Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
yandex - tirşik
yandex
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. motora lêgerînê a rusan e.di heman demî de browser a wan jî heye (bnr: yandex browser)

li her derî derdikeve pêşiya min, bela sera ye wek vîrûsek e .



19.08.2013 18:08 | brusk56

2. gelo em nikarin jê xilas bibin, çikas jê dibim dîsa te.



26.01.2014 00:28 | rêzan

3. Reqîbê googleê ye. Şîrketa ûrisan e. Weke googleê gelek platformên wê hene: nexşe, navîgasyon, mail, motora lêgerînê, werger, geroka înternetê, cloud service ango yandex disk ango yadi.sk(ji bo li înternetê barkirina pelan), û hwd.



Çend roj berê di nuçeyekê de digot yandex ji bo androidê dawe li googleê vekiriye û pereyeke gelek zêde qezenc kiriye. Android ji hêla google tê bipêşxistin û li gorî googleê open source e yanî çavkaniya azad yanî herkes dikare li gorî xwe bi kar bîne. Lê di hemû versiyonên androidê de xizmetên google jî hene. Weke mînak chrome, google maps filan di hemû versiyonan de weke default hene. Yandex jî xwestiye telefoneke andeoid çêke û xizmetên xwe weke default têxîne lê nebúye ji ber polîtîkayên googleê. Îjar dawe li googleê vekiriye û qezenc kiriye.



17.08.2016 02:31 ~02:34 | mergehez

4. alternatîfek xurt e ji bo googleê. lê mixabin weke google ne sade û hêsan e. ji lêgerînên wê û encamên ku derdixin, hez nakim. di telefona mobîl de, rûpela lêgerînê dîsa li gorî desktopê derdikeve loma hîç hez nakim, nexwe her tim piştgirî didim alternatîfan.



17.08.2016 09:30 | simurg56

5. Yandex motorek lêgerînê ye û wek googlê encamê lêgerîna tiştekî tîne pêşberî we.navnîşana wî a rastî yandex.ru ye û wekî ku we jî pê derxist ev motor ya rûsa ye.Lê êdî ev çend sale ji bo welatên din jî motora xwqe taybet dike û nav neteweyî encamên lêgerînê tîne pêş.

Mixabin ku hûn xwedîyê malperekî bin hûnê bizanibin ku yandex qasî google ne baş e.ji bo lêgerîna tiştekî encamên google'ê ji yandexê gelek baştir e.

Lê wek ku simurg56 jî got alternatîf her tim başin û sektorê baştir dike pêşbazîyê derdixe holê.

Lê dîsa jî dema ku li encamên kurdî mêzedîkî yandex ji google baştir tîne pêş.



31.03.2019 21:59 | brzn

6. bernameya ku heta niha tenê carekê kêrî min hatiye. di firefoxa telefona min de dema mirov ji rasterast "darika navnîşanê" lêgerîn dike, bi yandexê lê digere. ji bo ku ji firefoxê re piştgirî be, min jî dest nedaye vê eyarê. lê gelek caran yandex daxwaza min nayne cih û ez derbasî googlê dibim. jixwe %95/9 dîrekt ji googlê destpê dikim.

wê rojê li torrenta fîlma les filles du soleil digeriyam. min kir û nekir, peyda nedibû. di dawîyê de min bi xeletî di yandexê de lêgerînê kir û torrent peyda bû.



27.04.2020 22:22 | simurg56

7. beşa wê ya lêgerîna wêneyan ji Googleê xweştir dixebite, encamên çêtir peyda dike. Here lînkê



16.08.2020 01:56 | ezcan

8. berevajî bazara dinyayê, li tirkiyeyê xwedî rêjeyekê mezin e. adara 2023: li dinyayê 1.02%, li tirkiyeyê: 17.15%.

motora lêgerînê ya webê/142241



29.04.2023 15:10 ~19:56 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yandex

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî