Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 40 peyam
necat zivingî - tirşik
necat zivingî
(0) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. parêzer û nivîskareke kurd e

Di sala 1982yan de, li Gundê Zivinga Hebizbiniyan ji dayik bû. Piştî 6 – 7 salên xwe li gund derbas kir, malbata wî bi mecbûrî koçî bajarê Êlihê (Batman) kir û heta zanîngehê li Êlihê ma.

Di sala 2002yan de çû “Zanîngeha Kocaelî” û li wir “Fakulteya Huqûqê” xwend. Di sala 2007an de çû bajarê Amedê û dest bi parêzeriyê kir. Heta sala 2009an li ser medreseyên Kurdistanê lêkolîn kirin. Ev lêkolînên xwe di rojname, radyo û televîzyonan de pêşkêş kir. Di sala 2009an de çû bajarê Stenbolê û li wir parêzerî kir.

Di weşanên cuda de bi navê xwe û bi nasnavên cihê, gotarên Kurdî û Tirkî nivîsand. Damezrêneriya kovareke kurdî kir û 3 salan weşankariya wê meşand. 2 salan di televîzyonan de bernameyên çandî û olî pêşkêş kir.

Li Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê û a Alparslanê ya Mûşê di beşa ziman û çanda Kurdî de lîsansa bilind kir. Li Zanîngeha Anadoluyê beşa civaknasiyê (sosyolojî) xwend. Heta niha 5 berhemên wî yên Kurdî hatin çapkirin.



Berhemên wî:



1-zembîlfiroş, 2012

2-dîwana mela ‘elî ‘ilmî, 2012

3-helbestên azadiyê, 2014

4-stêrkên edebiyata kurdî, 2014

5-evdirehîm rehmî hekkarî, 2015



2016.07.01-22:01 | endazer

2. li ser pirsên wekê ka gelo kurdî ji farisÎ kevntir e an farisî ji kurdî, û têkilî vê pirsê gelo lorî zaravayê kurdî ye an yê farisî, rûdawê pê re hevpeyvînek pêk aniye, bixwînin; Here lînkê



2016.07.01-22:03 | endazer

3. necat zivingî/91351

kesê lêkolînek û xebatek hêja dike/ kiriye



2016.07.03-00:24 | shorbevan

4. xwediyê dengekî xweş e. û helbest bi dengê wî xweştir dibin, bi taybet helbestên mela. li youtubeê bi navê xwe kanalek ji xwe re vekiriye ku meriv dikare çend helbestan di wê kanalê de peyda bike. bi rasti jî karekî gelek baş dike lê xwezila çend helbestên modern jî bixwenda. û bi qasê ku min dîtiye hinek zêde li ser îslamê disekine heta carinan ramanên wî dişibe ramanên mufid yuksel. herçend ku ji îslamîstan hez nekim jî necat zivingî kesekî hêja ye. hêvîdarim ku di karên xwe de berdewam be.



2017.12.27-00:45 | sloujouc

5. Ev kes ji bo ku paşnav guhartiye û bû ye xwediyê paşnavek bi rûmet e.

navê birêz necat özdemir êdî necat zanyar e.

(bnr: biryara guherandina navê xwe)



2020.02.22-23:14 | brzn

dengdanên dawîn (Yên Din..)
kawa nemir [1]
wek tê zanîn kawa nemir ji serhedê ye û li gor min paşanavê xwe ji ber...
kurdolog beg [1]
Fahrenheit 451. Flimê @darînê daryo di koma tirşikê de wergera binivî...
kurdolog beg [1]
ÊDÎ LI SER tirsik.net ê bû ye nivîskar. di sala 2015an de hesabê xwe ...
şorbeşîr [1]
şîraniya bi şîr û brincê tê çêkirin. xwuha mehîr ê....
taybetmendiyên zavayên ku dayikên kurd dixwazin [1]
1- bila dê, bav, xwîşkên wî nîn bin. 2- bila rewşa wî ya aborî gelekî...
belki ev jî bala te bikişînin
» necat yilmaz

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî