Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sînemaya kurdan - tirşik
sînemaya kurdan
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. her çiqas bi fermî neyê qebulkirin jî îro di netew û navnetewa de hedî hêdi cîhê ye xwe girtiye.bi rê ya derhenerê mîna bahman ghobadî, hiner saleem,xelîl dağ hwd.gelek fîlm serkeftî hatinin çekirin û gelek mihrîcanên navnetew de xelat girtinin



19.08.2013 22:55 | newenda

2. Mixabin bêdewletno, sînemaya Kurdan netêr e.



30.06.2020 02:27 | ezxeyic

3. kêmasiyekî mezin yê fîlmên xof/tirs heye. ji ber erdnîgariyê ez dibêm bêhtir fîlmên drama tê çêkirin.



27.05.2021 02:21 ~02:21 | hueyn

4. meha çûyî li cosmo kurdî nûçeyekê xweş a podkast hatiye weşandin bi navê "Sînema Kurdî yan Sînema bi Kurdî". Here lînkê


Sînema Kurdî yan Sînema bi Kurdî
Stand: 21.10.2022, 16:00 Uhr

Serûvena Sînemayê di 1895’an de dest pê kir û yekemîn fîlma li ser Kurdan di 1926’an de li Ermenistan’ê hat kişandin. Fîlma bi navê Zarê, fîlmeke reş û spî ya bê deng bû, ku behsa jiyana Kurdên Êzîdî dikir. Piştî wê sînema Kurdî ket nav bêdengiyeke dûr û dirêj.

Heta derhênerê navdar ê Kurd Yilmaz Güney, mirov nikaribû behsa sînemaya Kurdî bikiria, herçend hemû fîlmên wî ji ber qedexeyên ser zimanê Kurdî, bi zimanê Tirkî hatin kişandin jî. Lê çîroka fîlmên wî, wekî ku sînema tê pênase kirin, neynika gelê Kurd bû.

Ji hingî ve nîqaşek jî tê kirin, gelo bi rastî jî sînemeyek Kurdan heye? Bi gotineke din Sinema Kurdî yan Sînemaya Kurdî.

Von Celil Kaya

Tovên sînema Kurdî di destpêka sedsala 20’emîn de anku dora 100 sal berê hatin çandin. Di sala 1926’an de ne tenê yekemîn fîlma ser Kurdan hat çêkirin lê herweha li Silêmanî sînemayek hat vekirin, belkî jî yekemîn sînemaya li Kurdistan’ê.

Helbet bêstatuya Kurdan wekî gelek tiştên din mohra xwe li Sînema Kurdî jî xistiye. Bêgûman mirov dikare îro wekî hemû gelên din behsa sînemayeke Kurdî bike lê belê pênasekirin û sînorên wê hîna jî mijara nîqaşan in.

Zanista sînemayê de, sînema wekî sê beş tên dabeş kirin. Sînemaya yekem, duyem û sêyem. Sînema yekem Hollywood e. Endustriya sînemaya populer. Sînema duyem jî Sînema Ewropî ye. Ev sînema bêhtir bala xwe dide ser tiştên nûjen ên estetîk, çîrokên şexsî û bêhtir wekî sînemayeke ji bo burjuvaziyê hatiye dîtin.

Ji bilî van herdu sînemayên bi hêz, bi pêşveçûnên siyasî yên bi taybetî piştî salên 60’î re sînemaya sêyem (sînemaya cîhana sêyem-sînemaya şoreşgerî) derketiye holê. Heta vê dawiyê jî sînema Kurdî bêhtir di vê kategoriya sêyem de cih girtiye.

Derhêner û lîstîkvanê Kurd Yilmaz anku bi navê xwe yê din Qralê nexweşik di sînema Kurdî de werçerxanek e. Yilmaz Güney, bi fîlmên xwe ne tenê Kurd dîtbar kirin lê herweha karîgeriyeke mezin jî di warê sînema Tirkî de kir. Bi salên 60’î re pêleke nû ya sînemayê dest pê kir. Êdî sînema behsa evînên di koşkên Stenbol’ê nake lê behsa gel dike, behsa jiyana rojane ya karker, cotkar, qeçaxçî, gelên bindest û Kurdan dike.

Di fîlmên Yilmaz Güney de xizanî ne qedereke şexsî lê belê rastiyeke girseyî ye û di fîlmên wî de dengê wan kesan tê bihîstin. Wekî mînak fîlma Hêvî ye, ku di sala 1970’ê kişandibû.Di vê fîlma xwe de Güney di nav wê civaka modern de behsa Cebar ê erebekêş dike. Behsa nakokiyên civaka sanayiya nû dikeji fîlmên din cihêtir ew behsa rastiya gel dike. Herweha tê de feqîrbûn nayê estetîze kirin lê herweha nayê mezin yan piçûk kirin jî.

Fîlma Kerrî ya sala 1979’an dibe yekemîn fîlma Yilmaz Güney ku bi awayekî aşkere behsa jiyana kurdan û pirsgirêka Kurd a Bakurê Kurdistanê dike.Hêjayî gotinê ye, Yilmaz Güney senaryoya vê fîlmê di zindanê de dinivîse. Hawê ku ew bi xwe dibêje, ev film serpêhatiya mala xalanên wî ne. Fîlm herweha di tama dokumenterekê de jiyana resen a Kurdan jî dike û tê de xwezaya Kurdistanê ya kûvî tê sînematîzekirin.Yilmaz Güney di hevpeyvîneke xwe de jî di derbarê fîlma Kerrî de dibêje: Em di vê fîlma hanê de em behsa du cure zextê dikin. Yek ji wan zexta feodalîzmê û kevneşopiyan û herweha zexta dewletê ya ser gel. Lewma dema ku em behsa demokrasiyê dikin divê em li hember wan herdu zextan têbikoşin.

Lê belê Yilmaz Güney di hunera xwe de rêyeke rasteqîn jî dişopîne. Ew bixwe jî dibêje, sînema ji bo wî wekî amûreke berxwedanê bû li hember zordestiyê: Fîlma Kerrî ji bo min îfadeya serhildanek, berxwedanek e. Dibe ku ev fîlm li Tirkiye’yê neyê nîşan da lê belê, bi saya wê nija mesela Kurdî li her derê cîhanê tê nîqaş kirin. Û ez dizanin, huner yan sînema nikare bi tena serê xwe şoreşekê pêk bîne lê sînema min li hember cuntaya faşîst Tirk de zemîneke şoreşê pêk tîne. Dema ku fîlma Kerrî diqede, Yilmaz Güney hîna di zindanê da ye û di sala 1981an da ji zindanê direve. Lê bandora wan salên zindanê di fîlmên wî yên dorê de jî derdikevin pêşiya me.

Fîlma Yol ku behsa girtiyên Kurd dike, di sala 1982’an de tê kişandin. Wê dema li Tirkiy’yê derbeke lêşkerî pêk hatiye û di serî de li Bakurê Kurdistanê zordestiyeke mezin heye. Güney di vê fîlma hanê de Tirkiye’yê wekî zindaneke mezin nîşan dide û behsa nezanî û paşdehiştina Kurdan dike, ku ku di nav wê zindana hanê de ketine zindaneke din. Fîlma Diwar a sala 1984’an dîsa behsa zindanên Tirk dike lê vê carê balê dikişîne ser zarok û xortên di zindanê de. Di van fîlman de rexneya civakî roleke mezin dilîze lê belê ev fîlm ji mehkûm kirinê wêdetir, neynika civakê ne.

Yilmaz Güney him di fikra xwe him jî di ruhê xwe de kurdek bû kurdperwerek. Axaftina wî ya Newroza 1984’an a li Parîs’ê Yilmaz Güney digot: Newroz sembola berxwdanê ye û tu kes nikare bi me bide serî tewandin. Em naxwazin bibib zarokên mêtîngeke çar parçe lê belê Kurdistaneke serbixwe û azad...

Yilmaz Güney di fikrên xwe de ewqas zelal jî bû, di fîlmên wî de propagandayeke neteweprestiyê nîne. Lê şop û rengên Kurdî tê de aşkere ne û rewşa bêdwletbûn û nezanî ya gelekî bi awayekî realîst tên nîşan dan.

Di salên 90’î de bi şerê li Kurdistanê, di warê çand û hunerê de jî liv û tevgerek pêk hat. Di bin bana Navenda Çanda Mezopotamya’yê de çendîn beşên hunerî hatin damezirandin, ku sînema jî yek ji wan bû. Nizamettin Ariç fîlma xwe ya Klamek ji bo Belo di sala 1992’an de çêkir. Bi vî awayî, îmaja Kurdan a di fîlman de, ku hertim bi destê serdestan dihat çêkirin û Kurd bêhtir wekî Paşmayî, hov, xulam, feodal, mihafezekar dihatin nîşan kirin, dest bi guhertinê kir. Kurdan êdî îmaja xwe bi xwe çêdikirin. Vê yekê bandora xwe li ser sînemaya Kurdî jî kir, ku di destpêka salên 2000’î de fîlmên wekî Büyük Adam Küçük Aşk (2001), Güneşe Yolculuk (1999) da dereng jî bin gavên radîkal avêtin.

Bi salên 2000’î re çendîn derhênerên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurd ne tenê li Kurdistan’ê lê herweha di qada navnetewî de jî dengvedan. Di nav wan de Bahman Qobadî, Huner Salim, Mano Xelîl, Kazim Öz, Şewket Emin Korkî, Hüseyin Tabak, Hişam Zaman û çendîn navên din jî hene.



12.11.2022 12:28 ~12:29 | biruya hayao miyazaki

5. mixabin qels e. ji ber derfetên aborî, bandora siyasî û bîrdoziyê û tunebûna sazî û şîrketên bi sermiyan û xwedî network nikare naverokên biqalîte hilberîne.

li jor destebirayê min podcastekê parve kiriye û li wir qala sinemaya kurdî tê kirin lê ji yılmaz güney wêdetir qala tiştek nayê kirin. bi gelemperî fîlmên ku wek berhemeka sinemaya Kurdî tê nîşandan pirranî naverokên tirkî, erebî an jî farisî ne.

bi rastî jî pirsiyariya "sinemaya Kurdî an sinemaya bi kurdî?", destpêka nîqaş û xwerexneyeke munasîb e. her çiqas salên dawîn hinek naverokên baş derkevin jî meriv nikare arşîveke zexm û tijî bide berhev û bêje ha ji te re fîlmên bi kurdî yên antîke.



13.11.2022 13:47 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sînemaya tirkan
» kurdandin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî