Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 76 peyam
xeyalên tirşikvanan - tirşik
xeyalên tirşikvanan

Navê mijarê ya ewil ev bû:xeyalên tirşikvana
(34) (6) (1)
di mijarê de bigere

19. tiştên ku gelekî wî hatine cîh/têne cîh li bashûr / rojava.Hêviya min jî ew e ku ez bikaribim li malekî li nav çîyayên kurdistanê / ser zozanan ku çem li ber diherikê de qewa xwe hildim destê xwe û car caran vexwim û têkevime tirsik.netê û peyamên 30-40 sal ewil ku li vir hatine nivîsandin bixwînim...Bi zanebûna ewlehî , li ser axa kurd û bi dilekî fireh.



07.02.2020 16:21 | brzn

20. Min dixwest go vê zistana 40 ton dimsa torê ya Behwarê hebiya û ne tiştaki dî..



07.02.2020 16:59 | zîzo

21. Van rojên karantînayê de min gelek xeyal & biryar kom kirin.Heke karantîna xilaz be , dixwazim wan xeyalan bi cîh bînim.
(bnr: xwedê mezin e)



19.04.2020 18:27 ~18:27 | brzn

22. Rojnameyekê netewî, wek tirşikê, Kurdî û ji bo Kurdan, ji çar aliyên Kurdistanê Nûçe binivisînin.



19.04.2020 20:27 | afa

23. Kurdistaneke azad û serbixwe! Her çiqas bêhêvî jî bim we ev xeyal tim di dilê min de be. Piştre dixwazim karekî ku li gor dilê xwe bibînim. Ji karê xwe wisa hez bikim ku çend seet bixebitim jî ez nizanibim bê wext çawa derbas bû û çû... û piştî van, xeyalê herî xweş li welatê xwe li batmanê bijîm. Bese xêrîbî.



19.04.2020 23:10 | alamutkalesi72

24. şeveqê heta êvarê difikirim vê êşa kambax biqede ez jî herim êdî Canadayê



19.04.2020 23:29 | raman

25. (bnr: 404 not found)



20.04.2020 05:11 | gumgumok

26. Piştî ko min xwendina xwe xilas kir û bi silametî dest bi şixûlkir ezê hinik pere bidim ser hev. Dûra ez û hevjinê xwe emê herin Hewlêrê. Zarokek tenê bînim vê dinyayê û navê wê/wî bikim "Rênas". Dûra ezê wî bişînim dibistanên Kûrdî. Wek e navê xwe bibe mirovekî zane. Ê xizmeta milletê xwe biki wek dîya xwe û bavê xwe. Li ser zimanê xwe bisekini, dîroka xwe bixwîni û hez biki.



07.10.2020 23:53 | pîroz

27. Dixwazim biqerim û herim ji vî warê lê tiştek min girê dide
nizanim çi ye.



08.10.2020 11:20 | xelîl

28. destxistina serxwebuna aborî. gihiştina jiyanekî xweş.



08.10.2020 16:35 | lonw karda

29. dixwazim nivîsbarî bixwînim û bername û sepanên kurdî çêkim, di serî de jî ya tirşikê. dûre dixwazim biçim başûr û di bin ala xwe de û bi zimanê xwe re bijîm.



07.11.2020 21:36 | keyomerd

30. Dikarim bêjim, bi piranî ez bi xeyalan xwe şanaz dikim, ji bo tu tevgerên min ji bilî xemgîniyê tu tiştî nadine min :(

Xeyaleke min heye ku, ne tiştekî dijware jî, pir hêsane, ger lawikekî min çêbe ez ê navê wî bikim merwan.
Hûnê bêjin, navê te jî Merwan e, mixabin ne Merwan e :/



23.11.2020 00:46 | merwano

31. min gelek dixwast niha li zankoya rojavayê bixwînim lê îhtîmaleka gelek gelek dûr e. heya di xewnên xwe de ez dibînim ku li rojavayê me. carekê min dît di navbera qoser û qamişloyê sînor tune bû. ez bi peya diçûm qamişloyê û vedigeriyam. ti carî ez ewqas dilşa nebûbûm. lê piştî şiyarbûnê (bnr: disappointment) :(



25.01.2021 19:44 | keyomerd

32. xeyalê dîyarî a me giştî ye :* piştê vê dixwazim bêjim ku rojek rabim û bibînim ku kurdî êdî herderê welat tê axavtin, zimanên serdestan wek guneyek tê dîtin.
dikevim Instagramê her kes tişta bi kurdî parve dike, twîtterê odeyen kurdî da êdî kes behsa zimanê kurdî nake mijarên dinê tê axavtin.
bi hêvîya van rojan :*
"there is always hope"



16.05.2021 16:23 ~16:24 | doesntmatter

33. Floransa. Belê pêşiya mirinê careke din dixwazim herim floransyê. Aaa yek jî dixwazim keçikeke min hebe keçikeke por xelek anjî gincî, porgincî. Erê ez dixwazim bibêjimê porgincî. wera çi oxlim ewa delalîka mine *



17.05.2021 02:25 | qertewîn04

34. Yên jiyanê aniha bila li kêlekê bisekinin, dixwazim qala yê tirşikê bikim.

Min dixwest her cara ku diketim tirşikê herî kêm 100 nivîskarê giredayî û ji hezarî bêhtir mêvan heba...
Û min dixwest her cara ku li stûna çepê dimeyzand, herî kêm 200 mijar û herî kêm 1000 peyam jî heba...
Û min dixwest her cara ku nivîskarekî ku dêrî formata tirşikê malperê bi kar tînin yek bi yek peyama wan û mijarên wan yê tevşo mevşo jêbibim *

(bnr: rêveberên ku ji çewtiyên tirşikvana qurçikên wan reş bûne)



18.05.2021 12:19 | merwano

35. Ya yekemîn jixwe diyar e , Kurdistan nîştimanî ciwan *
Wekî din jî Ez gelek bawerî dermanê kurmancî/ dermanê kurdî dibim ji ber ku min gelek nimûne dîtiye ku ev dermanana bi kêr hatiye. Min dixwest seranser hemû Kurdistanê li bajar û gunda bigerim û va dermanana tomar bikim da ku wenda nebin gel jê sûd werbigre.



04.07.2021 10:06 ~10:05 | navîgiranmezelîwêran

36. xeyalî min gelêk in bellam hendek şit taybetî ne bellam ewey ke taybetî niye ke pêwîst e lêre de behsî bikem ke min şêt ebim be sinorî diroy/derewî Kurdistanê ke dijmin bo êmeyan danawe min çendîn car e eçim bo hewreman/silêmanî le hewreman min yekser rojhilatî Kurdistanekem debînim min dillim zor giran debê ke em e wellate ciwanekeme bellam min natiwanim biçim?!! yan zor car min hatîme lay amêdî/dihok îtir dîsanewe bakurekem ebînim bellam ey min detiwanim çî bikem? çî be ser hat Kurdistanekem :( mixabin hezar carî û min xeyalim ewe ye û dexwazim ke bêm bo hemû şarekanî Kurdistan bellam be yek al û be yek sinorî netewey kurd be derdî ciwan Haco ellê : (çi dinyayeke pûç û vala ) ke wa be ser ême gelî kurd de hat bellam ême be xoşewîstî nêwan/navber xoman em sinor e nahêlîn .



04.07.2021 23:13 ~23:15 | hewlêriha

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» xeyalên min

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî