Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
îddîaya şehîd ketina fehman hûseyîn(bahoz erdal) - tirşik
îddîaya şehîd ketina fehman hûseyîn(bahoz erdal)
(1) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. Ajansa anadoluyê îddîa kirîye lê înşallah nûçeyek derew be. Hêjta ajansek dîtir derheqê vê îddîa yê de nûçeyek çênekirîye Here lînkê



09.07.2016 19:25 | azad30

2. ji aliyê pkkê ve hatiye derewandin.

ev cara 760484emîn e ku tirk vê îdîayê dikin û derew derdikeve, lê dîsa jî dersê jê nastînin.

vê carê jî ji gotinên rêxistinek terorîst yê li sûrî, bawer kirine.



09.07.2016 20:28 | simurg56

3. îdîaya ku li gorî google trendsêî berî niha jî 4 caran hatiye îdîakirin; Here lînkê



09.07.2016 20:55 | simurg56

4. Çima nizanim lê vêca ji min re wek nûçeyeke rast hat. Lê heta esseh nebe ez jî bawer nakim, ji lew her sal tê kuştin



09.07.2016 21:23 ~21:23 | ferhenga şikestî

5. ji zûve hisa wî nayê dibe ji zûve şehîd bûve... xweyê van îdeayan jî êdî xwe çirandin * pirî daye dilê wan bawernakin xebera wî ji wanre here, xwedê neke para wan rojek wisa bi wê kulê bimrin hêviya me teva eve.. îdiayên pkk jî aqiliîtî dike.. û divê wisabe ger rastî jî şehîd ket bira nebêje bira tim tirs û xof be ji dijminanre bira tim bije di dilê dostande..



09.07.2016 22:59 | shorbevan

6. Bi min îddiayek rast e. Lê ne ji aliyê dewletê. Ji aliyê Pkk yê. Ev çend zemane ne ne wêneyek ne vîdeoyek tenê daxûyaniyên derewîn. Bi rastî jî ka Bahoz Erdal ?



10.07.2016 00:37 | biaqila malê

7. derew û hew



10.07.2016 01:07 | hola êzîda

8. Tirkîye divê pê van nûçeyan cihê bahoz bidê eşkere kirin. Ji xwe hember ûris û îsrailê jî xwe nerm kirin. Tenê tiştêk maye tirkîye bike, ji têkilîya wan a li pkk, li NATO û UN ê bidê qebûlkirin ypg rêxistinek terorîste. Ji bo vê jî bahoz erdal delîlek bêhempa ye. Ji ber ku wî serfermandariya hpg ê kiriye. Nexwe gelek fermandarên hpg ê yên bi salan şer kirîn şehîd bûn heta hin jî birîndar ketin destê tirkîye (bnr: sofî).

Xebatek giran ya qaşo kurdîstanîya jî li ser vê meselê heye.

Heta bi devê serok kak jî dan gotin* pkk û pyd yekin.

(bnr: analîzokên beredayî)



10.07.2016 02:23 | bapîr

9. Ji alîyên tirka ev îddaya berê jî gellek caran hatîye ziman. Hema hertim jî derev u púç derketiye..



10.07.2016 02:41 ~02:43 | hesen bira

10. vê carê zêdetir tê parastin. niha vîdyoyek jî derketiye holê ku dibêjin aîdê teqîna erebeya wî ye.

lê min vê dîmenê berî 2-3 rojan di hesaabeke daîşê de weke "4 şervanên ypgê hatin kuştin" dîtibû. dîsa jî ne belî ye.



10.07.2016 16:59 | simurg56

11. Ku derew be rastî çima nayê peyitandin ? Sal du hezar û sêzdeh zilamekî wisa nivîsandiye Here lînkê

Sal du hezar û şanzdeh zilamekî din wisa nivîsandiye Here lînkê

Ez ê bêjim biraqe gelê kurd ji pkk rê bipirse " kanî bahoz erdal ? ". Lê îradeyek wisa di nav me de tuneye mixabin. Ku hebiya em îro ne di vî halî de bûn.



10.07.2016 17:46 ~17:49 | biaqila malê

12. îdîaya ku carek din ji aliyê pkkê ver hatiye derewandin.

û di ser de jî dibêjin erdal bahoz li colemergê êrîş kiriye û 5 leşker hatine kuştin; Here lînkê

kuştina leşkeran rast e, jixwe di hemû nûçeyan de niha tê gotin, lê di êrîşê de hebûna bahoz tabî ne diyar e lê rêxistinê baş henekê xwe bi tirkan kiriye bi vê nûçeyê.



û derketiye holê ku ew vîdyoya ku hatibû weşandin, aîdê êrîşeke ypgê ye. kuro hûn çiqas bêaqil in; Here lînkê



10.07.2016 21:01 ~21:03 | simurg56

13. pkkê jibû vê îdiayê mesajek wiha da; got bahoz dije û hûn îdia dikin dibêjin naje bira wekî webe.. wê demê bahozek çû bû bablîsok û vegeriya yanî bahoz êdî wê nemrin.. *



10.07.2016 21:12 | shorbevan

14. Îddiaya ku dîsa wekî her carê bi heman awayî hatiye derew kirin. Qey Fermandar Bahoz li benda daxûyaniya mirina xwe bû ji bo êrîşê doh daxûyanî îro êrîş * An jî dilê Pkk xwestiye lîstikek bilîze ma nabe ? Biraqe dev ji derew merewan berdin. Heta em vîdeoyek nebînin em nebêjin " aha fermandar bahoz dijî " tiştên mayî derew in. Pejna wî hê jî nayê. Çima vîdeoyek ji êrîşê parve nekirin gelo ? Him wê bandora henekê wan jî zedetir biba. Ev hezar car e dibêjin Bahoz miriye. Ku nemiri be tu çima nadi peyitandin ? " Bahoz Erdal li filan derê êrîş kir , Bahoz Erdal nizanim çend leşker kuşt " Yaw he he tamam.



10.07.2016 21:18 ~21:26 | biaqila malê

15. îdîaya ku ne hewce ye ji aliyê pkkê ve bi vîdyo mîdyoyan were derewandin.

ger dewlet ne mina axura akpê bûya, wê mîna saziyek fermî û cidî derketa û ji devê rayedarek payebilind ev nûçeya kuştina bahoz bida.

lê wan çawa kir;

1- ji devê ajansa anadoluyê ku êdî bi derewên xwe di dinyayê de navdar e, îdîayek avêtin holê.

2- di îdîaya xwe de behsa kuştina bahoz ya ji destê rêxistinek sûrî kirin. ku heta niha tu evdê xwedê rêxistinek wisa nebihîstiye.

3- vîdyoyek bi alaya vê rêxistinê weşandin. derket holê ku ev vîdyo jî di eslê xwe de aîdê êrîşeke ypgê ye.



yanî mesele mîna lîstika zarokan e. pkkê 2 caran diyar kir û derew e. ma çima zêdetir girîngî bide vê meselê? bi ya min, ger bahoz nehatibe kuştin, ev helwesta pkkê, pkkê gelekî cîdî û samîmî dide nîşandan. xwe mîna dewletê rizîl nake.



ger nûçe derew be, bila pkkê qestî tu dîmenan fîlan neweşîne da ku tirk tam bawer bikin da ku dema rastî derket holê, zêdetir biqehirin. ev çi ehmeqî ye yaw, erdalê reben ji ber derketina ser televîzyonan ji bo îspata nemirina xwe, nikare karê xwe bike êdî.



10.07.2016 21:54 | simurg56


17. yên aponun ayetleri xwendine dizanin bê niha li kû ye û di çi halî de ye. erênî an neyênî tiştekÎ nabêjim, bi tirkî dibêjin ''ayarını bozduğun kantar gün gelir seni de tartar'', baş an xirab ew jî çerxek ji vê çerxana qirêj û bêhnpêketî bû.



10.07.2016 22:04 | endazer

18. meseleya dê hê gelekî guftugoyan bi xwe ve bîne. gorî nuçeyên nû muhabîreke al jazeerayê bi telefonê xwe gihandiyê û ev yek sererast buye.

Here lînkê

Here lînkê



13.07.2016 13:15 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» îddîaya şehîd ketina fehman hûseyîn(bahoz erdal)
» şehîdê tetwanê
» ketina cilan

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî