Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 13 peyam
    bêperetî - tirşik
    bêperetî
    (3) (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. kul û derdê [qijilyo] bû, min xwest jê re bibim derman. *



    dema ku pere di berîka mirov de nemÎne ji wê rewşê re dibêjin bêperetî, gelek caran hatiye serê min. lê ku hevalên mirov ên jidil ne yên xwarinê hebin, ne derdeke bêderman e, bi deynan heta demekî mirov dikare safî bike.



    2016.07.22-22:29 | endazer

    2. ev peyv û rewş, tim min dide kenîn * û bi ya min endazer, eger ji dil dixwaze ji kul û derdê qijilyo'yê belengaz re bibe derman, heta ku peyva "bêpereti" yê rave dike bila çend qurişan jê re bişîne*



    2016.07.22-23:51 | sergijik

    3. Ji deyndariyê ewlatir e*



    2016.07.22-23:55 | ferhenga şikestî

    4. (bnr: pirsgirêka herî mezin ya mirovê modern)

    êdî rewşek berbilav e. ha, belkî di berika mirovan de têra riya an û xwarina wan pere heye lê dema mirovji yekê pere dixwaze bersiv tim eynî ye: welleh krediya min heye, loma qet pere cem min tune.

    êdî ji bo kirîna erebe û xaniyan û hwd. herkes di bin barê krediyekê de ye. loma meaşê wan yên 5-10 salên pêşerojê jî ji niha ve xerckirî ne.



    2016.07.23-09:16 | simurg56

    5. tunebûn, pereyê meriv hiş û mêjiyê xwe bi xebitîne meriv bê wî namîne.. dibêjin ji kevir jî dertê.., rewşa pere hebe û meriv nexe nisîbê xwe bê peretiya herî dijwar eve.., gere meriv ne tima be lê meriv îdareya perê xwe bike û qîmeta wî zanibe jiber bêperetî/tunebûn zore..



    2016.07.24-04:10 | shorbevan

    6. Derdê min ê sala 2015'dan wî dixwast bi huner û peyvêd xwe yên sûper bête nasîn balam peyva bêperetiyê pê zeliqî



    2020.04.02-18:06 | qijilyo

    7. halê ku ji roja roj ve tê de me



    2020.04.03-00:14 | bedirxan

    8. (bnr: min pere çandin heta şîn bibin)



    2020.04.03-13:25 | xabûrî

    9. tiştekî dijware.
    li wî cîhanê her tişt bi hêzê ve tekîldare. hemu pêwendî hemu kar welhasil her tişt li gorî hêzê birêve diçe. hetta hetta têkîliya dê-bav û zarok jî li gorî hêzê tê sazkirin. mesela dê û bav di nav zarokên xwe de kî ku herî zêde pere qezenç dike ji wê ra cudatir dinêrin û jiyan û fikrên wê ra rêzdigrin, tevlê nabin.

    di cîhana modernda jî hêz pereye. pere herî girîntir tiştê li wî dinyayê.

    em werin bêperetiyê;
    wexta tu bêpereyî(ne bi awayî sezonî, bi awayî demdirêj) jiyan dibe dojeh, tu kes rêza te nagire. her tişt paş de diçe. gava tu bixwazî halê xwe dirust bikî ew wext jî astengên bêperetiyê derdikeve pêş te. tu bixwazî perwerdehiyek xweş bistîni bêperetî dibe asteng nizanim pereyê internetê, pereyê pirtukan, compîter hwd. hwd. quzzilqurt lîste dirêje.
    her tim wisaye; asteng pir, çareserî pir zore. heke şansê te jî tunebe el fatiha li ser te.

    û qey wana bes nîne li ser da gotinên bereday ya mirovan jî gohdar dikî. herî xirab jî wiyaye.



    2020.12.18-12:50 | lonw karda

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    elmas [1]
    Ji sala 1954an vir de di laboratwaran de jî tên çêkirin, ti ferqa wan ...
    rişmil [2]
    Navçeyeke Mêrdînê ye. Navçe biçûk e û belawela ye. Newalek di navb...
    mîhrîcan [1]
    ev peyv me'neya festîwal, şahî û ahengê dide. Bi farisî mêhregan, bi û...
    qûn elimiye tiran dev elimiye viran [2]
    gotineke pêşiyan e. rastnivîs wisa ye,
    Qûna elimiye tiran, dev...
    beranberdan [2]
    Koçerên me gava beranberdanê beran bi boyax û bi rîskan dixemilandin....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bêperetî

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî