Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
museum of kurdistan - tirşik
museum of kurdistan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Muzeya ku li Hewlerê ji aliyê daniel libeskind hatiye plan, xêz kirin. Ji çar avahiyan pêk tê û ev çar avahî her çar parçeyên kurdistanê temsîl dikin. Bawerim anha tenê hatiye plan, xêz kirin filan. Ji bo pêşerojê çand û dîroka kurdistanê qevzeke girîng e.

Ji bo video klibê :



Ji bo nûçeya ingilîzi:Here lînkê



26.04.2016 14:25 ~14:26 | gulêê

2. sala 2009ê nêçîrvan barzanî, qasidekî dişîne cem avahîsazê binavûdeng, daniel libeskind, û jê daxwaza sêwirandina mûzexaneya netewî ya kurdistanê dike. ew jî qebûl dike, demekî dirêj li kurdistanê dimîne û sala 2011an proje û makêta mûzexaneyê amade dike, sala 2014an amadekarî ji bo avakirina mûzexaneyê tên kirin, lê 11ê hezîranê dema daîş bi ser musilê de digire û berê xwe bi hewlêrê ve dike, proje tê paşdedan, bûdçeya ji bo vê projeyê hatiye terxankirin beralî şerê ligel daişê tê kirin.

proje wê ji du beş û çar avahiyan pêk were, her beşek wê siberoj û duwaroja kurdistanê û her avahiyek jî wê bakur, başûr, rojhilat û rojavayê kurdistanê ku di bin destê dagirkeran de ye sembolîze bike. berê mûzeyê jî wê bi mekehê ve be, ev jî wê nasnameya îslamî ya kurdistanê sembolîze bike. mûzexane wê li ser 150,000 pê-çargoşe (nêzikê 14 donim erd) bê avakirin û 250 milyon dolar pere wê lê were mesrefkirin.

ji bo di vê mûzexaneyê de bê bikaranîn, hikûmeta kurdistanê bi şîrketa rfw worlds re peymanek daniye ji bo amadekirina projeya b navê kurdistan memory programme, di çarçoveya vê projeyê de, xebatkarên şîrketê wê li çar aliyê kurdistanê bigerin, zilm û setema heta niha bi destê dijmin û dagirkeran bi serê kurdan û kurdistanê de hatine, ji devê lêqewimî û xizm û mirovên qurbaniyan tomar bikin û di vê mûzexaneyê de bê teşhîrkirin.



12.11.2016 00:39 ~00:41 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» museum of kurdistan
» kurdistan24 belgefîlm

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî