1. xêzefîlmêkê japonî yo. xêzromanî ra ameyo adaptekerdiş û kovara shōnen jump de serra 1997 de dest bi weşanî keno û hema zî domîyeno. |
|
17.05.2016 03:57 |
endazyar
|
2. anîmeyeke gelek xweş e. piştî ku min hemû beşên naruto temaşe kir, mi go ka ez li anîmeyeke din temaşe bikim. di forum û ferhengan de bêtir one piece û naruto didan ber hev û bêtir digotin one piece xweştir e filan. min jî got ka ez lê temaşe bikim. heta niha min 215 beş temaşe kir û bi rastî jî xweş e. serlehengê anîmeyê luffy xortekî 17 salî ye û dixwaze bibe mîrê(kralê) korsanan. ji ber ku mêweyeke şeytên (gomu gomu) xwariye laşê wî weke lastîkê vezelîne. |
|
02.03.2017 19:31 |
mergehez
|
3. tê bîra min dema ez zarok bûm min lê temaşe dikir û gelek kêfa mi jê re dihat.min şevê dî dest bi temaşe kirinê kir. min dît ku dengê luffy pir û dengê krillin a di dragon ball ê de yeke, xwîna mi pê germ bû. |
|
30.04.2017 17:49 |
xwelî li ser
|
4. -spoiler--- luffy û koma wî bûn du perçe. zoro, robin, franky, usopp bi trafalgar law re bi rê ketin ber bi girawa wanoyê ku cihê yek ji çar împaratorên dunyayê kaîdo the beast e. yên din jî luffy, brook, namî, û chopper ber bi herêma big momê çûn. ji ber dixwazin sanjî ji destê wan xilas bikin. -luffy daweta big momê de ji nav pasta derket û derûdor kir tevlîhev. hê jî kom diceribînin birevin. em ê bibînin wê ev beşa one piece çawa bixelise. -spoiler--- |
|
22.11.2017 13:36 |
endazyar
|
5. Şerê herî xweş marineford arc bû! whitebeard ew qa derb lê ket dîsa jî nekete erdê li şipiya mir. Mirina herî qarîzmatîk ya wî ye di one piece de. Erê law. Rehma xwedê lê be. Mêreke mêr bû wele. |
|
10.08.2018 08:21 |
xwelî li ser
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |