Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
sîmir rûdan - tirşik
sîmir rûdan
(6) (1) (9)
di mijarê de bigere

21. stranbêjeke jêhatî ye..

cizîrîbûn an ji cizîrê rabûna wî jî cihê kêfxweşiyeke ekstra ye ji bo min.. ligel wê cewhera xwe ya zêde cizîrê mixabin heta niha nekariye heqê wÎ navê xwe yê nestêleh bide û ji nav xwe di warê mûzîk û wêje û hunera kurdî de kesên kalîfiye derxîne..

gelek kesên li jêr mijarê nivîsî dengê wî şibandine hinek stranbêjên din, lê li gorî min xweyê xwe û dengeke xweser e, terzê mûzîka wî belkî biçekî bi ser ya yaşar kurt û teoman ve diçe..

di bernameyeka li ser imc tvyê de li ser pirsekî, ji bo albûmê bertekên çawa ji te re hatin, dibêje; bertekên guhdaran bi pirranî erênî bûn lê hinek jê dibêjin ji bo ku di lîrîsên stranên xwe de tu zimaneke zêde lokal bikar tînî, em nikarin jê fêhm bikin filan.. li gorî min îro pirsgirêka sereke ya mûzÎka kurdî li bakurê kurdistanê, gotinên stranan e, gotinên klîşe û klasîk ên ji ber stranên gelêrî mayîn, an gotinên zêde zêde siyasî Û sloganîk.. gelek sebebên vê pirsgirêkê hene bêguman lê bi ya min sebeba sereke ew e ku gelek kesên ku nanê xwe ji mûzîk û hunera kurdî dixwin di jiyana xwe ya rojane de kurdî bikar nayînin anku bi kurdî emel nakin, heta hinek stranbêjên hene ku li wan ahengên ku pirraniya beşdaran kurd in, bi tirkî an bi zimaneke din diaxivin heta gelek caran anonsa strana di rêzê de jî bi zimaneke din dikin.. ji ber vê yekê normal e gotinên stranên kurdî stewr bimînin û her û her xwe dubare bikin.. yanî mirov heta ku bi zimanekî dil nekeve, hejê neke, bêrî neke, nexwîne, nenivîse, neaxive, nefikire, xeman nexwe, terkeser nebe, bi çolê nekeve mimkun e ku bi heqî û bi layiqî bistirîne û bavêje ser? em bêjin lê hat û stira wê bikaribe ji wê sîrkÛlasyona genî ''tu gul î ez bilbilê te me'' xwe xilas bike? niha dibînim hinek stranbêj dixwazin vê kêmasiya xwe bi helbestinên helbestvanên kurd temam bikin an binixumînin, di vî warî de wekê nimûneyeke serkeftî tenê nimûneya mehmet atlı tê bîra min, teq û req, diljen ronî, hîvron û çend kom û stranbêjên din di ceribandinên xwe yên bi vî rengî de nekarîne serbikevin li gorî min.. min gelek dirêj kir, ez bêm ser merem û mereqa dilê xwe, eger vê peyamê bixwîne, pêşniyara min û belkî hêviya min jê, guh nede wan kesên dibêjin em ji gotinên stranên te fêhm nakin, peyv û biwêjên kurmanciya cizîrê û telafûza te rengeke xweş dane stranên te..




22. tu merês nedaye bablîsokê lê bêhna reng esmerê dayiyê ji heq de hatiye..



(bi ya min bike bila destê xwe lê nede hema bi vî halî stranê têxe di albûma xwe ya nû de)




23. Stranbêjekî gelek serkeftî ye. Albûma wî a yekem ki ji xwe tenê ye bi rastî gelek xweş e.

Di mûzîka kurdî de, harun ataman, simir û mirady hêviya min in. Ger dev ji mûzîkê bernedin wê cihên gelek giring bigirin di mûzîka kurdî de ..



02.03.2015 21:40 | brusk56

24. Ev kurik ew ê karên serkeftî bike. kilama wî ya bi çîrokî hêjayê guhdarkirinê ye.

en son "hey dilberê" ya ciwan haco sitirabû. ciwan bi riya twitterê wî pîroz kir. heft xwezî bi dilê wî *



02.03.2015 23:54 | mistefa

25. stranbêjekî mezin e. şêweya mûzika wî bi rastî gelek xweşa min diçe.

stranek din gotiye di imc tv yê de ;

Here lînkê



27.03.2015 19:42 ~19:43 | paşê min got what the fuck

26. stranek nû gotiye:

ji bo albûma ku ji helbestên bro omerî pêk tê, strana berfîn gotiye;





02.09.2015 23:25 | simurg56

27. stranbêjekî gellekî serkeftî ye. single'lekî bi navê berfîn derxistiye ew jî gelek xweşa min çû.





belkî van rêzikan bixwîne ; xwezî te li amedê konsertekî bida ku me jî bikariba guhdarî bikira kekê sîmîr. em li benda te ne ..



12.10.2015 16:23 | brusk56

28. stranbêje ku nizanim gelo ji bo albÛmeke nû tu xebat dike yan na. min albûma kevin ji ber kir. li bendê me yeka nû derxîne..



25.01.2016 04:14 | brusk56

29. Duh li ber strana wî ya berfîn bi xew ve çûme. Ev bûn du saet hişyar im lê stran hê jî di guhê min de dixulxule, olan dide.

Li ser stranê û tiştên bi vê stranê dikevin bîra min, min sê çar paragraf tişt nivîsîn paşê poşman bûm û min jê birin.



26.07.2016 11:04 | endazer

30. çima wilo serhildêrin , çima...?



xwezî te jê nebira , lê ez bawer nakim di serê te de jî hatibe jê birîn .



26.07.2016 11:33 | mijdar

31. Wexta min bihîst ku 35 salî ye ez şok ez îptal ez belawela! Mi digot qey gelek ciwan e, bêtir 28 salî ye felan..

Tarza wî xweş e, dengê wî ne ewqas xurt be jî pêdîviya tarzê bi dengê xurt nîn e ango ji heqê muzikên ku distrê têt.

Bi taybetî yên ji stranên demode û dubare qerixîne wekî derman e.

Gelek zêde stranên xelkê jî dibêje, ev ne tistekî b'xêr e, bila hew berhemên xwe bêje û nola ciwan hacoyî ya ku di dawiya emrê xwe de hetka xwe bir, bila xwe û muzîka xwe nehetikîne.

Ev zilam nivîsandin û xwendina bi kurdî jî zane loma ev yek avantajek e di vê bazara kesad e, gotinên stranên wî teqlomeqlo û tiroviro nîn e yanî mîna xelkê bi peyvên sînordar hevokên zirto li hev nayêne. Hew ji bo vê taybetiya wî mabe qetr û qîmeteke mezin heq dike.



27.07.2016 21:15 ~21:20 | ferhenga şikestî

32. bi xêr albûmek nû hazir kirîye hemşerîyê min, navê albûmê jî "kevî" ye. 27ê vê heyvê wê li ser hemû platformên dîjîtal be: Here lînkê



22.12.2019 19:19 | xendekî

33. a ku wê albûma wî û erebeya nû a netewî a tirkiyê wê hemen rojî de bên danasîn.
albÛma sîmîr min zêdetir bikelecan dike *



23.12.2019 00:04 | brusk56

34. Stranbêjê kudi rockê de serkeftî ye. Lê çend xulek berê li ser twitterê camêrekî jê re digot heyran tu ne xwedî awayekî kurdî yî. Tu wek jinan stenbolê distrê.



23.12.2019 00:17 | darînê daryo

35. muzîkjenek wesat e. Kurdîya wî rût e, yanî wek biyanîyek kurdî distire. Hetka kurdî dibe. Bawer dikim ne serwextê kurdî ye. Ne wek kurdan dibêje, min fehm nekir çawan cizîrî ye. Di her stranek wî de şopên rocka tirk hene. Li hin deran mirov tinîyên anadolu rock û teoman jî dibihîze. Ji hêla enstrumental ve muzîka wî qels e.

A herî sosret ew e ku mêrik xwe fîlozof dihesibêne. Ser twîtterê ji xwe re gotye: philosopher. *



05.04.2020 20:23 ~20:26 | hespêsor

36. yek ji wan şexsan e ku di pêvajoya çareseriyê de navdar bûne. mirovên nola wî apolîtîkbûnê dikin nasname û xwe di ser nirxên gel re mezin dikin. heyf û xebînet.



05.04.2020 21:15 | tizbîkêş