Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kamuran alî bedirxan - tirşik
kamuran alî bedirxan
(7) (1) (7)
di mijarê de bigere

1. Kamiran Alî Bedir-Xan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêyrûtê bi cih bû û li wir parêzerî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Bêyrûtê rojnameyên roja nû û stêr derxistin.
Kamiran Bedir-Xan di sala 1947an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.
Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.
Kamiran Bedir-Xanê ko hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.
Kamiran Alî Bedir-Xan di salên 1940 de, dersên xwendina Kurdî dida Kurdên Lubnanê li zanîngeha (Layîk) ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşanên bernameyên Kurdî yên radyowa Rohelatê li Beyrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê Adarê sala 1941ê. Weşana radyoyê her hefte 2 caran bû, roja Çarşembê û roja Înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxane ya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat.
Kamiran Alî Bedir-Xan serek da Kurdistana Başûr sala 1970, û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbdixwe xiste dilê giştiya guhdêran.
Kamiran Alî Bedir-Xan sala 1971 serek da Kurdên Beyrûta Lubnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke Kurdî siyasî bi awayekî fermî pijirand, û destûra xebata siyasî da Kurdên Lubnanê.



21.08.2013 14:50 ~2020.05.17 22:49 | endazer

2. berhemên wî:

Langue kurde, Paris, 1953

Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971

Türkce Izahli Kürtce Gramer, 1977/1986

Zimanê Kurd / Kürt Dili, Istanbul (bi Şivan, S.)

Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)

Kolay Kürtçe – Pîrtûka dersê, Weşanên Doz

Xwendina Kurdî Pirtûkxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938

Dersên Şerîetê Pirtûkxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938



21.08.2013 14:52 | endazer

3. xwediya helbesta kulÎkên ezêb e.. ku kengî ez bixwînim an ji dengê temo guhdarî bikim ez pê diêşim û li ber lawînî û xweşmêrî û camêriya kamûran elî bedirxan dikevim..

''ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê

evîna te kûr e, hêviya dinê



birûskên çavên te; wek gewherên ecêb

çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb



maça şêrîn; ko lêva te bi min da

ez birîndar kirim û bi min ve da



çira dişewite; zimanekî zêr

her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr



bo tihniya dilî; lêva te kanî

ji xewna çavê re; te sorgul anî



dilê min mizgefta bêdengî ye; sar

havîna min bê sih, rêlên min bê dar



mehfûra mirinê min bi ken raçand

jînê ez xapandim, min kes ne xapand''



http://www.dailymotion.com/video/xe0k8l_temo-kulilken-ezeb_music#.UWhgH0pHDbE



21.08.2013 14:57 | endazer

4. nameya nivîskar û helbestvan û rewşenbîrê tirk nazım himet ya di sala 1961an de ji bo kamûran elÎ bedirxan nivîsandî: Here lînkê



21.08.2013 15:00 ~2020.05.17 22:51 | endazer

5. helbesta wî ya bi navê hotvîn pir xweşe

û nusret besteyek zahf xweş jêre çêkiriye

HOTVÎN



Rûyê te çeleng e, lêvên te gulreng

Çavên te stran in,lê bêgotin û deng



Çavên xwe vedikî, roj derdikevin

Pora xwe vedikî, bihar dikenin



Di destên te de saz im, ranên min tar in

Xulamê te bûm ez ev hezar car in



Lêvên te bigul in, devê te şêrîn

Dengê te wek tîr e, maça te birîn



Ez bê te nikarim, canê min têşe

Bê te singjar dibim, jîna min êş e





21.08.2013 23:20 | çukko

6. Çîroka wî ya bi navê eyloyê pîr balkêş e û çîrokeke pir alî ye. ev mijarên sereke tê de hene; evîn, xwe kuştin, ceng û hesûdiya eşqê...



11.09.2013 00:12 | welat colemêrgî

7. Prens charles ji bo keçên inglîzan çi be, mîr kamuran elî bedirxan jî bo me keçên kurdan wisaye..ax, ax û wax lê keçên xelkê wek me bêsiûdên qey kêfa dilê wana prensê wan cem wanê,em jî li vir de, di nav xeyalên xwe de dişewitin.tew lo lo kêngî mîrovek wek kamuran were vî dinê..na vellê, ku were jî ez e bimînim di jîyana xwe de leqa vî werim na vellê be hêvî me..mîrovek narîn û xweşik,hestgerm û dilşewat, zanyar û welatperwer pê re jî nevîyê Bedîrxan.. Ez hêj ji xwedê çi bixwazim tû xwedê?



11.09.2013 00:45 | yasê

8. kamuran elî bedirxan di kovara hawarÊ de ji xeynÎ çÎrok Û helbestan, wergera qur'ana piroz,

hin hadÎs, çarÎnÊ xeyyam jÎ nivÎsandÎye..



09.11.2013 11:54 | xelîlêzer

9. sih û pênc sal berê duh li parîsê çûye ber rehma xwudê.
generalê siyaset û dîplomasî û ziman û edebiyata kurdî bû. çendî zana Û jîr û jêhatî be ew çend jî nefsbiçûk û dilnizm bû.. min di bernameyeka ku ji bo bîranîna wî hatibû çêkirin de ji devê hevalê wî kendal nezan bihîst.. kendal nezan digot berî mirina wî çend mehekî min jê re got mîrê min bîranînên xwe binivîse da ku rêya nifşên nû yên li ser doza kurdistanê dimeşin rewşen û ronî bike, mîr kamuran jê re dibêje min emrê xwe di ber vê dozê de serf kir, lê têrê nekir. û lê zêde dike û dibêje bîranînên min nehêjayî nivîsandinê ne..
û ji bo ku gora wî nebe ziyaret jî cinazê xwe hê di saxiya xwe de ji bo nexweşxaneyeka Parîsê dibexşîne û tişta mayî jî dibêje bila bişewitînin.



05.12.2013 02:33 ~2020.05.17 22:55 | endazer

10. HIŞYARÎ



Ne ceng û şer, şeva tarî, ne mêranî, ne Kurdistan

Dilê min zexm û nêrîn e bila her cih be goristan



Ne ma govend, ne ma zurne, ne ahenga dilê xortan

Keser û giş kul û nale, bi xem mehdik bi xem Botan



Ji hêlkê ax û hawar e, ji hêlkê xwîn û kortal e

Ji hêlkê laşê xortan in, ji hêlkê dengê qertal e



Ji hêlkê zaroyên sêwî, ji hêlkê jin û jinûbî ne

Ji hêlkê sed birîndar in tu kes naye û nabîne



Hevalê bûk û destgirtî ne ma qesr e ne ma hêwan

Hevalê jin û dê êdî şeva tarî û goristan



Ne ma Ewrex, ne ma Dêrgul ne man dengbêjê Kurdistan

Ne ma bexçe ne ma sosin ne ma mamiz ne ma zozan



Ji hêlkê laşê zaroyan ji hêlkê destgirtî

Kuro rabe, bi camêrî çima nayî çima sist î!



Hevalê hev bibin êdî hevalên hev birayên hev

Hemî mêr in hemî kurd in hemî yek dev



Ne botî me, ne xerzî me xulamê axa Kurdistan

Ne mîr im ez ne axa me peyayê dewleta kurdan



Welatê min tu î gevre bi nav û deng şehînşah î

Tu mîr î hem tu axa yî tu hem sultan û hem şah î



Buhişta erd û ezman î çiraya dil tu î armanc

Hemî dîl in xulamên te heçî kurd in heçî kurdmanc

Bilind î tu welatê min, welatê bav û kalên pak

Tu xweşbihn î tu xweşreng î tu xweşdeng î welatê çak



Bi gul û rez bi deşt û gir bi qesr û burc tu ava yî

Tu sîng û pêsîra mak î tu î mehdik û ewra yî



Welatê min biken êdî hemû kurmanc ji xew rabûn

Bi rûyê te, bi çavê te dilê kurmanc hemî şa bûn



Ciwan in lav û dîlên te bi hevîn dil gelek xurt e

Rêya me dûr û dijwar e bi hêvî rê gelek kurt e



Tu rêber be tu fermanber em in leşker em in esker

Xudanê evd û îman in bi izna Yezd û pêxember



Ji bo me roj û hêv êdî çira ne pêt û ronahî

Qirênê kurd û Kurdistan bi zanîn e bi avahî

Xweyî dîrok xweyî esl in me da zanîn me da Zerdeşt

Welatê kurd gulistan e, gulistan in evî û deşt



Welatê min, welatê xweş, welatê pak Kurdistan

Tu hêlîna ciwan û xort tu î gewher li Xuristan



Dinê geş bû û talî geş û tirb û gorn ji dil şa bûn

Welatê min biken êdî, hemî kurmanc ji xew rabûn



Kamuran elî bedirxan (kulîlkên ezêb,r-31)



05.12.2013 08:58 | karmatî

11. Birayê Celadet e. Di nava rêxistina Xoybûn de cîh girtiye. Li ewropayê Demeke dirêj diplomasiya Başûrê Kurdistan meşandiye. Berhemek wî ya ku bi navê "dilê kurên min" çap bûye niha l'ber destê min e. Mehmet Atli ji beytên helbesta wî ya "Birîn" stranek zehf xweş çêkiriye. Lê feqet xweştirîn helbesta wî (heta carna ez di dilê xwe de dibêjim; xweştirîn helbesta Kurdî) "kulîlkên ezêb" e. ev helbest ji berhema Charles Baudelaire ya bi navê 'Le Fleur de Mal' re wek nazîre nivîsiye Mîr.

Ahanda helbest ev e :

Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê

Evîna te kûr e, hêviya dinê

Birûskên çavên te; wek gewherên ecêb

Çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb



Maça şêrîn; ko lêva te bi min da

Ez birîndar kirim û bi min ve da

Çira dişewite; zimanekî zêr

Her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr



Bo tihniya dilî; lêva te kanî

Ji xewna çavê re; te sorgul anî

Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar

Havîna min bê sih, rêlên min bê dar



Mehfûra mirinê min bi ken raçand

Jînê ez xapandim, min kes ne xapand



02.03.2015 03:11 | mistefa

12. alî ne navê ''elî'' ye bi erebî û bi osmanî alî tê wateya malbat, êl, eşîr.. yanî wate ji kamuran alÎ bedirxan kamuranê ji malbata bedirxaniyan e.. min berê mijar kamuran elî bedirxan vekiribû, niha min serast kir..



26.04.2015 04:40 | endazer

13. Ne botî me, ne xerzî me,

Xulamê axa kurdistan;

Ne mîr im ez ne axa,

Peyayê dewleta kurdan.



26.04.2015 12:20 | eznizanimçima?


15. (bnr: gulê)



01.10.2018 14:01 | bûtîmar

16. (bnr: derman)



02.10.2018 12:03 | bûtîmar

17. doh salvegera mirina kamûran alî bedirxan jî bû. bi vî awayî em wî jî bi bîr bînin.



09.12.2018 00:33 | roza

18. – Roja 21.08.1895 li istanbulê ji dayîk bûbû
– Li Almanya doktora dihikûqê de kiribû
– Li beyrûtê bi cih bûbû û karê parêzeriyê kiribû
– Sala 1943 li Beyrûtê rojnameya Roja Nû û Stêt derxistibû
– Sala 1947 çûbû Frensa û dezgeha lêkolînên kurdî ava kiribû

– Li Zankoyê mamostatiya zimanê kurdî kiribû li Sorbûn
– Sala 1970 hatibû başûrê Kuridstanê û mistefa barzanîpêşwaziya wî kiribû
– Roja 04.11.1978 saat 16.00 li Parîsê wefat kiribû
– Gora wî tuneye, ji ber ku berî wefata xwe wî organên xwe diyarî fakulteya bijîşkê kiribû



08.05.2019 19:16 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kamuran alî bedirxan
» alî haydar can
» bedirxan mûhsîn aybar

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî