Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
bajarê herî xweş yê kurdistana bakur - tirşik
bajarê herî xweş yê kurdistana bakur
(9) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. aniha amed e.

bi nûfûsa xwe, bi welatparêziya xwe, bi bajarîbûna xwe û bi çalakiyên çand û hûnerî ez bawer im bajarê herî pêşketî ye.

lê ger bikare bi ser xwe ve were, belkî pêşerojê de bibe wan. min wanê tenê ji wêneyan dîtiye lê ji ber ku behra wê heye ji bo min her tim gavek pêş hemû bajarên din e.



20.08.2013 19:18 | simurg56

2. xweştirîn bajarê kurdistana bakur: wan

pêşketîtirîn bajarê kurdistana bakur: amed

nelazimtirîn bajarê kurdistana bakur: erzirom

defactotirîn bajarê kurdistana bakur: stenbol



20.08.2013 19:25 | terkexem

3. bêguman cizîr e.. eger wan çend çêlekên ku nava rojê li ser rê û cadeyan derdikevin ger û seyranê jî bikaribe ji nav profÎl û navrûya xwe derxîne jê çêtir bajar nîn in.. ji nava çend bajarên kurdistanê çemê dîcleyê an bi qewlê cizîriyan şetê cizîrê diherike û dibore vêca bi serde jî bi qewlê meryemxanê şetê ku ava wê şerbet e..ji xwe ez behsa mem û zîn û melayê cizîrî û birca belek û mîr bedirxan û malbata bedirxaniyan û hawar û kurdistanê nakim..*



20.08.2013 19:41 | endazer

4. an amed e an jî wan e . ez bi xwe nikarim hilbijîrim. bi behra xwe, bi hewaya xwe wan bajarek gelek spehî ye . li aliyê din jî bi sûrhên xwe, bi çemê dîcleyê, bi pira deh derî û bi mizgeft û dêrên xwe yên kevnare, amed bajarek dîrokî û paytaxtek hêja ye.



20.08.2013 21:14 | brusk56

5. bawer im li vir behsa mêrdînê jî divê bê kirin lê ne ewqas bi îdia.



20.08.2013 21:36 | azadixwaz

6. mêrdîn bajarekî ruhkevir e pismam.



20.08.2013 23:30 | terkexem

7. elîbonciya.



20.08.2013 23:31 | tivirloismail

8. erÊ walle jÎ elazÎz e. bajarÊ minÊ lowma nabejim, le wusa ye. emma welakÎn dive hebek din bi rengÊn kesk Û sÛr Û zer bimeşe. ez bawerim salen pÊş ne wÊ jÎ çekİn .



23.09.2013 18:36 | cinorek

9. dibe ku colemêrg be. lê belê şam şekir e, welat şêrîntir e, dêrsim li ser serê min e.



28.11.2013 00:58 | ozmoz

10. her çi qasî Amed bajarekî dîrokî be jî gelek pirsgirêkên Amedê henin bo nimûne bajar li gorî çînan rasterast dabeş bûye. cihên ultralux henin cihên mirov bi birçîtiyê dimirin zêde nin. bajarekî ew qasî dar, bax û baxçe jî nîn e. Kurdî nayê xeberdan.

Dibe ku Mêrdîn be. Lê nizanim, helbet bona min ew bajarê bi bax baxçe yî zarokatiya min herî xweş e. Gava êvar dibe mirov li şaneşînê rûdinên kal û penêr dixwin. (bnr: îdir)



01.08.2018 01:00 | jifêzagorda

11. bêguman tetwan e. yên bibêjin na tetwan nîn e, bila gûyê mişkê bixwin. *

(bnr: lîstika tip)



09.03.2020 10:26 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» bajarên rengîn yên kurdistanê
» herîsork
» xweştirîn keçikên cihanê
» yê zane zane yê nizane baqê nîskan e
» kurdistana başûr
» bakur.nekure1

Kategoriyên mijarê:: anket cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî