|
|
26.04.2016 00:24 ~2021.03.12 23:48 |
bûtîmar
|
2. Xeyalên min xeyalên ji rêzê ne. Di serî welatek azad. Dawiyê karek baş ku ez karibim jiyana xwe bidomînin. Ne feqîr ne dewlemend. Wekî din sihhet , malbat , zarok hwd. Lê dîsa dibêjim berî her tiştî welateke azad. Ji bo ku gedên min wekî min nebin kole , wekî me li bin siya dagirkeran mezin nebe. |
|
26.04.2016 11:29 |
biaqila malê
|
3. Li Kurdistana azad, Zanîngeheke de mamostatiya dersên zimanzaniyê. |
|
26.04.2016 11:51 ~11:52 |
gulêê
|
4. Şemzînan a colemêgê di gundekêde avakirina malekê û di sînorÊn malê de îlankirina kurdîstan ê. ezê nav bostanê xwe de ala kurdîstanê bilindkim. WİLLAH yarîya nakem ezê İNŞALLAH VÎ XEYALA XWE bînim cih. |
|
26.04.2016 11:59 |
azad30
|
5. hin ji wan xeyalan jî yên min in. gelek in lê yekê bêjim. |
|
26.04.2016 12:11 |
mergehez
|
7. ma xeyalen min ne yekin hezarin |
|
26.04.2016 20:21 |
rojê
|
8. kurdistan, azadî, astrofizîk, edebiyat, lêkoler, eşq û wîskî... |
|
26.04.2016 21:09 |
ceso
|
9. wekî her kurdekî dîtina kurdîstana azad, |
|
27.04.2016 16:29 |
shorbevan
|
10. ji nigê xwe yê pêxwas ra cotek gorê rîs bibînim * |
|
28.04.2016 00:02 |
pêxwasê amedê
|
11. netewedewletekî yekpare û serbixwe û di cîhanê de azad bi navê ''Kurdistan''. Ev dewlet li ser rûyê Marsê be jî min qebûl e. bes bila me li der û deverekê dewletek heebe ku hema şerefa me rizgar bibe! Em li vî halî şerm û fihêt û bênamûsî ye. |
|
25.02.2017 12:28 |
lawkegoyi
|
13. ji bo betaliyê demên dirêj hewce dikim. di xeyalên min de wan demên pîroz bi tevger û şixûlên pîroz xemilîne: di kuçeyan re derbas dibim û di bin darên şîn re. di sibehekî yekşemê de. yekşemeke qasî 15 rojan dirêj e. ev çi sibeheke xweş e ku dê were. hema niha hatiba min ê wê hemêz kiriba û li ser çongên xwe dabama rûniştin û lêvên wê yên sor maçî nekiriba. ji ber ku berî vê demê miheqaq me yê kebabekê tûj û tije pîvaz xwaribana. bêhna pîvaz pir fena! * |
|
10.01.2018 23:17 ~23:20 |
biruya hayao miyazaki
|
15. Xeyala mirovekirind |
|
11.01.2020 20:12 ~20:12 |
gumgumok
|
16. Rojekî dewlemend bibim ez dê kargehekî ava bikim karker û rêvebirên wê divê hemu kûrdîaxêv bin |
|
11.01.2020 22:15 |
tîrêj zana 21
|
17. ez ê weşanxanek û çapxanek vekim. çi wergêrên kurdan hebin, li dora wê kom bikim. ez ê bêjim wergerînin ûlen !! çi kitêbên ku hûn karibin ji zimanên din (ji bilî tirkî) wergerînin. tabî ez ê wana têr pere jî bikim. ez bikim ku tekane karê wan ev be. te dî xeyal e.. |
|
11.01.2020 23:56 |
yusiv hemed
|
18. Jiyana xwe ya mayî bi wê perperoka narîn ra bijîm. Tiştek din naxwazim. Xeyal û xewn û rastîys mîn ev e gelo. |
|
12.01.2020 00:02 |
xelîl
|
19. Dibêjim qey xeyal dema tên gotin pêk nayên an efsûneke wan namîne. Ya min jî xeyalek heye ku hingî bi xwe hisiyame bi min re ye lê her ku wext dibihûre ditirsim ku ev xeyala min bi min re here gorrê * |
|
12.01.2020 00:29 |
xeyda
|
20. galîleyên (xeyal) min ewqas mezin tûne ne |
|
07.02.2020 16:06 ~16:05 |
tîrêj zana 21
|
21. tiştên ku gelekî wî hatine cîh/têne cîh li bashûr / rojava.Hêviya min jî ew e ku ez bikaribim li malekî li nav çîyayên kurdistanê / ser zozanan ku çem li ber diherikê de qewa xwe hildim destê xwe û car caran vexwim û têkevime tirsik.netê û peyamên 30-40 sal ewil ku li vir hatine nivîsandin bixwînim...Bi zanebûna ewlehî , li ser axa kurd û bi dilekî fireh. |
|
07.02.2020 16:21 |
brzn
|
23. Min dixwest go vê zistana 40 ton dimsa torê ya Behwarê hebiya û ne tiştaki dî.. |
|
07.02.2020 16:59 |
zîzo
|
24. Van rojên karantînayê de min gelek xeyal & biryar kom kirin.Heke karantîna xilaz be , dixwazim wan xeyalan bi cîh bînim. |
|
19.04.2020 18:27 ~18:27 |
brzn
|
25. Rojnameyekê netewî, wek tirşikê, Kurdî û ji bo Kurdan, ji çar aliyên Kurdistanê Nûçe binivisînin. |
|
19.04.2020 20:27 |
afa
|
26. Kurdistaneke azad û serbixwe! Her çiqas bêhêvî jî bim we ev xeyal tim di dilê min de be. Piştre dixwazim karekî ku li gor dilê xwe bibînim. Ji karê xwe wisa hez bikim ku çend seet bixebitim jî ez nizanibim bê wext çawa derbas bû û çû... û piştî van, xeyalê herî xweş li welatê xwe li batmanê bijîm. Bese xêrîbî. |
|
19.04.2020 23:10 |
alamutkalesi72
|
27. şeveqê heta êvarê difikirim vê êşa kambax biqede ez jî herim êdî Canadayê |
|
19.04.2020 23:29 |
raman
|
28. (bnr: 404 not found) |
|
20.04.2020 05:11 |
gumgumok
|
29. Piştî ko min xwendina xwe xilas kir û bi silametî dest bi şixûlkir ezê hinik pere bidim ser hev. Dûra ez û hevjinê xwe emê herin Hewlêrê. Zarokek tenê bînim vê dinyayê û navê wê/wî bikim "Rênas". Dûra ezê wî bişînim dibistanên Kûrdî. Wek e navê xwe bibe mirovekî zane. Ê xizmeta milletê xwe biki wek dîya xwe û bavê xwe. Li ser zimanê xwe bisekini, dîroka xwe bixwîni û hez biki. |
|
07.10.2020 23:53 |
pîroz
|
30. Dixwazim biqerim û herim ji vî warê lê tiştek min girê dide |
|
08.10.2020 11:20 |
xelîl
|
31. destxistina serxwebuna aborî. gihiştina jiyanekî xweş. |
|
08.10.2020 16:35 |
lonw karda
|
32. dixwazim nivîsbarî bixwînim û bername û sepanên kurdî çêkim, di serî de jî ya tirşikê. dûre dixwazim biçim başûr û di bin ala xwe de û bi zimanê xwe re bijîm. |
|
07.11.2020 21:36 |
keyomerd
|
34. Dikarim bêjim, bi piranî ez bi xeyalan xwe şanaz dikim, ji bo tu tevgerên min ji bilî xemgîniyê tu tiştî nadine min :( |
|
23.11.2020 00:46 |
merwano
|
35. min gelek dixwast niha li zankoya rojavayê bixwînim lê îhtîmaleka gelek gelek dûr e. heya di xewnên xwe de ez dibînim ku li rojavayê me. carekê min dît di navbera qoser û qamişloyê sînor tune bû. ez bi peya diçûm qamişloyê û vedigeriyam. ti carî ez ewqas dilşa nebûbûm. lê piştî şiyarbûnê (bnr: disappointment) :( |
|
25.01.2021 19:44 |
keyomerd
|
36. xeyalê dîyarî a me giştî ye :* piştê vê dixwazim bêjim ku rojek rabim û bibînim ku kurdî êdî herderê welat tê axavtin, zimanên serdestan wek guneyek tê dîtin. |
|
16.05.2021 16:23 ~16:24 |
doesntmatter
|
37. Floransa. Belê pêşiya mirinê careke din dixwazim herim floransyê. Aaa yek jî dixwazim keçikeke min hebe keçikeke por xelek anjî gincî, porgincî. Erê ez dixwazim bibêjimê porgincî. wera çi oxlim ewa delalîka mine * |
|
17.05.2021 02:25 |
qertewîn04
|
38. Yên jiyanê aniha bila li kêlekê bisekinin, dixwazim qala yê tirşikê bikim. |
|
18.05.2021 12:19 |
merwano
|
39. Ya yekemîn jixwe diyar e , Kurdistan nîştimanî ciwan * |
|
04.07.2021 10:06 ~10:05 |
navîgiranmezelîwêran
|
40. xeyalî min gelêk in bellam hendek şit taybetî ne bellam ewey ke taybetî niye ke pêwîst e lêre de behsî bikem ke min şêt ebim be sinorî diroy/derewî Kurdistanê ke dijmin bo êmeyan danawe min çendîn car e eçim bo hewreman/silêmanî le hewreman min yekser rojhilatî Kurdistanekem debînim min dillim zor giran debê ke em e wellate ciwanekeme bellam min natiwanim biçim?!! yan zor car min hatîme lay amêdî/dihok îtir dîsanewe bakurekem ebînim bellam ey min detiwanim çî bikem? çî be ser hat Kurdistanekem :( mixabin hezar carî û min xeyalim ewe ye û dexwazim ke bêm bo hemû şarekanî Kurdistan bellam be yek al û be yek sinorî netewey kurd be derdî ciwan Haco ellê : (çi dinyayeke pûç û vala ) ke wa be ser ême gelî kurd de hat bellam ême be xoşewîstî nêwan/navber xoman em sinor e nahêlîn . |
|
04.07.2021 23:13 ~23:15 |
hewlêriha
|
43. Ez dixwazim bi hêlaneken ku li dora wê dizivir in siwar bibim lê temenê min ne guncaw e. |
|
15.04.2023 15:53 ~15:54 |
horhorik
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |