Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
apocalypto - tirşik

As the Mayan kingdom faces its decline, the rulers insist the key to prosperity is to build more temples and offer human sacrifices. Jaguar Paw, a young man captured for sacrifice, flees to avoid his ...
(4 şîrove)
apocalypto
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji 2006a vir ve min dixwest temaşe bikim, lê belê piştî deh salê, îro bû qismet. tê bîra min li wê demê gelekî bala min kişandibû. ji ber ku derhêner mel gibson, li fîlmê serî heta dawî zimanê resen a mayayan bikaranîye. fîlm gelek xweş e û wek avê diherike, aksîyon ti carî nehatiye rawestandin. tundiya hoveberan bi aşkere hatiye rêdan ku bi pevçûn û revê re kelacan û coşî dide temaşevanan, meriv nikare bê girtina derekê xwe, berdewamî temaşeyê bike.




dawiya fîlm gelekî surprîz bû. ne bi eşkere lê belê tê bibêjî qey mel gibson xwestiye bibêje ku "li amerîkaya başûr bi xwe hovîtiyek mezin hebû, heta ku mirinên ji nexweşî dibin, normala wira bû, ewrûpî tiştekî li ser wan zêde nekirin" ango wekî tiştên ewrûpî li ser xelkên amerîkayî kirine, normalîze kiriye.


her wiha, temaşe bikin. gelekî serkeftî ye.



24.04.2016 00:44 ~00:50 | biruya hayao miyazaki

2. fîlma ku binnivîsa wê ya kurdî jî heye di beşa fîlman ya tirşikê de. hêvî heye tirşikvan bi kurdî temaşe bikin.



24.04.2016 08:35 | simurg56

3. fîlm du saet û deh deqe dikşîne..
di serî heta dawiyê, merivan dibe dîroka însanên berê heta yên modern..
wehşîtîya mirovan, cedela navbera mirovan, bawerî yên ecêb.. di diroka kevin da têkiliyên jin û mêrê bi awayekî zexm pêşkeşî meriv dike..


di dawiya fîlmê da mîsyonerên Xaçperest tên û di wê sehneyê de Xaçperestan baştir û medenîtir nîşan dide.. meriv dikare li ser vê sehneyê rexneyên zexim bike.. lê di dawiyê de mirovên xwedî qebîleyan dîsa diçine xweza û daristanê.. yanî diçin ser eslê xwe.. lê li ber zena min, mel Gibson eva jî ji bo ku rexneyan kêm ke lewma kiriye..



28.09.2018 11:25 | bûtîmar

4. "wextek qebîleyek hebû, aztek, ew bawer dikirin ku gerdûn bi darê zorê hatiye afirandin. her sal dema sersal pîroz dikirin ewan dilê yekî derdixistin û pêşkêşê xwedayên xwe dikirin. pê bawer bûn ku eger ev ayina qurbanan pêk neyê wê tav (roj) ji asimanê bikeve xwarê û dawiya dinyayê were. paşê jî îspanyol hatin."

oz s02xe02 ancient tribes



28.09.2018 12:28 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» apocalypto

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî