Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
qanûnên murphy - tirşik
qanûnên murphy
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. aforîzmayên ku lêhûrbûna çavkaniyên serneketinan û çewtiyan ên di pergalên têkilhev de yên ji aliyê endezyarê emerîkayî edward a. murphy, jr. ve hatine hûnandin.



bingeha qanûnên murphy di vê aforîzmayê de veşartiye, murphy wiha gotiye: "heke ji bo çareserkirina karekî ji yekê zêdetir ihtîmal hebin û ji nav van ihtîmalan yek jê wê encamên neyinî derxe û bibe sebeba karesatê; teqez wê ev ihtîmal pêk bê."



aforîzmayeke din jî wiha ye:

"heke ihtîmal hebe ew tişt berovajî biçe, wê berovajî biçe." ev kod êdî di teknîka nûjen de weke krîtera analîtîk ji bo stratejiya pêşî li çewtiyan bigire tê bikaranîn. ya rast weke gotineke komîk xuya dike, lê ev qanûnek e û qanûneke li ser bingehên xurt û cidî sekiniye.



ihtîmal bi vî awayî tê pênasekirin: "rêjeya encamên rast li ser encamên gengaz/muhtemel" heke bûyerek di nav pêvajoyê de pêk neyê, ihtîmala wê "nîn-0" e; ango negengaz e. qanûnên murphy jî berovajî vê pênasêyê bi awayek din li vê meselê dinêre: heke bûyerek gengaz be, wê pêk bê. bingeha qanûnên murphy ji qanûneke zanistî-matematîkî ya fenî ya di warê teoriya sîbernetîk û pergalê de ye. bi kurtî ew jî wiha ye: "ihtîmala kaosê ji ya pergalê/rêkûpêkiyê bêhtir e."



edward murphy di sala 1949ê de ji bo programa neqilkirina roketê ya u.s. air force'ê weke endezyar li qada ceribandinê bû. ev ceribandineke pir buha bû, 16 heb cîhazên pîvanê li ser kobay hatin girêdan. karê yekî/ê girêdana van cîhazan bû, dema destpê kir cîhaz bi awayek çewt girê da, ji ber vê jî tevahiya ceribandinê têk çû û serneket. ev xebat li ser murphy bandoreke zêde çêdike û piştî vê murphy qanûnên xwe li gor vê dihûne.





berovajiya qanûnên murphy, qanûnên yhprum in.



rêzikên giştî yên qanûnên murphy wiha ne:

-ihtîmal hebe ew tişt berovajî biçe, wê berovajî biçe.

-ihtîmal hebe ku tiştek bi çend awayan berovajî biçe, her wê awayê encamên herî xirab derxe wê berovajî biçe.

-heke mirov ihtîmalên berovajî asteng bike jî, wê zû bi zû ihtîmaleke nû derkeve.

-dereng an zû ihtîmala mercên herî xirab yên li dû hev wê pêk bê.

-hûn kengî dev ji tiştekî berdin, ew tişta we dev jê berdayî wê li we vegere."

-heke çênebe, zorê lê bikin; heke şkest ji xwe divê bihata guhertin.

-çiqasî bixwazî li hêviyê bisekinî ewqasî bisekine, lê dema te nexwest wê hingî werê.

-her problemeke çareserkirî, problemên nûtir diafirîne.

-heke her tişt bi rêk û pêk be, teqez tişteke xirab/berovajî heye.

-heke hûn bi tiştekî ve zêde bilîzin, hûn ê wê xira bikin.

-makîneya te ya hesabê danekî sax têkûz bû, lê di ezmûna matematîkê pîlê wê xira bûye. (daxuyanî: ji ber her ihtîmalê, pîleke din jî hebe wê ew pîl jî sifto be.)

-tiştek weke ku xuya dike, ne hêsan e.

-dema ji we re piyango derket, mirina we ne dûr e.

-dema hûn ji yekî/ê re bêjin "mase boyaxkirî ye, xwe lê nede ha!" berî ku ji we bawer bike teqez wê destê xwe bide masê.

-heke hûn xwe baş hîs bikin, neqeherin wê derbas bibe.



malpera wê:

murphys-laws.com



26.06.2016 22:38 | xendekî

2. Qanûnên her tim li ser jiyana min rewacdar in.



05.09.2016 12:57 | biaqila malê

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» qanûnên nenivîsandî yên tirşikê

Kategoriyên mijarê:: tekili felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî