Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 85 peyam
di rêwitiya otobêsê de li paş ve tewandina paldankê - tirşik
di rêwitiya otobêsê de li paş ve tewandina paldankê
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Di rêwitiya otobêsê de kem caran hin rêwiyên li pêş rûdinin bi avayekî kubar û dilnizmî berî tewandina paldankê ji rêwiyên paş re dibêjin, “gelo hûn aciz dibin ez paldankê li paş ve bitewînim” an jî bi gotinên wî awayî..

lê kesên gundî û ji perwerdehîya mîrovatî dûr mezin bûyî gotinên tiştên weha nizanin, ku di rêwitiyê de ew bûn rêwiyên li paldanka pêşî ji nişkave paldankê ditewînin û pal dibin..pir caran rêwiyên paş bi wê kirine ve aciz dikin.. ew kirina bêwext hin caran dibe sedema rijandina tişta ku tê vexwarin wê gave û acizbûne…

ku otobês beredayî nebe tewandina paldankê rêwiyên paş aciz nekin..



03.06.2016 00:24 | havka

2. mafê rêwiyê li paldanka pêş e. lê weke li jor jî hatiye behskirin, divê ne ji nişka ve lê piştî haydarkirinê were kirin.

di otobûs û balafirên erzan de jixwe navbera paldankan teng in, vêca dema yê pêş jî paldanka xwe ditewîne ji bo rêwiyê li paş, qet cih namîne ku lingê xwe lê dirêj bike fîlan. jixwe bi ya min divê di balafir û otobûsên wisa de taybeetiya tewandina paldankan tune be.



03.06.2016 22:17 | simurg56

3. paldankên em jêre dibêjin qoltix jî.., paldankên ku qelavtina wan ûna rastkirina wan mafê hemû rêwîyaye kes nikare bibêje çim hûn radikkin û datînin.. lê kesên bi fehm an yên dinya dîtî li dora xwe dinihêrin ka jinin? zarok bi wanre hene?, extiyarin an na?.. di rêwîtîya minî dawîde ez ecêb mam xaloyek li pêşîya min bû yê li kêleka wî digot cîhê xwe xweşke lê wî digot ewê ji şikra minre dibe acis bibe dengê wan hate min, min bizorê pê qoltixa wî da danîn min got li kêfa xwe binihêre va min jî wisa kiriye mafê teye.. û ne tenê ecêb mam heyran jî mam jêre.



03.06.2016 22:42 | shorbevan

4. kesên ku qet di jiyana xwe de empatî nekirina.
go ev kes ne ji dewara ba, we bizaniba ku kesê li pey ji tevgerên te aciz dibe.



30.04.2021 12:18 | merwano

5. Dibêjin ku gelek kes bi ji ber jinişkavetewandinapaldankê seqet û kulek bûne xwedê heqê wan nehêle. Amîn.



30.04.2021 13:30 | xwelî li ser

6. Heke çîqê we dirêj be û rêya we jê dirêjtir, ev rêwîtî ji bo we dibe jehr. Heta rê diqede laş tev diqerime û bawî dibe.

Jixwe di nav xelkê me de şaristanî zêde deng venedaye, çiqas ji wan tê ewqas ên hawirdorê aciz dikin. Ê paldankê bitewînin da ku enîya wan bigihê çokên ko li pişt wan rûdinê. Ew jî ne bes, heta zarokên xwe yî hûrik davêjin dewa we. Îca dibe hawar hawara wan zarokan! Vêca jî li meriv dinerin ko zarokên wan şa bike.Heyran, ma ji min ketîye ev zarok ko ezê li ber bigerim û kanex bikim?!
Nîşe:
Kêfa min gelekî ji zarokan re tê ko karim bêjim rehê min bi wan ve ye. Lê, tehmûlkirina min î hemberî mirovên wilo jixwehez û bêxem tunneye.



01.05.2021 03:01 | pîroz

7. kontra-atakê heq dike. wilo: qûna xwe bişemitînin pêş, her dû enîşkên xwe dênin ser pişta paldanka necamêrî. di vê pozîsyonê de wê enîşkên we bi quwetek mezin di nav paldank de here û pişta necamêrî aciz bike. xalekî girîng: serê 2 deqeyan, cihê enîşkan biguherin da ku hînî cihê wan nebe û adapte nebe. ku fêhm bike, wê paldanka xwe rast bike, an na hûn ê bibin 1-1



01.05.2021 21:32 ~21:35 | simurg56

8. mijar û pisgirêka ku simurg56î çareser kiriye* ez ê rêwitiyeke din de vê riyê biceribînim teqez.*



01.05.2021 21:35 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêwitiya trênê
» paşeroj û pêşeroj
» tewandina peyvên nêr

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî