Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
çarînên baba rasteqîn î amedî - tirşik
çarînên baba rasteqîn î amedî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. 1.çi şevek sar û tarî

ji asîman tenahî barî

ey dil ka evîna neçarî

gelo yê bê vê carî



2.çavê evîn kor

nabîne derdor

dibîne xewnên mor

bi kelecan difire jor



3.ey dil , derkeve ji qefasa sing

bifire ser asîmana evîn

lê binêre her yek stêrk bûye cîlweyek evîn

bigere di nava gerstêrkên hêsirên yarê



4. min heval dît ne hevhal

min delal dît ne dilhal

evîn cîh negirt bê mahal

dil qêrîn dike ,lal û bêhal



5.dilê min mîna teyrêbaz bû

difiriya ser asoya evîn

her dem li neçîrek digeriya

lê pê hayil nine ku ev bûye neçîra evin





24.04.2016 18:53 | azad30

2. 6.bi dîtina navê te

ziman ber bi peyva tê

dil bi hesta tije dibe

lê hemêz bi valahî ya te dinale



7. li derî ket teq req

got ez qeder

derkeve der

diyar be kî şêr kî ker



8. dil ji dil dur

veqetin mîna şur

tenahî birîna kur

çîrokên evîn cur be cur



9.evîn cana di nava can

rihê di nava rih

çavê di nava çav

hişê di nava hiş , gelek bi êş



10.ez dehî rojperest im

wan her du çavên te

li kuderê bizîvire wira bergeha min e

bi vebuna çavên te sibê , bi girtina çavên te şev dibe





24.04.2016 18:53 | azad30

3. 11.ax evîn bê te ez mîna mûmik dihelim

her çiqa dihelim ronahiya îlham didim

di nav dilê evîndarên veqetî

lê dawiya min vemirandin e



12.gelo çiye jiyan

tev dide di nava siyan û biyan

dipirse kî û kîjan

deng nayê ji dil û wîjdan



13. dengê giriyên te tê guhên min

hilma hêsirên çavên te tê pozê min

bîhna êşa te digihêje dilê min

veqetin ji te hat lê qedandin ji min bû



14.heta tu di dilê min be ma dilê xwe derxînim

heta wêneya te ber çavê min be ma çavê xwe derxînim

heta dengê te li ber guhê min be ma guhê xwe jê bikim

heta hebûna te di nava hebûna min cîhgirtî be ma xwe tûne bikim



15.gelek bûha ye dem

diherike wek çem

têde tevlî kêf û xem

geh li dûr geh li cem



24.04.2016 18:54 | azad30

4. baba rasteqîn î amedî, ji gundê îngîcîya sur a amedê ye. li gorî rîvayetan sal a 1983 an de xwedê wî şandîye ser rûyê cîhanê. rasteqîn di warê zimanê erebî, farisî de dikare 2 3 kelama bike û etîmolojîya peyvan bike. Di warê zimanzanî yê de têgehiştîye. bi dereceyekê mezin di 2 3 zanîngehên stenbolê xwend lê ji ber ku pergala perwerdehîya zanîngeha rûhê wî yê azad bêhnçîk dikir lewma xwendina xwe xilas nekir.

çarîna dinîvîse û nivîskar ê tirşik.net ê ye û li mêrsîn ê dijît.



24.04.2016 19:09 ~19:32 | azad30

5. Rasteqîn î amedî her wiha nefsbîçûke jî. Û ez bi çi awayî henekan nakim tenê peyva "baba" latîfe ye ya rastî nazîre ye bo baba tahir uryan wekî din di her tiştî de cîddî me. ê willah camêr pir serkeftîye ger serkeftî nebuya eda qet nakevime vê mijarê. Her kî bûye sebep ku rasteqîn çarîna nivîsîye xwedê jê razî bît ku buye sebebê geşbûna wêjeya kurdî her wekî bi gotina edîtora kovara wêje û rexne yê ew zehf bi şans e*



24.04.2016 20:36 ~20:38 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çarînên baba rasteqîn î amedî
» baba ganûş
» rasteqîna jiyanê
» amedî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî