Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
xwendekara kurd ku teog ê buye yekemîn - tirşik
xwendekara kurd ku teog ê buye yekemîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di van rojên xirab de nùçeyek wiha keyfxweşî ya me ye. Süheyla di ezmuna teog ê de buye yekemîn, ji nisêbînê ye kurdî dixwîne û dinîvîse heyrana m.uzun û cegerxwîn e.

Ji çandname.com ê 12/06/2016



Xwendekareke ji bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê di imtîhana giştî ya lîseyan de li Tirkiyê bû yekemîn.



Suheyla Dilek (14) ku îsal dibistana seretayî xilas kir û kete imtîhana lîseyan (TEOG) bersiva hemû pirsan rast da.



Ji milyonek û 200 hezarî bêhtir xwendekar beşdarî imtîhana TEOGê dibin da ku bikevine lîseyan.



Dilek bi rêya telefonê ji Rûdawê re got: “Ez rojê sê saetan li dersê xwe dişixulîm. Dema ji dibistanê vedigeriyam jî min hemû mijarên wê rojê fêr bûbûm dubare dikirin. Xuşka min mamosteya matematîkê ye. Wê jî arî min dikir.”



Xuşka wê Fatma Dilek ku li bajarê Bismilê a Parêzgeha Amedê dijî, got ew bi nûçeyên çapemeniya tirk li ser serkeftina Suheyla û rewşa Nisêbînê belav kirine, kêfxweş nebûne.



Ji ber qedexeya çûna derve û şerê li Nisêbînê, Suheyla destpêka çerxa duyem a dibistana xwe çûye Bismilê û li ba xuşka xwe xwendina xwe domandiye.



Suheyla ku dixwaze lîseyê an li Amedê an jî li Stenbolê bixwîne, diyar kir ku ew hertim bi dersan re mijûl nebûye: “Min pirtûka Sherlock Holmes a Arthur Conan Doyle, Şepirze ya Victor Hugo û pirtûkên Jules Verne xwendin. Ez herwiha guhdariya muzîka Mem Ararat û Aram Tîgran dikim.”



Suheyla got ew dizane kurdî bixwîne û binivîse, û ji bilî pirtûkên Cegerxwîn, Mehmet Uzun û Mûsa Anter, ew herî zêde ji Mîrzayê Piçûk hez dike.



14.06.2016 00:14 | azad30

2. xwendekara ku dide nîşandan Kurd jêhatîne ger xwedanekî wan hebe Ewê Pirahiya wan wisa serketîbin/jêhatîbin.. ez mînak bidim ez jî wiha jêhatîbûm hetanî pola sisiya min nivîsa baş fehmnedikir yanî tirkîya min tunebû ez çûm pola 4'a ez hê bi hişê xwe hatim di polên 4-5-6ande notên dersên min tev ji 100'î 5 bûn min di rojek da Du sê rûpelên pirtûkê hafiz/ezber dikir... ez çûm pola 7-8 hê çavê min vebûn êdî yê dersa bixebite neezbûm heroj li atariyebûm, min cixare û eşqê keşfkir.... di pola heşta de ez di sinifêda dimam mamoste min derbaskir dersên min tev 1-1-2-3.. itibara bavê min jî bimin dihat min belgeya texdîrê sexte çêdikir dibir ji wî şitrêqey ez dixweynim werhasil ez ji pola 7 çûm ya 9'a yanî min di pola 8'ande ti gû hîn nekir Jixwe bağcılar lisesi jî cîhê xwendinê bû û min nexwend * ............. werhasil yê min dema paşî kêfa min ji mektebên tirkore nedihat( dibe tiştek saşbe jî ),serê min pê nexweş bû niha ne poşmanim û ezê poşman nebim jî Lê dixwazim bibêjim hinek li zarokên xwe xweyî derên bi wan eleqedarbin rastî jî tev pîçin * bixwazin çi hîn bikin/bibin çi ewê bi serkebin



14.06.2016 01:07 | shorbevan

3. Xwendekarê ku ez dikevim dersa wî de jî yek ji wan e. Li dibistana ku ez lê dixebitim de xwendekarekê me jî ji 120 pirsan hemî rast bersiv dabû. Li gor min lazim nakê ku mirov weke bûyereka girîng û mezin bibînê. Di nav xwendekarên ku ketine ezmûna teogê de 987 kesî full çêkiriye...



14.06.2016 23:46 | nan û av

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwendekara kurd ku teog ê buye yekemîn
» kurdistana min
» yekemîn konferansa hiqûqnasan a bakûrê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: nuce jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî