Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin - tirşik
islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin
(29) (11) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew kesin ku çi gava kesek ji ber bêbawerîya wan anjî ji ber terzê jîyana wan tiştek bêje bêrûmetîyêk bike, Xwe dîn û har dikin siharê heya şevê peyva rumet nîşandana bawerî an jî bêbawerîyê gazela dixwînin û (bi mafdarî) dixwazin xelk rûmetê şanî bide terzê jîyana wan. Heya vêrê çi pirsgirêk tune lê çi gava ev zevatên ku jorî hatîye tasnîfkirin rastî şîarek dînê îslamê bên hingê rûmetî, rêzgirtinî, tevgerên sincî bîr dikin an jî ji ber nêrînên xwe yên îslamofobîk û nîjadperestîyî gef diavêjin şîarên îslamê. Divê ev xwedîyê heqeretên wek ker, zirezir bête mehkumkirin û hewceye ku ji wan re wiha bê gotin: law zevatên jar û exsîr madem ku hûn ji şîarên îslamê acizin û heqeretê dikin bicehimin herin ji kurdîstana min ê willah billah tîllah em êdî rê nadin ku kemalîzmek kurdî dijî îslamê ji nav me kurda de rabe û heqeretê bike bawerîya me. Kurdîstana me ku li gel bawerîyên cuda bi îslamê jî hatîye xemilandin bi hebuna xwe bi heqeretên xwe qirêj nekin dilê me bi gotinên xwe yê kurd-kemalîst reş nekin bicehimin herin...





edît: muhattabê vê peyamê kesên ku rasterast sixêf û heqerat ji bawerîya min re dikin in. bila hevalên me yê ne-misilman hilnedin ser xwe haya min ji wan nîne. tiştê ku mirovî/ê aciz dike ji îslamê heznekirin, nefretkirin, rexne kirin nîne tenê heqeret e. û heqeret mirovê aciz dike divê em hemî ji nirx, bawerî û kesayetîya hev û dû re rumetê şanî bidin. û bila tirşîk bi sixêfan û xeberan nebe mîna ferhengên tirkî.



20.06.2016 23:50 ~2016.06.21 10:13 | azad30

2. aciziya ji banga melê ne îslamofobî ye..

lê aciziya ji aciziya banga melê ya xelkê hewldana tehekûm û xweferzkirinê ye..

normal e mirovek çawa ji dengê trafîkê, ji dengê zarokên digirîn, ji dengê înşaatê, ji dengê mûzîkê ,ji dengê naqosa dêrê aciz bibe, welê jî ji dengê banga melê aciz bibe..



20.06.2016 23:59 | endazer

3. Peyvên wek zirezire melayan, ji melayan re gotina ker heqerete. Bi mîsqalek zerre jî be ne xema min e ku yek rabe bêje ez jî dengê melayan aciz im. Hetta belkî ji ber dengê hoparlora bêqalîte desîbelên bilind dikarim empatî bikim lewra ez jî carna dema desîbel zêde zêde be hoparlora xirabe be aciz dibim. Lê lê lê ev tiştên hanê rênade ku yek rabe bêje zirezire melayan an jî ker. Aha hingê pirsgirêk eve. Wekî din kî hez çi bike kî ji çi nefret bike ne xema min e ez guh nadim lê dema ku heqeret hebe hingê pirsgirêk ek zêde zêde mezin heye û divê herkes haj gotinên xwe hebe.



21.06.2016 00:10 | azad30

4. ji ber viya dengê meleyan/90947 ez ê çend gotinan bikim lê berî wê jî beredît dengê meleyan/90983 :

""divêt ji bo peyva 'zirezir'ê ev bête zanîn ku ez tenê wateya ewilî dizanîbûm:

zirezir -n. 1. mê, deng- 1. dengê zincîr û ristikan. 2. dengê zirêna keran. ferheng, kurdî-kurdî, kamêran botî, weşanên do

gelî xwişk û birayan*, wele ez wateya duyem nizanîbûm. ez li apartmanan mezin bûm û wekî tê zanîn zengilê van malan li her derî hene û ser hev du lêxistina wan jî heye ku hah ez peyva zirezirê ji bo vê rewşa dengê qelebalix dizanîbûm. berdin kerê, min hîn mirîşkekî sax neditiye ku gelo dengên vana di kurdî de çawa tê gotin, nizanim.
""

tew tew tew... çawa tirk ji hemû kurdan re dibêjin *terorîst, hinekî jî ji hemû rexne û tespîtên xelkê, etîketa îslamafobîkê dizeliqîne. lê berê vê benîştê bicû, divêt bêt zanîn ku ka hela ev têgih ji aliyê kê ve, kengî hatiye derxistin û pesandin û wateya wê çi ye û ji kê re tê gotin. kî, ji ber kîjan sedeman diwêre ka kesekî îslamafobîk e ya na. heger wêrekiya tawanbarkirinê di xwe de bibîne jî ew kes nikare bibêje "biceheme here derekî din". dê merivek were û jê siwal bike, "tu kurrê kî yî?".

li bin wê banga nimêjê, mizgeft jî tê de welat hat xera kirin û mêrikên îslamofil xwezî biçana û me wê wêrekiya wan ên tawanbarkirinê li ber mizgeftê jî dîtibuya.

erê xebera tirk(ên misilman) hene ji bo parastina dîne xwe li hemberî kemalîstan; heqê wan in misilman hindik nekişand ji derdê wan, lê belê kurd(ên misilman) bira zirreziran meke.* heger misilmanê wêrek kanîba dê dema bi topan xerakirina sûrê, zimandirêjiya li ser mala xwedê, wê rabûna ser nigan! (ha heger ew tirkmanc be, bira xwe xwe şa bike!) hesasiyeta tirk(ên misilman) ne ya kurd(ên misilman in)an e. gotinekê pêşiyên tirka heye, bi kurt û kurmancî vaya dibêje: bi kîrê xelkê mîz nayê kirin.

aliyê din, mizgeft perça bajaran in û gelek melayên ku dengên wan ne ya guhdarkirinê ne, bê krîtera "bilalê hebeşî" têne tayînkirin. ji çar aliyên bajêr bi hoparloran û bi navberên nîv deqeyê yan jî deqekî de dehan mela dixwîne! haya te ji kakofonî, bêharmonî, bêahngiyê heye? ev ne pirsgirêka xelkê ye, ev pirsgirêka ewan kesan e ku ji xwe re para misilmanên hesas hilbijartiye.

ha, tayînkirin? mela ji aliyê kê ve tê tayînkirin? dewlet! dewlet pereyên kerxaneyan, meyxaneyan û hwd. nastîne? distîne! ew mela meaşên/pereyên xwe ji ku distîne? erê!

di nav sîstema kapîtalîzmê de cihê îslamê çi ye? ha ev e! navên qanûnên xweda hene, lê nayê sepandîn, tu nikarî bisepîne û tu nikarî li benda rêzgirtineke bo melayên nabin nenuka bilalê hebeşî, bisekinî!

a dawî ev e: bira ew kesan ku bi wan zanyarî û edebên xwe yên kêm û beradayî zimanê xwe dirêjî ehlaqa/misilmaniya min û bavê min dikin û etîketa îslamofobîkî dizeliqînîn me, hay ji xwe hebîn! ev rê ne tu rê ye. bla bla bla.

ha xelk gengaz e îslamê û şêx û sofî û meleyan hez neke. ma çima, ha ji we re:

(bnr: hîzbullah)
hîzbuşşeytan!

edît.

edît2: min ne xwest rasterast xebera nivîskarek bikim, lê belê tablo gelek tirş xuya kiriye û min jê birî, hinekî guherî. ji ber vê gotinên nebaş ên heddê xwe derbas kiriye, li min biborin. divet bê zanîn ku mesele ne tenê tiştên ku li peyama ewîl hatiye gotin, sînorkirî ye. dema nivîskarek bi hest û ramanên xwe tevdigere û têgihek -erênî an jî neyînî- bikartîne, ne garantî ye ku xwînerên din jî ew têgiha bi hest û ramanên wê nivîskarê fêm bike. fêmkirin bêsînor e û hwd. ha malûmatfiroşî karê nivîskariya ferhengên înteraktîfê ye, ne hewcî ye ravekirinê.

edît3: "hay ji xwe hebin" jî, dêûbavên min ji bo wateya "xwe muqete be, dema tu tiştekî dikî du cara bifikirî û hwd" bikartînin. weke tehdît xuya kiriye/hatiye fêmkirin lê telkîn û pêşniyaz esil e. nizanim divêt hîn çi bibêjim.



21.06.2016 00:15 ~2017.12.17 00:21 | biruya hayao miyazaki

5. Lawo xwezî hinek kes gûyek fahm kiribana ù paşî xeberdabana ûlan ma qey li gor hizra hinek kesa em gelek li ber bawerîyên xelkê dikevin bi bawerîya wan aciz dibin nizanim sil dibin. Bi serê dimkekê nîskê ne xema min e bawerî an jî bêbawerîya kesê jixwe herkesek ji Kar ù emelê xwe berpirsyar e çij min re ye. Divê ya yekem bête zanîn ku peyvên zirrezir ù ker heqeretin ne rexne, ne jî tespîtên xelkê ne. Rasterast rê dide ku şerek an jî nexweşîyek çêbibe. Kes nikare fikra kesî bi çavekî neyînî qaşo analîz bike ù li Ser serê me bi rîya malûmatfiroşîyê bingeha mijarê ku heqereta bawerîya Bu biguherîne. Nîşe: islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin/90961 bila bizane ku edetê min nîne ku bo bawerîya xelkê tiştek xirab bêjim an jî biçûk bibînim. Jixwe tiştê ku jê direvim û nefret dikim eve. Û bila haya te jî hebe bi gotinên xirab, bi sixêfan ji heddê xwe derbas neke ji ber ku tu rê didî ku tiştên neqenc belasebep biqewimin.



21.06.2016 00:38 ~00:41 | azad30

6. Mijareke ji hêla min ve nehatiye femkirin e. Heqqet şerîf kî ye?



Kurdên nemisilman - sekuler wek kemalîst hatine pênasekirin. Erê bawo li gor kêfa dilê xwe me pênase bikin, jixwe otorîte hûn in. Mafê me tune ye ku em xwe binav bikin, hûn hene bes e.



Tê gotin ku ji kurdistana min bicehimin. Waaa? Kurdistan malê bavê yekî ye herhal, qet haya min jê tune bû. Binêrin gelî hevalan, yên ku ji me re dibêjin kemalîst, wek kemalîstan tevdigerin û dibêjin (bnr: ya sev ya terket).



Xulasa li gor gotin û heqeretên yekî xwenezan xwe neêşînin



21.06.2016 01:08 ~01:22 | endazyar

7. ''madem ku hûn ji şîarên îslamê acizin û heqeretê dikin bicehimin herin ji kurdîstana min''



ez ji şîarên îslamê eciz im lê nacehimin û naçim ji xaka dêûbavan ger hêza te destûr bide ji kerema xwe re tu were min derîne ji xaka min..



''willah billah tîllah em êdî rê nadin ku kemalîzmek kurdî dijî îslamê ji nav me kurda de rabe û heqeretê bike bawerîya me''



(bnr: mağdurum da mağdurum)

di nava îslamîstên tirkan de nexweşiyek heye; kî li dijî tevgerên bêbinyad û ehmeqane li ser navê îslamê dikin, derkeve cîhde wek kemalîzmê hetîket dikin û xwe cîhde mexdur dikin, ev bû 12 sal in desthilatdar in lê hê jî mexdur in bla bla bla..

nexweşiya heman rengî di nava kurdan de jî bi cîh bûye, kî xwe sekuler bibîne û jiyana xwe li dûrî ol û baweriyan dîzayn bike cîhde hetîketekê pê de dizeliqînin 'om noholon komolozm woro nov kordon'' he canim he, bi tenê tu wilo biaqil î newsa?

bi qasî ku mehda min ji kemalîstan dixele ewqas jî mehda min ji gur û çeqelên ku bo berjewendiyên xwe tiştên ne tişt li ser navê ol û baweriyan li ser xelkê ferz dikin û pê ve konfora qûna xwe rehettir dikin dixele. tu ferqan van her du celebên genî nîn e..



ez rojî nagirim û nimêj jî nakin, min heta aniha dizî nekiriye, destdirêjîya namûsa xelkê nekiriye, nebûma sebeba nanê xelkê, neheqî ji kesî re nekiriye, heta aniha gotineke ne xweş ji jinekê re negotiye û min tucar kesê tacîz nekiriye lê ez naxwazim şev nîvê şevê bênamûsekî qûnbigû ji bo pereyan daholekê bigire destê xwe û taq taq taq min ji xewa min bike, zaroyên ku radizên xewa wan xira bike û dûzena wan serobino bike û bi ser de jî dawiya vê mehê were ber derîyê min bi zorê pere ji min bixwaze, dema ez van tiştan dibêjim dibim kemalîst newsa aqilê malê?! belkî hêşê misilmanên nezan naxebite lê em bêjin, teknolojî bi pêş ket û va ye saet heye, alarm heye, tu bernameyekê saz dikî û bi wê bernameya sazkrî heta telefon te hişyar neke nasekine û pere jî nadî, em vê manteliteya seqet rexne dikin û lê tÊn dibêjin ' hon kofor on' yav he he..



ez jî carinan ji dengê minarayê eciz dibim, lê nabêjim bila qedexe be, qenebî bila yekî dengxweş bang bike, ihtîmaleke mezin, ku seh bikim, ezê ji dengê zengilê dêran jî eciz bibim, lê ezê nebêjim qedexe be, bes min eciz neke lê tu jî neyê tevlî ereqa xelkê nebe, madem rêz û hez dixwazî wêga neçe li kesên fitar nexe, camekanên dikanê wî neyêne xware, ma ji te re edet e ji min re qebhet e?



kurd nizanin pênaseya têgahan bikin, nexweşiya vê nezanînê jî ji tirkan sîparîş kirine, îslamofobî û tu têkiliya eciziya pênasa jor nîn e.

ha ya dawî, kurdistan warê min e, hem hez dikim hem jî naçin (te dît yekî gotibû bicehimin, kemalîst jî digotin yan hez bike yan bicehime, heqet kî ji bo kê gotibû hûn kemalîzmê tînin? ** )



21.06.2016 10:43 ~10:48 | ferhenga şikestî

8. herî zêde jî ez ecizim. wek êşkence ye. çiqas asteng kirina îbaded kirina mislimanan paşverûtî be bi darê zorê çespandina wê dengê bilind û qirêj û bêwate jî paşverûtî û zordarî ye. kesên ku dixwazin nimêj bikin ji telefonên xwe binêrin saet çiye. bi rastî tiştek sosret e. yên misliman çi dixwazin bila bikin asteng kirina wan xelet e lê lê ne mafê wan e ku ne wek wan eciz bikin. lê ji tiştekî ereban hêvî kirina "miroveyatî" jî jixwe bêwate ye. belkî piştî 100 salan dê li rojhilata navîn jî serdemekî ronesans û ronahîyê destpêbike û ev serdema tarî û zordariya îslamî jî belkî wê bidawî be. belkî...



21.06.2016 20:39 ~20:43 | xidiran

9. Mijarek sosret û hinek xetere hatiye vekirin..

Di çanda me elewiyan de mizgeft, mele û ezan tune..tiştên biyan in.. ku wekî tê zanîn Elewî xwe di nav îslamê dibînin, dinirxînin..her çiqas fikrên cuda hebin jî ..

meriv dikare xwedê, pexêmber, deh û dû îmaman pir hezbike, qûranê bixwîne lê naxwaze guhdarî ezanê bike….nexwastina guhdarkirina ezanê her tim îslamfobîk nabe..



22.06.2016 21:58 | havka

10. Azan dan di serî de bangewazîya nimêj e, bi rastî wext diyar nake.mizgeftan di îslamê de ne tenê cihê nimêj kirinê ye.Di heman demê de cihê danûstandina nêrînên civakî, cihê biryardanîna û çareserkirina derheqê bûyerên û pirsgirêkên civakî û cihê serdanî, civîn û piştgirîye.Carinan jî cihê mijulî û heng kirin û pîrozkirin e.di civaka îslamî de banga şerif ev mijaran jî tê xwendin, ji bo ku mirovan bicivîn.Di hundirê banga şerifê de esasên qaîdeya îslamê tê bîr xistin û tê gazîkirin ku mirovan werê felat û nivêjê.Bawerî bi sehkirinê re û agahî bûnê re watedar dibe.mirov pê çi bawerî aniye divê bizane û fêm bike.Eger meriv agahdar nabe û ser çi bawerî aniye pê nizane ev bawerî netendurist û nesaxlem û nerast e.lewma tiştek çi qas baş û xoş be û watedar be jî ger însan nezan be ji bo vî kesî bêmane ye û çu bisûd nabe.îcar di nav rojekî de pênc car dengê azanê pirî deman wekî îşkencê werê guhê mirovan cahila.nezanî bijartineke, vebijartin destê te de ye.

çi dibejê cegerxwîn;



Em bi dilê xwe tev hakim û mîr in,

Di zekatê de, ji qismê feqîr in.



Wilo mebe berebê!, çavê min...



23.06.2016 06:18 ~2016.08.19 00:27 | rûbar

11. êdî bes e ulan ev çi dijminahî , çi heqeret û çi bêedebîye!!!



ew qas sebir êdî ne sebir, ne jî tehammul e tenê zîllet e. law zevatê JAR armanca te çi ye bi parvekirina vê vîdeOYÊ qey tu dixwazî şerek derkeve an jî te nîyete ku yê dîndar tirşîkÊ nemînin. ewqas bêdebî, bÊtehemulî nabe jixwe te kul û derdê xwe PEYAMÊN PÊŞîn de anîbu ziman vêca armanca te bi parvekirina vê vîdeoyê ve çi ye? ev vîdeo rasterast heqeret e . ger armanca te ev bît bi aşkîra bêje biruya hayao miyazakî zû wê vîdeoyê rake û lêborînê bixwaze. ger tu an jî moderatorek vê vîdeoYÊ RANEKE êdÎ ez nikarim tirşîkê bimînim.



23.06.2016 11:01 ~11:45 | azad30

12. mijara buyî sedem ku peyama 11emîn ji aliyê min ve hatî jêbirin. peyama 11emîn a biruya hayao miyazaki di hundirê xwede videoyeke bêkêr, acizker û tije-heqaret dihewand û ji ber wê hate jêbirin.



23.06.2016 11:50 | azadixwaz

13. berî peyama esil: divêt ji bo peyva 'zirezir'ê ev bête zanîn ku ez tenê wateya ewilî dizanîbûm

zirezir -n. 1. mê deng- 1. dengê zincîr û ristikan. 2. dengê zirêna keran. ferheng, kurdî-kurdî, kamêran botî, weşanên do

gelî xwişk û birayan*, wele ez wateya duyem nizanîbûm. ez li apartmanan mezin bûm û wekî tê zanîn zengilê van malan li her derî hene û ser hev du lêxistina wan jî heye ku hah ez peyva zirezirê ji bo vê rewşa dengê qelebalix dizanîbûm. berdin kerê, min hîn mirîşkekî sax neditiye ku gelo dengên vana di kurdî de çawa tê gotin, nizanim.


mixabin min ji bîr kir ka hela min li bin wê vîdyoyê çi nivîsand lê belê li peyamên jortir nîqaş li dora têgihên "acizî - îslamofobî - kemalîzm - hwd" geriya. vê sibê jî hat bîra min ku grafî2000 anîmasyonekî li ser "îmam" û "bang"ê çêkiribûn çend salê berê ku bi xwe ez zarok bûm û li kanal d-yê dihat weşandin. Û ji xwe min jî hez nekiribû, lê ji ber "çewtî" an jî "şaşî"ya ravekirin û bikaranîna tiştên îslamî ya li vîdyo, li bîra min bi cih girtiye û min xwest rê li tirşikvanan bidim.

armanc ev bû: îslamofobî çi ye? acîz bûna xelkê ji dengên qerebalix a melayan e yan jî xerakirina bangê/azanê ya mîna wê wîdyoyê ye?

wekî min xwest, acizî tiştekî normal e û îslamofobî jî li nav wê wîdyoyê hatiye çêkirin ku ka hela binêrin bi xeber û galgalên du lehengên wê vîdyoyê û aciziya çend nivîskarên tirşikê dişibin hev ya na?! Gengaz e hun jî dizanin ku kanal d heta nuha jî kemalîst bûn.

divêt bihata dîtin û bihata gotin ku na acizbûn ne îslamofobî ye, me ket rêya hêsanî û gunehên xelkê bir û ji wan re got, îslamofobîk. ji bo senifandina tevgerên merivan, divêt meriv berî her tiştî zanibe ka ew tevger çi ye û dihere heta kîjan sînorê. li wê wîdyoyê sînorekî hatiye nîşandan, û ew gelek nexweş e.

hesasiyet, tiştên pîrozî, bingeh û rêzikan, hezkirin, giramî dan, jidûrketin, tenezulnekirin û tiştên din... haya min ji van tiştan hene û bi ya min mafê herkes heye ku ji van hest û tevgeran yekî an jî gişî ji bo dîn-îdeolojî-fikar-hwd bête hilbijartin/girtin û di jiyanê de bête sepandin.

nuha em were kekê azad30. gotiye "zû wê vîdeoyê rake û lêborînê bixwaze." azadixwaz biryara xwe daye, jê biriye. giramî didim biryara wê. Ji ber ku nayê bîra min, gelo min çawa pêşkeşkiribû. Lê tê bîra min ku peyamekê kin bû û dibe ku binê armancê baş nexêzandibim. hema ji bo azad30yê peyamek helal be. tofaniya wî ya li jor rakiriye, aşkere ye ku ji ber pir hezkirinê ye.

lê belê ez lêborînê naxwazim! heger tehemula te nayê te yê venekira. wekî mînak, ji bo min îslamofobîkên herî mezin daîş in û bi hebûn û çalakiyên xwe yên kerax acizî didin min. û ji ber vê jî heta ji destên min tê ez nûçeyên ku qala kirinên wan dike, venakim, naxwînîm û ji bo nebînim jî hewl didim. Ji ber ku dizanim, ew îslamê diherimînin, destûr û qeydeyên îslamê binpê dikin. tê bîra we, çend dem berê li charlie hebdoyê karîkaturekê hatibû weşandin û terorîstên daîşê ji ber wiya 10 karîkaturîst kuştibûn. heta komkujiyê, ez dikarîbûm, lê min qet neket şopa wê karîkaturê ya bû sedema kuştinên merivan. ji ber ku min çend gotin li ser wan bihîstibû, li gor gotinan tiştên nebaş hatibû xêzandin. û min nenerî. hew. ji ber ku nêrîn li destên min bû û ez neneriyam, ji ber ku heger min bidîta wê kêfa min xerabuya. Min ê ber xwe biketa. Heger nivîsên min kêfa te nere, ji îroj pê ve nexwîne! Him tu yê armanca peyamê, armanca parvekirinê fêm neke, nexwaze fêm bike û him tu yê tofanan rake û him jî tu yê rabe, emir bike bo paqijkirinê! Ez ne mecbûr im ku tiştên min nivîsand an ji parve kir, carekî din rave bikim an jî biparêzim. Prosedur hêsan e: Te peyamekê xwend, kêfa te ne çû wê çaxê here peyaman ji moderatoran bişîne. Qey ew ê tiştên ji destên wan bê çê bike.

Ne ez dixwazim tu ji vira here, ne ez ji destên te digirim, ne jî tu ji bo min/me li vir disekine. Nivîskar ji bo malumatên xwe bifiroşin li vir in û bo tirşikê taybetiyeke taybet ev e: ji bo kurdiyên xwe pêş bixe. Hew.



23.06.2016 17:14 ~2017.12.17 00:23 | biruya hayao miyazaki

14. mesele ji vir derket kesên jiber bibêjin " azana kera/zirezira meleyan ne Îslamofobîkin jiber dirûvê azanê û zirîna mela bi hev dixe û dibe bi kesên bêbawerî nexweşbe tiştek normale kesên ne normal ewin ku wan bi faşîstiyê û tirsanekên ji Îslamê îlan dikin.. Heta gotinek pêşiya wiha jî heye; "ji azana mele bawer nake ji zirîna kerê bawerdike " an "ne ji azana mele bawerdike ne ji zirîna kerê" yanî ev ne ku em ji mela ditirsin, kî di mela.. jiber tiştek wiha tê hişê meriv têkilîya wan bihevra heye, şeytan jî bi meriv dide gotin mesele eve.. sernivîsên kafirobîk jî divê bên guhertin ji alî moderatoranve minak: muhammedê sapix bi guherînin muhammedê doxînsist * henek henek Jixwe sernivîsek wiha ne hewceye di bin sernivîsa Hz. Muhammede dikarin zanînê xwe bîbêjin mîsal entry wiha 1 Muhammed ahmed Mustafa 2. pêxemberê dawî 3 mêrê 12 jina.... sernivîs: zire zira meleyan = wiha dikare bê guhertin azana Şerîf/banga Şerîf di peyamêde dikarin bibêjin wekî zirîna kerêye, dengeki xweşe, pisîkolojiya meriva xerab dike... moderator divê derheqêde zêde bêxêrin * û ne hewceye meriv xwe bi qehirîne niha dibe moderator ne valane paşê ewê sererastbikin jixwe divê di rojêde sererast nekin lazime Hinek dem bibihire di serde jibû kes ferq neke û gengeşî dernê.....



23.06.2016 23:38 | shorbevan

15. Kurdistan kurdistana hîç kesî nîn e ku berî yên din bide, heya a îslamîstan hîîç nîn e. Her kes jî baş dizane ku piştî hikûmeta akpê li her taxê yek mizgeft çê kirin û ezanê jî bi qeydêke gelekî xerab dixwînin. yanê her mirov neçar dimîne ku rojê 5 çaran û heya roja înê heya dereng heman tiştê guhdarî bike. Bi min ew îslamîstên heya ku êrîşî mirovên aciz dibin dikin divê olê xwe bi awayekî estetîktir, xweştir dizyan bikin.
Bêyî vê gotinê jî ji kerema xwe jiberên xwe neynîn bi serê her mijarê ve girê nedin. Ew kesên ji heytûhola îslamê û îslamîstan aciz dibin dibe ku bi heman demê de reaksîyonên kemalîstan jî aciz bibin. Lê mixabin dîrokê gelek caran ji me nîşan daye ku hîç hêvî, fêmdarî, aqilmednî di îslam û îslamîstan de nîn e. yanê bawerîya min nîn ku mabesta min bê fêmkirin lê dîsa jî dinivîsim.



04.08.2018 13:25 ~13:33 | jifêzagorda

16. Heyf! Me van nîqaşan nedît. *

çima hinde dereng Haja min ji tirşikê ma ? :(



25.07.2019 19:40 | xelîl

17. (bnr: mexdûr im ez mexdûr im)

her roj mele di hundirê mala me de bang dide, dqn guh û mêjî nema êdî! acizbûnek tendurustî ye îja îslamofobiya çi?

cimeeata min jî qêrîna şivan perwer wek qêrînek şerîf û minbarek dihesibînin, em ê rojê 5 danan li ser hoperlorên mezin sitranên 3 deqqe bidin vekirin. yên nerehet bin dê jê re bêjin kurdofobîk û emê wî/wê/wan nîşan bikin wê ji holê rakin.

ji me re gelek qêrînek pîroz e her çiqas hûn pê nerehet bin jî hûn ê mecbûr bin bêdeng bin û hûrmet bidin!



08.05.2020 02:09 | de facto hozan

18. acisbûna ji dengê bangê ne îslamofobî ye.



08.05.2020 15:30 | bûtîmar

19. di eslê xwe de pirsgirêk ne bang e.
bila banga şerîf di hiparlorê high quality de bê deng kirin mîna b&o û ew deng jî ji hafiz naser be
ew ê kî adiz bibe ?
hema hûn misilman maghdûrin her tiştî nebin ser li dij bûna îslamê ..
ev doz ya tirka ye .

na na ne parêz ji min re melayê stû qalint !
em zanin bê melayê bakûr çawa xwefiroşin jî .



08.05.2020 16:26 ~16:28 | shwinsherm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin
» dengê çûkê hatî qelandin
» banga domenico
» şerîfo hiş wê xelk me têxin hebsê
» acizkirina cinsî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî