salî bûm min pirtûkên çîrokan dixwendin lê hîç tiştek jê fem nedikir. Yanî pêşîyê fêrî xwendine bûm paşê fêrî tirkî bûm.

edît: peyvên min ên yekemîn jî "gel û git" bû lê min nizanibû kîjan here ye û kîjan warê ye. Bêyî vê jî gava trt'ya tirkan de nûçe radigihandin, jinikê digot; "hoşçakalın" lê min ew hert im wekî "portakalın" fêm dikir û gelekî meraq dikir bê ka çima jinik dawîya nûçeyê de dibê porteqal *



10.09.2018 21:59 ~22:03 | jifêzagorda

10. 6-7 salî. li gorî gotinan min pirsên mamosteyê fêm dikir lê bersivên xwe bi tirkî digot û ew jî -qey kurd bûye- li dê û bavên min gotiye ku li malê jî pê re tirkî biaxivin ku lawik zehmetiyê nekşîne li dibîstanê. encam:
di lîseyê de nedikarîbûm kurdî bipeyivim. hingî herkes henekê xwe li min dikir, min fedî dikir çend peyvan bibêjim. lê heman kes ji ber perfect-iya tirkiya min, her tim ez bi xwe re dibirim daîreya dewletê. pfff

tu dibîne, 8 sal ji bo jibîrkirina zimanê dayîkê bes e.


- kahvaltida ne yiyorsunuz oglum?
- em çay û penêr dixwin.
- pekî yemekleri neyde pişiriyorsunuz?
- di nav beroşê de.

malbata min hîn jî ji min re "penêro, beroşo hwd" dibêjin :/



10.09.2018 22:46 | biruya hayao miyazaki

11. Li stenbol hatim dinê û heta pola yekan jî li stenbolê jiyam. Li malê tenê bi kurdî dihat xeberdan lê axaftina derve jî tenê bi tirkî bû. Yanî bi herdu zimanan bi hev re wek bilingual (duzimanî) mezin bûm.



01.11.2020 12:03 ~12:48 | xelîl

12. Min 5-6 salî dest axavtinê kiriye. ji bo me derketina kolanan pirr dijwar bû. Jiber ku mala me di nav çolê de bû. * Dema çûm dibistanê tiştina fêm dikirim lê nikaribûm xwe rave bikim. Ne tirkî ne kurdî. Zimanê min ne zivirand. Piştî pola destpêkê bûm bilbil.
Heta 5-6 salê xwe min qet xeber nedaye. Niha jî pirr zorî dikşînim ku hinek tîpa derxim. Wekî R, k yê.



01.11.2020 12:30 | yûsiv

13. ez li qoserê ji dayîk bûm, yanî hem li malê û hem li derve axaftin kurdî bû. lê dema min dest bi mektebê kir min qasî kurdî tirkî jî dizanî. nizanim ka çawa fêr bûm, nayê bîra min jî.



01.11.2020 13:11 | keyomerd

14. Ez li gundekî nisêbînê ji dayîk bûm. li gund bi piranî kurdî û hinekî jî bi filehî dihat axaftin dema ji bo min wextê dibistanê hat, min ne dixwest herim û wê salê neçûm jî. sala din dîsa min ne diwest lê nizanim vê carê çawa kirin, min îkna kiribûn *
piştre çawa ez ferî tirkî bûm e nayê bîra min. lê tişta ez dizanim li gorî hevalê min yên din ez zûtir hîn bûm e. li gorî bin bandora xêzefîlma li ser hebû.



01.11.2020 17:13 | merwano

15. Ez yew dewa gêlî ra ya. Maya mi kurmanc bawoyê mi kird o. Dewa ma zî yew dewa kirdan a. Kirdkî yeno qiseykerdiş. Dewijê ma zafî Kirdkî ver de kirdasî zî zanê. Ez zî bi kirdkî xişin bîya, heta mektebê verên mi tirkî nêzanaynê. Mekteb ra dima ez banderê tirkî bîya.



01.11.2020 19:39 | kajav

16. hîn bûna bimin dide îtirafkirin ku min di heft heşt saliya xwede dest bi dibistanê kir beriya wî git, gel, evet, hayir, su, ekmek, dizanibû. Niha di dawiya emrê minde jî wisaye * sed qeda bê neyê nizanim li wî zimanî ji riyê wî de ez ji kurdî jî bûm, niha ne bi tirkî ne bi kurdî sererast nikarim bi axibim mixanebin.



01.11.2020 23:18 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» emrê tirşik heta tehma şêrîne
» tirşikvanên neanormal
» tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e
» bûne xisar

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî