Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


30 mijar û 40 peyam
sîmir rûdan - tirşik
sîmir rûdan
(6) (1) (9)
di mijarê de bigere

37. Dibînim ku neheqiyek mezin lê tê kirin. Camêr mûzîsyen û stranbêjeke serketî ye. albûma wî ya duyemîn kevî facîa û felatek bû şikestek mezin çêkir di hêviyên guhdar û tamijiyên mûzîka sîmir de lê her mirov pê re jî her stranbêj di kar û kariyera xwe de xwediyê grafîkên çilûxwehrî ne, radibin, dikevin, tiştên baş jî din tiştên pêlêhvok jî.
neyse di konsêrta xwe ya li Diyarbekir ya çend sal beriya niha strana aşk var ya bülent ortaçgil gotibû û pirr xweş gotibû ew qasî xweş ku êdî orjînala stranê tamê nade. Li ser YouTubeê hîç qeyda wê nîne. çima nîne nizanim xwezî hebûya.



06.04.2020 03:50 ~03:51 | endazer

38. Kêfa min gelek ji muzîka wî re tê. Êz hêj fêrî albûma duyem nebûme. Ez dikarim bibêjim bi sedan car min li albûma Sîmîr Rûdan a yekemÎn guhdarî kiriye.



06.04.2020 13:27 | oceancr

39. bi ya min niha di muzîka Kurdî de bi tenê ew bi dev û hestên bajarî strana dinivîse. yanî wek mînak tû di stranek ya wî de ''çavxezal'' nabînî. jixwe ev jî ji me re pêwîstîyek e. Camêr serkeftî ye. lê albuma wî ya yekem ji ya duyem serkeftîtir bû. ger bixwîne bila vê rexneyê ji xwe re bigire. piçekê bêhna teoman ji muzîka wî te. ev him baş e him jî ne baş e. divê xwemalîya xwe biparêze.



13.04.2020 23:25 | soryazyus

42. Stranbêjê ku di 21ê çileya 2022an de ew ê li wanê konsertê li dar bixe. Li bendê me ku feyzekê ji muzîka wî bistînim.



06.01.2022 13:30 | dewbir

43. bi straneka wî dixwazim jê re bêjim sîmir ''vegere mala xwe, cihê te ev der e'' çi karê te li ser hed û hidûdan heye? henek li aliyekî, performansa wî ya zindî pirr xweş e. yên dudilî ne dikarin biçin ez kefîlê keyfa wan!



07.01.2022 11:16 | endazer

44. berî 2 heftîyan fîlan li amedê konserek da. ez jî çûmê tabî.
li kafeyek bûçûk, bi navê varon kafeyê bû konser. zêde kes tune bû. ji xeynî xebatkaran 40 kes hebû tunebû. ji ber vê rewşê xemgîn bûm lê konser xweş bû. bi saya kêmbûna guhdaran me gelek ji nêz ve guhdar kir.
performansa wî jî baş bû. wî bixwe li gîtarê dixist û hevalekî wî jî li kemanê. xwedê bihêle.



11.12.2022 11:49 | simurg56

45. Albûma wî ya ewil gelekî serkeftî bû, û paşê strana berfînê ya ku di albuma peşkê de cih digirt. Paşê sîmir li pey xwe ma. Hêvî jê heye ku ji xweliya albûma pêşî biveje. Bila biveje canim.



12.12.2022 01:50 | hêvî