Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
kerkûk - tirşik
kerkûk
(9) (2) (4)
di mijarê de bigere

1. li başûrê kurdistanê navê bajar û parêzgehekî ye.. di serdema gotiyan de bajar ava bûye.. û heta niha ji aliyên gelek qewmiyetên wekê moxol û aşûr û tirkmen û ereban ve ji bo cewhera wê ya neftê hatiye vegirtin û dagîrkirin.. di dema seddam de bajar ket ber helmeta terîbê yanî proje û prosesa erebkirdinê û bi ser navê vê helmetê gelek kurdên li kerkûkê ji mal û milkên xwe hatin derxistin û dûr xistin û li şûna wan eşîrên ereban li ser mal û milk û zeviyên kurdan hatin bicihkirin.. sedam bi vê projeyê xwest ku nasname û demografiya şarê kerkûkê ya kurdî û kurdistanî berev erebbûnê ve biguherîne.. piştî ku rejîma beas rûxiya seddam di çala gû de hate girtin û darizandin û daleqandin di sala 2003an de di qanûna esasî ya iraqê de statûya vî bajarî û çend deverên din ên kurdistanî lê derî herêma kurdistanê mayîn bi xem û hêviya madeya 140ê ve hate hiştin.. soran ji vî bajarî re dibêjin kîrkuk jî.. bîrê neftên yên li devera babgurgur yên bi ser vî bajarî ve gelekî meşhûr in..



19.08.2013 03:01 | endazer

2. xwudê şahid e ku ez hej şerrî nakim. çimkî riya herî xirab ya çareserkirina arîşeyekî ye şerr. lê sîstema dewletê wekê din tu rê li ber me neheliştiye. pêşniyaza ku li ber me danîne ji bo xêr û berjewendiya wan e ku dixwazin kurdan ji kerkûk û deverên din ên kurdistanê derxînin. ev yek nemûmkin e. li ser vê riyê û ji bo vê dozê em tu tiştî ji xwe texsîr nakin û tu carî ji ya xwe nayên xwarê. eger fermana me hemûyan derkeve jî. çimkÎ ez ditirsim ku rojekî kurd werin ser gorra min tif bikinê û bêjin min ''ka te çima kerkûk firote dijmin'' (bnr: mele mistefa barzanî)



19.08.2013 03:08 | endazer

3. 'beh heta kurdek bimawa kerkÛk şarÊ kurdistan e. kerkÛk xakÊ pirozÎ kurda ya.'

- celal talabanÎ



23.09.2013 11:59 | cinorek

4. dilê Kurdistanê ye! (by the way, bo çî min natwanim tîpî 'k' girdek binûsim kaka?)



23.09.2013 21:39 | yurî gagarîn

5. weke hemû peyvên din, ev peyv jî tirşikê de nikare bi tîpên girdek were nivîsandin. ji ber ku sîstem hemû herfan otomatîk dike hûrdek. ev yek ji bo hemû ferhengên înteraktîf bûye standartek.



vê navberê de, yaw berê kerkûk bûbû dilê tirkiyê, gelo tirkan ji bîr kirin? 3 milyon tirkmenên kerkûkê jî bûn mazot, ez bawer im.



23.09.2013 21:44 | simurg56

6. bajarê ku hîn jî kurd hewl didin bikin beşek ji kurdistanê û dixwazim madeya 140 ji destûra îraqê were cih ta ku rapirsîn çêbibe û têkeve kurdistanê.

(bnr: kerkûk dilê kurdistan e)



02.01.2014 19:24 | dijber

7. gor hilbijartina davîn partiyÊn kurdan 8 kursÎ (temamÎ 12 kursÎ) li kerkÛkÊ girtine. ew serkeftineka mezÎn e.



19.05.2014 19:02 | kaşanî

8. bajarê ku di hilbijartinên dawiyê de baş xuyabû ku Kerkûk kurdistanî ye.

xwezî li mûsil û diyalayê jî kursiyên Kurdan kêm nebûya..



19.05.2014 22:17 | berxweda

9. dilê kurdistanê ye û wê her wek dilê kurdistanê bimîne..

duh li ser twîtterê liqayî nûçeyekî hatim generalê ereb ku demekî dema li kerkûkî di nav pêşmerge û hêzên dîcle yên artêşa îraqê de nexweşî derketibû, daxwuyanî dabû û gotibû, eger ji min bê xwestin ez karim bi eskerên xwe di nav çend rojan de kurdistanê cardî bi îraqê girê bidim, piştÎ daÎşê bi ser mûsilê de girt û parêzgeh bi temamî vegirt, baz daye û xwe avêtiye ser bextê pêşmergeyên kurdistanê..

axirê piştî ku eskerên îraqê ji tirsa daîşê bi temamî ji parêzgeha kerkûkê vekişiyane, pêşmergeyên kurdistanê kontrola parêzgehê kiriye di destê xwe de..



12.06.2014 15:19 | endazer

10. sÎpan hemo: kerkûk qudsa kurdistanÊ ye



12.06.2014 20:27 | xendekî

11. êdî bajareke kurdistanê ye. ti kes nikare ji kurdan bistÎne. xwedêyo guhê xwe bide dengê kurdan!



12.06.2014 20:30 | oxir

12. gurçika kurdistanê ye jî.

berdevkê pêşmergeyan gotiye ku wê ji cihên ku niha vegirtine êdî nema vekişin, ji ber ku nikarin kurdên li van deran bêxwedî bihêlin;

http://www.ekurd.net/mismas/articles/misc2014/6/state8076.htm



12.06.2014 21:21 | simurg56

13. bajarê ku ne ji bo petrola wê be pênc pere nake.



14.06.2014 11:03 | kardoxî

14. di hilbijartina iraqê ya giştî (30 nîsan 2014) de ji bo Kerkukê 12 parlementer hatin hilbijartin. 2 tirkmen, 2 ereb 8 kurd hatin hilbijartin. Kerkuk kurd e.xilas



14.06.2014 14:08 | diljan

15. bajarê ku kurda ber bi yekitî ve dibe.



14.06.2014 14:46 | ciwanpiroz

16. Brîna Kurdistanê...



14.06.2014 17:09 | cirano

18. ji qelema sîma abxizir nivîseka têrker li ser rewşa niha ya kerkûk tê de;



Ez piştî 7 salan çûm bajarê Kerkûkê lê vê carê bi navê tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ji bona şopandin û romalkirina aloziya ku ji ber şerê çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derketibû, çûm.



Kerkûk ji aliyê xizmetguzariyê ve ne Kerkûka berê bû, ji ber ku rengê cade, bajar û avahiyên wê bi awayekî berbiçav hatibû guhertin û piştî vekişîna hêzên artêşa Iraqê ji ber êrişên DAIŞê, bajar ketibû bin kontrola hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. Ev jî bibû sedema misogerbûna rewşa ewlehiya Kerkûkê. Lê yak u min weke rojnamevankê li wir dît ewlehiya han tenê di warê serbazî de bû çimkî rikberî û nakokiyên siyasî bi awayekî gurrtir berdewam bû.



Her çiqasî ji ber rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, pêwîstiya kurdan bi yekdengî û yekrêziyê heye ji bona ku hemî deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê vegerînin ser Herêma Kurdistanê ku Kerkûk jî di nav wan de ye. Rewşa niha firsendek baş e û kurd dikarin ji vê yekê sûd werbigirin lê hinek caran dema mirov li daxuyaniyên hinek aliyên serekî yên Herêma Kurdistanê dinêre hîna jî ne tam hevdeng û yek in.



Lê yên ku ji her kesî zêdetir ji kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve nerazî ne û nerazîbûna xwe bi eşkere tînin ziman, turkmanên Kerkûkê ne. Turkmanên Kerkûkê bêguman mîna kêmîneyeke etnîkî yê wê bajarê ji aliyê hêzên derve bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve tên gijkirin. Turkman dibêjin, “pêşmerge nikare me biparêze û em naxwazin pêşmerge me biparêze” û ji vegeriyana Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê jî ditirsin lewma dibêjin, eger Iraq perçe bû divê Kerkûk wek herêmeke xweser bimîne.



Turkmanên Kerkûkê jî dest bi xwerêxistinê kirina çekdarî kirine û komeke çekdarî ya bi navê “Encumena Şoreşgerên Turkmanî” ava kirine. Ev kom, biçûk e lê ji bona ku xwe meizn bike him propagandeya şerîeta îslamî dike him jî siloganên mîna biratiya pêkhateyên Kerkûkê û dijberiya hikûmeta Malikî tînin ziman.



Erebên Kerkûkê jî ku pirraniya wan sunnî ne, vê gavê bêdeng in lê li derveyî Kerkûkê nerazîbûna xwe li hember kontrolkirina bajêr ji aliyê hêzên Pêşmerge ve tînin ziman.



Bi giştî ya ku min ji rewşa niha ya Kerkûkê fêm kir, ev e ku rast e kurd dixwazin “Quds”a wan yan jî “Dilê Kurdsitan”a wan vegere ser welatê wan, helbet ev xewna kurdan heta astekî jî hatiye cîh û madeya 140 a destûra Iraqê hêsantir ji ya kurdan hizra wê dikir hat cîbicîkirin lê bajareke mîna Kerkûkê ku çavên dewletên herêmî, navdewletî bi taybet Amerîka li ser e û navendeke hestiyar e ji bona polîtîkayên Rojhilata Navîn û navdewletî, qet bi hêsanî venagere ser Herêma Kurdistanê û ti carî jî bi rêbazeke serbazî yan bi bûyerên niha venagere û divê çareseriyek siyasî ya herêmî û navdewletî jê re were dîtin.



Belgeyên dîrokî jî têra çareserkirina girêkorka Kerkûkê nakin, tenê ew belgeyên ku îro li pişt deriyên girtî bên îmzekirin dikarin Kekrûkê ji vê rewşê rizgar bikin.



http://rudaw.net/kurmanci/opinion/15062014



16.06.2014 02:43 | endazer

19. li gorÎ dengûbehsên ji twitter û ajansên başûrê kurdistanê, li jêr çavdêriya ynkê de 5000 milîsên şîe Û 500 pasdarên artêşa îranê li bajêr bicih bûne û li nava bajêr tevî çek û cebilxaneyeke giran show of strength yanÎ rêûrisma nîşandana hêza xwe li dar xistine.
çi qas rast e nizanim lê dibêjin ynk dixwaze li silêmanî û kerkûkê herêmeke otonom ava bike ji xwe re.



22.06.2014 22:05 ~2022.01.13 13:14 | endazer

20. (bnr: esaîbî ehlî heq)



24.06.2014 18:33 | endazer

21. Here lînkê



24.06.2014 18:36 ~2017.04.14 00:00 | endazer

22. di destê kurda de ye. mezeke



25.06.2014 17:11 | diljan

23. Bajarê ku wê ji bo wî dê pir xwîn bê rijandin. Mixabin çiqas pêşbînekî ne xweş be jî rastiyek e. Lîstikên pîs ên selefî û şiîyan ji bo vî bajarî hene. Hovên wek tirk û farisan jî ji bîr nekin.



25.06.2014 23:25 | ceso

24. di çarçoveya madeya 140. a destûra îraqê, parlemena îraqa federal biryar daye ku mal Û milkên ku di serdema seddam de ji kurd û tirkmenan hatibûne standin û li nav erebên ji derve hatine kerkûkê hatibûne belavkirin, li xweyiyên wan ên eslî bên vegerandin, li gorî nûçeyan nêzikê 900 hezar donim erd dikeve ber vê madeyê û ji vî erdê sedî 90 ya kurdan û sedî 10ê mayî Jî ya tirkmena ye..

donimek teqrîben 1000 metrekare ye, û rûerdê bajêr jî teqrîben 100 hezar kîlometrekare ye..



26.06.2014 13:20 | endazer

26. bAJARÊ KU ÎRO SEROKÊ KURDISTANÊ mESÛD BARZANÎ ÇUYÊ YE..mESÛD BaRZANÎ DI SERDANA XWE YA ÎRO YA JI BO KERKÛKÊ DE GOTIYE KU EW AMADE YE WEKE PÊŞMERGEYEKÎ ÇEKÊ HILGIRÊ Û LI REX PÊŞMERGEYA ŞER BIKÊ....

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2606201413



26.06.2014 15:51 | nan û av

27. kurdên başûrê kurdistanê ji ber vî bajarî cara ewil ji hev ketibûn û bi hev ketibûn.. seddam soza otonomiya kurdistanê dabû mele mistefa barzanî û ji bo statûya kerkûkê jî gotibû, nîvî wê di destê otonomiya kurdistanê de be û nîvî wê di destê dewleta îraqê de be, mele mistefa ev yek qebûl nekiribû û gotibû eger ez kerkûkê bidim siba ditirsim ku kurd bên tif bikin tirba min bêjin ka te çima kerkûk firot.. axirê dema ku mele mistefa teklîfa seddam qebûl nake, seddam sala 75ê piştî peymana cezayîrê, dîsa kurdan tê xezebê. kurd li başûrê kurdistanê şikestineke trajîk dixwin, mele mistefa barzanî nexweş dikeve û li amerîkayê di nexweşxaneyekî de emrê xwudê dike, pdk parçe dbe û di serkirdayetiya celal talabanÎ de ynk ava dibe.
heq ew e ku îro her kurdek rahêje tacegulekî û deyne ser gora mele mistefa barzanî.



26.06.2014 16:54 ~2022.01.13 13:15 | endazer

28. bajarê ku dîsa kurdbûna xwe îspat kiriye ye *
Here lînkê
(bnr: ker di xetîp nin)



02.02.2015 23:21 ~2016.10.21 16:19 | berxweda

29. bajarê daîşê êrîşî wê kiriye û ji ber wê jî gellek pêşmerge, hêzên ewlehiyê şehîd ketine.
li gorî gotinê erebên bajêr alî wan kirine û çek dane wan. li gorî gotinê ew wek penaberan ketine nav kerkûkê. tevlîhevî ji doh şev de dest pê kiribû û îro encam eşkere dibin.

Here lînkê

bila êdî bawerî bi halklara neyê û kurd ji bo ewlehiya xwe çi pêwîst bibîne û bike.

bila dengê dîsa here hatip dicle: halklarê te li bajarê kurdan tahde li kurdan dike.
bi peyva halklarê wir. kelp..



21.10.2016 23:03 ~23:05 | berxweda

30. li gorî vê rewşê daîş êrîş biriye ser xetên kurdan û gellek gund bi dest xistiye.
Here lînkê
bi hêvî me ev şaşîyek be.



22.10.2016 00:15 | berxweda

31. bajarê ku rewş aram bûye û nexşeya jor jî hatiye rast kirin.



22.10.2016 16:25 | berxweda

32. kesekî giramî nedaye lê belê, hefta' çû, di medya' civakî ya tirka' de kerkûk ketibû rojevê. ji ber ku kurdî li wê derê dê bibe zimanê fermî û ala' kurda' bê hilgirtin. nûçe:

Here lînkê



20.03.2017 18:35 | biruya hayao miyazaki

33. Kerkûk bi her tiştê xwe le xarpêtê tere. Îro (28.04.2017) li kerkûk ala kurdistanê bi fermî hat bilind kirin.
Êdî em li benda bilindbûna wê ya li xarpêtê ne.



28.03.2017 14:37 | elaziz izzetpasa camii

34. berê li kerkûkê ala kurdî hat bilind kirin û niha jî "Meclîsa Iraqê bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê red kir"iye. li rojhilata navîn tiştên gelekî balkêş diqewimin ku em nabînin.

Here lînkê



01.04.2017 21:17 ~21:24 | biruya hayao miyazaki

35. xweziya min bi wan kesên ku wê gava ku bi rêûrismeke fermî alaya rengîn li ser dilê Kurdistanê dihat çikilandin û libakirin amade bûn. bawerim qebra Mele Mistefa wê rojê lê xweştir û firehtir bû.



01.04.2017 22:05 | endazer

36. bajarê ku bû bajarek kurdistanê û çû. êdî kes nikare îtîraz bike.
ku mesele nifûs be, kurd xwedîyê nifûsa herî mezin in li kerkûkê. ku mesele rewşa heyî be, bajar jixwe di destê kurdan de ye. ku mesele leşkerî be, ji iraqê nayê ku mûdaxale bike. ku mesele zagon bin, li gorî makezagonê divê referandium were kirin û jixwe wê demê wê kurd bi ser kevin.
dema artêşa iraqê bajêr ji daîşê re hişt û reviya, ew bajar jixwe ji iraqê veqetiyabû.



01.04.2017 23:56 | simurg56

38. kerekî bi navê nîhat li ser medyaya pkkê, dîsa bi argûmantên bêhnpêketî yên wekê neteweya demokratîk û biratiya gelan li dijî wê derketiye ku kerkûk bi kurdistanê ve bê girêdan. kereke din ê bi navê baqî jî ev nivîs li ser hesabê xwe yê twitterê parve kiriye. xwudêjêraziyekî jî li jêr lînka ku baqî parve kiriye, nakokiya pkkê fehş kiriye û gotiye pkk dixwaze reqaya ku hema bêje temamê xelkê wê ereb e bi ''kuzey suriye''yê ve girê bide, lê dema mesele tê ser kerkûkê dibêje divê an bi îraqê ve girêdayî bimîne an jî divê xweser be. Here lînkê
min ji xwe re digo ez êdî têkil van mijarên polîtîk nabim, kî bikute kê ji min re ne xem e, lê dema van ehmeqan dibînim bi xwe nikarim. Here lînkê



14.04.2017 00:08 ~2022.01.13 13:16 | endazer

39. Bajara ku êdi di nav sînora iraqê de ye.
iraq û haşdê şaibî hêzên paşmerge têk bir.
Here lînkê

"Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e
Ew ‘ar li xelqê namidar e

Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şa‘ir û feqîran"



16.10.2017 17:50 ~17:55 | cûndûllah el-kurdî

40. bajarekî iraqê ye. êdî heta hetayê jî nakeve destê kurdan. ew derfeta mûcîzewî reviya.



16.10.2017 19:53 | simurg56

41. Bajara ku Kurd dîsa kurdayetiya xwe tê de eşkere kiriye. Ev sed sal e nebûn însan. Em îro ji kalikên Xwe re dijûnan dikin lê yeqîn nakim neviyên me xwedî vê hişmendiyê bin. Kurd her tiştî ji bîr kirin dê vê îxanet û bênamûsiyê jî ji bîr bikin. Em li hêviyê ne ew ên digotin " kerkuk dilê kurdistan e " , " ku êrîşî kerkukê bikin em ê bersiva wan bidin " wê kengî dakevin qada şer û gotinên xwe bînin cîh.



16.10.2017 23:29 | biaqila malê

42. bi xêr be, me nevîyên xwe re xezîneyeke zêrîn hîşt.
Piştî serxwebûna Kurdistanê, em ê pey hildana Kerkûkê bikevin, nevîyên me heta nebîçirkên me ev pirsgirêka wê berdewam bike.

û yê wek "12 giravên ku Îsmet Înonû da yûnanan" yê were bîranîn.

idî wê çaxê kurd çi jî bikin wê nikaribin Kerkûka me gêrî hildin.

lekeyeke pîs di dîroka me va zeliqî.



17.10.2017 02:56 ~03:00 | bûtîmar

43. encamên hilbijartinê lê xuya bû
partiyên kurd %49
partiyên ereb û îraqî %33
partiya tirkmenan %18



16.05.2018 01:42 | mindal

44. Di bin wê rewşa xirab de jî kurdan ewqes rey hilgirtine.
Ew jî tide nimandin ku kerkûk kurd e.



16.05.2018 08:30 | cinorek

45. her kî bibe wesîle yê ku kerkûk ji destê peşmerga derkevi naleta şêtên lê bibare !

îro 2 polîsên iraqî sincê xwe îtraf kirin ; me û şeş kesê polîs tecawizî keçka hişê wê li ne cî kir !
ev tecawiz li cîhê kontrolê qewimî ye , cîheke fermî
fermî li cem éreba çi ye binerin .
ez di dînê wan û di éreb bûna wan nim .
binerr kurdo dê şwînşermî bib , fedemsor bib .
Here lînkê

Here lînkê

gunnê berzanî bixwin .



10.04.2020 19:27 | shwinsherm

46. 13/10/2021 ba em nusîney min bo mêjû bêt hawrrêyan! kurd serkewtinî bidest hînaye le helbijardin le Kerkuk kurd yekem bûwe înca spas bo xuda û her çend e kurd legel yek baş nebûn yan her çon , min gelek rexnem le partî û sazî kurd heye lêreda/li vir bellam katek ême le jêr dagîrkarî bîn tenha şitekim divêt eweş yekbûn e dunê/duh ke 12/10/2021 100 pitir/zêdetir gencî kurd le Kerkukî dilî kurdan hatine desteser kirdin û bi şêweyekî hovane hêrişyan kirde ser kurd le demek ke kurd dilxoşî xoy ekird xelk bi alay KURDISTAN û bi giyanekî yekbûn ahengî ekird bellam supay/leşkerî îraqî dagîrkar destî kirde hêriş û teqe kirdin û çûne naw mallî xelk bo desteser kirdinyan bellam ême ebê bizanîn ke ne îraq ne Tirkiye ne Suriye ne îranîş qet nabin bi î ême , ewan hemû dirrinden/hov in eger bikewine giyanî kurd û êmeyan dagîr kirduwe û amancî serekî ewanîş eme ye ke yekbûn lenêwan/dinavbera kurdan nehêlin û kurd netiwanê welatî xoy nas bike û welatanî dagîrkar deyanewê/dixwazin kurd le Tirkiye û Suriye îran û îraq de ko biken û basî welatek neken be nawî Kurdistan bellam dixwazim dijminan bêgûman bikem ke ewan çend dijî ême bibin û ême bikujin û desteser biken ême ziyatir/zêdetir çawman ekirêtewe/vedibe ke ême tenha KURDISTANekman heye û bes ba bo mêjû bêt em nusîney min le dillewe hîway serkewtinî gelî kurd exwazim le gişt kurdistanî gewre/mezin bijî gelê kurd û bijî Kurdistanek azad û serbexo/serbixwe



13.10.2021 22:55 ~23:10 | hewlêriha

47. Bajarê ku dema tê behskirin ev axaftina û gotina mam celal tîne bîra min





Heta kurdek mabê kerkûk şarî kurdistana !



14.10.2021 00:29 | navîgiranmezelîwêran

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kerkûk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî