Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
televîzyonên kurdî - tirşik
televîzyonên kurdî
(7) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. piştî girtina roj tv, nûçe tv, mmc û kurd1ê, nizanim çend mane.

(bnr: roj tv nuÇe tv û mmc tê girtin)

lîsteya tevahiya televîzyonên kurdî (yên girtî jî tê de) ev e:

http://ku.wikipedia.org/wiki/Telev%C3%AEzyon%C3%AAn_kurd%C3%AE

lê mixabin piraniya televîzyonên mayî kêr tu tuştî nayên.

niha ya hêjayî temaşekirinê stêrk tv ma. êdî wê hedefa tirkiyê stêrk tv be. ne ser xêrê.



19.08.2013 21:40 | simurg56

2. televizyonên me ji siyasetê vala nabin ku bernameyek din çê bikin. siyaseta wan bi zimanê wan bûna dîsa jî ne xem bû.televizyonê ku nû vebin hêvîdar im ku van kêmasiyan bi ber çav bîn in.

aniha di destên me de tenê stêrk tv maye.

lê ji nûçe û roj tv yê hêjatire bernamên wê. bi ya min.

bernameya bi navê ''raborî'' ku di stêrk tv de ye gellek hêja ye.

lazim e ku bernamên wisa zêdetir bin.



09.09.2013 15:11 | gulan

3. hemû jî bî îdîaya serxwebûnê û prensîbên wek objektîvî û alînegiriyê filan derdkevin û heta êvarê weşana xwe ji devê serok û rêberên partiyên xwe dikin.. yanî bi qewlê bapîrekan ''nanê kî bixwin şûrê wî hildidin''.. ev pirsgirêk ne tenê ji bo televîzyonên kurdî lê ji bo hemû kanalên televîzyonan yên cîhanê heye.. ji xwe tu karsazek ji bo kar Û qezencê naçe kanaleka televîzyonê venake ji ber ku ji xeynî xusar û zirarê tu gû pê ve naye.. hemû ji bo danasîn û bangweşa hizb û partî şîrket û dewleta xwe dikevin di vê piyaseya wekê çala gû de..



09.09.2013 15:30 | endazer

4. (bnr: nÛÇe tv) [e] [NÛÇE]

(bnr: knn) [BŞ.K] NÛÇE]

(bnr: kurdistan tv) [BŞ.K] [GIŞT]

(bnr: kurdsat tv) [BŞ.K] [GIŞTÎ]

(bnr: kurdmax tv) [BŞ.K] [GIŞTÎ]

(bnr: ronahÎ tv) [bR.K.] [NÛÇE]

(bnr: rÛdaw tv) [BŞ.K] [NÛÇE]

(bnr: stÊrk tv) [B.K] [GIŞTÎ]

(bnr: zagros tv) [BŞ.K] [GIŞTÎ]

(bnr: newroz tv) [E][GIŞTÎ]

(bnr: nrt) [BŞ.K] [NÛÇE]

(bnr: trt 6) [B.K] [GIŞTÎ]

(bnr: dunya tv) [B.K] [GIŞTÎ]

(bnr: kurd 1) [GIŞTÎ]

(bnr: asosat) [E]

(bnr: bedÎnan tv) [BŞ.K]

(bnr: Çagri tv) [B.K]

(bnr: Çira tv) [E] [ÇANDÎ]

(bnr: denge tv) [B.K]

(bnr: dengÎ xelk) [BŞ.K]

(bnr: dijle tv) [B. K]

(bnr: duhok tv) [BŞ.K]

(bnr: gelÎ kurdistan) [BŞ.K] [NÛÇE

(bnr: jamawar tv) [BŞ.K]

(bnr: kanal 4) [BŞ.K]

(bnr: kanal hewlÊr) [BŞ.K]

(bnr: kbc) [BŞ.K]

(bnr: kirkÛk tv) [BŞ.K]

(bnr: km tv) [BŞ.K] [MÛZÎK]

(bnr: kpc tv) [BŞ.K]

(bnr: komala tv) [R.K] [E]

(bnr: komar tv) [R.K]

(bnr: korek) [BŞ.K][MÛZÎK]

(bnr: kurd ch) [E]

(bnr: med muzÎk) [E] [MÛZÎK]

(bnr: mosul) [BŞ.K]

(bnr: nrt 2) [BŞ.K] [GIŞTÎ]

(bnr: pÊlÎstank tv) [BŞ.K] [ZAROK]

(bnr: peyam tv) [BŞ.K]

(bnr: rojhilat tv) [R.K] [GIŞTÎ]

(bnr: rojdÎ tv) [B. K]

(bnr: silÊmanÎ tv) [BŞ.K]

(bnr: spÊda tv) [BŞ.K]

(bnr: tÎŞk tv) [R.K] [E] [GIŞTÎ]

(bnr: urmiye tv) [R.K]

(bnr: vÎn tv) [BŞ.K][MÛZÎK]

(bnr: roj tv) [E] [GIŞTÎ]



e: ewropa

bş.k: başurê kurdistanê

r.k: rojhilatê kurdistanê

b.k: bakurê kurdistanê

br.k: başurê rojavayê kurdistanê

çavkanî: http://www.medyayakurdi.com/



28.10.2013 05:53 | endazer

5. ji siyaset û ol û tiştên beradayî pê ve ji bişkulekê re nabin...



28.10.2013 19:06 | devliken kelogiri

6. (bnr: bişkul)



28.10.2013 19:21 | ceso

7. çi heyf ke hema zî yew televîzyon ke seranser bi kirmanckî (zazakî) weşan biko, çin o. sebebê ci zî no yo ke; zehfê televîzyonan girêdayîyê yew partî, rêxistin, cemaet ws. yê. coka hêzê înan vila beno. nînê têhet, nêvanê ke ihtiyacîya/hewceyÎya kurdan bi çi esto? konseptê milî tede zeîf o. hîna zehf propagandaya xo kenê. semedê vakurê kurdistanî ihtiyacîya yew kanalê kulturî esto. yan safî bi kirdkî (dimilî) yan zî dimilî-kurmancî pîya.



28.10.2013 22:18 | kurdane

8. li gorî nûçeya radikalê, li amedê bûroyên xwe vekirine. Kurdistan TV, Rudaw, Galî Kurdistan, Vaar TV, Kurt Sat, Speeda TV, KNK û Zagros TV ji van televîzyonan in.

http://www.radikal.com.tr/turkiye/diyarbakir_kurt_medyasinin_merkezi_oldu-1174734

li gorî nûçeyê bi pirbûna van televîzyonan li amedê, gelek nûnerên partiyan û rêvebiran destpê kirine ku êdî cem xwe ferhenga kurdî bigerînin û hînî kurdî bibin.

xwedê xera neke îşelleh.



09.02.2014 11:10 | simurg56

9. di tewir televîzyonên kurdî estê.



hebêk şew-roj stranên, deyîrên arabeskan weşaneno. sey damla tv, nêzan çi tv...



hebêk zî şew-roj sîyasetî, programê munaqeşeyî weşaneno. qet çîyek bîn nê kanalan nêmojneno.



ma her di tewir ra zî tew girewtê. gere ke werzîş, hûner, sîyaset, stran, fÎlm ûsn. hemin pîya biweşanî.



11.09.2014 20:49 | endazyar

10. piştî 15.07.2016 darbeya leşkerî ya tirkiyê kêm bûn.
zarok tv, newroz tv, Azadi TV, Jiyan TV, Van TV, TV 10, Denge TV, dunya tv, imc tv hemû hatin girtin. hê gelek hene tabî lê di nav van de cihê zarok tv û imc tv'yê girîng bû.



17.10.2016 20:48 | simurg56

11. televîzyonên ku tu yê bêjî qey pir dihatin temeşe kirin, ji ber wê jî piştî girtina wan di medyaya civakî de bertekeke mezin pêk hat. xwezî qasî nîvê kesên ku bertek nîşan da temaşe bikira, ew jî tiştek bû.



18.10.2016 10:28 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» televîzyonên di dolmîşan de
» kurdî vs korevî

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî