1. ya ku ez rojê 5-6 qedeh vedixwim, e. |
|
31.05.2013 09:56 |
simurg56
|
2. tişta ku li Nisêbîna Mêrdînê tîcareta wê yanê debara xwe pê dikin ango çaya kaçax |
|
11.07.2013 15:41 |
msirino
|
3. vexwarina sereke ya piştî avê li gelên rojhilatê ye. di semawerê de pir xweş çêdibe, mu dikare 10-12 qedehan li ser hev vexwe. |
|
11.07.2013 16:12 |
azadixwaz
|
4. ya ku baş û qenc û bikalîteya wê li srî lankayê tê hilberîn e.. çaya ku jê re çaya qaçax tê gotin di eslê xwe de ceylon tea yanî çaya seylan e û li seranserê cîhanê hema bêje baştirîn çaya bikalîte ev çay e.. yanî birano guh nedin derewên dewleta tirk û qewadên dewletê çaya ku li kurdistanê tê vexwarin zêrê zer ê bîstûçar eyar e ji ber ku bi dest hinekan nakeve neweyî û bêbextiyên wek xwîna berazan û nizanim çi û ne çi dixin stûyê vê çaya feqîr de.. |
|
12.07.2013 03:59 |
endazer
|
5. Dema mirov diçe mêvandariyê;-tu venexwî jî- tiştê ku bi zorê bi mirov didin vexwarinê. |
|
12.07.2013 15:10 |
gulan
|
6. (bnr: çay heraretê distîne) |
|
12.07.2013 15:20 |
simurg56
|
7. tista ku bê wê jîyan nameşe.xwezî niha hebuya u me vexwarya. |
|
12.07.2013 07:32 |
feqiyêteyran
|
8. (bnr: çay mazota şagirt e) |
|
12.07.2013 15:35 |
brusk56
|
9. vexwer û vexwarina neteweyî ya kurdan.. tabî ji çayê qesta min ne çaya rîzeyê ya bi kalîteya sî û sêyem e.. |
|
12.07.2013 15:36 |
endazer
|
10. vexwarina tirkan a netewi dew, ya kurdan çay e . |
|
12.07.2013 23:37 |
fuad hemedxan
|
11. malê çînê ye. |
|
19.08.2013 06:09 |
terkexem
|
12. qaçax be heyat e. |
|
19.08.2013 06:10 |
terkexem
|
13. vexwarina kurda yê fermî |
|
19.08.2013 09:56 |
newenda
|
14. Mesele heçî ku çaya qaçax be: |
|
19.08.2013 10:23 |
aryâspa
|
15. piştî goştê 'elokê, çayeke tarî, cixareke qaçax, pehhh! (gotina fermî a apê hecî Fexrî) !!! |
|
19.08.2013 15:49 |
mîrzal
|
16. sedema hebûna qehwexane û kafeyan e. |
|
19.08.2013 19:03 |
simurg56
|
17. ''Ji çaya zimanê çînî tê. Di zaravayê Çîna başûr de ew tay an tey dibêjin. Di sala 1657 an de peyva tee bi riya hollandî ketiye zimanên Ewropaya Rojava, di fransizî de bûye thé(tê), di îngilîzî de tea (tî). Lê Rûs peyva zaravayê çînî yê edebî, ça girtine û wek çay bi kar anîne. Peyva çay ji Rûsan di sedsala nozdehan de derbasî kurdî, tirkî û farisî bûye. Herwekî di erebî de dengê ç tune ye, wan jî vê peyvê wekî şay kirine zimanê xwe. '' |
|
06.09.2013 01:20 |
endazer
|
18. ya ku niha vedixwim.. ditirsim ku camêrnin derkevin û bêjin çay nayê vexwarin tê kişandin.. neyse xwudê jê razî be yê ku cara ewilîn fikra çayê pê re çêbûyî.. li gorî min baştirîn antîdepresan e.. gerçî hîç neketime depresyonê de lê ez dibêjim qey mirov bi penceşêrê jî bikeve piştÎ du sê îskan çay tu êş û elem pê re namîne.. yanî çay ne tenê heraretê distÎne, xeman jî direvîne, êşan jî sivik dike, birînan dikewîne.. |
|
07.10.2013 01:33 |
endazer
|
19. (bnr: çay nayê vexwarin tê kişandin) |
|
07.10.2013 02:02 |
saladin
|
20. çay wezîrê vexwarinane. padşahê vexwarinan jî qehwe ye ezbeni |
|
07.10.2013 14:25 |
seydayê_peyvan
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |