Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
14.07.16 êrîşa terorî ya li nice, fransayê - tirşik
14.07.16 êrîşa terorî ya li nice, fransayê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. buyer duh di 22:30an li bajarê turîstîk ê fransayê niceyê pêk hat. zilameke 31 salî yê bi eslê xwe tunusî û welatiyê fransayê bi qamyonekê bi leza 90 km/s da nav qerebalixa di pîrozbahiya roja neteweyîde. ji bo ku zêdetir kes bimirin heta karî berê xwe dide cihên qerebalix. di encamêde 12 jê zarok 85 kes dimirin û 50 kes jî birîndar dibin.



15.07.2016 17:28 | azadixwaz

2. êrîşa dide nîşandan ku êdî terorîstên her kesî(welatî) hene, terorî jî pêşî lê girtin zehmete.. ku em bibêjin bira heqê kî çibe bidin wan.. heqê misilmana( îşîd/el kaîde..) çiye? dewa çidikin? xaya wan cîhade û dixwazin Îslamê li cîhanê bikin hakim û di vê rêyêde bên kuştin herin cinetê.. filan û bêvan Herwiha meriv lê dinihêre hemû kes bisekinin rewş aram bibe jî dîsa misilman nasekinin.. ger misilman bibêjin Îslama rastî kuştin têde tune.. divê li hemberî wan derên, misilman piştgirî nedin van rêxistinên cîhadî, ev îslama rastîye ne rastîye nizanim lê van kesên wiha dînê mihemed birêve dibin neyarên îslamê bixwene, ewê bidestê xwe vî dînî biqedînin.. xwedê bê rehmê, cardin nelet li qatilên niheq bê..



15.07.2016 21:22 | shorbevan

3. sêyemîn êrîşa daîşê ye li hemberî fransayê. hinek dibêjin fransa jî di dil de dixwaze tiştên wisa çêbin da ku bikare rola xwe ya di rojhilata navîn de, zêde bike. lê ev teorî zêde ne aqilane ye. ev çend roj bûn fransa ketibû alarmê lê dîsa jî nekarîn pêşî lê bigirin.

li fransayê nifûsek mezin ya misilmanên welatiyên vî dewletî hene. ji ber ku ev terorîst li fransayê hatine dinyaya û li wir mezin bûne, vî welatî gelek baş nas dikin û bi hêsanî dikarin xwe veşêrin.



li kurdistanê û li welatên din yên rojhilata navîn, her roj evqas mirovên sîvîl yên bêguneh tên kuştin. loma mixabin em kurd zêde nikarin li ser vê meseleyê bisekinin û serê xwe pê biêşînin. dema bûyerên wisa çêdibin, hêvî dikim ku ev welatên pêşveçûyî, modern û hwd. êdî rastiyê fêhm bikin û êdî piştgirî nedin dîktatoriyên rojhilata navîn û piştgiriyê bidin kurdan. lê mixabin ev dewlet dîsa tên û piştlgirî didin wan dewletan ku jixwe çavkaniya vê terorîzmê ne.

gelo dewletên rojhilata navîn yên terorîst, bi piştgiriya kîjan dewletan dikarin li ser piyan bisekinin û bibin sponsorê terorîzmê? ma ne îngîlîstan, fransa, almanya, îsraîl û amerîka ne ku nahêlin ev dewletên misilman yên terorîst hilweşin. loma xwedê rehma xwe li wan sîvîlan bike û belayê bide daîşkeran, lê ji samîmiyeta fransayê fîlan jî tu caran bawer nakim. ma di şerê kurdan de (çi pyd çi kdp), aliyên qenc û xerab weke reş û spî ne diyar in ku dinya hê jî bi şermokî alîkariyên biçûk li kurdan dikin. ger derdê dewletên rojavayî xelaskirina terorîzmê bûya, wê bê şert û merc piştgiriya kurdan bikirana; wê hikumeta navendî ya iraqê paşguh bikirana û çek û balafirên herî pêşketî bifirotina kurdistana başûr. lê ka?? encax keleşan bişînin.



15.07.2016 22:28 ~22:30 | simurg56

4. êrîşa ku mixabin keçek kurd jî jiyana xwe wenda kiriye.

navê wê şîlan aydin e. 19 salî ye. Here lînkê

Here lînkê

navê hevalê wê jî selma ye, belkî ew jî kurd be.



21.07.2016 22:27 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 14.07.16 êrîşa terorî ya li nice, fransayê
» êrîşa faşîstan ya li dijî tirşikê
» terorîzma gramerê

Kategoriyên mijarê:: nuce jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî