Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bilêvkirina mijarên tirşik'ê - tirşik
bilêvkirina mijarên tirşik'ê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pêşniyariyek e. Anketek e. Mijareke girîng e ku divê zimanzan li ser bisekinin û tirşikvan jî bi fikr û ramanên û dengên xwe tevlî bibin.



Li gorî min , divê mijarên tirşikê, ji aliyê nivîskaran ve werin bilêvkirin.

Çend sedem li xwar nivîsî ne.



1. Di kurdî de dora 40 deng û 31 tîp hene. Ji bo tîpekê carnan gelek deng tên bikaranîn.



2. gelek peyv herêmî ne. Divê li gorî bilêvkirina devokê xwe werin bikaranîn.



3. Kurdiya nivîskî , tam ne rûniştiye ku nivîsa wê tam werê bilêvkirin û fêhmkirin. Peyv rast tê nivîsîn , lê xelet tê bilêvkirin.



4. Nifşa nû gelek peyvan ji ferheng, pirtûk, înternetê nas dike. Lê mixabin fonetîka peyvan nizanin , lewra kurdiya wan hişk û qemûşkî ye. Ji ber kû guhdarî nakin. Mirov bi guhdarî kirinê hînî fonetîka kurdî dibe. Ne bixwendinê.



5. Dibe ku fonetîka devokan cuda be. Ev dewlemendiya me ye. Lê fonetîkike hişk çênabe, kêmasî ye. Divê werê rastkirin.




Di gelek ferhengên mezin de ev teybetî heye. Lê ji zimanekî weke kurdî re pêdivîyeke girîngtir e.



Gelo hun çi difikirin?



Edît: navê mijarê ''bilêvkirina mijarên tirşik'ê'' ye. Min xelet nivîsiye. Heke Moderatorek sererast bike baş e.



17.05.2016 01:16 ~01:37 | gumgumok

2. di eslê xwe de pêşnîyareke baş e. lê ne mijarên tirşikê bila peyvên ke di beşa ferhengan de hene werin bilêvkirin. he hêsantir hem jî feydetîr e.



ez ê bersivên pirsan jî bidim.

1- kê gotiye 40 deng hene ? çavkanî, lêgerîneke kûr? belê ji bo tîpekê carinan gelek deng tên bikaranîn, lê ji bo yek peyv jî gelek bilêkirina cuda hene li gor herêman. em ê çawa bikin ??



2- '' gelek peyv herêmî ne '' dîsa îdîayekî bêbingeh, ez nizanim rastî çi ye, lê ez ji ku bizanim ku ev gotin rast e? yanî, ka çavkanî ? heger bilêvkirina li gor herêman pêk were, dîsa kaosek derdikeve holê. mîsal: peyvê hêjîr li herêmê torî wek 'hêjîr ( 'h: h'ya hesen, bi erebî tîpa eyn ) tê bilêvkirin.



3- kurdîya nivîskî li gor çi nerûniştiye? li gorî min rûniştiye. û alfebeya ke hemû dengan bistîne nav xwe ev ne pedagojîk e. sibêroj em ê çawa hînî zarokan bikin ?? gava ku we dersê alfebe dît, hûn dikarin rast bixwînin û rast bi lêv bikin. li gor min pirsgireke wiha di kurdî de tune ye.



4-ji bo vê mijarê maf didim we. bi rastî jî wisa ye û divê sepaneke bilêvkirina peyvên kurdî hewce ye û gelek baş dibe.



5- min pirsek nedît, şîrove heye tenê. loma bersiveke min jî tune ye.





17.05.2016 03:41 ~03:42 | endazyar

3. bi qasê bilêvkirina peyvan ne hewce ye. ger em bikarin ferhenga bilêvkirina peyvan çêkin, jixwe problema bilêvkirina mijaran jî safî dibe.

di ferhenga tirşikê de taybetiya bilêvkirinê jî heye.

weke mînak di lînka li jêr de li îkona kêleka peyvê bitikînin û bilêvkirina wê bibihîsin;

Here lînkê



erê ev fonksiyon heye lê heta niha tenê çend peyv hatine bidengkirin. ji bo vê yekê wext û kedek mezin pêwist e. ez hê jî li ser firehkirina ferhengan dixebitim. heta dor were bilêvkirinê, hê gelek wext lazim e.



lê ger hevalên dilxwaz hebin dikarim alîkarî bikin û em xebata bilêvkirinê jî bidin destpêkirin.



17.05.2016 18:38 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bilêvkirina kurdî ya google translate'ê
» mijarên têr peyam

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî