Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 16 peyam
    pokémon go - tirşik
    pokémon go
    (1) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. lîstik, îro di firoşgehên ios û androidê de cihê xwe girtiye. ji navê lîstikê jî xuya dibe ku naveroka vê li ser pokemonê ye. lê bi saya taybetiyeke xwe ve ji hemû lîstikên din cihe dibe. lîstik, xwedî taybetiyê augmented reality e, ango rastîtiya zêdekirî. ango kêrî çi tê? kêrî vê tiştê tê, êdî em li ser telefonên xwe li her derê dinyayê dikarin pokémon bigrin, perwerde bikin, bidin şer kirin hwd. di navbera me û pokémonan de têkiliyeke taybet çêbe, bi temamî ne hestî lê têkiliya me bi wan re taybet be.



    pokémon go çawa tê lîstin?



    ewilîn, bi riya înternetê ji firoşgehê ios an jî androidê lîstikê daxînin. lîstik, bêyî internet nayê lîstin. piştî saz bûnê, lîstik ji we xwesteka bijartina pokémonekî bike, ji we re -qasî ku ez zanim- sê heb vebijêrk nîşan bide û hûn jî li gor dilê xwe ji wan yekî hilbijêrin. hûn êdî ji bo lîstînê amade ne. pişt re derkevin derva û ji xwe re li sûk û kolanan dest bi meşê bikin, di mal de jî dişuxile lê pokémonên we li malê bi pokémonên çend kesî re şer bike, bide û bistîne? lîstik belkî li behrê û li ezmana jî bişuxile lê bawer nakim ji ber ku çêkerên lîstikê bi google mapsê re sêwirîne. ango li ser rûyê erdê li gor nexşeyên googlê tije pokémon e, ma jixwe erd têrî we kir, hûn ji behr û ezmanê man?! de êdî hûn jixwe çar pênç ling bavêjin lîstik ji we re bi raya deng û lerizînê bide zanîn ku li derdora we çend heb pokémon heye. hûn hemû pokémonên ku li derdora we heyî nikarin bigrin. hûn tenê li gor radeyê xwe pokémonê ku qîma yê we bike bikaribin bigrin. hûn pokémonê xwe, yê radeya ji ê we bilindtir re bidin şer kirin dê hûn pê bigrin. ku vê tiştê, yên ku xezefîlmên pokémonê temaşe kiribin jixwe dizanin, êdî hûn zanin. lîstik kurt û kurtasî bi vî awayî didome.



    min gava ku pikaçuyî hilbijart, li hemberî min serî hilda:







    zarokên kurdan êdî ji leşker û polêsên tirkan re kevir neavêjin; li ser wana pokémonên kevirî berdin: (bnr: zarokên ku kevir diavêjin)







    vîdeoya danasînê:














    2016.07.06-22:52 ~2016.07.07 15:37]| remlavêj

    2. lîstika ku ji aliyê şervanên li mûsilê jî tê lîstin.



    ev wêne aîdê şervanek biyanî ye ku li cem kurdan li mûsilê şer dike. ez bawer im di nav pêşmergeyan de ye.



    2016.07.11-19:36 | simurg56

    3. Lîstika anîmeya zaroktîya min. Do li tirkîye ket play storeê. Min jî daxist û wa bû du ro dilîzim

    Lîstikê de nasnameya min : D6DYPTR6G. ( Em dikarin hevdu dîyarîya bişînin û şer bikin)

    Dixazim hinek taktîk/stratejî jî bidim we.

    Pokemonên agir Li hemberî pokemonên Çîmen, qeşa/bûz û Kêzik bihêz in lê li hemberî pokemonên av,erd/ax, û kevir gelekî Bêhêz in.



    Pokemonên avê li hemberî pokemonên agir ax û kevir/zinar bihêz in lê li hemberî cêryan/elektrîk û çîmen bêhêz in.



    Pokemonên çîmen(grass)li hemberî pokemonên av erd û kevir/zinar bihêz in lê li hemberî pokemonên agir, qeşa û kêzik bêhêz in.



    Pokemonên ceryanê li hemberî pokemonên av û pokemonên difiri bihêz in lê li hemberî pokemonên erd(ground) bêhêz in.



    Pokemonên kêzik li hemberî çîmen bihêz in lê li hemberî pokemonên agir û kevir/zinar bêhêz in.



    Pokemonên kevir/zinar Li hemberî pokemonên agir, qeşa û kêzik bihêz in lê li hemberî pokemonên av çîmen û hesin/polad(steel) bêhêz in.



    Pokemonên hesin/polad li hemberî pokemonên qeşa zinar û perî bihêz in lê li hemberî agir bêhêz in.




    Edît: min dev jê berda.



    2021.06.05-21:23 ~2021.06.17 06:05]| lewendî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    darbestên rengorengo [3]
    Darbestên ku li sergiya ahmet güneştekin a li Amedê ye. Ji ...
    darbestên rengorengo [4]
    Yek ji berhemên ahmet güneştekin e li pêşangeha wî ya Bi nav...
    ahmet güneştekin [2]
    Wênesaz û nizamçîkê rexneyên li ser tê kirin ne ji ber hunera wî ye ,...
    درود [1]
    درود (dorûd) peyveka farsî ye ku bi wateya silavê tê. ji proto-îranî *...
    stranên ku dema zarokatî dihêne bîra tirşikvanan [1]
    Eyaz Yusif Zaxoyi- heger dinya hemû gul be
    ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » pokémon go

    Kategoriyên mijarê:: listikcihaz
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî