Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pêxwarinên ku ji gundan tên şandin - tirşik
pêxwarinên ku ji gundan tên şandin

Navê mijarê ya ewil ev bû:şandina tiştên gund ji bo bajariyan
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

2. sererastkirin: ez ne bajarî me *



03.06.2016 17:23 | xewnname

3. ya herî xweş penîrê şekakan e. (tirk dibejin erzincan tulum peyniri)



03.06.2016 17:23 | cinorek

4. tiştek anormal e. erê gelek tişt hene ku mirov nikare li bajaran peyda bike, loma normal e ku mirov ji welatê xwe bixwaze. weke mînak penîrên heremî...

lê gelek caran sedema vê şandinê, xîzaniya ew kesê li bajarê mezin e.

ya norma ew bû ku ew kesê here bajêrê mezin, ji yên gund dewlemendtir be û şûna tiştên wisa ji gund bixwaze, tiştên li gund tuneyî û pere fîlan bişîne gundê xwe.

ji ber ku gelek kes ji ber neçariyên sosyal û aborî bar dikin bajaran, li wan deran jî mîna li gundê xwe feqîr in û pêdiviya alîkariya ji gundê xwe dibînin.



03.06.2016 22:28 | simurg56

5. bê henek di hişê minde maye rast ne rast ne li ser bextê min digotin diyarbakir barış'ê sergîna jî hanîbûne îstenbolê*, herwiha tirşîn, ser û pê , penêr, çeqilmast, nanê tendûrê, çorek û filan û bêvan, hin tişt hene tehm, reng û bîhna welat jê tê û hin tişt jî hene ji tiştên xerîbiyê çêtirin, hin tişt jî hene eynîne dilê meriv heye meriv bibêje çima hewqas pîsin lê mal xweyê feqîriyê bi serê weda bi şewite...



03.06.2016 23:26 | shorbevan

6. Min gelek caran ji gund tişta biriye bajar û her tim pir aciz bûme û nizam çima çûyîna bajar poşman dibûm ji ber wan tişta.



04.06.2016 21:21 | dizek

7. tiştên, ez vira bikim ez xêrê ji we nebînim ez jî tiştekî bixwere nabim û naynim û ez jî hez nakim, ji xeynî çenteyê piştê û ger perê min hebe qedayifê farqînê jî li ser daxwazê xweş çêdikin ez wî tînim, ez di/bi xwera nabînim xwe bibim *



04.06.2016 21:33 | shorbevan

8. Mitû (mot), bastîk û orcix.



02.02.2017 14:15 | elaziz izzetpasa camii

9. ev çawa sernav e ya rebbî?
şandina tiştên gund hevokeke çawa ye?
di ferhengên tirkan de nexasim jî di ekşiyê de wek bi forma mastarê sernav vedikin, hûn ne mecbur in bi heman şeklî tevbigerin. hinekî bi kurdî û kurmancî bifikirin û dûre mijarê vekin bo xwudê!
(bnr: pêxwarinên ku ji gundan tên şandin)

edît: min sererast kir



02.02.2017 14:41 ~14:43 | ferhenga şikestî

10. (bnr: rûnê malê)



02.02.2017 17:09 | biaqila malê

11. (bnr: tirşî)
bi taybetî di demên krîzê de girîng in. lê êdî edetek wisa nema, ji ber ku gundên gelekan êdî tam vala bûye. kes nemaye ku van tiştan bişîne.



02.02.2017 22:04 | simurg56

12. Mijara ku bêhna penêrê şor anî bîra min



19.01.2019 18:06 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêxwarinên ku ji gundan tên şandin
» têneper

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî