Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 17 peyam
peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin - tirşik
peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin
(28) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. peyvên ku ji ber xelet nivîsandin ez nikarim biwênim an jî hîna neketî ferhenga.du heb çuçik hebun navê wan:(bnr: qerît) (bnr: tîtî) bu.yek giya tê bîramin navê wî:(bnr: parê çuçê) bu.



18.08.2013 17:44 | bayesar

2. (bnr: serbest çağrışım)

erê, ev peyv ji min re bûye derd.



18.08.2013 19:38 | simurg56

3. axaftina sarûbar



18.08.2013 20:15 | tivirloismail

4. titi anji titelan çivilke ki por direje guli ya wi weke ya Angelina jolie ye...



18.08.2013 20:56 | robin digir

6. peyvên ku pêwist Û li ser milê her nivîskarekî/a tirşikê ferz e ku di tirşikê de bi wateyên xwe û çend nimûne û mesterên di nav hevokan de binivîse û tomar bike û wek mîras ji nevî û nevîçîçirkên xwe re bihêle.. ez bi xwe kengî li kû derê peyv û têgeh û biwêj û dijûn û nifir û dua û gotineka pêşiyan ji dev û deverinan dibihîsim tavilê li ferhenên berdest dinêrim eger tunebin di tirşikê de mijarekî vedikim û di bin mijarê de wek peyam dinivîsim.. (bnr: armancên tirşikê)



18.08.2013 23:35 | endazer

7. (bnr: totme)



22.09.2013 20:33 | endazer

8. peyvên ku mamoste û sosyologê kurd adnan fırat tibabek jê ji derdora xerzanê berhev kirine û her roj çendekî jê li ser hesabê xwe yê facebookê belav dike ne..

hevalekê min ê torî jî ji derdora herêma torê bi qase hezar peyvên di ferhengan de hilnehatine dane hev.. min jî dil heye ku eger rojekî vegerim cizîrê peyvên xas yên cizîrê berhev bikim..

peyvên ku mamoste adnan fırat li ser hesabê xwe yê facebookê parve kirîn xwudê hez bike ez ê yeko yeko di tirşikê de ligel wate û salix û nasnameya wan binivîsim û tomar bikim..li bendê bin..



05.12.2013 01:33 | endazer

9. fiş : vala,berhewa,betal

cihaşe: gellek mezin,girs

etlahî : betlane

kerkere : mezin,xweve

milkis : gezik(süpürge)

melbex: mitbax (mutfak)

zerî : keçik



05.12.2013 16:41 | karmatî

11. (bnr: rÛnuxamtÎ)

di mÎrname ya jan dost de çendÎn caran derbas dibe. di ferhengÊ de min ew nedit.

gelo ew tÊ menaya 'ermiş' a tirkÎ?



05.12.2013 19:59 | cinorek

12. KIXS: PÎVAZÊ PIÇÛK YEN JI BO ÇANDINÊ..

SORGEH: CIHÊ GELAŞ Û ZIBILÊ..

STÊRIKÊ CILA : CIHÊ KÛ MIROV CIL Û NIVÎNÊN XWE DIXÊ YE..

tEWAŞ : DOHNÊ KÛ GELLEK SOR BÛYÎ..

xARÛFK : AMÛREKA WEKE BARDAQÊ YE Û MIROV JÊ AVÊ VEDIXWÊ. lÊ XARUFK JI HÊSIN TÊNE ÇÊKIRIN.

pIYAN : AMÛRA KÛ JI XARÛFKÊ MEZINTIR E. pIRRANÎ DI SARINCA DE NE Û JI BO AV BIBÊ QEŞA/BÛZ TÊ BIKARANÎN..

yANE : CÛREYAK QENEPE YE LÊ BINÊ WÊ VEKIRIYE Û MIROV DIKARÊ SELIKÊN CILA BIKÊ BIN YANE DE..

kÛLEK : QÛLA KÛ DÛYÊ SOBEYÊ JÊ DERDIKEVÊ YE..

çAVÎ : QÛLA KÛ DI BINÊ TENÛRÊ DE YE Û DEMA TENÛR JI VÊ ÇAVIYÊ HEWA DISTÊNÊ ZÛTIR PÊDIKEVÊ..

NÊHGON : GOLIKA YEK SALÎ..

VIRNÎ : HEYWANA KÛ ZÛ XWEDEDAYÎ.

hEVÛRÎ : pEZÊ SER YEK SALÎ RE YE..

sERE : HEYWANA KÛ GELLEK PÎR BÛYE YE..

lIXAB : GEMÊ HESPA YE.

dARKOLK : DARÊ KÛ MIROV PÊ AGIRÊ TENÛRÊ DEVDIDÊ YE..

gÊRE : CIHÊ KÛ JI BO GENIM BIDÊRIN E. PÊNÇ-ŞEŞ GA BI GÊRÊ VE TÊN GIRÊDAN Û EW GA DIDIN SER GENIM. BI VÎ AWAYÎ SINBIL JI GENIM DIVEBÊ Û TENÊ GENIM DIMÎNÊ.

ZIXWIR : KEVIRÊ GELLEK PIÇÛK..

SÊLAK : QÛM/ XÎZ.

MIVRED : AMÛRA KÛ KERIKA TÛJ DIKÊ..

QOQ : TOPEK TA YÊ JI BO KAZAXA..

MIQARE : HESINÊ KÛ DEMA DAR TÊNE ŞKANDIN JI BO DAR JI NÎVÊ RE BIBÊ DU QET MIQARE DI DEYNIN SER DAR Û BI BIVÎrÎ LI MIQARE DIDIN Û DAR DIBÊ DU QET..

BEŞIŞÎ : TEBESSÛM..

ŞAQIS : BI AWAYEK ŞAŞBÛYÎ LI YEKÎ NÊRÎN E..



05.12.2013 21:23 | nan û av

13. bi min, di vê tirsikê de sernivîsa herî girîng ev e. çima?



ji ber ku em dizanin kurmanciya me li her deverê, di nav xwe de hin cudahiyan dihewîne. ji ber vê yekê her çiqas xebatên giranbiha li ser ferhengan de hatibin çêkirin jî, dîsa jî, têrê nake. temam kurmanciyekê standart êdî heye an jî çêdibe lê dîsa jî her kes kurmanciya herêma xwe baş dizane. ango hem axaftin hem jî peyvên ku tenê li vê cihê bikar tê...



ji ber vê yekê nivîskarên tirsikê beriya her tiştê divê peyvên herêmî, peyvên ku di stran û klaman de derbas dibin, peyvên ku diwan/helbestan de derbas dibin, bi wateyê wan binivîse.



ev tişt ji bo nivîskarên tirsikê peywirê yekemîn e.



06.12.2013 00:11 | tu qurbana zarê xelqê bî

14. xem revandin :li ber dil dan

mitale : xem,meraq

xelîxerez : reben, kesê/a ku be deng,faqir

balîlok : balûle (dürüm) ,kadik

zilûmat : cîhê gellek tarî (bnr: tarî û zilûmat)

dede : dê,dayîk

qajik : benîşt

ceban : goristan ,

reyîn : eftîn (havlamak) (bnr: sa direyê kerwan dibure.)

biste : jidil,samîmî



06.12.2013 08:47 | karmatî

15. (bnr: temirîn)

(bnr: xwedemezin)



06.12.2013 10:37 | brusk56

16. Qîjot: komira êzingan. Pîmroq: cama ku qîtik qîtikî bûye û ji her ew qîtikan yek jê.



06.12.2013 20:34 | hemdilaarda

17. kokure, yek ji van peyvan e. weke hiphipe'yê, ev peyv jî ji bo mirovên zêde qelew û bêxîret tê gotin.



09.12.2013 21:36 | simurg56

18. (bnr: xenî)



02.03.2014 21:16 | simurg56

19. bilîmet = jîr

çaverêkirî = li bendê mayî



Nivîskarê bilîmet û jêhatî, Helîm Yûsiv, di pirtûka xwe ya kurteçîrokan ya bi navê Ausländer Beg de....

Weşanxaneya Lîs vê berhema Helîm Yûsiv a nû ya çaverêkirî bi şanazî pêşkêşî xwendevanên kurdî û xwendevanên Helîm Yûsivî yên dilsoz dike....



wecgehîn = wec (sûd, feyde) + gehîn (ji lêkera gehandin, gihandin) = sûdbexş, sûdmend, bifeyde



Mamosta Remzî Kerîm bi dûr û dirêjî behsê perwerdeya bi kurdiya kurmancî li Swêdê kir, lê me ji sohbeta wî ya wecgehîn çend parçeyên jêrîn hilbijartin





kalfamiya serkirdê şoreşê = bê aqiliya serkirdê şoreşê



Dema Uzun behsî şoreşa Agirî dike, nezanîn û kalfamiya serkirdê şoreşê berçav dike, dema ew xwe bi rengê xulaman diguhere û ji bo anîna jina xwe, di gel Siloyî diçe bajêrê Xoyê, li Kurdistana îranê -Hîngê dikarî du hevalan bişîne- û dema dijmin digirin, dibê: ”Ez xulamê Yosif axa me, saeta zîviya axa kar nake, min anî da saetsaz ku çêke



02.03.2014 21:21 | havka

21. beroxwe ji mirovên tenê hizira xwe dikin re tê gotin.Egoîst.

Hevalê min beroxwe/berûxwe ye, ti kesê nahizire.



02.03.2014 22:02 | cekdar

23. Heçî: Darekî du çuqliye bi serê werîs ve, bo were jidandin.

Werqîl: Darekî du gulî û hinekî dirêje, li ser pişta ajalên stur tê danîn û daran an jî hejikan dixinê.

sing: Hesinê ku di erdê de tê kolan û werisekî pê ve girêdidin, bo girêdana ajalan, an jî zexm kirina cihekî.

qatûf: cureyekî selikan ên zirav û kur, ji bo veguhastina fêkî, ku ji şirtikan tê çêkirin.

hîn gelek peyvên din hene lê ji bo vê derê ev qas bes in..



03.03.2014 15:22 | rojan

24. Heçî: Darekî du çuqliye bi serê werîs ve, bo were jidandin.

Werqîl: Darekî du gulî û hinekî dirêje, li ser pişta ajalên stur tê danîn û daran an jî hejikan dixinê.

sing: Hesinê ku di erdê de tê kolan û werisekî pê ve girêdidin, bo girêdana ajalan, an jî zexm kirina cihekî.

qatûf: cureyekî selikan ên zirav û kur, ji bo veguhastina fêkî, ku ji şirtikan tê çêkirin.

hîn gelek peyvên din hene lê ji bo vê derê ev qas bes in..



03.03.2014 15:22 | rojan

25. çend peyvên ku min ji ferhengan peyda nekir:

(bnr: sader)

(bnr: sefran)



15.06.2014 00:33 | mergehez

28. Ji ber ku ferhengên zazakî hîn pirr fireh nînin gelek peyv hene ku ji van peyda nabin.mînak:



Peyv kurmanciya wê



(bnr: celxe) qeliş,derz

(bnr: tip) hemû,gişt

(bnr: utalek) biçûk

(bnr: şilpik) şipûşil

(bnr: hanîk) vaye

(bnr: fekra) tije





27.01.2015 16:42 | bayesar

29. peyvên ku pêwist e ji aliyê tirşikvanan ve li ferhenga tirşikê werin zêdekirin:

https://www.tirsik.net/ferheng.php



27.01.2015 20:15 | simurg56

31. (bnr: xerbuqe)



15.02.2015 19:08 | simurg56

32. (bnr: biramak)

(bnr: tûtik)

(bnr: nikilder)

(bnr: darîkirin)

(bnr: totak)

(bnr: tal)

(bnr: talanê)

(bnr: niqniqandin)

(bnr: gulgulandin)

(bnr: cihêk)

(bnr: xwer)

(bnr: çarçik)

(bnr: kûjî)

(bnr: têrik)

(bnr: cihêk)

(bnr: keşkeşok)

(bnr: çîvar) => çîvar çîvar

(bnr: keresih)

(bnr: hêkbacan)

(bnr: hêrûn)

(bnr: qîle)

(bnr: qiyme) di wateya tinaz de

(bnr: rastûmal)

(bnr: kerewît)



min mijara gelek ji van peyvan vekiriye, hêdî hêdî ez ê wateya peyvên din jî binivîsim.



07.04.2015 02:13 ~02:19 | xendekî

33. (bnr: hîçik)

(bnr: teraq)

(bnr: kirandin)

(bnr: veçirçirandin)

(bnr: ecelok)

(bnr: motik)

(bnr: şelît)

(bnr: kendîl)

(bnr: qor)

(bnr: xewşeriqî)

(bnr: rastemal)

(bnr: xişrûk) / xûşrîk



11.06.2015 16:19 | xendekî

34. (bnr: qaqebxo)



ji ber ku herêm bi herêm peyv diguherin, komkirina wan jî dijwariyeke mezin bi xwe re tîne. lewma tiştên wisa normal e.



12.06.2015 12:30 | kurê xelkê

35. (bnr: lîçikandin)

(bnr: marzik)

(bnr: zikêş)

(bnr: zikreş)



19.07.2015 10:30 ~10:44 | xendekî

36. (bnr: sebrîn) û (bnr: ji ernê yekî re)



17.10.2015 18:43 ~18:54 | simurg56

37. qerqeroş: dema ku dı tenûrê de nan tê çêkirin, ji bo ew alîyê nanê req re tê gotin dema ku mırov dixwe dengek derdikevît ez bawerim ji bo hinde bav û kalên me wisa gotîne.(herem: colemêrg)



18.10.2015 15:09 | azad30

38. rûnûxamtî: ez bawerişm tê wateya tesettura tirkî anji tiştek nêzî



18.10.2015 15:13 | azad30

39. (bnr: zikê xwe kirin avê)



22.10.2015 13:54 | simurg56

40. (bnr: şikestek)



23.10.2015 17:28 | simurg56

41. (bnr: bêhna yekî derxistin)



23.11.2015 19:25 ~19:26 | simurg56

42. peyvên ku bi tenê di ferhenga tirşik.netêde peydadibin.



23.11.2015 19:32 | shorbevan

43. Min di blogeke Here lînkê de bi Qafesa Morikan (Peyvên ku di ferhêngan de nayên dîtin ) quncikek dît û ev peyvên jêrê hatibûn nivîsandin.

Gerzik: Ji bo xwarinên ku zêde hatine kelandî / Harema Mêrdînê

Nanê Kurepe: Nanê qalind û bêtehm / Harema Mûşê

Şîlaq: Kenîşta ber çavan ya sibê / Harema Mûşê

Bilbisîn: Biriqîna çavan /Harema Mûşê

Devgiran: Ji bo kesên ku xwarinê hêdî û bêdil dixwin / Harema Kerboran

Paşînî: Ji bo roja şemiyê-seftê / Harema Sewregê

Qafesa Morikan: Qafesa ku bûk tenê yazmayên xwe yên bimorik dixine / Harema Sewregê



23.03.2016 13:46 | xewnname

44. (bnr: dilrûniştî) "beyî zanînê qewimîna tiştekê texmîn kirin/hîs kirin/bawer kirin"



27.03.2016 15:56 | simurg56

45. (bnr: sillûr)



27.03.2016 16:21 | biaqila malê

46. (bnr: qiset)



15.05.2016 19:55 | simurg56

47. (bnr: qunderz kirin)



15.05.2016 20:05 | simurg56

48. (bnr: qedemik)



27.05.2016 00:09 | simurg56

49. (bnr: ewt)

(bnr: ewt standin)



13.06.2016 22:17 | simurg56

50. tînesor



13.06.2016 23:35 | shorbevan

51. navebrohs



13.06.2016 23:37 | shorbevan

52. sersorê



13.06.2016 23:47 | shorbevan

53. (bnr: gumş kirin)



03.07.2016 01:02 | simurg56

54. Di ferhengê de peyvê digerim wexta nebînim pir xemgîn dibim lê zêde li ser wî peyvê namînim.



03.07.2016 23:09 | dizek

55. (bnr: ore)



09.07.2016 21:51 | mîr

56. (bnr: hişkeber)
(bnr: hûreber)
(bnr: derbelot)
(bnr: darbelandin)
(bnr: micivî)
(bnr: bêş)
(bnr: hêwî)
(bnr: destbih)
(bnr: çemçemoyî)
(bnr: çemçem)
(bnr: kereguhî)
(bnr: cewciqîn)
(bnr: cewciqandin)
(bnr: almik)
(bnr: rayêlandin)
(bnr: qebo)
(bnr: kakerîk) => kakerîka guh
(bnr: kolankut)
(bnr: kêsîre) => ji kêsîre ketin
(bnr: tûqle)
(bnr: goy)



19.07.2016 12:05 ~2017.01.12 11:05 | xendekî

57. (bnr: şewtilîn)



23.08.2016 14:07 | simurg56

58. (bnr: șan)



16.12.2016 00:47 | gumgumok

59. (bnr: kizbe)



18.01.2017 20:40 | simurg56

60. (bnr: semsîre)



22.01.2017 16:51 | simurg56

61. (bnr: qulat)



22.01.2017 16:57 | simurg56

62. (bnr: keşkî)



25.01.2017 16:09 | ferhenga şikestî

63. (bnr: miqeris)



25.01.2017 19:17 | xwelî li ser

64. (bnr: rojqedên)
(bnr: kereguh)
(bnr: şiltûk)



28.01.2017 12:51 ~2017.08.29 01:08 | xendekî

65. (bnr: penisî)



30.01.2017 02:57 | gulêê

66. (bnr: terlan)



06.02.2017 18:43 | tizbîkêş

67. (bnr: li ser yekî cemidîn)



06.02.2017 22:20 | simurg56

68. (bnr: qirra)



18.02.2017 00:38 | berxweda

69. (bnr: şevikîn)
(bnr: mamil)



30.03.2017 21:34 | simurg56

70. (bnr: kofendîl)



31.03.2017 09:30 | xwelî li ser

71. (bnr: heçik)
(bnr: tokit)
(bnr: palûv)
(bnr: hinir)
(bnr: kêtîra)
(bnr: befşik)
(bnr: miçik)
(bnr: hingorî)
(bnr: çirosik)
(bnr: zotik)
(bnr: tîlik)
(bnr: çîlik)
(bnr: şut)
(bnr: kut)



31.03.2017 21:05 | lawkegoyi

72. (bnr: têrbijî)



02.04.2017 21:47 | simurg56

73. (bnr: Şintir)



13.04.2017 20:02 | bûtîmar

74. (bnr: kerekor)



14.04.2017 17:37 | xwelî li ser

75. (bnr: kelevajî)



18.04.2017 15:35 | xwelî li ser

76. (bnr: meytev)
(bnr: meyteva)



18.04.2017 19:29 | bûtîmar

77. (bnr: xoyfûk)



16.05.2017 22:13 | simurg56

78. (bnr: weybab)



04.06.2017 18:17 | xwelî li ser

79. (bnr: roşat)
Navê nebateke ye ku li wîkîferhengê û googleê peyda nabe.şûna wê de şêwît û hêliz hene (dere otu).ez ji sêwregiyan hîn bibûm.kesekî dizane bila me ronî bike çima ev di ferhengan de tune.



08.06.2017 10:20 | bayesar

80. (bnr: beşî)



11.06.2017 17:51 | mîr

81. (bnr: qurduş)



22.06.2017 10:59 | mîr

82. (bnr: reqa rût)



25.06.2017 16:11 | mîr

83. (bnr: karîberg)
(bnr: delilandin)
(bnr: çêtirok)
(bnr: resisîn)



27.06.2017 16:35 ~19:42 | simurg56

84. Sehîdan : li nêrên. minak: sehî min bike/min binêre ; tu sehî çi dikî?/tu çi dinêrî?



27.06.2017 17:57 | ronahî

85. liha- laha: li vir



27.06.2017 17:59 | ronahî

86. binyam: mirov



27.06.2017 20:43 | mindal

87. (bnr: devê behrê)



01.07.2017 21:22 | mîr

88. (bnr: pêhisk)



02.07.2017 13:38 | xwelî li ser

89. (bnr: bêhisk)
(bnr: berlat)



02.07.2017 18:12 ~18:14 | rûbar

91. kaxedê saya: kaxedê vala, sade.

bi tirkî çizgisiz kağıt e, bi ingîlîzî jî plane paper e. li herêma amedê wek biwêj tê karanîn, ango nîşaneya valabûnê, tunebûnê ye.



07.07.2017 16:22 | tizbîkêş

92. (bnr: merês)
(bnr: merês dan)



10.07.2017 21:22 | simurg56

93. (bnr: Çijû)



10.07.2017 23:22 ~23:22 | mîr

94. (bnr: birxaristan)



14.07.2017 16:19 | xwelî li ser

95. (bnr: kardîk)



15.07.2017 20:43 | xwelî li ser

96. (bnr: qaşoka)



23.07.2017 20:57 | mîr

98. qawît



01.08.2017 21:54 | xwelî li ser

99. rehel : alişveriş danustandin çêkirîyê ji tirkî hatîye. Peyv ji devera sêrt tê hatîye bîhîstîn.



02.08.2017 19:31 ~19:32 | azad30

100. (bnr: finêsgenî)
(bnr: finêzgenî)



07.08.2017 10:54 | biruya hayao miyazaki

101. (bnr: çivirî)



27.09.2017 13:35 | bûtîmar

102. kût : erkek bebek
pit : kiz bebek

dibe ku tu peyvê wisa di kurdî de tinebin û tenê di devoka min de hebin, lê nizanim.



17.01.2018 09:51 ~09:51 | aqilkêm

103. (bnr: xudukî)



07.02.2018 23:53 | xwelî li ser

104. (bnr: safet)



14.02.2018 20:37 | xwelî li ser

105. (bnr: bêvirî)



24.03.2018 22:17 | gumgumok

107. (bnr: Çilorî)



03.04.2018 19:54 | xwelî li ser

108. nemirnejî: halê ne baş, ne jî xirab.



03.04.2018 22:43 ~2019.08.18 01:46 | bargiran baran

109. Ev entry kawa nemir vekir newulo!?



13.04.2018 09:05 | xwelî li ser

110. Kerkere: gir, mezin

Pîrkofir: kokona

Kokim: mêrikê zehf kal û bê tendirûstîye

Qebilî: mirovê zehf reş

Siploçin: mirovêki çermê vı gellek sipî, bi tirkî soluk benizli.

Cûrre: nîvçe, tiştê kê ne temam



13.04.2018 19:17 | hesen bira

111. (bnr: pîpoq)



19.04.2018 10:31 | xwelî li ser

112. Hiltepilîn an hineke dî bi torîkî hiltapilîn!
Yanî çawa bêjim dikarim bi mînakekî dikarim rave bikim vê peyvê!
Mînak: lingê min li kevirekî aliqî û ez hiltepilîm û ketim!



23.06.2018 20:18 | xwelî li ser

113. rengefrûz ji bo rengê turkuazê ku ne şîn e ne kesk e.

herêm: amed - peyas



27.06.2018 01:23 | tizbîkêş

114. (bnr: ewneçî)



06.08.2018 20:39 | xwelî li ser

115. (bnr: têhndayî)



27.11.2018 21:15 | simurg56

116. gegan = car caran: sometimes,
fîtoz = qeşeng: beatiful, attractive (ji bo kêçan),
boxûq = kezî: insect
gilazik = kor, kwîr: blunt (ji bo kêr, şûr yan tişten din ku nikarin jê kin û bidirrin).



27.11.2018 21:48 | tekoser

117. (bnr: daseheyv)



27.01.2019 12:31 | bûtîmar

118. gegan: caran/carcaran
boxûq: kezik
gilazik: kêre kor, di îngîlîsî de weku "blunt" e
fîtoz: qeşeng, rindik



27.01.2019 22:48 ~22:49 | tekoser

119. (bnr: bedîl), (bnr: bedîlkurt)



17.02.2019 10:24 | simurg56

120. (bnr: rêkutan)



03.03.2019 20:41 | simurg56

121. (bnr: gezing)
(bnr: aduhtik)



07.04.2019 15:24 | simurg56

122. (bnr: kergexan)



07.04.2019 15:30 | bûtîmar

123. Bêcemekurtik: ji bo kapri an jî şorta tê bikaranîn.
Ji ferhenga bavê min! *



21.04.2019 21:16 | xwelî li ser

124. ji pîjamayê kurtik tê ?



22.04.2019 13:24 | brzn

125. (bnr: melî)



25.07.2019 09:20 | xelîl

126. (bnr: hevalhetkên)
(bnr: guhveçinî kirin)
(bnr: nekarî)
(bnr: mexelandin)
(bnr: mozelan)



12.01.2020 19:26 ~19:51 | xendekî

127. Zirviçîyo
Pelisîyo



12.01.2020 19:28 | tîrêj zana 21

128. (bnr: bergîr)
(bnr: dara bergîr)
(bnr: xilopilo)
(bnr: çîzandin)
(bnr: bercot)
(bnr: pepik)
(bnr: berzan)
(bnr: rêbarvan)
(bnr: berek)
(bnr: nefirandin)
(bnr: pindirîşk)
(bnr: devgiran)



12.01.2020 23:10 ~23:58 | xendekî

129. Ez dihn û bala xwe didime dîwan û axaftinan, hema çi bêjeyeka ji min ra xerîb werê ez qeyd dikim. Paşî dimeyzênim ka gelo di ferhengê da heye an no. Heke nebê, qeyda wê dikim esehî.
Pêwîst e ku her kesekî jêhatî vî karî bikê. Lewma karekî bikêrhatî ye. Gencîneya mirov xurt û geş dibe û zimanê me dewlemend dibê.



13.01.2020 00:35 | dijberîst

130. nav hevokan de wek "teseliqa" derbas dibe lê raste rast wateya wî hê jî nizanim.
"bila ev jî teseliqa emrê te be"
Teseliqa çi ye ? Gelo yek dikare me ronî bike.



05.04.2020 04:33 ~04:33 | brzn

131. peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin/119249

(bnr: tesediq)

(bnr: sedeqe)

Teseliq nîn e ew, bawer im. Tê wateya sedeqeyê. Zêdetir di nav biwêja tesediqa serê xwe/emrê xwe de tê bikaranîn.

Wek tasadduk jî dikarin li ser Googleê bigerin.



05.04.2020 04:49 ~04:56 | xelîl

132. (bnr: teseliq)



05.04.2020 18:51 | bûtîmar

133. peyva poxso di malbata me de her tim dihat bikar anîn. dema min pirsî bi tirkî weke kabadayiyeke pozbilind pênase dikirin.



05.04.2020 22:24 ~22:24 | roberz

134. rûgijgij = kesên ku rûyê wan dirêje, lê dirêjiyeka ne xweşik, belawela, û kesên ku li pey hinek cimaet û terîqetên faşik maşikî nin, kesên du rû, ne rast, derewkar



05.04.2020 23:30 | afa

135. şefîq : quz e
terrik : kîr e .
gava tu hejî yekî neke bêje wî ser şefîqo heke ne tirşikvan be anjî omerî ew ê seh neke *

şemaquz : serpîrekî - ez wilo zanim heke wateyek wênî bed/pîs hebe éllûca li nav tirşika min kin * peyamekê bişîn .



06.04.2020 02:11 ~02:12 | shwinsherm

136. (bnr: sehlandin)



15.07.2020 12:14 | simurg56

137. (bnr: fereskê)



15.07.2020 14:59 | keyomerd

138. sixur. ne sîxur. min lê gera lê nedÎt. wek "kar" tê bikaranîn. sixurvan=karker diya min wilo dibê carna: de rabin alÎ min bikin. sixurekî nakin keçê! min ji torîya bihîstiye. çend kilamên mirado de jî hebû.



19.07.2020 11:47 ~11:50 | xwelî li ser

139. Sipariş..
Em wateya wî dibînin lê ev peyvan nayên bikaranîn



19.07.2020 11:54 | xeletnivîs

140. peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin/126283 ew suxre ye , ne sixur ..



19.07.2020 12:24 | shwinsherm

141. (bnr: avaserî)



26.07.2021 20:40 | simurg56

142. (bnr: orş)



26.07.2021 21:28 | bûtîmar

143. bizdobelek: tirsonek, newêrek



02.08.2021 16:31 | pîroz

144. bi wan zimana kurdî dibe xwedîyê bi mîlyonan peyvan. jkx li ferhengan zêde bikin.

(bnr: wikiferheng)
(bnr: bêşa ferhengê ya tirşikê)



16.08.2021 19:20 | heval.js

145. (bnr: kweh)



03.09.2021 13:18 | xwelî li ser

146. Berê benikên qalind ku ji hiriyê dihat çêkirin hebûn. Bi vê hesp û dewar dihatin girêdan. Koçerên me ên xarpêtê bo wan digotin (bnr: aris) (bnr: ariz).
Hinekê dişibe wê tiştê lê qalindtir e.
Here lînkê
Ew peyv di ferhengên kurdî de peyda nabe ecêb li deverên dî kurd bo wê tiştê çi dibêjin.

***
edît: eslê peyvê werîs bûye. peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin/137061.



08.10.2021 09:08 ~12:16 | cinorek


148. (bnr: anegurî) serhedê hatîye îcad kirin



08.10.2021 16:56 | doesntmatter

149. hêvşing/mê: ”dema sewalên şîr mîna çêlek, mih û bizinê ku du roj carekê têne dotin, jê re ”şîrê hêvşingê tê gotin.” ji wan sewalan re jî hêvşingî tê gotin.

mînak: îsal ev çêleka me ya qer hêvşingî ye, yani du roj carekê şîrê xwe dide.



15.02.2022 16:20 | ezcan

150. Derbarê jîyana koçberiyê 2 peyv hene ez merax dikim. Lê min nikaribû di ferhengan de peyda bikim:

1. hilbêr
2. delbêr

Maneya wan ew e:
Koçer ji bo cihê pez dotinê re dibêjin bêrî. Kesên pez didoşin re dibêjin bêrîcî/bêrîwan. Delbêr(cî) jî ew kes e ku dema dotinê serê mihan hildide ta ku bêrîwan bi rehetî bidoşin.

Berî li yaylaxê (çiyayê) li hêla obayê dibe. Lê payîzê çêre li der dora obayê kêm dibe lowma bericî (bêrîwan) teşt û berojên xwe hildidin û terin beriyê li derên dûr bi çêre çêdikin. Ji bo wê dibêjin hilbêr.

Peyva hilbêr dibe ku ji peyvên hildan+bêrî pek tê. Lê peyva delbêr çawa pek hatiye nizanim.



19.02.2022 17:46 ~17:47 | cinorek

151. (bnr: avî bûn), (bnr: avî kirin).

Gava pezek nuh tevli keri dibe, çend rojan ew di nav kerî de xerîb hîs dike. her tim dikale. seba wê te gotin ku avî dike. avî bûye.

herwiha seba merivan jî tê gotin. ew zarok xerîbê wir e. avî dike.



26.05.2022 08:23 | cinorek

152. Li devere me peyvek ecêb heye. Pir kêfa min jê te. Lê di ferhengan de peyda nabe. (bnr: şalê)


peyvên ku dikarin şûna inşallahê bên bikaranîn/139859 Li wir peyva maşalê hatiye behs kirin. Belkî jî ew e.

Maneya xwe bi hevl gihiştina armancekê ye.

Minak:
- Şalê bikî ku îsal mekteveka rind qezenc bikî.


- Dengê xwe bilind meke ku şalê xebera memedê ji hatina me nebe.

Ji înşella cûda ye.



15.06.2022 04:21 ~04:40 | cinorek

153. (bnr: çîxulk) hûn nikarin lewra ez xwe bi xwe vê peyvê dît im û bikartînim. Ji bo amûra muzîkê ya ku wekî nay tê zanîn dikare werê bikaranîn.

Ji çîx (reed - kamış - قصب - نی) + qulik ( hole - delik - الفجوة - سوراخ)



17.06.2022 17:23 | burak derdilî

154. yên ez ê binivîsînim belkî jî tê peydekirin di ferhengan de, lê niha hîç nikarim yek bi yek li wan vekolînim. hemû ji devê dayika min in © * îja xwedê zane kengî min kirine not. di nav kaxidên min ên yên avêtî de ket erdê û min vedît.
gov: axur [piştî weşandina peyamê tew tu nebê ya ewilî/gov li tirşikê hatiye zêdekirin*]
cüher: çenteyê bo xwarinan. [erê bi ü-yê. di devoka me de ü pir berbelav e û kubarî dide zimên ku mere bi godarîkirina wê têr nabe.]
doşanî: bizinê ku aîdî şivên.
guhar: meydanê ku hemû şivanan pezên xwe tê de hev dide.
jêrajor: ? (min wateya wê nenivîsandiye)
hêvistin: cihê pîneyê mîna dantelê neqşandin.
kobe kirin: xemilandin. neqşandina qeraxên dirûneyan.
dirûne. ?
doran: piştik. lo dora pişta tê girêdayîn.
merhes: (h-ya heft-heşt) cinsek qumaş a mîna hevirmêş.
melkezêt: kitana tenik.
qemte: destmala hevirmêş a ku kesk û sor û zer e.



08.09.2022 21:03 ~21:07 | biruya hayao miyazaki

156. Qîçk- qiyçk- qîyçk

Ji bona peyva 'zer'. Min ti cîhan de nedît.
Çavkanî: wan, qelqelî û bêgrî.



23.10.2023 18:29 | ciwanzêr

157. (bnr: qijilyo)



23.10.2023 20:35 | qijilyo

158. boyine

Tê watêya her tim, her gav. Ew peyv li deverên kurmancên berfêratî mîna mereş û Xarpêtê hem ji aliyê kurdan hem jî ji aliyê tirkan bi wê maneyê we tê bikar anîn.

Mînakek;
"Çaxa terime ser kaniyê boyna ew keçika memko ya kiçik li vê derê ye"

dema ku min bi çend hevalan berfêratî re li ser wê nîqaş kir gotin ev peyv ji tirkî ketiye kurdî. Lê ez qebûl nakim. Di vê wateyê de ev peyv ji peyva tirkî ya ”boy” ango "boyunca" cuda xuya dike. Ger tirşikvanên me karibin fonksîyona paşgira -ne û -na di dawîyê de rave bikin pir baş be. herwiha peyvên bişibiha wê pêşkêş bikin dê pir baş be.



29.11.2023 14:45 | cinorek

159. (bnr: gocî kirin)



14.12.2023 10:02 | cinorek

160. (bnr: baş bûn), (bnr: baş kirin)
Ew peyv li hinek deverên kurmanciya berfêratî te gotin.

Baş bûn: qedîn, xelas bûn.
Baş kirin: qedandin, xelas kirin.

Mînak: çaxa pereyên te baş bûn, here dikana memko. ji/li memko bixwaze.



3 roj berê 17:20 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pêşniyarên ji bo navê komekî rockê yê bi kurdî [3]
(bnr: horhorik)...
teknesyûm [2]
Elementeke metalî û çêkirî ye. Sembola wê tc ye.ulkucu hêrsbûn...
ji bo gera kurdistanê pêşniyar [2]
Li her çar parçeyên kurdistanê gelek cih û warên xweşik, dîrokî û hêja...
edîp solmaz [1]
Şaredarê berê yê navçeya Êlihê ku dema li ser wezîfeyê xwe bû hatibû q...
kampanyayên tirşikvanan [1]
(bnr: bila navê balefirgeha geverê bibe ehmedê xanî)
(bnr: bila...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên kurdî yên ku derbasî tirkiyê bûne
» kurdîstan bi xo western o
» yên ji kul û derdan mirine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî