Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
beredayî - tirşik
beredayî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ê ku yan jî tişta ku kêrî tiştekê neyê. weke mînak;

-siloyê beredayî vê carê jî pirtuka xwe nexwendiye.

-ji xwe kêrî tiştekê nayê, bela xwe ji karên beredayî jî bernade.



yaw kuro ez çiqas miroveke beredayî me.



20.08.2013 21:33 | azadixwaz

2. dildar û piştgirê/a felsefeya beredayîzmê.



20.08.2013 23:06 | terkexem

3. ji bo kesên bê armanc, vik û vala, an jî ji bo tiştên bê wate tê bikaranîn.

Mînak;

çima wisa beredayî beradayî diaxivî?

beredayî beredayî negere.

wisa beredayî dema xwe derbas neke.

çi mirovên beredayî hene li ser axa dinyayê...

gelek caran ez ji bo ku dilê xwe rehet bikim bikar tînim....Yanî peyveke xweşik e vesselam.



06.10.2013 16:49 | nuçevan

4. ez ne xelet bim li bajarê ku li gorî sîstema dewleta tirk koda wê ya trafîkê 56 e, di şûna boşunaya tirkÎ de jî tê bikaranîn.. wek;

- beredayî li vir nesekinin, ew erebeya hûn li hêviyê di vir re naçe..

- beredayî ew qas gotinên nexweş jê re gotin, paşê poşman bû çû lêborîna xwe jê xwest.. *



16.09.2014 15:40 | endazer

5. Tiştek nekirin û serde jî ji ber tiştek nekirinê xwe sucdar kirin.



03.08.2015 23:45 | azadixwaz

6. bê kêr, tol, yê ku ti işekî pênave an pê dibe lê belê nake,



03.08.2015 23:52 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beredayî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî