Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
rojavaya kurdistanê - tirşik
rojavaya kurdistanê
(8) (3) (3)
di mijarê de bigere

1. parçê kurdistanê a dimîne di nav tixubên surî de .



08.06.2013 06:10 | brusk56

2. heta beriya salekê, piranî gelê rojavayê ne xwediyê nasnameyekê jî bû. nedikarîn xwediyê mal û milk bibin. nedikarîn di zimanê xwe de zarokên xwe perwerde bikin, nedikarîn xwe bixwe rêve bibin.



08.06.2013 06:10 | brusk56

3. parçeya kurdistanê a xebatên damezrandina rêveberiyek xweser dike.

tê plankirin ku di nava 3 mehan de rêveberî û destûra demî bê diyarkirin, di nava 6 mehan de jî hilbijartin bêne pêkanîn û meclîsek bê avakirin.yanê piştî 6 mehan êdî parlementoya ku bi hilbijartinê hatiye dê rojava rêve bibe.hêvî dikim ev nikaş û pevçûnên di rojavayê de jî xilas bike û aşitî û yekîtiyê bêxe di nav gel de .



http://www.hawarnews.com/kurdi/index.php?option=com_content&view=article&id=2701:gelen-rojava-de-reveberiya-xweser-ava-bike&catid=39:manet



10.07.2013 12:48 | brusk56

4. namzeta kurdistana azad e.nêzikî peşîya salek pyd vê parçeya kurdistanê rizgar kir.çiqas pirsgirek hebin disa jî ji bindestî yê çêtir e u insallah wê demek nêz de wê gelek baştir jî bibe.



10.07.2013 05:51 | feqiyêteyran

5. parçeyê kurdistanê yê ku ji aliyê dewleta sûrî ve hatiye îşxal û îstîmlak û îlxakirin e.. di sala 1939an de bi peymana sînor di navbera dewleta sûrî û ya tirkiyê de ev beş Û parçeyê kurdistanê ji parçeyên din hatiye veqetandin.. berê ji vî parçeyê kurdistanê re digotin binxet û ji bakurê kurdistanê re jî digotin serxet.. nifûsa kurdên li vî parçeyî nêzî 3 an 4 milyonan e.. mezintirîn bajarê vî parçeyê kurdistanê bajarê qamişlo ye û pirraniya kurdên ji vî parçeyî vî bajarî ji xwe re wek paytext dibînin.. wekê din bajarê amûdê, efrîn, kobanî û dêrika hemko jî bajarên mezin û meşhûr yên rojavayê kurdistanê ne.. di sala 1962an de ji bo ku rê li ber nûfûs û nûfûza kurdan bê girtin û parçeya kurdistanê cardin bê parçekirin ji aliyê rejîma beasê ve teqrîben 350 gundên kurdan hatin valakirin û nêzikî 200 hezar kurd jî ji welatîbûna sûriyê hatin avêjtin û li gundên hatîn valakirin jî erebên bedewî yên ku ji ber bendava tebqayê aware bûyîn hatin bicihkirin û gelek kurd jî bi sebeba li dijî derketina dewleta sûrî û bêemriya serokê dewleta sûrî bi îşkenceyê hatin kuştin.. pirraniya kurdên ku bi darê zorê ji gund û bajarên xwe hatîn derxistin li bajarên wek şam û hema û heleb û hums û lazqiyeyê bicih bûne.. niha nêzî milyonek kurd li van bajarên sûriyê dijîn.. wekê din li rojavayê kurdistanê ji xeynî erebên ku bi darê zorê hatîn bicihkirîn aşûr û ermen û suryan û duriz jî hene.. herwiha ji bilî misilmanan êzidî û xirîstiyan û elewî jî hene.. pirraniya xelkên li rojavayê kurdistanê bi çandiniyê debara xwe dikin.. genim û ceh û nîsk û nohk û pembû û zeytûn û fisteq gelekî tên çandin û hilberandin.. sedan 60ê nefta sûriyê ji vê deverê derdikeve.. pirraniya bîrên neftê li devera rimêlanê ne.. piştî 2011an muxalefeta sûrî li himberî rejîma sûriyê şerê çekdarî ragihand hêz û partiyên kurd bi dawet û daxwaza serokê hikûmeta herêma kurdistanê mesûd barzanî li hewlêrê civiyan û di bin banê desteya bilind ya kurd de gihan hev û biryar standin ku li vî parçeyê kurdistanê ji bo federasyonê wê têbikoşin.. lê piştî ku pyd xwest ku ku hemû hêz û partiyên din têxin di bin dest û desthilatdariya xwe de gelek hizb û partiyan xwe ji dbkê vekişandin.. berî çend mehan çend bere û şebekeyên îslamîstên radîkal yên terorîst bi eger û mahneya ku pyd li ser hesabê rejîma esed şer dike û tev digere şer li dijî pyd û deverên kurd yên ku di bin destê pydê de ne ragihand û çend serbaz û fermandarên artêşa azad a sûrî ya bi ser opozîsyona sûriyê ve jî piştgirî dan van şebekeyan.. lê heta niha şervanên ypgê yên bi ser pydê ve û cebheya el ekrad ya ku berê bi ser artêşa azad ve bû û şênî û niştecihên kurd yên ku bi serê xwe gund û bajarên xwe li dijî terorîstên îslamî diparêzin ev bere û şebekeyên terorîst negihiştine mirad û mexsedên xwe..



19.08.2013 01:23 | endazer

6. nivîsek hêjayî xwendinê ji qelema nivîskarê kurd konê reş derheqê koçberiya kurdan ya ji gund û bajarên xwe berev bakur û başûr kurdistanê û guherîna bajarê qamişlo û herêma cizîreyê.. http://www.welatperwer.com/qamislo-ji-welatiyen-xwe-vala-dibe-u-dimografiya-we-tete-guhertin/



19.08.2013 01:30 | endazer

7. li ser helwest û polîtîkayên pydê yên li rojavayê kurdistanê ji gerînendeyê giştî yê rojnameya rojane rûdawê ya ku li başûrê kurdistanê weşanê dike ako mihemed nivîs û analîzek hêja û rêveker û pêşbîner..http://rudaw.net/kurmanci/opinion/130820131



19.08.2013 01:38 | endazer

8. nivîskar û folklornas û berhevkarê kurd salihê kevirbirî jî li ser valakirin û bicihhiştina rojavayê kurdistanê ya ji aliyê kurdên ji rojavayê kurdistanê ve nivîs û analîzek xweş û di cih de nivîsandiye.. salihê kevirbirî mînaka cihû û îsrailiyan ji bo kurdên li rojavayê kurdistanê dide û dibêje divê her kurdek heta biçek hêz û mefer û derfet lê heyî bajarê xwe û gundê xwe neterikîne û ji ereban re nehêle.. çimkÎ dever çi qas kurdistanî be jî eger niştecihên wê ne kurd bin ji parçeyek kurdistanê nayê hesibandin..

fermo ji vir ji bo temamê nivîsê kerem kin: http://rudaw.net/kurmanci/opinion/180820131



19.08.2013 03:47 | endazer

9. azadiya rojava azadiya çar parçeya kurdistané ye..



11.09.2013 10:58 | tirşikareş

10. rastnivîsa wê "rojavayê kurdistanê" ye.Paçeya herî fedakar ya Kurdistanê ye.Dema bizava Barzaniyan çûn şerê Iraqê kirin,îro jî di nav pkk'ê de gelik gerilayên rojavayî hene. Rojava niha di merheleya şoreşê de ye.



11.09.2013 13:39 | cekdar

11. li bakur deverên rojavatir jî hene. binxetê Jî navekî erênî ye ez bawer im.



11.09.2013 15:03 | filankes

12. warê sores û berxwedanê, warê menfeatperestî û îxanetê ye îro ro.



12.10.2013 14:36 | dîno

13. nivîskar konê reş li ser dîroka binxet/herêma cezîrê/rojavayê kurdistanê nivîsek xweş lê kiriye:



''Herêma Cizîrê Ango Binxetê, Eva ku bajarê Qamişlo têde ye, dikeve herî bakur û bareşî suriyê de. Ji bareş ve sîmorê Îraqê ye, ji bakur ve sînorê tirkiyê ye (Serxete). Û zincîra çiyayê Torose wek çiyayê Mazîdaxê, Xursê, Mêrdînê, Bagokê ta ku digihêje qontara çiyayê Cûdî.

Di salên cenga cîhanî a yekemîn de 1914-1918, dema ku elmanan xeta hesinî (Berlîn-Bexdad), gîhandin Nisêbînê, ji wê hingê ve navê Serxetê û Binxetê hatiye gotin, kurdên li jêr xetê man Binxetî û kurdên li jor xetê bûn Serxetî.

Parêzgeha Cizîrê ango Hesekê - senter bajarê Hesekê ye - ji mazintirîn parêzgehên suriyê ye. Pîvana wê 23,333 k.m2. Hejmara xelkên wê ta sala 2002an dor 1,313,099 neferîye, ji bilî kesên kurd ku bê nasname mane û hin din ku navê wan qet nehatiye tomarkirin. Cizîrê navdare bi dûzbûn û firehbûna xaka xwe, nexasim bi Deşta Mêrdînê (Beriya Mêrdînê), deşta Xelef Axa (Sinceqê: Aşîta) û deşta Hesinan, hem jî bi çiyayê Abdulezîzê û beşekî ji çiyayê Şingalê û Kewkebê Milan û çiyayê Qereçoxê Mosîsana.. û her wiha bi çemê Xabûr û Ceqceq û Dicle.

Cizîr di cîhanê de navdare bi gir, şûnwar û şaristaniyên herî kevin û dêrîn ku têde hatin avakirin wek: Orkêş li girê Mozan û bi çandiniya zeviyên havînî û zivistanî, wek genim, ceh, nok, nîsk, pembo û bi Petrola û Gaza ku li Rimêlan û Qereçox û Cibise hatiye dîtin..

Ji kevin de Cizîr cih û warê gelek eşîr û hozên kurda ye wek: Kîkan, Milan, Koçerên mîran, Aliyan, Hesinan, Abasan, Mîrsînan, Hevêrkan, Koçekan, Deqoryan, Gabaran, Temikan, Bûbilanan, Kasikan, Hacisilemana, Kureseyan, Dorikan.. hwd. Û hin eşîrên ereban, di gel hin gundên Siryaniyan..



Di navbera salên 637-639 zayînê de, piştî ku Helwan û Tekrît ji rex misilmanan ve hatin vegirtin, misilmantî ketiye Cizîrê û Nisêbîne de û gelek dîroknivîsên ereban behsa kurdan di Cizîr û Nisêbînê de kirine wek: Ibin Xerdazbe, Qudame Bin Cafer, Mesûdî û Ibin Cibêr.. Vê paşiyê Cenkîzxan, Holako û di pey wan re Tîmor Ling di sala 1394 an de Cizîr wêran kirine û xelkên wê xwe di quntara çiyê de veşartine..

Di sala 1514an de, Cizîr ketiye bin destê Osmaniyan de û di sala 1922 an de destê Fransîzan de, û weha ta sala 1946 an û damezirandina dewleta erebî di suriyê de.

Piraniya xelkên Cizîrê kurd in, nexasim di ber sînorê tirkiyê re û sê ol bi hev re têde dijîn: Misilman, xirîstiyan û êzîdî..

Di sala 1973 an de hikûmetê dest bi erebkirina Cizîrê kir û dor 33 gundên ereban ji dervî parêzgeh Hesekê di nav kurdan de bi rûniştin dan. Hem jî, navê gundên kurdan bi navên erebî guhertin..

Ji navçeyên Cizîrê ji bilî bajarê Hesekê ku parêzgeha Cizîrê ye: Serê Kaniyê (Raseleyn), Dêrika Hemko (Malikiyê) û Qamişlo. Ji bajarokên wê: Amûdê, Tirbespiyê (Qehtaniyê), Derbasiyê, Til Koçer (Yehrebiyê), Şedadî, Til Berek, Rimêlan..

Qamişlo: Ev bajarê ku hin jêre dibêjin Kalîforiniya rojhilatê, hin dibêjin Parîsa biçûk û hin dibêjin Bûka Cizîrê, di sala 1926 an de ji rex Fransîzan ve hatiye avakirin - Bi avakirina qijla leşkerî û seraya fransî re - li ser girekî kevnar di binya Nisêbînê de, bi dor 2 k.m an, di nav xaka ku weqfa ziyareta Zeynelabidîn e. Eva ku dikeve nîvê Nisêbînê de - Piştî ku sînor di navbera tirkan û deshilatdarên Fransiyan di suriyê de hat danîn, Ji bo restî bê gotin, di destpêkê de cihûyên Nisêbînê, siryaniyên Bagokê û ermenên ku ji ber tirkan revyayî bûn û kurdên derdorê bi avakirina Qamişlo re westiyane û xwe li dor xanîkê Qidûr beg, sera û qijleya fransî û çemê Ceqceq girtin, kombûn û xwe danehev û weha Qamişlo ji çend taxan, di binya Nisêbînê de hat avakirin wek: taxa, Siryan, Ermen, Aşûriyê, Cihûyan, Tey û Elî Fero (Xerbî) di gel gundê Hilêliyê ji baxerb ve û Enteriyê ji bareş ve.. Roja îro ji sedî 70ê ji tevgera wê di destê kurdan deye wek: Bazirganî, çandinî, perwerdekirina di dibistanan de, Bijîjkî, Avokatî, Endezyarî, avakirina avaniyan..

Ji cihên navdar di Qamişlo de: Gora seydayê Cegerxwîn, Mihemed Şêxo û goristana welatparêzên kurdan li gundê Dugirê ku ev qehreman têde hatine veşartin: Hemze begê Miksî yê ku kovara Jîn di sala 1918 an de li Stenbolê di weşand, Hacî Mûsa begê, Dr. Nafiz beg Zaza, Dr. Qasim Cemîl paşa, Arif beg Abbas, Silêmanê Ebês, Haco û kurên xwe, Ebdulrehmanê Eliyê Ûnis..hwd

Hem jî gora Osman Sebrî li gundê Berkevirê ye û gora Îbrahîm paşayê Milî li Sifeya ye.

Dor 12/13 partiyên kurdan yên siyasî li Cizîrê hene, nîv veşartîne, her yek ji wan rojnameyeke wê ya demdemî bi zimanê erebî heye, hin ji wan kovarên wan bi zimanê kurdî jî hene, wek kovara Gelawêj, Pirs, Jîn, Gulîstan, Stêr, Xunav.. hwd, lê mixabin tu navendên kurdan yên çandî nînin.

Navê Qamişlo, ji Qamîşê hatiye girtin, ew qamîşa ku li ser peravê Ceqceq bi pirbûn şîn dihat. Roja îro çemê Ceqceq Qamişlo dike du par: Rexê Xerbiyan û rexê Aşîtan. Hejmara daniştiyên wê 168,369 hezar kesin ji bilî kurdên bê nasname ku hejmara wan di ser 300,000 kesî re ye, û kurdên ku navê wan nehatiye tomarkirin.

Û wek ku diyare Qamişlo bi rûdana 12 azara 2004 an navdar bûye..

Di baweriya min de, Qamişlo ji bajarên kurdan yên ku hejmara bijîşk, avokat û endezyarên kurdan bi pir bûn lê dijîn û kar dikin..''



17.10.2013 22:57 | endazer

14. berî niha navê we binxetê bû lê vê dawîya bû rojava



15.12.2013 00:29 | bavêhegel

15. li qamişlo zarok ji bo mafên ziman dimeşin







01.03.2014 10:49 | diljan

16. mırovén,ciwanén lı vé heremé peşterojéde tırşık ra bıbın xwiné teze.



(bnr: reserved)



edit: çı reserved çı hal. *



03.03.2014 22:18 | hun çawane heval:)))))))

17. (bnr: rojavayê kurdistanê)

(bnr: he he he)



03.03.2014 22:36 | simurg56

18. her çiqas bi çûna daîşê ya li iraqê niha hinek din rihet bûbe jî, li gor, salih muslim, daîş ew çek û pereyên ku ji mûsilê standine wê li dijî rojavayê bi kar bînin.

hêviya min ji xwedê ew e ku dema tiştek wisa çêbû, pêşmerge jî li kêleka ypgê bin. hey nexwe wê karê ypgê zehmet be.



12.06.2014 20:01 | simurg56

19. rûmeta kurdistanê ye. cih û warê şêr û pilingan e ku heta niha cehşikên daîşê nekarîne gûyên xwe lê belav bikin. bi hemxw hêza xwe û çekên ku ji mûsilê anîbûn, êrîş li kobaniyê kirin lê nekarîn tu encam bistînin. ji ber vê yekê ye ku berê xwe dan kurdistana başûr; (bnr: 03.08.2014 dagirkirina şengalê ya daîşê)



bi êrîşa wan ya dijî başûr, çêtir hat fêhmkirin ku kurdistana rojava çiqas bihêz e û çiqas gel û rêxistin girêdayî hev in.



10.08.2014 10:45 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojavaya kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî