Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
bitter feelings - tirşik
bitter feelings
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min, ne derew be di salên lîseyê an jî paş van salan de, wergera wê ya tirkî ya bi navê karışık duygular xwendibû.Min hinek li înternetê geriya, karışık duygular û acı duygular a stefan zweig tevlîhev bûne û ev novela wî ji ber çavan dûr ketiye. min got, gelo min baş bi bîr neaniye û ez ketim ferhengên înteraktîf ên ku wê demê min lê dinivîsand û texmîna min rast derket. ew werger a ku min xwendiye, ji weşanên yeşil elma derketiye ku wekî anekdot ev weşanxane pirtûkên kurmancî jî weşandine.

min li kovara k'yê ya pêveka tarafê bû, li ser vê romanê nivîsekî xwendiye û min ew tewsiye kiriye. delîl, delîl û delîl... * û acı duygular romanek e, bitter feelings mîna kişik, novella/kurteroman e.

google akademîk sax be, ji gotareke akademîk ez navê wê ya îngilîzî, "bitter feelings" jî fêrbûm. (di vê gotarê de ti qala hestên hevzayendiya lehengên romanê nehatiye kirin û hatiye xwestin di vê romanê de şopên jînenîgariya zweig were derxistin!)

çîroka novella bi kurtasî ev e:

radlof, mamosteya fîlolojî ye. Ji bo karbesê metnekî spasiyê dinivîsîne û qala profesor x'ê dike ku ev profesorê wî ya zanîngehê bûye û bala wî bi saya wî çûye ser fîlolojiyê. radlof, di vê spasiyê de dest bi vegotina têkiliyên xwe yên bi prof x re dike û qala heyraniya xwe dike ya ku hingî disêwirîne, mirov dibêje, ev heranî evînek e. hewlên profesor x'ê ev e ku bira ev "evîn" nekeve asta zayendiyê. li vir pirsgirêka ehlaqiya têkiliya mamoste û xwendekarî tê nîqaşkirin û gengaz e hevzayendî jî. carinan ji ber giraniya vê nîqaşê ya ku tenê di mêjiya zilêm de ye û radlof nizane, profesor x bê xeberdayînê, dikeve bin heyva ewrê û radlof jî li ber xwe dikeve. piştî çend demê jî jê re dixeyde û heyfa xwe ji jina wî de hiltîne, pê re radizê û bûyeran diqewime...

lê divê bê zanîn ku evîndarî bi veşartî tê gotin. ji xwe di dema hitlerê de mêrik nedikarîbû çîrokeke hevzayendiyê bike mala wêjeyê. heger hûn peyde bikin, bixwînin. xweş e, herikbar e ji xwe kin e, nabe barê giran.

edîta hezar sal.



22.04.2016 23:55 ~2020.05.04 12:21 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bitter feelings

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî