Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
derûnîya mertalên xweparastinê - tirşik
derûnîya mertalên xweparastinê
(25) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nîyeta min ew bu ku ez kurdîya "psychological defence mechanisms " binîvîsim loma ger di sernavê de xeletîyek hebît ji kerema xwe re min hişyar biken. û hindî ku ji destê min bêt ezê "mertalên xweparastinê" hemî wergerînime kurdî lê ji ber ku ingîlizîya min nîne wê kêmasî û xeletî zehf hebin. her çi alîyan be ez hîvya piştgirî û rexneyên we me





ev mertalên xweparastinê bi xêra keça Sîgmund Freud , anna freud ve gehiştîyê warê derûnnasîyê. Anna Freud di sala 1936 an de ji bo dîyarîyek 80 salîya bavê xwe pirtukek bi navê "ez û mertalên xweparastinê" nivîsîye. Di vê pirtukê de behsa mertalên xweparastinê dike û piştî anna freud jî ji alîyê gelek psîkoanalîstan ve hatîye rojanekirin, zêdekirin.



haydî bismîllah...



Mertalên Xweparastinê: ji bo ku bingehek ava bibe divê dînamîkên ku jîyana me rêve dibin em bizanibin ka çine; Di kesayetîya İnsanê de 3 navêndên tevger û daxwaz û xwestekan heye:



1. Ez a hoveber(îd, İlkel benlik): ev navend herdem hez dike ku her daxwazê wê/î bê kêmasî bête cih bi lîbîdoyê yê têr û tijî ye lîbîdo jî hest û daxwazên zordarî û pevşabûnê di xwe de hihûndİrîne. her wiha hestên mîna xwarin, vexwarin jî nav vî ye. wek gurê har birçî ye û dixwaze xwestekên wî bê tatmîn kirin.



2. Ez (Ego, Ene): ez navend jî di encama daxwazên me, rêveberê jîyana me ye li hefsara hespê di destê "ez(ego)" ê ye yanî "ez, ego" di navbeyna "Ez a hoveber" û "süperego" de dimîne û li gor daxwazêt her du navendên cûda de yekî hildibijêre paşî xeberê yekî dike û ew jî dibe kirin û tevgerê me.



3. Ez a jorîn(Süperego): ev navend jî bi vîcdanê dixebite ango daxwazêt me bi mêzîna vîcdanê derbas dike û li gorî encamê emr dide "ez Ê(ego yê)



Mînak 1.

a) ez a hoveber dixwaze pevşabûnek çêbît

b) Ez a jorÎn geh dibêje guneh e geh dibêje ne exlaqîye , ne sincîye ango vê tevgerê neke.

c) Ez(ego, ene) jî di navbeyna a û b yê de yekî hildibijê re. encam çibe ew wî dike.





Mînak 2.



a) ez a hoveber di dema fînalan de dixwaze rojê 10 seeta raze

b) ez a jorîn dibêje na raneze ezmûnê te heye an jî hecetek dibeje ku wî asteng bike.

c) Ez(ego, ene) jî di navbeyna a û b ê de kîjan navend domînant be xeberê wî dike.





wê berdewamÎya wê bê....)



22.04.2016 11:35 ~11:37 | azad30

2. ji peyva "Pergal" bêhnek erênî têt lê peyva mechanîsms di derûnnasîyê de wateya wê hinek neyînî ye. loma min wî hilbijart.



22.04.2016 13:57 | azad30

3. Berî ku em li Ser cureyên "mertalên xweparastin " ê nîqaş bikin divê em pênaseya wî dîyar bikin.



Mertalên xweparastinê: dema ku mirov ger di tevgerê xwe de di 2 navendên kesayetîya xwe(ez a hoveber û ez a jorin(superego)) de asê bimîne, di van navendan de şerek bêeman çêbibe mirov bi tevgerên ku bi rêbertîya ez ê(Ego) ve çê dibe ger ji dil nebe ango di tevgerên xwe de samîmî nebe "mertalên xweparastinê" dikevin devrê û vê rewşa kambax mirovê derdixîne aramîyeke derewîn. An jî ger mirov rastî zilm û zordarîyeke çi derûnîyî çi fîzîkî çi civakî ji derve be hingê ger barê wê rewşê di kesayetîya xwe de nikaribe rake vê demê jî mirov mertalên xweparastinê bikartîne.



Mînak ji bo rewşa yekemîn: ger cîwanek hej keçkekê kiribe û keçîk jî bi awayekî neyînî bersiva xortê bide hingê lawik wiha dibêje: keçîk jixwe ne li gorî krîterên min Bu xwedê kirî çênebuye.



Mînaka duyemîn: ger xwedê neke mirovek rastî êrîşek bibe eger xurura wî mazlûmtîyê qebul neke wiha dibêje :sûcdar ez bum ku ger ez ji cem wî derbas nebuma da rastî êrîşê nedihatim./// binêrin di vir de êrîşkar neheqe lê mirov ger mazlumtîyê(mexdurbûyîn) qebul neke û xurur bike hingê xwe sûcdar dihesibîne û xwe bi vî awayî ji erka tolhildanê muaf dike.



23.04.2016 00:48 ~2016.04.24 14:25 | azad30

4. MERTALÊN XWEPARASTİNÊ



1.GERA NAV XEYALAN(FANTASY ESCAPE, HAYAL DÜNYASINA KAÇMA))





Dema ku daxwaz û xwestekên mirovekê neÊte cih, di jîyana rojane de hestên wî/Ê neête tÊrkirin, armanc û Îdealên wÊ/î pêk neÊt. Mirov ew daxwaz, xwestek, hest û fikr û ramanên xwe ên ku nehatîye cih an Jî nehatîye tÊrkirin di xeyal/Ê xwe de tînite cih anjî tÊr diket. Bi rÊya xeyalkirinÊ xwe Ji vÊ rewşa kambax dûr diket, xilas diket.



Mirov bi rêya xeyalkirinê ew şer û berberî ya ku di hûndirÊ mirovê de pêk hatîye (qaşo)xwe xilas diket. Ev cure mertala xweparastinÊ di zarokan de Û kesÊn balixbûyî(ergen) de zêdetir tÊ dîtin.



Di çaxên zaroktî û balixbûyî de bi rêya xeyalkirinÊ behremendîya hilberînê geş dibe. Lê dema ku ev cure mertala xweparastinÊ zêde bÊte karanîn wek mertalÊn din jÎ xusaret ê dide mirov. Yanî divê mirov haj xwe hebît ger mirov her tim nav xeyalan de bîjît ji rastÎYÊ dûr dikevît û piştî demekê xeyalÊt xwe wek rastîyek dibînît û bi vî awayÎ di nav xeyalên xwe de xwe berze ket, (winda dibît).



Mînaka yekem : em bêjin mirovek hebît xem Û derde wî, kul Û kederÊ wî, xewn û xeyalê wî serxwebûna kurdîstanê bît. Ji ber ku di jîyana rojane de (niha) ev daxwaza vî mirovÎ naête cih, ev mirov jî bi rÊya xeyalkİrİnê serxwebûna kurdÎstanê di cihana xwe a hûndîrînde ava diket û bi vî awayî daxwaz û xwestekêt xwe têr diket.



(Înşallah ev xeyala mirovî bête cih*)



24.04.2016 14:24 ~2016.04.26 12:01 | azad30

5. 2.) Dewisandin(Repression, bastırma



tiştên ku mirov hez nake bîne bîra xwe û hez nake hîs bike. Mirov bi rêya "dewisandin " ê diavêje derahîşê(the unconscious, biliçdışı) xwe ev cure serborîyên jîyana me bi rîya xewna derdikeve hîşê me lê her dem aşkîra nîne carna bi awayekê sembolîk derdikeve hemberî me. Ji bilî xewna bi rêya hîpnoz ê jî tête dîtin.



Em buyer û serborîyek bifikirin ku di jîyana me de bandorek neyînî, hetta bandorek bi qasî travmayekê ser me de çêkiribe.



Çi dema ku em bi vî buyer ê bînin bîra xwe emê jê zehf aciz bibin, zehf hêrs bibin ji dêvla ku em bi vê êşa xwe ve berxwebidin hÎşê me nikare barê vê êşê rake ango nikare rûbirû bimîne lewma diavêje "derahîşê(the unconscious, biliçdışı)" me û bi vî awayî em nikarin bînin bîra xwe û (qaşo)bîradikin. Carna bûyer bi her awayî naête bîr kirin tênê hûrgîlîyên wê naÊte bîra me lê ev hûrgîlÎ jî kêlîyên travmayê ne.



"ez(ego)" a me jî bi rîya bikaranîna mertala "dewisandin " ê xwe ji alozî yê derdixe.



Mînak : em zarokekê 7 salî bifikirin bila ew zarok li sur a amed ê bijît. ew zarok bibe şahîdê wan bûyerên dawîn û bila pêş çavê wî hevalek anjÎ mirovek wî bê kuştin. zarok ger neête rahabîlîte kirin. Dema ku Bête 25 salîya xwe ji ber ku mirina hevalê wî travmayeke û ew zarok ji ber qelsîya "ez(ego)" a xwe nikare xwe ji bin vê travmayê xilas bike. ji ber hindê "Ez" a zarokê jî kêlîyên mirina hevalê xwe diavêje "derahîşê" xwe.



PİRSEK: Bûyerên dewisandî madem ku hatîye ji bîr kirin wê demê BANDOREK çawa ser me da dikin?



BERSİV: bi rêya sembolÎzmê bandor li me dikin. Mînak ew zarok bête 25 salîya xwe wê teqez nefret ji ala tirka bike belkî nikare kujerê hevalÊ xwe nas bike lê bi rêya dîyarkirina nefreta xwe bo ala tirka wê kîn û nefreta xwe "katarsîs" dike ango "vala dike" objeyeke din(bireserek din).







Nîşe: Derxistina zanînên "derahîşê" bi du awayî çêdibe rîya yekem xewn rêya duyem jî hîpnoze. hûrgîlîyên hîpnoz û xewnê bixwe mijara sernavekê dî ye loma ezê înşallah paşî bİnîvîsim.



26.04.2016 11:17 ~2016.04.27 14:33 | azad30

6. Dewisandin , mertala xweparastinê ya bingehîn e bi mertalên xweparastinê yên din re tê bikaranîn . Jixwe Dewisandin nîn bûya ez ne bawer im em bikaribûna bijiyana .



27.04.2016 00:56 | reshyavash

7.



3. Mandele Kirin( Renial, İnkar Etmek))



Dema ku buyerek ku mirovê aciz bike, tengezar bike, bêhnteng bike bê serê mirovê anjî mirov bibe kiryarê buyerek nexweş, hingê mirov wê kirina xwe mandele dike ango înkar dike.



Ev mertala xweparastinê li gorî Freud wek dewisandinê ye. Cudatîya wan ewe ku li gor Freud dewisandin li hemberî rexne û îtîrazên hestên hûndirîn pêk tê. Mandele kirin jî li hemberî jîyana derveyî pêk tê, mirov ji ber tundîya rexne û gazindên derdora xwe vê mertalê bikartîne.



Mînaka Yekemîn : mesela em tutînkêşek bifikirin dema ku ji ber nexweşîyekÊ bila here cem bijîşkê me yê ezîz kekê simurg56. bila kekê sîmurg jî jê ra wiha bêje: "ew nexweşîya te teqez ji ber tutînêye, tutînkêşandin jî wek cigarekêşandinê xusaretek mezin dide cergê mirovî" . Mirov jî piştî ku ji cem bijîşkê derkeve ji ber ku hez nake tutînê berde ew jî wiha dibêje "tutîn xusaretê nade min ez qencim, ne nexweşim".



Mînaka Duyemîn : vê carê em dizek bifikirin piştî dizîyekê dema ku hate girtin ji bo ku bi encamê dizîyê re rû bi rû nemîne dizîyê mandele dike, înkar dike.



27.04.2016 10:37 ~10:39 | azad30

8.



4. Cih tijîkirin(Compensation, Telafi etme))



Mertala çaremîn Cih tijîkirin e. îzna xwedê em ê îro li ser vê mijarê bisekînin.



Min li ferhengên curbecur lêkolÎnek kir li ser peyva "Telafi etme" û "Compensation" ê, peyva ku şûna wan herî baş digire "cih tijîkirin e". ev peyv hem rengê metodojîya derûnnasîyê dide û hem jî kirasê resenîya kurdî li ser e.



ji bo ku em bingehek bo vê mijarê ava bikin divê em pêşî li ser kabîlîyeteke mirovê a bi navê hesta pêşveçûnê(meyl-i terakki, üstünlük psikolojisi) bisekînin. lê ji ber ku ev hesta pêşveçune mijarek zehf dirêje loma ezê tenê bi pênaseyek bidim û hinek pirtûk û nivîskara ji we ra pêşnîyar bikim.



ji bo mijara Derûnîya pêşveçûnê : Alfred adler, teorîya wî a bi navê "Derûnîya pêşveçûnê".



Pirtûka Bedîûzzeman ê seîdê kurdî a bi navê "mektubat". Divê mijarê de yanÎ di hesta pêşveçûnê de zanînên balkêş bi me re parve dike.



Şehîd Elî Şerîatî jî pirtûka xwe a bi navê "dine karşı din" de hinek li ser vê hesta mirovê disekÎne.



mirov dema ku tê dînyayê bi hesta pêşveçûnê TêR Û TİJÎ ye ango di salên zaroktîyê heya temenê xwe yÊ dirêj de ev hesta mirovê di mirovÊ de dimîne û jîyana wî/ê birêvedibe.



teqez her mirov ji ber vê meyl û hesta xwe her tim dixwaze tiştek hilberîne û her tim dixwaze di nav civakÊ de tiştek bike, xebatek bike, xwe pêşvebibe. di beşekê jîyanê de dixwaze bibe nuwaze ango dixwaze di nav civatekê de behsa wî/ê bête kirin.



vêca gelî xwîşk û birayên ezîz(baş guhê bidine vêrê*) dema ku mirov bi awayek fîzîkî, derûnî anjî civakî de bibe xwedî taybetîyek (qaşo)xirab, qels, bêkêr û kêm. mirov EW KÊMASÎYA XWE di beşeke din de EV (qaşo)kêmasîya xwe nîhayet telafî dike. û bi vî awayî xwe ji wÊ kambaxîyÊ DERDİXE. li gor hizra wî/ê mirovî êdî ew jî zanaye, jîr e û ne kÊm e.



Mînaka yekem(wê qada civaknasÎYê de be): Em hinek kurd bifikirin bila ji kurdbûnîya xwe şerm bikin û ji ber biçûkxistina mÊtîngerAN bila hej kurdbûnîya neke û xwe kêm bibîne aha ev mirovên bi vî rengî 'kÊmasîya' xwe bi axiftina tirkîyeke nazîk vedişêre ango telafî dike.



Mînaka duyemîn: em hevalek bifikirin bila xwedê neke korr be. ev heval vê 'kÊmasî'ya xwe diçe di rÊya stran û hûnermendîyê de telafî dike.



ev cure mertala xweparastinÊ her tim ne neyînî ye di esasÊ xwe de mertalên xweparastinÊ hemî ji bo derûnîya mirozî hewce û elzem e. lê tenÊ divê mirov zêde kûr neçe, di îfrat û tefrîtÊ de nemîne. û mirov divê haj rewşa xwe hebe ger we nebe mirov wÊ hertim nav alozîyeke derûnîyÊ de bibe û ev alozî jî bandor jîyana mirovî bike.



mijara ÎRO bi DAWÎ BÛ. hîvya xwedÊ bibin.*



28.04.2016 11:26 | azad30

9.

5. xemilandina fikrî, Rasyonalizasyon, (Mantığa Bürünme)



Dema ku mirov nikare bigehije armancekê, nikare serkeftinek bi dest bixe hingê ji ber ku ev encama tehl û xirab mirovê diêşîne û zora wî/ê diçe.



di vî rewşê de mirov ji bo ku xwe ji bin vê têk çûyînê xilas bike ew nejêhatîbûna xwe wek tiştek asayî, normal napejirîne û wek tiştek sedema şermê û kêmanîyê dibîne. di dawîyê de mirov ji bo ku xwe ji bin vê rewşê dûr bike ew armanca xwe, ew hedefa xwe di hîşê xwe de êdî wek tiştek ne hewce, ne kêr, bêxêr û bêkêr erê dike, qebûl dike. Armanca xwe ber çavê xwe ber hîşê xwe reş dike.



Mînaka yekemîn: Hevalek em bifikirin bila bikeve ezmûna lys ê û armanca wî/ê Jî beşa bijîşkî be. Eger di encama ezmûnÊ de bi sernekeve û bijîşkî bidest nexe hingê dibe ku wiha bibÊje: “lawo beşa endazerî çêtir e dê kî beşa bijîşkî bixwîne 7-8 sal ma kêm e babêmin, emre mirovê diçe zehf zore jî”.



Mînaka Duyemîn: hevalek evîndarê keçekê be. Lê bila em bêjin bila hesta evinê an jî hesta hezkirinê, ecibandinê yek alî be. Xort bila bo têkîlîyê an jî bo zewacê bila zehf israr bike lê bila keç wî red bike û çav nede û hestên camêrê bêbersiv bihêle. wî çaxî xort ji ber ku xwe ji bin vê rewşa cegersûj xilas bike dibe ku wiha bibêje: “jixwe ‘krîterên’ me hevdu nedigirt ezê çibikim bi keçekê wiha ve…”



nîşe: dibe ku "xemilandina fikrî şûna "rasyonalize kirinê(mantığa bürünme)" negire, ger pÊşnîyar hebît ez dişêm biguherînim.



30.05.2016 11:09 | azad30

10.
6.) polyannaîsm

polyannaîsm cureyek mertalên xweparastinê ye. di vê mertalê de çi bête serê mirovê mirov bêyî îstîsna encama buyerê bi awayekê xweş şîrove dike, mirov ji bo ku nekeve bin berpirsyarîya kirinên xwe tiştê ku hatîye serê xwe wek ku tiştek tunebe ango pirsgirêkek tunebe encama buyerê baş şîrove dike û ji xwe re jîyanek pembe ava dike.

mînak 1: Diz bikeve mala yekî, di encamÊ de hinek pere û zÊrêN wî/ê Bête dizîn. encama dizîyê de wiha dibêje : 'xwedê kirî tiştek nehate tendurîstîya min, hêj ku ez saxim û diz min ne kuştîye'

mînak 2: xwendekarek li stenbolê di zaningehekê di beşekê de dixwîne û sala dawî ye. dikeve fînalan dikeve bût ê lê dîsa jî nikare waneyên xwe derbas bike û di dawîyê de di polê de dimîne û wiha dibêje û polyannaîsm dike ' tişt nabe stenbol xweşe û ezê salek din jî li vir bimînim ji xwe ra keyf bikim'



29.11.2016 21:05 | azad30

11.
7.) şibandin, mînandin (özdeşleşme, identification
)
identification min wek şibandin, mînandin wergerande kurdî şibandin ewe ku mirov di hinek têkçûnan, windakirinan û kêmasîyan de xwe dike şûna yekî serkeftî de û bi vî awayî xwe ji bin wê kêmasîyê de xilas dike.
mirov xwe dike şûna temsîlîyeta kesekê/î, komekê, dezgehekê, sazîyekê de û bi vî awayî xwe di temsîlîyeta çawkanîyê de xwe serkeftî dibîne.

carna mirov di civatekê de, di nav komekê de xwe kêm dihesibîne anjî di pêşbazîyekê têk diçe di wan rewşan de mirov aciz dibe û qala yekî, sazîyekê dike ku di wê mijarê de serkeftî û berkeftîye bi vî awayî xwe ji bin wê rewşê xilas dike û di temsîliyeta wê komê wê/î kesê de xwe serkeftî dide nîşandan.

Mînak 1: nivîskarekek tirşîkê bila rastî komek entelîjansa kurd be û bila ew kom di warê wêjeyê de pispor û xwedî hûner û berhem be di nav sohbetê de herkes qala berhema xwe dike lê nivîskarê tirşîkê yanî hevalê me ji ber ku berhemek nenivîsîye xwe kêm dibîne û wiha dibêje :' ez jî nivîskarê/a ferhanga tirşîkê me û li wir helbestên vîctor hugo werdigerînin kurdî' hevalê me di temsîliyeta tirşîkê de xwe jî wek giregirekê kurdî nîşan dide. ked û xebata tirşîkê wekî kedê xwe dibîne û xwe ji bin wê kêmanîyê de xilas dike.



29.11.2016 21:41 | azad30

12. Di mijara polyannaîsm de mînaka yekemîn ku ji aliyê xwediyê mijarê ve hatiye dayîn li gorî min ji xeynî polyannaîsmê bêtir dikeve nêrînek realîst. Dema me êdî demekî wisaye birastî. Ji aliyê din mijar û mînakên din gelek sûdmend û lêketiye. Spas.



30.11.2016 02:20 ~02:26 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» derûnîya mertalên xweparastinê

Kategoriyên mijarê:: psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî