Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 12 peyam
hevrîşk - tirşik
hevrîşk
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hevrîşk

nanê tendûrê yê ku teze tendûrê dertê di nav rûnê malan da hur dikin û hev dixin ev xwarina çê dibe.

kêleka wî jî tase avdew hebe weyy..

an jî (bnr: masîyên şor) jî ji ber vê xwarinê zehv xweş e.



24.04.2016 16:08 | bûtîmar

2. xwarina ku bi navê xwe ve pir navdar e, lê bi tehma xwe ve ne ew qas. li stenbolê gotinek ji du gotinên eqrebeyên min yên derbarê xwarinan de hevrîşk bû. lê dema ku cara yekem ez çûm welêt û min hevrîşk xwar hemû xiyalên min hilweşiyan. divê mirov hişê xwe de ew qas mezin neke, di dawiyê de nan û rûn e, ewqas...



25.04.2016 11:09 | nazim tolhildan

3. Hevrîşk xwarineke ji nanê tenûrê yê teze û germ û ji nîvişk çêdibe, nan tê hûrkirin û rûnê nîvişk li ser zêde dikin û piştre lihevdixin.
Berî derdorê 11-10 salan min Hevrîşk xwariye, ca min Sitê çêkiribû, weke niha ez tahma wê dizanim, erê tahm ji bin zimanê min jî neçûye!

Gundê Şorê ya xerbî
2007



31.07.2018 17:24 | mesûd hemo

4. xwarina ku tehma wê bi hîç awayî li ser zimanê min naçe! Nanê germ, rûnê nivrişkî û penêrê ji nav toraqê de... birçî bûm belê



01.08.2018 00:34 | jifêzagorda

5. Xwarineka gelêrî û neteweyî ya kurda ye
Ji çêkirinê ra pispori pêwist e, kêmbûn yan zêdebûna rûnê nivîşk, nermbûn yan hişkbûna nan dikare tamê xirab bike. Her wextê rojê tê xwarin lê ez bawerim firavîn çêtire.



10.04.2020 02:40 | afa

6. varyanteke wê jî hevrûşk e.



10.04.2020 10:43 | roberz

7. Ne xwarineke pesna ye, jê re hostetî navê. Rojên tenûr tê dadan tê çêkirin. Nanê germ hûrê teyfikekê dikin û rûnê nivîşk lê dikin. Rûn pê re dihele, nan dinermije û dibe hevrîşk.



10.04.2020 14:58 | xeyda

8. wisa difikirim ku xwarineke serdemên xizaniya erjeng bû. niha qe nebe li mala me nayê çêkirin. belê me bi rûnê nivişkê çênedikir. nanê germ yê nû ji tenûrê derketî, rûn bi ser da ke û paşê hinek şekir pê wer ke. a ji te re hevrîşk.



11.04.2020 02:55 | hêvî

9. Xwarina zaroken kurmanc a ye. Tene wexta tê bira min fekiri ji tê hişê min.



11.04.2020 03:17 | bedevlet

10. xwarina ku bi gotineke xwe jî bi nav û deng e;

xwediyê gîska,
diçin li cem yên mirîşka,
dibên ka nan û hevrîşka.



10.12.2020 12:37 ~2021.08.03 12:05 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevrîşk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî