Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hêwî - tirşik
hêwî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)



nem e.

peyveke ji behra botanê ye.

ne hewî, yanî jina duyem.

bihara avê ya li cihekî an jî hewayê ye.

ji bo bajarên mezin problemeke mezin e. û heke behr hebe rêjeya hêwîyê zêdetir dibe û mirov xwêh dide. gava ez cara ewil çûyîm edenê min ferq kir, tu tiştekî nekî jî ji ber hêwîyê xwêh didî.



an jî piçkokî şilbûna tiştekî/derekî.

dìwarê oda min hêwî bûye, (nem girtiye)



30.04.2016 11:45 | xendekî

2. Şiklê avê ye kû dema di erdê de be jê re rewa tê gotin.



Hişyarî : ti têkiliya hewî û hêwî pevre nîne.



30.04.2016 12:25 ~17:33 | gumgumok

3. navê helbestek e ebdulla peşêw e.

hewî*

bila bi tenê bim!

ne çîreçîra derî dixwazim,

ne jî teprepa gavên te!

ji min dûr keve, delalê min,

sûlava helbestekê me

li ser sihra çavên te!

29.04.1999 helsînkî



*hewî (bi soranî: hewê) jina ku mêrê wê yek yan çend jinên din jî hene. di vê helbestê de diyar e ku helbestvan, peyva hewî bi mebesta hebûna zêdetir ji yek yaran dike.



weşana dîwan di pirtûka 'xewa min nayê' rûpela 194- ebdulla peşêw..



30.04.2016 14:53 | bûtîmar

4. jinên mêrkî par nakin û lihevkirina wan tune, şer û pevçûna wan navdare jiber vî ji kesên lihevdû nakinre dibêjin dibê qey hêwîyê hevin, du kesên zilmê li xwe dikin diçin mêrekî dikin, koka vê peyvê rabe ji ferhenga belî..



30.04.2016 17:01 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêwî bûn

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî