Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    zootopia - tirşik

    li bajarê her cure ajal di nav aşitiyêde dijîn kîvroşkek dixwaze bibe polês lê heta wê demê hema bêje tenê ajalên dirinde dibin polês. ev yek lehenga me nade sekinîn û macera destpê dike....
    (3 şîrove)
    zootopia
    (0) (0) (0)
    di mijarê de bigere

    1. anîmasyona 2016an derketî. ta niha nêzî 160 hezar kesî ji imdbê rey daye û gelemperî 8.2 standiye. ji bo anîmasyonekê gelekî baş e. film bi senaryoya xwe ne zêde orjînal e lê aliyê dîtbarîde pir baş e. me bi malbatî temaşe kir, kêfa me jê re hat. min 80 puan dayê.



    2016.07.17-23:15 | azadixwaz

    2. di tehma fablên la fontaine de ye anîmasyon, bi navê zoopolîs bajarek heye, li wir, li ser kaxezê hemû heywanên kedî, kûvî, hov bi hev re di nav xweşî û aramiyê de dijîn. lê ya rastî ligel hemû qanûnên erênî û wekhevparêz, pirsgirêk hene, kêvroşkek dixwaze bi wê qama xwe ya biçûk bibe polîs û li vê ûtopyayê kar bike, ligel hemû astengî û zehmetiyan ji akademiyê bi dereceya yekê mezûn dibe, lê bela û pirsgirêk jê xilas nabin, ew jî ji hêvî û daxwazên xwe nayê xwar.



    dema min darî fîlmê kirî zêde ne li ser hemdê xwe bûm ango tehma devê min ne xweş bû, ji ber wê gelek detayên fîlmê bi min nexweş hatin. mesajên fîlmê zêde sere sere bûn, tê de zêde mîzah û komedî nebû, îma û qerîneya di sekansa mîya alîkarê şaredarê zoopolîsê û memûrên zexel yên daîreya dewletê kenê min anî û hew.



    2016.07.21-00:46 | endazer

    3. çend mehan berê li metroya seûlê posterên wê filmê hebûn. pir kêfa min pê dihat.

    ew çaxt nebû min seyr nekir lê paşê min seyr kir animasyonek pir xweş e.



    2016.09.18-11:37 | cinorek

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (yên din..)
    navîgiranmezelîwêran [5]
    Nivîskarê ku dema rastî peyamê xwe yi kevn dibe dibêje ez xwe ji kîja...
    tiştên ku mirovî aciz dikin [4]
    Car caran li bin stranên Kurdî şîroveyekî tirkî bibînim xwedî şîroveya...
    tiştên ku dawîya wan nayê [4]
    gû.
    heke yek biçe tiwaletê û dereng derkeve, yê derve dibêje "ma g...
    tiştên ku mirovî aciz dikin [2]
    wextê ke merdim vîneno Kurdî, Tirkî qisey kenê. wexte kû mirov Kur...
    tiştên ku mirovî aciz dikin [4]
    Xeberdana bi tirkî a kasîyerên marketên wek bim, a101,...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zootopia

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî